26 Ekim 2022 Çarşamba

ji nû ve

Ev demeke ne pir dirêj ne pir kin e bi xwe re şerekî navxweyî dikim;
ji edebîyatê dûr, ji huner û sînemayê dûr...
Carinan meriv nizane bê ka sedem çi ye, hema weha bi xweber meriv ji xwe, ji derdora xwe aciz dibe û kêf û zewq li meriv diqewite; mîna laşekî bêruh bi haweyekî bêhuzûr bi vir de û wê de mîna gêj û serseman çerx dike.
Doh ez ji xew rabûm, min taştêya xwe xwar û çûm li ber refên kitêbxaneya xwe sekinîm, ji bo bixwînim û ji nû ve li -xwe-ndinê vegerim, min çavên xwe li kitêbekê gerandin; 
kitêba Yavuz Ekinci ya bi navê "Endîşeya Pêxember" a ji alî Merdan Naweyî ve hatîye wergerandin bala min kişand.
Û min dest bi xwendina wê kir...
De bi xêr kengî min qedand, heger ez wê hêjayî nirxandinê bibînim, dû re ez ê li ser wê çend gotin û kelamên nepêxemberî bikim-ji bo Îko dilê xwe ji min nehêle, ez ê çend gotin û kelamên nepêxemberî bibêjim/binivîsim-.
Li ber destê min du sê xebatên edebî, sînemayî hene;
yek jê romanek e û ji mêj de ye min xwe li ber xweş kiriye wê binivîsim lê dikim nakim lê germ nabim, 
yek jê fîlmekî hunerî ye; ew jî li derfet û aborîyê dinere
û ya din jî, hin ciwan ji min dixwazin ez ji wan re ji bo li ser youtubeyê biweşînin, senaryoya rêzefîlmekî aksîyonel û politîk binivîsim.
Ez ne bawermend im rabim bibêjim "Bismillaûrehmanûrehîm" û dest pê bikim, lê ez ê hewl bidim ji kerê Şeytên dakevim û xwe lê biqewimînim.
Ya Rep!
Biborin.
Ya Reb!

Min got,
"Min digot qey her ku em bi nav salan de herin, hêdî hêdî tu yê di hundirê min de bimirî, lê wer xuya ye her sal ê eşqa te mezintir bibe."
Got,
"Qey dîsa te li Kemalê Ereb guhdarî kir?"
Min got,
"Kemalê Ereb!"
Got,
"Wîî! Nahlet li çavê Şeytên bê, loo! Devê min xelitî; Kemalê Amed Amed!.."
Ez bişirîm, di ber xwe de min got,
"De ha Amed, ha Ereb..."

Ma ka deng ji Selo başqan nehat?
Ez ne şaş bim mirîdên Evdila başqan êrîşî wî kir û gef lê xwarin!
Selo başqan jî ecêb e ha!
Li ser beq û reqan daxuyanîyan dide...
Li ser minminîk û pinpinîkan daxuyanîyan dide...
Li ser demokrasî memokrasî û biratîya tirk û mirkan daxuyanîyan dide...
Li ser Tirkîyeya mezin û ruhê eşme û mîsak-i mîllîyê daxuyanîyan dide...
Lê newêre ji mirîdan re dengê xwe derxe û bibêje çîzz!
Ê ka bû!
Ez ji sînemayê fêhm dikim lê mixabin ji vê senaryoyê tu jahr û quzilqurt dernakeve; hemû karakter dişibin hev!
Ha Silhedîn ha Evdila!..

Gotina Dawî
Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan!



10 Ekim 2022 Pazartesi

sîwana qûnê

Ciwamêr girav li ser navê xwe tapo kiriye, kêfa belek dike; her sibeh piştî taştêyan dihere li ser tilmikekî rûdine, bi dilê tije kêf şewka xwe diavêje nav avê, masîyan digire û li bin wê tava tîngerm difîkîne, mirîdên wî yên li ber ayetên wî gêj bûne jî rabûne tecrîtê şermezar û protesto dikin.
Îja tecrît!
La hewle wela û quzilqurt û mizilqurt û nizanim çi qas bela!
Û li Colemêrga kurdan polîsan nigekî parlamenterekî HDPyî şikenand û da destê wî.
De xalo de xalo!
Çemê Çetelê de xalo!..
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we be!

Gotina Dawî
Pirs:
Pirsgirêka LGBT-Îyê yê kengî çareser bibe?
Bersiv:
Heta hemû tîp û mîp û herfên elfabeyê nekevin bin sîwana qûnê, ev pirsgirêk çareser nabe.

de were kirasê xwe neçirîne

Hin xêrnexwazên fehş, ji gir û rika hundirê xwe, hindik maye dîn bibin, kirasê ser xwe biçirînin û bi çolê bikevin.
Heta zimandirêjîya mala barzanîyan nekin, kurmê wan naşikê anku bi wan xweş nayê.
Ji van zikreş û bextreşan vê rojê yekî weha nivîsîbû û pirça hundirê xwe kifş kiribû:
"Navê vê rejîmê çi ye?
Serokê Herêmê: Barzanî
Serokê Hikûmetê: Barzanî
Serokê partiyê: Barzanî
Cîgirê Barzanî: Barzanî
Serokê îstîxbaratê: Barzanî
Fermandarê hêza Giwêr: Barzanî 
Fermandarê zêrevanî: Barzanî
Fermandarê hêza Gulan: Barzanî 
Serokê zanîngehê: Barzanî
Û hemû mêr in!"
Lo lawo!
Em jî dizanin ne bêqusûr in û şaşî û kêmasîyên wan hene,
lê halhazir îro ro ji wan çêtir jî kes tune ye xwe bide pêş.
Û li pêş jî tenê agir heye, şewat heye, jan heye, êş heye!..
Bi dehhezaran cangorîyên wan hene, qet nebe ji bo xatirê wan cangorîyan bi dil û mejî û mentiqa xwe re bêbextîyê nekin; 
nebin xayînê êqil!
Heyran!
Ka hûn jî bakurê welêt azad bikin û Kurdistaneke serbixwe damezirînin, bi soz ne tenê wezîfedarî, em ê navên hemû kuçe, sikak, kolan, qad û parkan jî bikin APO!..

Gotina Dawî
Bi kîrê xelkê qûna xwe mezin nekin!

9 Ekim 2022 Pazar

hema halo

Bi çavbirçîyan ne şoreş pêk tê, ne jî welat ava dibin
û dagirkeran kurd hînî parsekîyê kirin!..
De îja em dibêjin çima wek xelkê em jî nabin xwedan dewlet?
Parsek û birçî guh nadin rengê axê, ji bo wan a muhîm parsa li ser wê axê ye.
Û berî şoreş û azadîya welatan hewce ye em çareyekê ji vê parsekî û çavbirçîbûnê re bibînin.
Sîyasetvanên me parsek in, çavbirçî ne!
Rewşenbîrên me parsek in, çavbirçî ne!
Nivîskar û hunermendên me parsek in, çavbirçî ne!
We got azadî?
Ka berê em xwe ji hîçbûnê azad bikin, dû re...

Nifşê Zyê nifşekî ecêb e!
Ne dîn, ne îman, ne îdeolojî, ne nirxên civakî, tiştek ne li ser bala wan e;
Xwedayê wan teknolojî ye
û konfora wan di nava têla înternetê de veşartî ye; heger birçîbûnê hîs nekin, serê xwe ji ser telefon û tablet û komputeran ranakin û nabêjin nan!

Heger li ser axa kurdan bi kurdan re tu nejîyabî, tu yê nizanibî bi zimanê kurdan bi kurdan re bipeyivî;
loma jî "heta cixareyekê ez ê herim û vegerim"ê bi te wek cixareyê bê.
Kurdino!
Xwe hînî qalibên kurdî bikin, an na li civatên ruhkurd devê we yê mîna qaçikên keran vekirî bimîne.

Gotina Dawî
Ji ber ehmeqîya we hindik maye qantir bizê.

8 Ekim 2022 Cumartesi

rojeva meriv

Difetisim,
di nav nîzameke teres de,
difetisim!
Ji hêlekê ve qeyde û qanûnên kevneşopî,
ji hêlekê ve sazûmaneke tije durûtî
û li jor Xweda, 
li jêr jî şirîkên wî!..

Gotina Dawî
Carinan hewce ye meriv guh bide rojeva xwe jî!..

6 Ekim 2022 Perşembe

dar û kurm û yaşar

Zemanekî, mirîdê Kor Kemal, Yaşar Kemalê kor weha kerem kiribû:
"Enstîtuyên Gundan ji bo xelk kerr, kwîr û lal bibîne, girtin."
Lê ez û çend kurmên wek min jî berevacîyî te difikirin û dinerin, Kor Yaşarê mirîdê Kor Kemal.
Çima?
De îja ji xêra wî Xwedayê ku her tim bi me re xwar meşîyaye, meriv lê bikole bê bi rêya wan enstîtuyan çi qas kurd bûn kurdkokenlî!..
Jixwe...
Yaşar Kemalê Kor ê mirîdê Kor Kemal bi xwe jî bi wê edebîyata xwe ya ji milkê kurdan dizîye, bi milyonan kurd bi ber bayê asîmilasyonê ve xist û her weha bi wê fisgenîtîya xwe kurd kirin kundê zimanê kurdî, bilbilê zimanê tirkî.

Gotina Dawî
Kurmê darê ji darê ye lê dar jî hîç ber xwe nade, mixabin!

5 Ekim 2022 Çarşamba

postpopulîzm

IQya civakê ketîye qûna mirîşkê û mixabin ew IQ di qûna mirîşkê de hingî kêm e û bi kêrî tiştekî nayê, mirîşk ji hêk ketîye.
De îja...
ew IQya ku di qûna mirîşkê de bi kêrî çêkirina hêkekê neyê, xwedîyên wê IQyê ew ê çawa civakan ava bikin, çawa neteweyan li neteweyebûnê vegerînin, çawa dewletan ava bikin?

Bi sloganan nepeyivin; bila ji tevger û pratîka we slogan bizê!
Mixabin,
her kes sloganan jiber dikin û pê wê kesayeta xwe ya têkçûyî û seqet pîne dikin.

Gotina Dawî
Kesên ji populîzmê xêr nedîtin, dest bi postpopulîzmê kirin, mixabin.

4 Ekim 2022 Salı

dinya li ser pişta kîso ye

Serapîra divê meriv xwe nehetikîne! 
Ji bo kulmek sal, êş û ked û tecrubeya zirtemenekî bi erdê de bernedin.
Heyf e!
Cotek memik...
Du gulîyên zer ên hinekirî...
Qûneke gilover...
Û quzekî ser pişta wî bi tayên zerî xemilî...
Sekn û kesayeta xwe biparêzin û ji helwesta xwe venegerin.
Xwe ne-fi-ro-şin!
Û bira berî ez ji bîr bikim, cîyê bext û ûjdan lê be, desthilat li ser text bikonfor û têr ranakevin.
Û xew û mirin bira ne; hewce ye xew her tim mirinê bîne bîra te, da tu bizanibî ruh dikare mîna çivîkekê ji nav kefa destê meriv bifire û biçe
û bedena bêruh jî, zurîyet bi pey nakeve jixwe!..

Carinan meriv dibêje, "Filankes mîna çîyayekî ye, neynûka wî bi eşîrekê ye lê bi tenê serê xwe dijî; li dora wî çavê meriv bi evdekî Xwedê nakeve.
Lo lawo!
Şertên maqûlîyê zor û zehmet in; her kes nikare di bin barê maqûlîyê de rabe.
"Her teyr bi refê xwe re difire."
Çi gotineke xweş, çi gotineke watedar û têr û giran!
Lê ev jî rastîyek e, çendî tahl be jî...
Xerab ji qencan bêtir in 
û dîsa rastîyek, qenc jî hesûdîya hev dikin.
Ax axx!
Ev quretîya me!
Ev ego û kompleksên me!
Ev jiberhevdanequrtandin!
Lê...
Problemeke xeraban a werê tune ye;
ne guh didin quretîyê, 
ne guh didin ego û kompleksan,
ne jî problema wan a ji-ber-hev-daqurtandinê heye; çi dikeve ber wan, lê ho venadin û dadiqurtînin.

Go,
"Li welatekî ne pir dûr û ne pir nêzîk mêrek hebû; mêrekî ji hûtan hûttir, ji şêran şêrtir, ji ava ji binê tahtekî dizê paktir..."
Go,
"Waa! Ma mêrên werê mane?"
Go,
"Jixwe mir û berî bimire jî û piştî mir jî li derdora wî anku li nêzîka wî zêde bêhn û pêjn û berateya însanan xuya nedikir."
Go,
"Ê qey bêhna genî neketibûyê!.. 
Vî zemanî xelk û alem xwe li bêhna genî digirin."

Go,
"Min digot qey pirbûna pereyan ê meriv ber bi hêvî û xeyalên meriv ve bipengizîne, lê ez tê gihîştîm ku 
çi qas pere xwe li meriv digire, xîret jî bi wê xezebê ji meriv dûr dikeve."
De îja...
ka ew lokê mêran ku bextê wî bîne û pereyan ji bo hêvî û xeyalên xwe kedî bike!..
Zehmet e lê ne zor e;
tenê xwebawerî, dilsozî, sekn û kesayet û helwest divê...
Min go,
"Vî zemanî pere mêran kedî dike!.."

Gotina Dawî
Ez ê vê carê gotina dawî bi sîyasetê biqedînim.
Şerê di navbera Selo başqan û dînozorên Qendîlê de...
Li Mersînê bûyerek qewimî, 
bi destê PKKyê!
Selo başqanê ku serê xwe di ber neheqî û zilma li jinan dibe de gurî û zelût kiribû, (Çendî jin kurd be jî, Selo başqan kurdbûna wê dernexistibû pêş) vê carê jî mîna dîkê qoqo berê xwe da dînozorê Qendîlê xalê Dûran û bûyera Mersînê protesto û şermezar kir.
Lê...
Xalê Dûran ji dûr ve gef û fortek lê xwar û jê re go biaqil be û quretîyên beradayî neke!
Di vê meseleyê de ez ê pişta xalê Dûran bigirim;
lewra xalê Dûran agirê kaosa Tirkîyeyê gur dike û Selo başqan jî ji gurbûna vî agirî acizîyan dike.
Bi kin û kurmancî,
Amerîka, Nato, Gladyo, RTE, xalê Dûran, kaos û bêhna serxwebûn û azadîya welatê min.
Amerîka biaqil e, carinan bi haweyekî stratejîk xeraban jî dixe bin xizmeta projeyên xwe!..


3 Ekim 2022 Pazartesi

îşev

Îşev ez mêvanê Beto me û ka nizanim bê Beto yê mazûvanîyeke çawa ji min re bike.
Mêrik elîtîst û hotelîst e; bi salan e li hoteleke pênc stêrk dixebite; şert û mercên medenîyetê dizane.
Min çavê xwe bera jora refikên kitêban daye, cûrbicûr şûşeyên araqê hene. 
De qey ew ê serê şûşeyekê jêke û xwîna wê çarçipik li enîya min bixe...
Ji derve ji me re sparîşa xwarinê da, xwarina me hat û em ê ewil zikê xwe bidin ber û bixwin, piştî xwarinê jî, Xwedayê ku orta wî û araqê hîç tune ye, çi kiribe qismet em ê wê bi ser xwe dakin!..
Axir...
Ez werim ser rojevê, lê êdî meriv di ber rojevê re nagîhê mixabin; 
dinya li bin guhê hev ketiye û qîrîn û hewara kurdan di guhên dinyayê de olan dide nade, ne xema kesî ye.
Erê, lê dinya xwe li kerrîyê deyne jî ji wê qîrîn û hewarê Kurdistan ê bizê.

Gotina Dawî
Ez ê nuha xatir ji we bixwazim, lewra civat dike bigere, 
lê ew ê bi çi bigere, li ser bextê Beto...
De ka em çend qedehan li bin guhê hev xin, dû re heger serî li me germ û civat li me xweş gerîya, ez ê werim çend gotin û kelamên din jî li vir zêde bikim.

Min got gotina dawî lê heyran şev diherike...
Nuha jî Beto vodka û fistiq danîye ber me û em li ser slogana "Jin jîyan azadî"yê dipeyivin.
Wê rojê ez û çend jin ketin qirika hev. 
Min go heyrana çavê we, çendî wek Selo başqan min serê xwe nedabe ber jilêt û gwîzanê jî, ji mêj de ye ez serzelût digerim û hîn em mêr ne azad in, çawa hûn ji kesên ne azad re dibêjin me azad bikin!
De bi xêr kengî ez azad bûm û min terka hemû hînbûn û kurmên xwe yên hefsî kirin, ez ê ji milkê dil kulmek azadî jî belav bikim.

1 Ekim 2022 Cumartesi

kî xal be ew heval e

Xwezî lê ne bawer im.
Xwedê giravî!
Dewleta tirk û kî şer dikin?
Dewleta tirk û PKK anku dewleta tirk û apocî!
Apocî kî ne?
Kurdên li dijî dewleta kurd tev digerin!
Ê dewleta tirk jî li dijî dewleta kurd e...
Hela hela!
Wê çaxê çima şer dikin?
Ka bise ez wî mejîyê bi ber pêlên ava şolî ve ketîye zelal bikim.
Bi hev re şer dikin xuya dikin lê di esasê xwe de bi hev re şer nakin!
Ka ji kerema xwe re bisekine. Te serî li min kir şorbeşîr û pelûla dînan. Çawa yanî bi hev re şer nakin? 
Yek Xelîl e, yek Celîl e û rebenên kurdan jî di navbera Xelîl û Celîl de her dişewitin, her koç dikin, her dimirin.
Ez di dexlê te de me, jixwe ez zêde ne biaqil im; bi zorê min mekteba ewil xelas kir. Te nîyha serê min, mejî li xwe heyirî!
Kuro, serkirde û pêşeng û sermezinên her du alîyan ji bo kêf û konfora xwe zarokên her du alîyan mîna şerê dîkan bera ber hev didin, zarokên her du alîyan şer dikin, çavên hev derdixin, hev dikujin, ev serkirde û pêşeng û sermezinên bêbext û bêûjdan jî li ser xwîna wan di nav kêf û konforê de simbêlan ba didin.
Na loo!
De îja dewletê û apocîyan li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin, rê nadin kurd bibin xwedan dewlet, li welatên Ewrûpayê jî bi tifaq û şirîkantî û stratejîyeke kolektîf hewl didin kurdan terorîze bikin û ewrûpî jî bibin dijminên kurdan. Îja ka şens û siûda me! Bira jî bi îmzekirina wê peymanê Swêd û Fînlandîyayê ew apocîyên li dijî kurd û Kurdistanê tev digerin û hemû hewldanên wan ji bo terorîzekirina kurdan e, teslîmî Tirkîyeyê bikirana... 
Xwezî lê ne bawer im!
Heger di navbera Tirkîye û Swêd û Fînlandîyayê de lihevkirineke werê çêbûbe jî, hêza kûr a dewleta tirk ê tu carî nehêle bira jî ew apocî li Tirkîyeyê vegerin.
Ma nayê bîra we wextê Natoyê Apo radestî Tirkîyeyê kir?
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bû. 
Bi teslîmkirina Apo re rebeno şaşomaşo bû, wek paşpaşîko li kêrê siwar bûbe hew dizanîbû ew ê rişmê bi ku ve xwar bike. Li xwe mikur hat, got, "Ka Natoyê ev zilam ji bo çi teslîmî me kir?" rebeno mabû heyirî...
Îja heyran!
Xwezî lê ne bawer im.

Gotina Dawî
Heft lawên pîrê hebûn, her hefteyan jî qûna xwe dida!