8 Ekim 2022 Cumartesi

rojeva meriv

Difetisim,
di nav nîzameke teres de,
difetisim!
Ji hêlekê ve qeyde û qanûnên kevneşopî,
ji hêlekê ve sazûmaneke tije durûtî
û li jor Xweda, 
li jêr jî şirîkên wî!..

Gotina Dawî
Carinan hewce ye meriv guh bide rojeva xwe jî!..

6 Ekim 2022 Perşembe

dar û kurm û yaşar

Zemanekî, mirîdê Kor Kemal, Yaşar Kemalê kor weha kerem kiribû:
"Enstîtuyên Gundan ji bo xelk kerr, kwîr û lal bibîne, girtin."
Lê ez û çend kurmên wek min jî berevacîyî te difikirin û dinerin, Kor Yaşarê mirîdê Kor Kemal.
Çima?
De îja ji xêra wî Xwedayê ku her tim bi me re xwar meşîyaye, meriv lê bikole bê bi rêya wan enstîtuyan çi qas kurd bûn kurdkokenlî!..
Jixwe...
Yaşar Kemalê Kor ê mirîdê Kor Kemal bi xwe jî bi wê edebîyata xwe ya ji milkê kurdan dizîye, bi milyonan kurd bi ber bayê asîmilasyonê ve xist û her weha bi wê fisgenîtîya xwe kurd kirin kundê zimanê kurdî, bilbilê zimanê tirkî.

Gotina Dawî
Kurmê darê ji darê ye lê dar jî hîç ber xwe nade, mixabin!

5 Ekim 2022 Çarşamba

postpopulîzm

IQya civakê ketîye qûna mirîşkê û mixabin ew IQ di qûna mirîşkê de hingî kêm e û bi kêrî tiştekî nayê, mirîşk ji hêk ketîye.
De îja...
ew IQya ku di qûna mirîşkê de bi kêrî çêkirina hêkekê neyê, xwedîyên wê IQyê ew ê çawa civakan ava bikin, çawa neteweyan li neteweyebûnê vegerînin, çawa dewletan ava bikin?

Bi sloganan nepeyivin; bila ji tevger û pratîka we slogan bizê!
Mixabin,
her kes sloganan jiber dikin û pê wê kesayeta xwe ya têkçûyî û seqet pîne dikin.

Gotina Dawî
Kesên ji populîzmê xêr nedîtin, dest bi postpopulîzmê kirin, mixabin.

4 Ekim 2022 Salı

dinya li ser pişta kîso ye

Serapîra divê meriv xwe nehetikîne! 
Ji bo kulmek sal, êş û ked û tecrubeya zirtemenekî bi erdê de bernedin.
Heyf e!
Cotek memik...
Du gulîyên zer ên hinekirî...
Qûneke gilover...
Û quzekî ser pişta wî bi tayên zerî xemilî...
Sekn û kesayeta xwe biparêzin û ji helwesta xwe venegerin.
Xwe ne-fi-ro-şin!
Û bira berî ez ji bîr bikim, cîyê bext û ûjdan lê be, desthilat li ser text bikonfor û têr ranakevin.
Û xew û mirin bira ne; hewce ye xew her tim mirinê bîne bîra te, da tu bizanibî ruh dikare mîna çivîkekê ji nav kefa destê meriv bifire û biçe
û bedena bêruh jî, zurîyet bi pey nakeve jixwe!..

Carinan meriv dibêje, "Filankes mîna çîyayekî ye, neynûka wî bi eşîrekê ye lê bi tenê serê xwe dijî; li dora wî çavê meriv bi evdekî Xwedê nakeve.
Lo lawo!
Şertên maqûlîyê zor û zehmet in; her kes nikare di bin barê maqûlîyê de rabe.
"Her teyr bi refê xwe re difire."
Çi gotineke xweş, çi gotineke watedar û têr û giran!
Lê ev jî rastîyek e, çendî tahl be jî...
Xerab ji qencan bêtir in 
û dîsa rastîyek, qenc jî hesûdîya hev dikin.
Ax axx!
Ev quretîya me!
Ev ego û kompleksên me!
Ev jiberhevdanequrtandin!
Lê...
Problemeke xeraban a werê tune ye;
ne guh didin quretîyê, 
ne guh didin ego û kompleksan,
ne jî problema wan a ji-ber-hev-daqurtandinê heye; çi dikeve ber wan, lê ho venadin û dadiqurtînin.

Go,
"Li welatekî ne pir dûr û ne pir nêzîk mêrek hebû; mêrekî ji hûtan hûttir, ji şêran şêrtir, ji ava ji binê tahtekî dizê paktir..."
Go,
"Waa! Ma mêrên werê mane?"
Go,
"Jixwe mir û berî bimire jî û piştî mir jî li derdora wî anku li nêzîka wî zêde bêhn û pêjn û berateya însanan xuya nedikir."
Go,
"Ê qey bêhna genî neketibûyê!.. 
Vî zemanî xelk û alem xwe li bêhna genî digirin."

Go,
"Min digot qey pirbûna pereyan ê meriv ber bi hêvî û xeyalên meriv ve bipengizîne, lê ez tê gihîştîm ku 
çi qas pere xwe li meriv digire, xîret jî bi wê xezebê ji meriv dûr dikeve."
De îja...
ka ew lokê mêran ku bextê wî bîne û pereyan ji bo hêvî û xeyalên xwe kedî bike!..
Zehmet e lê ne zor e;
tenê xwebawerî, dilsozî, sekn û kesayet û helwest divê...
Min go,
"Vî zemanî pere mêran kedî dike!.."

Gotina Dawî
Ez ê vê carê gotina dawî bi sîyasetê biqedînim.
Şerê di navbera Selo başqan û dînozorên Qendîlê de...
Li Mersînê bûyerek qewimî, 
bi destê PKKyê!
Selo başqanê ku serê xwe di ber neheqî û zilma li jinan dibe de gurî û zelût kiribû, (Çendî jin kurd be jî, Selo başqan kurdbûna wê dernexistibû pêş) vê carê jî mîna dîkê qoqo berê xwe da dînozorê Qendîlê xalê Dûran û bûyera Mersînê protesto û şermezar kir.
Lê...
Xalê Dûran ji dûr ve gef û fortek lê xwar û jê re go biaqil be û quretîyên beradayî neke!
Di vê meseleyê de ez ê pişta xalê Dûran bigirim;
lewra xalê Dûran agirê kaosa Tirkîyeyê gur dike û Selo başqan jî ji gurbûna vî agirî acizîyan dike.
Bi kin û kurmancî,
Amerîka, Nato, Gladyo, RTE, xalê Dûran, kaos û bêhna serxwebûn û azadîya welatê min.
Amerîka biaqil e, carinan bi haweyekî stratejîk xeraban jî dixe bin xizmeta projeyên xwe!..


3 Ekim 2022 Pazartesi

îşev

Îşev ez mêvanê Beto me û ka nizanim bê Beto yê mazûvanîyeke çawa ji min re bike.
Mêrik elîtîst û hotelîst e; bi salan e li hoteleke pênc stêrk dixebite; şert û mercên medenîyetê dizane.
Min çavê xwe bera jora refikên kitêban daye, cûrbicûr şûşeyên araqê hene. 
De qey ew ê serê şûşeyekê jêke û xwîna wê çarçipik li enîya min bixe...
Ji derve ji me re sparîşa xwarinê da, xwarina me hat û em ê ewil zikê xwe bidin ber û bixwin, piştî xwarinê jî, Xwedayê ku orta wî û araqê hîç tune ye, çi kiribe qismet em ê wê bi ser xwe dakin!..
Axir...
Ez werim ser rojevê, lê êdî meriv di ber rojevê re nagîhê mixabin; 
dinya li bin guhê hev ketiye û qîrîn û hewara kurdan di guhên dinyayê de olan dide nade, ne xema kesî ye.
Erê, lê dinya xwe li kerrîyê deyne jî ji wê qîrîn û hewarê Kurdistan ê bizê.

Gotina Dawî
Ez ê nuha xatir ji we bixwazim, lewra civat dike bigere, 
lê ew ê bi çi bigere, li ser bextê Beto...
De ka em çend qedehan li bin guhê hev xin, dû re heger serî li me germ û civat li me xweş gerîya, ez ê werim çend gotin û kelamên din jî li vir zêde bikim.

Min got gotina dawî lê heyran şev diherike...
Nuha jî Beto vodka û fistiq danîye ber me û em li ser slogana "Jin jîyan azadî"yê dipeyivin.
Wê rojê ez û çend jin ketin qirika hev. 
Min go heyrana çavê we, çendî wek Selo başqan min serê xwe nedabe ber jilêt û gwîzanê jî, ji mêj de ye ez serzelût digerim û hîn em mêr ne azad in, çawa hûn ji kesên ne azad re dibêjin me azad bikin!
De bi xêr kengî ez azad bûm û min terka hemû hînbûn û kurmên xwe yên hefsî kirin, ez ê ji milkê dil kulmek azadî jî belav bikim.

1 Ekim 2022 Cumartesi

kî xal be ew heval e

Xwezî lê ne bawer im.
Xwedê giravî!
Dewleta tirk û kî şer dikin?
Dewleta tirk û PKK anku dewleta tirk û apocî!
Apocî kî ne?
Kurdên li dijî dewleta kurd tev digerin!
Ê dewleta tirk jî li dijî dewleta kurd e...
Hela hela!
Wê çaxê çima şer dikin?
Ka bise ez wî mejîyê bi ber pêlên ava şolî ve ketîye zelal bikim.
Bi hev re şer dikin xuya dikin lê di esasê xwe de bi hev re şer nakin!
Ka ji kerema xwe re bisekine. Te serî li min kir şorbeşîr û pelûla dînan. Çawa yanî bi hev re şer nakin? 
Yek Xelîl e, yek Celîl e û rebenên kurdan jî di navbera Xelîl û Celîl de her dişewitin, her koç dikin, her dimirin.
Ez di dexlê te de me, jixwe ez zêde ne biaqil im; bi zorê min mekteba ewil xelas kir. Te nîyha serê min, mejî li xwe heyirî!
Kuro, serkirde û pêşeng û sermezinên her du alîyan ji bo kêf û konfora xwe zarokên her du alîyan mîna şerê dîkan bera ber hev didin, zarokên her du alîyan şer dikin, çavên hev derdixin, hev dikujin, ev serkirde û pêşeng û sermezinên bêbext û bêûjdan jî li ser xwîna wan di nav kêf û konforê de simbêlan ba didin.
Na loo!
De îja dewletê û apocîyan li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin, rê nadin kurd bibin xwedan dewlet, li welatên Ewrûpayê jî bi tifaq û şirîkantî û stratejîyeke kolektîf hewl didin kurdan terorîze bikin û ewrûpî jî bibin dijminên kurdan. Îja ka şens û siûda me! Bira jî bi îmzekirina wê peymanê Swêd û Fînlandîyayê ew apocîyên li dijî kurd û Kurdistanê tev digerin û hemû hewldanên wan ji bo terorîzekirina kurdan e, teslîmî Tirkîyeyê bikirana... 
Xwezî lê ne bawer im!
Heger di navbera Tirkîye û Swêd û Fînlandîyayê de lihevkirineke werê çêbûbe jî, hêza kûr a dewleta tirk ê tu carî nehêle bira jî ew apocî li Tirkîyeyê vegerin.
Ma nayê bîra we wextê Natoyê Apo radestî Tirkîyeyê kir?
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît bû. 
Bi teslîmkirina Apo re rebeno şaşomaşo bû, wek paşpaşîko li kêrê siwar bûbe hew dizanîbû ew ê rişmê bi ku ve xwar bike. Li xwe mikur hat, got, "Ka Natoyê ev zilam ji bo çi teslîmî me kir?" rebeno mabû heyirî...
Îja heyran!
Xwezî lê ne bawer im.

Gotina Dawî
Heft lawên pîrê hebûn, her hefteyan jî qûna xwe dida!

30 Eylül 2022 Cuma

mesele kûr e dahwe giran e

Em kurdên bakur li malên xwe rûniştine, me pişta xwe daye bahlîfên xwe û mîna meriv li fîlmên Hollywoodê temaşe bike, em li bûyerên li her sê perçeyên din diqewimin, dinerin;
lê...
heger hat û Tirkîye li bin guhê hev ket, rev ê jî bi destê me nekeve!..
Û jixwe...
mala sîyasetvan û partî û rêxistinên bakur neava be, di nav destên tirkan de em kirine lîstok û pêlîstok û qeşmer; 
ne qudûm di me de hiştine, ne jî zirav!..
Ez ê bibêjim Xweda çêke, lê ez nizanim ew jixwenerazî xwe li ku vedişêre jî...

Zû... dereng...
Kurdistan ê serbixwe û azad bibe, heger kurd nexwazin û li pêşîya serxwebûn û azadîyê bibin asteng û dîwar û mertal û xwe li erdê bixin jî.
Li jêr jî her tişt di bin kontrol û birêvebirîya Amerîkayê de ye, li jor jî; 
lewra heta Amerîka nexwaze yê li jor newêre baranê jî bibarîne.
Erê, sibê, em bibêjin ji kurdan re bi piştgirî û desteka Amerîkayê Kurdistan ava bû, 
êêê?
Em ê kurdan çawa li wan vegerînin û wan hînî zîhnîyeta kurdîstanîbûnê bikin?
Kurdên ku ji mêj de ye ji dengbêjan xeyidîne, dilê wan ji dengê def û zirneyê dixele û bilûr êdî bi wan xerîb e!..
Kurdên ku nizanin çima ji wan re kurd tê gotin!..
Kurdên ku bi rêya wergêr û tercûmanan bi hev re pêwendîyê çêdikin û dipeyivin!..
Kurdên ku kultura dagirkeran a çeqilmastî di ser kultura xwe ya qedîm û kevnare re digirin/dibînin!..
Kurdên ku li ser hêjayîyên xwe bûne kund û dixwînin!..

Gotina Dawî
Wa ye lîrelîr e Kurdistan li ser kurdan dilîrîne, lê kurd ê kengî dest bi lîrelîra bi zimanê xwe bikin û ji Kurdistanê re bibin berbû û bilîrînin?
Mesele kûr e, dahwe giran e lê hewce ye îsota tûj ewil pozan, dû re dev û ziman û qirikan, herî dawî jî zotikê bişewitîne!




29 Eylül 2022 Perşembe

çend gotinên bermeqlûb

-Çar alîyên me behr e lê em têr masîyan naxwin.
-Em xwedan deşt û berî ne lê arvanê me ji genimê xelkê ye.
-Biçûk mezin her kes bi sîyasetê radibe û bi sîyasetê rûdine lê rişma sîyasetê di destê sîyasetnezanan de ye.
-Ji mêranî ketîye, kîr hew lê radibe lê çavên wî her li ser qûnên jinan dilîzin.
-Zirav di zik de tune ye lê demançeya çardederb a rûhsatkirî di ber de ye.
-Ehlaq li cem wî destê xwe dide ser qûna xwe, xwe disitirîne lê ji zarên xelkê re dibêje sût û sûtik û serserî.
-Mêrê wê li cem wê pesnê tolazî û qûndetîya xwe dide lê ew xwe bi mêrê xwe serbilind hîs dike.
-Nan tune ye bixwe, zarok di qula xênî de ji birçîna kîrê hev dimêjin lê ew ji bo piştgirî û alîkarîya xelkê her seferber e.
-Xelk qala qûndetîya mêrê wê dike lê ew dihere ji jinika mêrê wê bi dorê dikeve re dibêje qehpik.

Gotina Dawî
Gurîyo navê min li te, kumê min li serê te.

28 Eylül 2022 Çarşamba

kurdî mertal e

xwîna min erzan e têra qayîşekê nake
û ez nigên xwe bi gorêyên her ferek bi rengekî û qulqulî vedişêrim.
ma min ji ku dizanîbû xwedê yê bi xezeba xwe min li ber çavê însên biricimîne û bihetikîne
min got xwîna min erzan e;
bi kêrî bext û ûjdanan jî nayê; 
lê ez dizanim,
ew qayîşa min û ew goreyên min ên her ferek bi rengekî ew ê ji bo pir kesan bibe mijara quretî û populîzmê.
û tu jî di nav de, nivîskaro!..

Selo başqan serê xwe zelût kir, bi gotineke din, serî da ber jilêt û gwîzanê.
"Gurî gurî qaqa, serî bi şîlmaqa!"
Dema zaroktîyê ev jî yek ji sloganên me yên bêhawetîyê bû.
Bêhawe!
Yanî...
Fiqûr, tercal (Decal), şeytan, netebat, bêedeb...
Selo başqan!
Na, Selo başqan ne bêhawe ye, bermeqlûb têra xwe biedeb û maqûl e li hember sîstem û dewletê!..
Kîjan dewlet?
Kurdistan!
Tew!
Îja Kurdistan!
Ziravê wan diqete dema navê Kurdistanê dibihîzin.
Lewra...
Kurdistan dibe bombe û diteqe, textê konfora wan bi ser serê wan de hildiweşe.
Lê...
Bi telaqên bêfutû, Selo başqan ji Suleyman Soylu bêtir tirkîyehez e.
Nuxte!

Îroj li ser medyaya sosyal ez li wêneyekî ciwanîya Meral Akşenerê rast hatim...
Bêbavê têra xwe bedew û medew bû; hûn wê medewê dikarin di wateya seksîbûnê de jî bifikirin.
Bi qasî kêlîyeke şeytanpêkenîn ez kûr û dûr bi nav xeyal û fantezîyan ve pengizîm.
Di wext de...
heger ew xeyal û fantezîyên min bira jî qewimîbûna, îroj kesî yê jê re negota "Meralê" navê wê yê Delalê bûya.

"de min go delalê delalê
şêrînê hevalê
bêxwedî bêmalê
çi digerî"

Li rojhelatê dilê min, 
dil digirî, 
dil diqîre, 
hewara dil e;
dil bi gilî û gazin e!..
Hoo mola û meleyên bextREŞ û dinyaREŞ û mejîREŞ, xwîna we çarçipik li enîya wê jina kurd a porreş bikeve!
Lê ev tirs û xof ê we ji qudûm de bixe!
Hindik, pir hindik ma ji temenê zîhnîyeta we re.
Hûn wê rîhê ji binî de jê bikin jî, li hêla din kirasê horîyan ê bi destê we nekeve.

Gotina Dawî
Dagirker roj bi roj qels dibin lê hewce ye em xwe bi kurdî bipêçin;
lewra...
kurdî mertal e ji kurdbûnê re!..

ji nû ve

Ne li ber sîya kesî pal bidin, ne bi sîya kesî xwe mezin bikin, ne jî bibin sîya kesî.
Rewşenbîr!
Heger tasa ava xwe û kurtêlê nanê xwe bi sifreyên dewlemendan neguherî û ji bo berjewendîyên şexsî pişta xwe neda desthilatên li ser text, ew e rewşenbîr; 
na heger qîma xwe bi tasa ava xwe û kurtêlê nanê xwe neanî û li ser sifreyên dewlemendan çav berda ava di taseke zêrîn de û nanê di sênîkeke porselen de, ew ne rewşenbîr e, ew kurtêlpivîn e.

Min got,
"Seadet, tişt wek xwe nema, her tişt hat guhertin; ne eşîr eşîrên berê ne, ne mêr mêrên berê ne, ne jî jin jinên berê ne..."
Got,
"Hahew! Te dîsa kul û derdên min tev rakirin, Devlikeno. Rehmetîyê bavê te digot 'eşîr çilvirî ye.' 
Ma qey ne xebera wî bû! Êdî mêr di hundirê çakêtan de req û beloq disekinin. Çakêt ji ber mêran fedî dikin. 
Li sûka çakêtan xwedîyên çakêtan top avêtine; kes nema çakêtan li xwe dike; çakêtê ku tenê heqdirûna wî bi komek pere, bi 10 wereqan difiroşin lê dîsa jî kes newêre bi sî û starê wan keve..."
Min got,
"Le jin?"
Got,
"Tew jin! Tew çi xweşik devê xwe xwar dike û dibêje jin!
Çi jin û çi hal, jinkok jinkok! Weleh me gişa zarok anîn, lê ne bi vê xezebê!.. 
Tu di ber dibistanan re derbas dibî, ji zarokan bêtir li ber derîyê dibistanan jin hene. Li hewşa dibistanê xwe digihînin hev û li ser fesadîyê hevdu perwerde dikin. 
Na na heger di wext de min jî wek van jinan bi destên we girtibûya û min hûn biribûna û anîbûna, nuha dîplomeya min a profesorîyê hebû. Ew ji zarokên xwe bêtir li dibistanê ne. Wey tufîî!"

Gelo rojekê rêya min jî bi Kurdistanê keve, Nêçîrvan Barzanî yê min jî li meqamê xwe biezibîne?
Erê, ne qûnalês û durû û berjewendperest û bazirgan im lê qet nebe min kirasê kurdî kişandîye ser ruhê xwe, lê...
ma kurdîbûn û kurdbûn xema kurmîyan e, lo te serê min xwaro!
Kî dikute kiras, kî dine ruhê kurdî û kurdîtîyê!
Dem dema şeqşeqok û hekhekok û şinek û şelafan e!..
Vî zemanî huner ne karê hunermendan e; 
huner, xwebazarkirin û xwexweşfirotineke jîrane ye.
Ê weleh heyran!
Ji qewla urfayîyan, ev çito huner ji qûna min nayê!

Nîşane û Semptomên Bêxîretî û Xwelîserîyê:
- Li ser axa te navê axa te li te qedexe bike lê dîsa jî tu bi zimanê dagirkerî bijî!
- Bi hezaran gundên te bişewitînin, xanîyên te bi ser serê te de hilweşînin lê dîsa jî tu bi zimanê dagirkerên xwe biêşî, bigirî!
- Li pêş çavên te dê û jin û xwehên te tazî bikin lê dîsa jî tu rabî bibêjî ziman ziman e, çi kurdî çi tirkî!
-Di nav destên dagirkeran de bibe qareqar û warewara te, dest biavêjin namûsa te, qîrîna te here di guhên bav û bira û mêrê te de olan bide lê dîsa jî tu pesnê zimanê dagirkerên xwe bidî û xulamtîyê ji ziman û edebîyata wan re bikî!
- Bi salan ji ber kurdbûna xwe/kurdîbûna xwe dagirkerên te, te di hefs û zindanên xwe de birizînin lê dîsa jî tu rabî hemû çalakî, xebat û sîyaseta xwe bi zimanê dagirkerên xwe bikî!
Dîsa tufîî!

Gotina Dawî
Ev zêdeyî mehekê ye ji ber tiralîya xwe û bêxemîya xwelîseran min navber dabû nivîs û nivîsînê...
lê heger bayê reş bi min nekeve yan jî ez bi ber bayê reş nekevim, ji nuha şûn de wek berê pirê caran ez ê ya dilê xwe lê carinan jî ya dilê we binivîsînim û bigihînim ber çavên we.
Ka îşev bi vê quzilqurtê bi xwe xweş bînin, heta ku hêdî hêdî lê germ dibim.