20 Haziran 2022 Pazartesi

korfahmî

Balkêş e, li Tirkîyeyê ji sedî nod û pêncê tirkan li ser îslamê tenê du kitêb jî nexwendine û fêhm nekirine bê ya bawerîya xwe pê tînin çi ye, radibin dibin dîndar û îslamîst û dibin belaya ser xwe jî, dibin belaya serê me jî.
Heman tişt li Kurdistanê bi versîyoneke din derdikeve pêşîya me.
Çi ye ew balkêşî?
Li Kurdistanê jî pirê kurdên Apo wek Xweda û pêxemberê xwe dibînin û ji bo wî terka ruh û canê xwe dikin, wan jî li ser Apo û zîhnîyeta Apo tenê du nivîsar/makale/kitêb nexwendine û nas nakin bê Apo kî ye û li pey çi ye, radibin bi haweyekî mirîdane li pey wî diherin.

Gotina Dawî
Heta ev her du zîhnîyet serdest bin, ne tirk li Tirkîyeyê digihêjin miradê xwe, ne jî kurd li Kurdistanê...

19 Haziran 2022 Pazar

rojev û rewşa însên

Xwezî min bi xwe bikarîya û min zêde enerjîya xwe li sîyasetê xerc nekira.
Lê mixabin, 
ji ber şert û mercên kurdîtîyê wek pirê kurdan ez jî nikarim bi xwe û bivîla xwe dixim nav sîyasetê.
Û dema ez bêvila xwe dixim nav sîyasetê jî,
ez xebatên xwe yên edebî taloq dikim,
ez xebatên xwe yên sînemayê taloq dikim.
Heyf!
Lê ev jî rastîya min (me) ye.

Ji zû de ye şerê Ûris û Ûkraynayê zêde ne di rojevê de ye. 
Anuha ez bi xwe nizanim rewş çi ye? 
Her tişt li bin guhê hev ketîye; kî mirîye, kî maye, ne xema kesî ye.
Û her weha li Tirkîye û li bajarên kurdan rewşa însên a aborî/ekonomî xerab e. Xelk ketîye dahdoleka zikê xwe, loma jî ûris mirine, ûkraynî mirin e, ne li ser bala kesî ye.

Gotina Dawî
Li ber bayê zemên fîkefîka bazirganan e...

18 Haziran 2022 Cumartesi

felek yeman e

Li behra Egeyê av dikele; yewnan û tirk bi devê tivingê dipeyivin.
Ne bawer im ew tiving biteqe, lê were û biteqe bi saya serê hinekan, şerê Tanri û Allah ê dest pê bike, lê kî yê li ser qazûx rûne ne belî ye.
Lê rojava jî erd disincire. Tirk li kurdan hatine xezebê, lê jixwe ji roja tirkan ev ax dagir kiriye, tirk li kurdan li xezebê ne.
Lê...
Wek haweyê vê carê her tişt ê wek ew dixwazin nemeşe.
Reîs jî li tirkan hatîye xezebê!
Sîstem têk çûye!
Ekonomî têk çûye!
Eskerîyê ber avêtîye!
Sîyaset û birokrasî çilvirîye!
Tecawizî edaletê kirine, qûn lê xurek kirine!
Kultura talan û dizîyê seranserê welêt dîl girtîye!
Bi kin û kurmancî,
ava serê tirkan dikele, lê şuştina wan a ji ser vê axê ew ê ne bi sabûnê be!..

Gotina Dawî
Felek yeman e, çerxa wê giran e, lê meriv çi biçîne meriv ê wê biçine...

17 Haziran 2022 Cuma

mejîyên şolî

"Yalniz Kurt"
Rêzefîlmê bi navê xwe yê orjînal "Yalniz Kurt" anku "Gurê Tenê" êdî ew ê ne li ser ekranan be.
Gelo bi kê ev operasyon hat destpêkirin?
Bi rexneyên li ser medyaya sosyal?
Bi gef û fordên kurdan?
Bi êrîş û sîyaseta HDPKKyîyan?
Yan bi dîplomasîya rêvebirîya Kurdistanê?
Bi min,
Reîs û hêzên dewleta Reîs ne hesabê medyaya sosyal dike, ne guh dide gef û fordên kurdan û ne jî bi qasî misqalekê HDPKKyê cidî dibîne.
Lê ez wek navê xwe dizanim tu analîst ê serê xwe bi wê dîplomasîya bi haweyekî veşartî meşîya re neêşîne;
lewra...
gîyhaya hewşê tahl e.

Di rêya Kurdistanê de,
Ez tim dibêjim û ez ê her tim bibêjim, li pêşîya Kurdistanê xetereya/tehlûkeya herî mezin dîndarî ye!
Û dîndarîya misilmanan jî vîrus e, nexweşî ye, korfahmî ye!..
Hewce ye li Kurdistanê lijneya revebir xwe ji vê zîhnîyetê biparêze/dûr bisekine.
Ha, ji min re qala mêr û mêrxasên berê nekin û nebêjin ew jî dîndar bûn.
Wî zemanî, 
însanetî, merdî, mêrxasî, ciwamêrî, ehlaq, bext û ya herî muhîm neteweperwerîya wan mêr û mêrxas û kesayetan, berî dîndarîya wan dihat.

We got Rudaw?
Min fêhm nekir, AKPyî ji Rudawê ne razî ne, HDPyî ji Rudawê ne razî ne, hin başûrî ji Rudawê ne razî ne...
Ma niza'm Xwedê ji Rudawê razî ye?

Dibêjin,
li Dîyarbekirê serekê bajêr ê MHPyê bi kirina tecawizê hatîye girtin.
Normal e!
Ev sed sal in ecdadên vî bênamûsî tecawizî wê axê dikin û diherimînin.
Bi îzn û destûra Şeytên piştî şikestina wan em ê wê axê bi axa reş helal bikin, lewra bi destê misilmanan bi axa sor hatiye herimandin.

Gotina Dawî
Berê hewce ye meriv bi xwe re durist be, dû re bi doza xwe re...
Heger tu bi xwe re ne durist bî, doza te dibe kulmek toz!..


16 Haziran 2022 Perşembe

nirxên kurdî û çêra dagirkeran

Ji ber ku,
Baba Tahir hîmê helbesta farisan e, faris zaravaya lorî wek zaravayeke farisî dihesibîne; bi wan zor tê,
ji ber ku edebîyata wan bi kurdekî geş û xurt bûye.
Lê,
ev jî rastîyek e, hûn ji kurdî dizên...

Elî Tulabî
Ciwanekî 13 salî ye
Ji herêma Loristanê ye; mîna kalikê xwe Baba Tahir ew jî lorî ye.
Û çendî bi farisan zor be jî, lorî zaravayeke kurdî ye.
Esrî Cedîd
anku 
Serdema Nuh
Li Îranê Elî Tulabî beşdarî vê pêşbirkê bû û bi wî dengê xwe yê dilzîz û xemrevîn stran gotin.
Ne tenê lijneya jurîyê, her weha mevanên li salonê û temaşevanên li ber ekranên xwe rûniştî jî mest kirin.

Gotina Dawî
Û careke din kifş û eşkere bû,
tirk û ereb û faris ji kîsê me diçêrin û li ser nirxên me xwe qure dikin.
Bi kin û kurmancî,
heger em bi ser kevin, hûn ê di bin me de ker û kwîr û gêj bibin.


15 Haziran 2022 Çarşamba

av disincire

Heger mesele tenê ne pere bûya, hin meran ê tenê di xewnên jinan de bi destên hin jinan bigirtana. 
Qesem bi navê Xwedê ji kişandina masturbasyon û bixwexweşanînê, kîr ê li wan biperitîya, bişeliqîya û piştî wê şeliqandinê jî ew ê qalik bigirta û biterikîya...
Îja dua bikin pereyê we heye û jin ne bi we, bi pereyên we şad dibin.

Li Kazdagîyê siruşthez û siruştparêz in, li Kurdistanê kerên êş in.
Ji hêlekê ve ji ber wî şerê dewletê û apocîyan ku dilê wan bixwaze şer dikin, dilê wan bixwaze li hev dikin, daristanên me şewitîn, dişewitin; ji hêlekê ve jî tucarên bêbav bi piştgirî û desteka eskerî û dewletê wan daristanan rût dikin.
Erê...
Li Şernexê qetlîma siruştê!
Bi kamyonan dar û êzing ber bi bajarên Tirkîyeyê ve bi rê dikevin.
We got aktivîstên siruşthez û siruştparêz?
Di devê zotika ca xwe re li dinyayê dinerin û li ser gerdûnê tehlîlên enternasyonalî dikin.

Dewleta tirk di navbera Xelîl û Celîl de maye; Xelîl nîyhaye ekonomîyê, ekonomîyê top avêtîye; Celîl jî mîna Ezîzbela bela xwe bi her kesî dide.
Ji hêlekê ve yewnanîyên gewr û spî, ji hêlekê ve kurdên kej û qemirî...
Destê Şeytên li pişta we be!

Gotina Dawî
Ava sîtilê dikele; hinek ê xwe bişon û paqij bikin, hinek ê jî xwe helal bikin û xatir bixwazin...


14 Haziran 2022 Salı

sartre

Jean Paul Sartre gotîye:
"Ew ên li hemberî qesasên xwe rêzê digirin, îmana min ji wan dihere/hîç ji wan hez nakim."
Gelo piştî xwendina vê hevokê pozê kê dişewite?
Lê...
ji bo wateya "qesas" bizanibin, berî her tiştî hewce ye ew xwe/rewşa xwe pênase bikin.
Lewra...
êdî ew bi çavê qesasên xwe li her tiştî dinerin/dixwînin.
Serê me sax be!



13 Haziran 2022 Pazartesi

şivan perwer

Xwezî Şivan Perwer lal bûya û tenê dema stran bigota zimanê wî bigerîya...
Çi nakokî û paradokseke ecêb!
Ji hêlekê ve bi wî dengê xwe yê xweş û efsûnî stranan derxe erşê Xwedê, ji hêlekê ve jî bi wî mejîyê xwe yê blokebûyî xwe ji nezan û cahilekî beradayî jî fahştir û ehmeqtir bike!..
Meriv şaş û metel dimîne, gelo ev têrnexwarî ye, çavnebarî ye yan birçîbûneke nekedîbûyî ye?
Pere pir e...
Jin pir in...
Qesr û qonax hene...
Nav û deng belavbûyî ye...
Kengî dilê wî bixwaze, nigekî wî li Kurdistanê ye, nigekî wî li Ewrûpayê ye...
Êê!
Ma tu dahwa îmana me dikî yan tu dixwazî li ser serê kurdan xwe bikî Xweda? Xwedayekî bêvila xwe dixe her tiştî...
Ê weleh mejî di serê te de hebûya, jixwe di warê huner û muzîkê de ji bo kurdan tu Xweda bûyî, lê heyran...
Tu dev ji huner û muzîkê berdidî diherî bi qastî û bi zorê xwe li ber çavê kurdan reş dikî.
Wê rojê, jineke ne kêmî wî li ser rûpela xwe ya facebookê vîdeoyeke wî par ve kiribû. 
Di wê vîdeoyê de Şivan efendî dev ji muzîkê berdabû, dest bi şîretan kiribû û qerf û tinazên xwe bi zîhnîyeta kurdên bakur dikir. 
Digot, "Şerm bikin, şerm! Çima hûn bi zimanê xwe napeyivin, bi zimanê tirkî dipeyivin?" û wî bi xwe jî devê xwe xwaromaro dikir û bi tirkî dipeyivî, xwedê giravî rexne li bakurîyan digirt, lê...
Erê, lê li pişt wî jî posterê Apo daliqandî bû.
Îja ka aqil!
Heger mejî di serê te de hebûya, ne bakurî, te yê berê xwe bida xwedîyê wî wêneyî û gilî û gazin û rexne li wî kesî bikira.
Axir!..

Gotina Dawî
Şêx Şivan!
Ne xwe bixapîne, ne jî me bixapîne. 
Û wek îmana xwe tu jî dizanî yê mala bakurîyan şewitand û zimanê wan li mîratê gerand Hezretê Apo bi xwe ye!..




12 Haziran 2022 Pazar

turkolog û hêla din

Erê, te jî pê girt!
Hêdîka bi dengê vekirina derî re Turkolog Tuncer Gulensoy çavên xwe ji ser hev rakirin. Li ser nivînan veketî, Mele li ser wî quran dixwend; di ser Mele re jî Ruhstîn...
Ruhstîn di bin simbêlan de kenîya û xencer ji kalanî kişand. 
Ricifandinekê seranserê bedena Tuncer dîl girt; hew mabû zirav pê de biteqe, wecyê wî reş xeniqî. 
Ji nişka ve bi kurdî dengê Melê di guhan de kir zingînî. 
Serê xwe kil kir, nebû. 
Çavên xwe kutan ser hev, nebû. 
Dev li lêva xwe ya jêrîn kir, nebû...
Kurdî di guhan de olan da.
Ruhstîn devê wî ji hev kir, destekî xwe li zimanê wî pêça û bi destê din bi xencerê ziman ji kokê de jê kir.
Qarewara wî û xwendina Melê mîna senfonîya beq û reqan di hundirê odeyê de olan da.
Ruhstîn xwe daqûl kir, devê xwe xist guhê wî û got:
"Bi salan te hewl da bi teorîyên xwe yên beradayî kurdan ji kurdî bixeyidîne û kurdî tune bike, lê va ye emrê te têra kurdî nekir û te pê girt. 
Lê berî ez te bişînim hêla dinê, ez ê du sê gotinan bibêjim û tu jî guhdarî bike û gotinên min bike guhar û têxe guhê xwe."
Turkolog bi haweyê erê bike, serê xwe kil kir. Û Ruhstîn berdewam kir:
"Binere berxê xalê xwe!
Koka kurdî ew qasî di kûr de ye, ne tenê zimanê te, zimanê te û zimanên hemû tirkên wek te bibin tevir û bi qasî dirêjayîya emrê neteweya te, bi wî tevirî hûn bikolin jî, hûn ê xwe negihînin koka wî zimanî. 
Tanriyê we tirkan û Allahê ereban bi xwe dema derdikeve hizûra kurdan, xwe wek Xweda dide naskirin; nabêje ez Tanri yan jî Allah im. 
Û ez bi xwe jî, ew ez ê ku bi heybeta wî, zimanê te di devê te de hişk û ziwa dibe û hew dimîne zirav di hundirê te de biqete, ji ber qudret û heybeta kurdî, ez newêrim li nav kurdan navê xwe yê rastîn bibêjim û wek Ruhstîn ez xwe didim naskirin. 
De îja temîya min li te, li hêla din bi şaşî bila ji devê te nefilite û ji yên ber derî re nebêje ez tirk im. 
Bi Allahwekîl ew ê te tirek bikin û bikutin te!"
Dest û nig li Turkolog Tuncer pûç bûn, çav lê sist bûn û xwest bipeyive, lê çav li zimanê xwe yê di destê Ruhstîn de bû ket, deng jê derneket.
Ruhstîn doxîn li xwe sist kir, bi ser wî perçeyê zimên de mîst û dîsa ew perçe bir bi dewsa wî ve zeliqand. 
Ji ber ku qirik lê ziwa bûbû, çend niqut mîza ku li ser zimên mabû, daqurtand û zor da xwe bipeyive. Bi zorê zimanê wî gerîya, got:
"Dêya min jî kurd e!.."
Ruhstîn di bin simbêlan de kenîya, got:
"Xeman nexwe, li hêla din ew ê bavekî kurd jî ji te re peyda bikin..."

11 Haziran 2022 Cumartesi

hetiketî û teresî

Carinan dema ez li hin kurdên bi tirkî dijîn, guhdarî dikim, xwe bi xwe dipirsim, gelo kurdîya van ciwanik û ciwamêran qey bi qasî wê tirkîya wan a qels û şikestî jî tune ye, radibin bi wê tirkîya şikestî xwe dihetikînin?
Îja heyran, qey fikir tune ye û bîr nabin...
Ya din jî, 
jan bi serê populîzmê keve!
Ji bo du sê kes zêdetir li wan guhdarî bikin an jî li bin vîdeo û hevpeyvînên wan laykan deynin, ji zimanê xwe dûr disekinin, bi zimanê dagirkerên xwe yê şikestî xwe dihetikînin.
Nahlet li sekn û helwest û kesayeta we bê!
Êdî hingî her roj her roj em dibêjin, mû bi zimanê me ve şîn hat, lê hûn li ber xwe nakevin.
Ji bo meriv li ber xwe bikeve, 
xîret divê,
sekn û helwest divê,
kesayet û şexsîyet divê.
Axir, vê êvarê dîsa belasebeb ji bo kesên nayên guhertin min xwe aciz kir...

Gotina Dawî
Berê fedî hebû; êdî kes hew ji pêşîyên xwe fedî dike, mixabin.