10 Haziran 2022 Cuma

azadî û serxwebûn

Başûrê Kurdistanê, ji hêlekê ve hêvîyê di dilê meriv de geş dike, ji hêlekê ve jî meriv di nav gola bêhêvîyê de difetisîne.
Dema meriv berê xwe dide dîroka wê, têra geşbûna sed dewletî hêsir rijîyaye ser wê axê, bi dehhezaran qurbanî daye, 
loma jî meriv dibêje ne mimkun e piştî ew qas êş û trajedî azadî û serxwebûn ne li ser bala wan be; ji ber ku xemsarîyeke weha tenê karê ehmeqan e.
Di ber azadî û serxwebûnê de, seranserê wê axê bi xwînê hatîye avdan; ma mimkun e xwîn ew qasî erzan be?
Lê...
dû re meriv li wê zîhnîyeta li wir serdest e dihilkume, serî li meriv dibe tara bêjingê û êdî meriv hew dizane bawerîya xwe bi çi bîne û bi çi neyne!..
Hêvî dikim berjewendîyên şexsî yê zora berjewendîyên neteweyî nebin,
yan na...
ev sed sal ê jî ji kîsê me here.

Gotina Dawî
Hêvî dikim sînorê têrxwarinîyê hebe...

9 Haziran 2022 Perşembe

amîneh kakabaweh.

Meriv bi kurdên weha serbilind e û her weha bi saya serê kurdên weha meriv xwe nas dike û xwe bi neteweyên din dide naskirin. 
Ne alîgira elo ye ne alîgira welo ye, tenê dilê wê ji bo kurd û Kurdistanê diavêje.
Ez qala jina kurd a parlamentera Swêdê Amîneh Kakabawehê dikim.
Jin e, jîr e û xwedan vîzyon û sekn û helwest e.
Yanî wextê meriv jîr û zana be, meriv bibext û ûjdan be û her weha meriv dilêş û xemxwirê doza netew û welatê xwe be, hewce nake meriv xwe biavêje pişt partî yan jî rêxistinekê; mîna vê xatûna hêja. 
Bi tena serê xwe dîplomasîyeke bêhempa dimeşîne.
Lê nizanim çima, bi qasî kurd kes û kesayet û meseleyên beradayî dixin rojeva xwe û li ser dipeyivin, nîqaş dikin, vê xatûnê ew qasî bala wan nekişand û li ser nesekinîn.
Lê di esasê xwe de, hêja ye bi rojan li ser vê kesayetê û ruh û helwesta wê ya kurdistanî meriv bipeyive, tehlîl û analîzan bike.
Îja heyran...
Wextê li ser vê jinê bipeyivin, ne ew, ev jin û mijara vê jinê yê populer bibin, loma jî bûyer û mijar û mesele û entrîkayên ji wan re nan tê de tune ye, nabin mijar ji rojeva wan re...
Ma "Bijî..." hebe kî yê guh bide jin û jîn û jîyînê, hey xwelî li serî?
Axir...
Em dîsa vegerin ser meseleya Cecelî, lê hewce ye ez lê germ bibim.
De ka bila bibe sibe û ez li çend stranên Dîyar guhdarî bikim, dû re ez ê vê meseleyê veçîrînim.

Gotina Dawî
Rexneyan bikin lê xwe bi nav rêxê nedin.

8 Haziran 2022 Çarşamba

kurd û kesayet

Ji ber ku,
dagirkeran tecawizî kesayeta kurdan kiriye, kesayet qûnde bûye,
loma jî, 
kurdên îroj ji kesên bikesayet hez nakin, ji yên wek xwe bêkesayet hez dikin.
Û mixabin, heya bêkesayet serdest bin jî, dilê xwe bi tiştekî xweş nekin.
-Êêê?
-Çi ê?
-Le Kurdistan?
-Xeman nexwin; heger kurd li pêşîya vî heqê mîna şîrê dê helal e, bibin dîwar jî, li du gotinên Amerîkayê dinere, lê hewce ye dîplomatên me jî dîplomasîyeke baş bimeşînin û hewl bidin berjewendîyên me û yên amerîkayîyan li hev rûnin...

Gotina Dawî
Heger dilê mirîşkê tune be hêk bike jî, divê bi zorê em wê hêkê ji zotika wê derxin!..



7 Haziran 2022 Salı

civaka tiroviro

Pirê kurdan, li ser quretî û megalomanîya qure û megalomanên medyaya sosyal, wan qure û megalomanan dikin entelektuel û rewşenbîr û zana li ser serê vê civakê!..
Lê hayê wan ji vîzyon û kapasîteyê tune ye, mixabin.
Pirê kesên xwe wek nivîskar, rojnamevan û rewşenbîr nîşan didin, dê û bavê wan bi xwe jî bi serê wan sûnd naxwin.
Ez ê bibêjim qey rojekê tav ê bide qûna wan, lê van tucaran nuha ji tavê re jî kirasek dirûtîye.

Goethe gotîye, 
"Ji bo dinyayê rewşa herî xetere û giran ew e, dema nezanî û cehalet bi haweyekî rêxistinî tev bigere."
Mixabin, êdî em di nava wê xetere û tehlûkeyê de ne.
Serek û rêber cahil û nezan in.
Rewşenbîr û xwende cahil û nezan in.
Hunermend û nivîskar cahil û nezan in.
Sîyasetvan û rojnamevan cahil û nezan in.
Bi kin û kurmancî, civak ji serî heta binî cahil û nezan in.
Serê civakê sax be!
Û el fatîhe li ser ruhê civakê!..

Reîs li kamyonê siwar bûye û diajo, lê...
Teker teqîyane,
firên teqîyaye,
û dîreksîyon ji cî derketîye...
Bajoo, Reîs!
Ji mirinê re kêlîyek ma.

Mustafa Cecelî, başûr û bakur ê ji mêj de ye bûne mîna du herêmên cîran, piçekî din ji hev dûr xistin.
Bakurî dibêjin, "Ev eşq û heyranîya başûrîyan a Cecelî û muzîk û kultura tirkî ji ku tê û çima?"
Başûrî jî dibêjin, "Sibehê hûn şîyar dibin, hûn çavê xwe bi tirkî vedikin, bi şev xewa we tê, hûn li ber lorînên tirkî di xew re diherin. Ev çi nakokî û paradoks e?"
Ax axx!
Ne başûrî û ne bakurî...
Ji qewla pêşîyan,
"Hûn hesinê doxekê, gûyê ser bêrekê ne."
Û hûn sax!.. 

Gotina Dawî
Û tew stranbêjên me yên tenê ji bo populîzmê ji dilqekî dikevin dilqekî, erê hûn jî xwe li hunerê radikişînin, lê huner;
qabîlîyet e,
zîrekî ye,
afirînerî ye, 
afirandin e,
xeyal e, 
fantezî ye lê ne ew fantezîyên we yên qeşmerî...




6 Haziran 2022 Pazartesi

kûçik û kûçiktî

Mala tirkan (ne)ava be!
Heger ne ji vî gir û rikê tirkan be, em ê hîç li xwe, li kurdbûna xwe, li netewperestîya xwe hayîl nebin.
Carinan xwe bi xwe dibêjim, gelo tirk bira jî ji dil dixwazin koka me bînin û me qir bikin?
Dû re ez difikirim, serê min tev li hev dibe, mejîyê min disekine.
Heger ji dil bixwestana kurd qir bibin, rê û rêbazeke pir hêsan heye. 
Û jixwe ji doh de em hazir in...
Çi ye ew rê û rêbaz?
Tenê deh salan, erê tenê deh salan dev ji dijminatîya me berdin û ji me re çîrokên biratîya gelan û fantezîyên îslamî bibêjin, di nava van deh salan de em ê tenê kurdek jî li ser xeta kurdî nemînin û di nav wê pirika tirkî de ruhê xwe radestî tirkan û tirkîtîyê bikin û zîhnîyeta "Eşme" yê bi ser keve
û jixwe rewşenbîr û sîyasetvanên kurdan ne dûrî vê zîhnîyetê ne.
Îja "ka aqil" ji qewla dêrikîyan!
Bi xêra vê ehmeqîya wan, her cara em li kurdîtîyê sist dibin, em dihilkumin û ji nû ve em xwe dişidînin û li xwe, li kurdbûna xwe vedigerin.
Divê Şeytan tim di ezêb de be.
Ev sê çar roj in rojeva me ew rêzefîlmê tirkan e; ew rêzefîlmê heqaretê li vîn û îradeya me kurdan dike.
Bertek û reaksîyonên kurdan cîyê kêfxweşîyê ne,
lê tenê bi vî haweyî mesele safî dibe gelo?
Na.
Kurdên xwe nêzîkî xeta PKKê dibînin û bi çavê feylesofane li Apo dinerin, ji hêlekê ve xwe aciz dikin û dibêjin, "Ev çi hetiketî û teresî ye! Barzanî û rêvebirên Kurdistanê çawa ranabin li dijî vê hetiketî û teresîyê dernakevin, tiştekî nabêjin û serê wan di ber wan de tenê diponijin?" 
Ji hêlekê ve jî di bin simbêlan de dikenin û dibêjin, "Ox xweşş! Çavê kul derman dikin. Dilê me li barzanîyan rehet kirin."
Kurdên xwe nêzîkî xeta PDKê dibînin û bi çavê serek û rêberekî neteweyî li Barzanî dinerin jî, di kozikên xwe de cîyê xwe xweş kirine û ji hêlekê ve li dijî bertek û reaksîyonên apocîyan derdikevin û dest bi parastinê dikin, ji hêlekê ve jî dibêjin, "Hewce nake meriv asta xwe nizm bike û bi kûçikan re bibe kûçik! Ma Barzanî li xwe datîne bersivê bide van toltahjî û deyûzan!"
Her kes di pencereya xwe de li meseleyê dinere û jixwe her kes li pey firsendekê ye ji bo reqîbên xwe pê kêm bixe...
Werê jî dikin.
Her kes li gorî xwe heq û mafdar e, lê...
Ez ê jî ya xwe bibêjim.
Erê, wek apocî dibêjin, bertek û reaksîyon hewce ye.
Erê, wek barzanîcî jî dibêjin, ne hewce ye meriv asta xwe nizm bike û bi kûçikan re xwe bike kûçik, 
lê...
Erê, lê hin kûçikên hînî hestîkojîyê bûne jî, tenê ji avêtina keviran fêhm dikin. 
Û ji bo hewtehewta kûçikan hewce ye meriv destvala negere.
Loma jî...
Him ji bo apocî di bin simbêlan de nekenin û qebheta serok û rêber û sîyasetvanên xwe veneşêrin, him jî ji bo tirk nigê xwe zêde ranedin, lidijderketinek hewce ye.
Bînin bîra xwe...
Şahan Gokbakar di beşeke fîlmê xwe yê bi navê "Recep Îvedîk" de li ser azerîyan sehneyek kişandibû. 
Di wê sehneyê de qerf û tinazên xwe bi azerîyan û zarava û şêwaza azerîyan dikir.
Lê...
Berî ew fîlm têkeve vîzyonê, bi haweyekî d-î-p-l-o-m-a-t-î-k azerîyan Şahan Gokbakar hîşyar kir, Şahan Gokbakar ji tirsa qûna xwe rabû ew sehne ji fîlmê xwe derxist.
Ez nabêjim bila Barzanî asta xwe nizm bike û xwe bi wan toltahjî û teresan kêm bixe, 
lê rê û rêbaz hene.
Hûn dikarin him bi haweyekî dîplomatîk û veşartî têkilîyên xwe yên dewletî bi kar bînin, him jî bi haweyekî eşkere û vekirî hin rêvebirên we dikarin ford û gefan li produktorê vî fîlmê teresane bikin/bixwin; 
heger hûn ji pişta bavên xwe bin, haa! Ew bavên we yên bi mêr û mêrxasîya xwe navên xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsandibûn...

Gotina Dawî
Hewce ye meriv kûçiktîya kûçikan bi kûçikan bide hîskirin an na kûçik ê hesabê meriv nekin û ji meriv netirsin.

Gotina Herî Dawî
Gotineke pêşîyên me heye, pir kêfa min jê re tê:
"Dema mirina bizinê tê, dihere nanê şivên dixwe!"
Ev zûrezûr û hewtehewta van teresan jî nîşane û semptomên têkçûyînê ne.
Heger Xweda hebe û ew Xweda ji jor de dakeve jî, êdî tu hêz û qawet nikare xwe li ber serxwebûna Kurdistanê bigire.
Û bi serxwebûna Kurdistanê re jî, Tirkîye yê di navbera Xelîl û Celîl de bimîne.
Berê qûna xwe bide Xelîl nabe, berê qûna xwe bide Celîl nabe...
Ya bi xêr!

5 Haziran 2022 Pazar

ziman û zeman

Agir bi mala we bikeve!
Haho ji bo Xwedê, ew tirkên gur bi qûna xwe bi wan dikenin jî hazirîya çûyîna Marsê dikin, hewl didin herin Marsê, lê hûn nivîskarên kurd hîn jî sêwîyên zimanê xwe ne.
Heyf!
Hîn jî we meseleya,
"wî/wê"
"kî/kê"
"min pirtûkan xwendin/min çîrokan nivîsandin/min sêvan xwarin" safî nekirîye.
Hey kulîyan zimanê we xwaro!
Ez meraq dikim, 
anuha aqilê we ji we re dibêje ji ya xwe danekevin û guh nedin rastîyên xelkê, şaşîyên we ji rastîyên xelkê çêtir in an bira jî hînbûn û fêrbûna vî zimanî bi we zor û zehmet tê?
Lêlawo!
Kerek bi wê kertîya xwe dema di derîyekî re derbas dibe û serê wê li serdêra derî dikeve, cara duduyan hew di wî derîyî re derbas dibe.
Ma qey hûn ji keran dihesidin û qayîşê bi keran re dikişînin?
Em dizanin xema we ne ziman e lê qet nebe xwe li ber çaavên însên nehetikînin.
Meriv ji ber we fedî dike, lewra em ji dawa zimanekî ketine...

Gotina Dawî
Ziman ê bibe zeman an zeman ê bibe ziman, nizanim!




4 Haziran 2022 Cumartesi

zilm û zordestî

Rojev şorbeya qereçîyan e; destê kê di bêrîa kê de ye, ne dîyar e.
Lê mixabin...
di nav wê nedîyarîyê de em pir dîyar in. 
Pir bi ser me de tên, pir,
lê...
sebir jî heta derekê ye.
qîlên diranên me lêva me ya jêr dicû û dide ber gezan, xwîn bi zorê xwe digire.
Erê, xwîn xwe bi zorê digire, lê teresbavên rezîl hewl didin wê xwînê der bikin!
Û heger der bibe ew xwîn, em ê Xwedayê we jî di nav wê xwînê de bigevizînin.
Bes e, êdî bes e!..
Axir, ser dilê min tije ye, ji hêrsan nikarim binivîsînim, lê ev bêbavî û teresî û zimandirêjîya tirkan êdî di ser re diqulipe.
Heger min bi xwe re dît, sibê ez ê çend gotinan bibêjim...

3 Haziran 2022 Cuma

çilvirî û çilvirî

Hûn dizanin ez civaka kurdan dişibînim çi?
Çûkên rûçikî!
Mîna meriv per û perîkên çûkekê birûçikîne û dû re meriv wê deyne ser kefa destê xwe û li ber wê bigere bibêje, "De haydê bifire, de haydê!.."
Xwende, zana, rewşenbîr, entelektuel, nivîskar û mivîskar jî radibin rûdinin rê û rêbazên pêşketin û guherînê pêşnîyarî vê civaka bi dîn û îdeolojîyan ji qudûm de ketîye dikin.
La hewle wela!
Mîna meriv li ber serê mirîyan bilorîne!..

Ji nûçeya (Ne)Ozgur Gundemê:
Selo başqan dibêje,
"Yek ji wan kesên bi Evdila başqan re dida û distend jî Hakan Fîdan bû. Li ser başqanê me gelek fikrên Hakan Fîdan ên hêja û bêhempa hene. Min bi guhên xwe bihîstîye Hakan Fîdan ji bo başqanê me gotîye, piştî Gonzalo fikrên Evdila başqan pir tesîr li min kirin."
Abêê pif kêê!
Çîroka "Abê pif kêê!" ez ê rojeke din ji we re binivîsînim, lê hewce ye ez vê jî bibêjim.
Lo lawo Selo!
Bi serê te, ne tu ne jî başqanê te, hûn her du jî ne tu tariş in.

Dîwarê Whatsapê jî bûye mîna dîwarê girî yê cihûyan.
Gilî û gazinên xwe bi haweyekî sublîmînal digihînin hev.
Bira ji bira re...
Xwişk ji bira re...
Heval ji heval re...
Bav ji keç û law re...
Bûk ji xesûyê re...
Xesû ji zava re...
Evîndar ji evîndar re...
Jin ji mêrê li malê venahewe re...
Heger zimanê whatsapê hebûya, ew ê bigota, "Hûn yek ji yekî pûşttir û bêkesayettir in!"

Kes nikare xwe li ber hêza tirkî bigire, bi telaq; çi şoreşger û çi anarşîst, çi kurd û çi ne kurd...
Xanimeke bi eslê xwe kurd lê bi qelema xwe tirk li ser twîtterê weha gotîye:
"Berî nuha bi şeş mehan ez tev li malbata twîtterê bûm, nuha hejmara şopîneran bi ser 10 hezaran ket..."
Xwelî li serê te û şopînerên te be!
Û ez jî, 
ev zêdeyî salekê ye ez bi hesabekî nuh li ser twîterê dinivîsînim, lê hejmara şopîneran hîn negîhaye 500 kesî...
Te got erê, keça xelkê?

Gotina Dawî
Mala populîzmê bişewite! Mejî bi çar çavan li kesayetê digere.

2 Haziran 2022 Perşembe

şîreta kîrê ker

Em dibêjin,
kurd ê bi ser bikevin bi ser nekevin li hêlekê, lê Kurdistan ê kurdî bi ser bixe; ne tirk, ne ereb, ne faris, ne jî kurd ê bikaribin bibin asteng.
Dibêjin,
surec hesas e, heval.

Em dibêjin,
ji ziman û edebîyata tirkî re xizmetê dikin, lê li civîn û panel û konferans û mîhrîcanan ji bo li ser zimanê kurdî quretîyan bikin tên vexwendin û ezibandin.
Dibêjin,
ziman ne girîng e, ya girîng ew e, meriv xwe çi hîs dike, heval.

Em dibêjin, 
agir bi bakurê welêt ketîye, kurdî bi destê kurdan li ber sekratê ye. 
Dibêjin, 
başûrê welêt di nav gendelîyê de digevize, rêvebirên başûr, Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dikin.

Em dibêjin, 
hûn bi nav salan de çûn, êdî giran bin û wek maqûlan tev bigerin.
Dibêjin,
de ho ho û diherin dikevin pey populîzmê û kenê guran bi xwe tînin.

Em dibêjin,
hey we quzê wê xwaro! Kurdbûn ne ev e.
Dibêjin,
yaw de çi ferq dike; em hemû bira ne.

Gotina Dawî
Em dibêjin nabêjin, guh nadinê û li serê kîrê xwe dinivîsînin, mixabin.

1 Haziran 2022 Çarşamba

kê dinya dot ê kirî û firot

"Kê dinya dot? Ê kirî û firot."
Doh min ji Çîxdemê bihîst; ya rast li herêma Mêrdînê pir li kar e ev biwêj lê Çîxdemê ji nû ve anî bîra min.
Weha ye, mixabin; heger nigên meriv ji axê qut bibin, ax ceza li meriv dibire. 
Ev nêzîkî salekê ye ez neçûme welêt, min pê li axa welêt nekiriye.
Belê...
"Kê dinya dot? Ê kirî û firot!"
Ka bala xwe bidin cihûyan bê ev biwêj çi xweş li ser bejn û bedena wan rûniştîye.
Ciwamêran li seranserê dinyayê li ser axa her welatî kirîn û firotin ji wan tê pirsîn.
Loma jî...
Bi wê jîr û zîrekîya xwe dinyayê didoşin, nêr û mê bi hev re!..

Gelo hîç hûn difikirin bê ew tiştên hûn li ser twîtterê dinivîsînin hûn ji kê re dinivîsînin anku ji bo kî bixwîne hûn dinivîsînin?
Hûn hemû hest û hîs û fikirin xwe li vir dinivîsînin pir wextan...
"Roj baş."
"Ez ê li filan muzîkê guhdarî bikim."
"Ez rabim ji xwe re qahweyekê çêkim."
"Metika min mar pê ve da, jê re dua bikin."
"Şev baş."
"Xewa min hat, şeva we bimîne xweş."
"Min ji xwe re van kêtêbina kirîn. Ez nizanim ji kîjanê dest bi xwendina wan bikim."
"Zimanê kurdî pir dewlemend e lê kurdîya min têrê nake ez xwe îfade bikim."
Û gelek gotinên din ên bi vî rengî...
Baş e...
ev tiştên hûn dinivîsînin xema kê ye? 
Kî dixwîne û çi li we zêde dibe?
Hûn kî ne?
Çima hûn ew qasî dikevin çav xwe û xwe li ber çavê xwe mezin dibînin?
Ew egoya we ya heft wehş jê têr dixwin hûn kwîr û kerr û gêj kiriye.
Herin li ber mirêkê rawestin, li hundirê çavên xwe binerin û bi ser xwe de biqîrin û bibêjin,
"Tu ne xema kîrê kesî yî!"

Gotina Dawî
Heger em kurd jî mîna cihûyan xwe hînî kirîn û firotinê bikin, em ê jî dinyayê bi ser dagirkerên xwe de bidoşin û dagirkerên xwe di nava wî şîrê ter de bifetisînin.
Lê...
heger em hînî dotinê bibin!