14 Ocak 2022 Cuma

www.sinemayakurdi.net

Huso li devê derî sola xwe ji pê kir û wek bayê bezê xwe li hundir qewimand.
Şehem li ber televizyonê rûniştibû, li bernameya Seda Sayanê temaşe dikir.
Huso got:
-Ha yadê!
Şehemê hîç di eynê xwe de neanî; çav li ekrana televizyonê, tenê got:
-Çi?
-Îja çi! Ne wextê Seda Sayan û temaşekirina li bernameya Seda Sayanê ye; ker di qaçika wê ne! Rabe ser xwe, rabe! Wa ye festîvalê dest pê kir. Zû bilezîne, rahêje telefona xwe, têkeve malpera www.sinemayakurdi.netê û dengê xwe (reya xwe) bide fîlmê min. 
Şehemê rahişt telefona xwe, lê nizanîbû ew ê çawa têkeve malperê; got:
-Qesifîyo! Hela were min têxe vê pêderîtê! Meriv çawa dikevê? Meriv çawa dengê xwe dide? Yê nizanibe ew ê bibêje qey ez pîlota teyaran im!
Huso hat di ber wê de rûnişt, telefona wê ji destê wê girt, ket malperê, fîlmê xwe vekir û da destê wê; got:
-Piştî te lê temaşe kir, li jêr vebijarka dengdanê heye. Temam?
-Temam temam! Tam di cîyê herî biheyecan de te pê de rît, te nehişt ez tahmekê ji bernameya xwe bikim. Min nedît bê xaltîka lawik ji xesûya lawik re çi got!
Çavên Şehemê li fîlmê Huso, guhên wê li Seda Sayan... Piştî fîlm diqede, bê hemd tilîya wê dihere ser fîlmekî din, dest bi temaşekirina wî fîlmî jî dike. Wextê ew fîlm xelas dibe, bi şaşî ji dêvla deng bide fîlmê Huso, radibe deng dide fîlmê diduyan yê lê temaşe kir û bêyî ku li hêla Huso binere, telefonê dirêjî wî kir. 
Huso li ekrana telefonê nerî, çi bibîne, Şehemê ji dêvla fîlmê wî, deng daye fîlmekî din. Bi hêrs telefon li erdê xist û bi ser Şehemê de kir qarewar; got:
-Ez di zîlika quzê Seda Sayanê de bimîzim! Ji dêvla te deng bida fîlmê min, tu çûyî, te deng daye fîlmê xelkê! 
-Off! De ez ji çi zanim lo! Tu yê bibêjî qey dêya min sînemager û teyatro bû! Tişt nabe! Yê nizanibe, ew ê bibêje qey ew ê rutbe û medalya bi te ve kin...
-Keçê, xelat tam 500 euro ye. Min ê bi wî 500 euroyî porê xwe biçanda...
-Te got 500 euro!
-Erê, 500 euro!
Şehem rabû ser xwe û wek bayê bezê xwe li derîyê derve qewimand. Ji serê taxê pê ket, heta binê taxê, mal bi mal li derîyê hemû cîranan xist û ji bo deng bidin fîlmê Huso, daxwaz û lava kir ji wan.
Piştî dawîya serlêdana hemû cîranan hat, Şehemê bi bêhnçikînekê li malê vegerîya. Fitilî ser Huso, got:
-Cîranan hemûyan deng da fîlmê te û ew ê jî ji nas û dost û hevalên xwe re bibêjin, ji bo deng li dengên te zêde bibe...
Huso di bin simbêlan de kir xirexir mîna kûçikê hestî di ber de mabe; got:
-Bi soz heger ez xelatê bistînim, ez ê ji te re du kîlo hine bikirim. Na na, ji nuha pê ve hineya serê te li min...
-Ka bise ez li ser whatsappê jî belav bikim! Dengek dengek e wîî!

Mixabin, rewşa me kurdan ev e.
Li ser navê hunerê, radibin bi qeşmerîyan qerf û henek û tinazên xwe bi aqilê xelkê dikin.
Festîvala Fîlman!
Me jî got qey çalakîyeke cidî û maqûl e; me nizanîbû, li ser navê populîzmê ew jî ketine pey reklam û danasîna xwe.
Law erê, reklam û danasîna xwe bikin, lê keda xelkê jî nekujin!
We li ser navê festîvala fîlman ji xelkê fîlm xwest. Xelk jî rabû, baş xerab bi qasî derfet û qaweta xwe fîlmek kişand û dû re ew fîlm ji wan re şand, lê ji dêvla lijneya jurîyê (Kesên ji sînemayê fêhm dikin) ji nav wan fîlman fîlmên herî serketî hilbijêrin, lijneya jurîyê rabû erk û wezîfeya xwe spart xaltîka Zeyno, meta Neyo, pîra Edê, xalê Bekir, mamê Evdo, Eledînê gavan, Sebrîyê mastfiroş, Evdîyê qeraş, Semîrê sobecî, Bedrîyê muxtar, Xelefê qesab û nizanim filankes û nizanim bêvankes û wan jî him deng dan, him jî wek jurî ew ê bibin xwedîyê biryarê û hewl bidin fîlmên herî serketî bên hilbijartin.
La hewle wela!
Bi kin û kurmancî, 
li ser meseleyê, li gorî mijar û konsepta festîvalê fîlmê herî serketî jî, heger ap û xal, xaltîk û metik, heval û cîranên xwedîyê wî fîlmî ne pir bin, ew fîlm ê wek fîlmê serketî neyê hilbijartin;
lê berevacî vê, li gorî mijar û konsepta festîvalê fîlmê herî beradayî jî, heger ap û xal, xaltîk û metik, heval û cîranên xwedîyê wî fîlmî pir bin, ew fîlm ê wek fîlmê serketî bê hilbijartin.
Mîratê! Ne festîvala sînemayê, "O Ses Turkîye"ya Acûn Ilicali ye.
Bi mehan li ser malperê daxuyanî belav kirin; festîvala fîlmên kurdî, festîvala fîlmên kurdî û festîvala fîlmên kurdî...
Lê festîvala fîlmên kurdî bû festîvala fêkîyên kurdî.
Mişmiş!
Sêv!
Hinar!
Hejîr!
Tirî!
Hirmê!
...
Eyb e, şerm e!
Keda însên nekin malzeme ji bo masturbasyona xwe ya hunerê!

Gotina Dawî
Bi vî haweyî anku bi vê zîhnîyetê, ne huner bi ser dikeve, ne jî civak bi pêş ve dihere; tenê serî li we mezin dibe û hew!

13 Ocak 2022 Perşembe

serê salê binê salê

dam û dam kîsikê qidam
serê salê binê salê
xwedê kurekî bide kevanîya malê
kevanîyê destzêrînê
destê xwe biavêje kulînê
para qirdik bi vir de bînê

Îroj 13ê mehê bû, yanî sersala me bû.
Em her sal dibêjim, "sal bi sal, xwezî bi par!"
Mixabin, bi qelsbûna kurdan re, ziman qels nabe, ziman her ziman e, yên qels dibin kurd bi xwe ne,
loma jî, bi qelsbûna kurdan re, her sal piçekî din em ji kultura xwe dûr dikevin; piçekî din em nirxên xwe wenda dikin.
Bi pêşketina teknolojîyê ve, em ber bi jîyaneke mekanîk û robotî ve gindir dibin.
Ji hêlekê ve teknolojî bi xezebeke bêpîvan bi pêş ve dikeve, ji hêlekê ve jî nirxên me, hîs û hestên me yên însanî dimirin.
Xwezî me bikarîbûya teknolojî têxista bin xizmeta însanetîyê, lê wer xuya ye însan û însanetî yê bibin xulamên teknolojîyê û dibin jî...

12 Ocak 2022 Çarşamba

şerê xal û xwarzîyan

Ragnar Lodbrok.
Şervan û qralê vîkîngan.
Vîkîng li ku, kurd li ku!
Yan jî,
"Tir li ku, das li ku!"
Li Amedê lawek ji dawa dêya xwe ket, bêguman bi xêra spermên bavekî.
Wan navê lawê xwe kir Ragnar.
Lê...
Ev du sê roj in di rojeva medyaya sosyal de Ragnarê biçûk heye.
Bi min navekî xweş û karîzmatîk e, çendî ne bi kurdî be jî...
Li ser meseleyê:
Ragnar Robar an jî Ragnar Rûbar wê him xweştir, him jî kurdîlîzetir bike.
Ma ne çêtir e ji Elî, Emer, Osman, Bekir, Evdilqeher, Remezan û Mistefa?
De ya bi xêr!
Xweda bi dê û bav mezin bike û merheleyeke wek merheleya Ragnarê mezin bibe qismetê wî.

Reîs, di ser Apo başqan re gefan li Selo başqan dixwe û ji ber ku Selo başqan jî newêre derkeve derveyî xeta Apo başqan, rebeno bêdeng e.
Selo başqan hîn jî bi HDPyê tê xwendin; ji bo kurdên HDPyî hîn jî başqan e.
HDP di bin kontrola Qendîlê de ye.
Qendîl di bin kontrola Apo başqan de ye.
Apo başqan di bin kontrola Reîs (dewletê) de ye.
Û dewlet û Qendîl jî bi devê tivingê li hevdu dinerin...
De îja ka were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Destê kê di bêrîka kê de ye (ne)belî ye, lê Xweda ji kurdan stendîye!

Hin kurdên enternasyonel ên hîn jî tişt ji xwe û ji kurdbûna xwe fêhm nekiriye, ji bo nijadperestî û faşîzma tirkan dibêjin "nexweşî!"
Ne ew, hûn nexweş in;
lewra ew ên hûn ji wan re dibêjin nexweş, xwîna we mîna şurûbê vexwin jî, ji "nexweşî"ya xwe rehet nabin.
Nijadperestî û faşîzm tercîheke sîyasî û îdeolojîk e.

Gotina Dawî
Enternasyonalîzm xweş e, heger netew û dewlet tune bin!


9 Ocak 2022 Pazar

siberoj

Piştî ew qas zilm û zordestî, piştî ew qas lêdan û êşkence, piştî ew qas şewitandin û talan û wêrankirina mal û milk û gund û bajaran, piştî ew qas kuştin û koçkirin û penaberî...
Li devê derîyê dagirkeran em derketine parsa zimanê xwe!
Ji kerema xwe re,
zimanê min ê li serê min û we bûye kul û derd û problem, li dibistanên xwe hînî zarokên min bikin,
da ku hîçwext dijminantîya min û we bi dawî nebe...
Ziman, zimanê malzarokê ye 
û li malzaroka zarokên xwe xwedî derkevin!
Mal!
Ziman!
Zarok!
Malzarok!
Mala bê ziman!
Mala bê zarok!..

Şîretan bi zimanê xwe li hev nekin; şîretan bi zimanê dijminên xwe li hev bikin,
da ku zarokên we bi şîretên we ji dijminên we hez bikin!
Zarok, siberoj in
û hewce nake hûn ji siberoja xwe bitirsin;
lewra zarokên we bi xwe yê şûna dijminên we bigirin.



8 Ocak 2022 Cumartesi

piçekî edebîyat

Hefteya çûyîn min romana Ahmet Altan a nuh xwend.
Ya rast, 
min meraq jî dikir bê ka Ahmet Altan ê bi hestên xwe yên di nava çar dîwaran de bi hevîrtirşê neheqî û zordestîyê stiraye, xwarineke çawa deyne ser sifreya me;
di nava çar dîwaran de hestên wî kedî bûne yan bêtir li xwezaya xwe ya "hov" vegerîyane, li hêvîya vê berhemê bûm.
"Hayat Hanim!"
Berî bi zimanê xwe yê resen bê çapkirin, bi çend zimanên din hatibû çapkirin û vê jî hişt bêtir meraq zêde bibe.
Bêguman Ahmet Altan rewşenbîr û entelektuelekî xurt e; 
tesîra qelema wî zêde ye.
Ez dikarim bibêjim û ne şaş bim, 
min hemû berhemên wî xwendine; 
nizanim belkî yek dudu ji nav lepên min filitîbin; lê ez ji qelema wî ya romantîk û nîverotîk hez dikim; 
bi taybetî jî,
jinê, hest û hîs û daxwaz û arezûya jinê û herweha têkilîyên zayendî bi hostayîyeke serketî dirêse, dihûne û radixe pêş çavê meriv.
Hayat Hanim, berî çap bibe, bi berfirehî deng da; 
ji xêndî Tirkîyeyê, li gelek welatên Ewrûpa û Asyayê...
Berî li Tirkîyeyê bi tirkî çap bibe, li Fransa û Îtalyayê çap bû; 
ne şaş bim nuha li çend welatên din jî ji bo çapa wê hazirîyek heye.
Ji alî edebîyatzanan hat nirxandin; rexneyên erênî bû para wê, 
lê...
ez bi xwe piçekî hêvîşkestî bûm, wek min hêvî dikir nebû; lewra bi min, bi naveroka xwe bi qasî di qada edebîyatê de deng û olan da, li ser min ew tesîr û bandor nehişt; 
nehişt, ji ber ku ev berhem ji romanekê wê de, li dijî neheqî û zordestîyê qêrînek bû jî herweha!
Lê mixabin!..
Dema min ev roman dixwend, bi min weha dihat ez li fîlmekî Çagan Irmak dinerim.
Ji alîyê politîk ve jî,
ji alîyê romantîk ve jî,
ji alîyê hest, hîs û arezûyê ve jî bi min piçekî lawaz û qels hat; 
mîna ji qelema edebîyatvanekî xort derketibe; tahmeke balixane, daxwazeke populîst jê difûrîya.
Û piçekî jî dişibîya fîlmê Netfilxê yê bi navê "Kûlub"; 
him ji hêla têkilîyên xwe yên zayendî ve, him jî ji hêla nerîna xwe ya nerm a politîk ve...
Nizanim, belkî jî pirê kesan jê hez bikin, lê min hêvîya berhemeke kûrtir, berfirehtir û bitesîrtir jê dikir.
Hayat Hanim, ji ber rewşa Ahmet Altan a politîk bi vê xezebê deng da û di qada navnetewî de cî girt, 
loma jî ji romanekê wê de, ev berhem di rengê manîfestoyekê de bû ji bo pirê kesan;
lê manîfestoyeke ji hêvîyê dûr; ne zêde xurt, tesîra wê jî lawaz, mixabin.
Wek min got, 
piştî min ev roman xwend, mîna ez li ber fîlmekî Çagan Irmak binerim û ji bo çend kêlîyan ji derd û kul û pirsgirêkên xwe dûr ketibim... 
erê, eynî min xwe weha hîs kir.
Lê Ahmet Altan, 
di esasê xwe de xwedan feraseteke xurt e û rewşenbîrekî xwedan bext, xwedan ûjdan e.
Bêguman,
ez ji qelema wî ya nêr hez dikim, çendî mêyîtî jê bifûre jî...

Mirina Kalekî Rind!
Ji min re bûye wek adetekê, 
her ji çend salan carê ez radibim kitêbên min berê xwendine, derdixim û dîsa dixwînim.
Wê rojê ji bo testa covîdê ez çûm nexweşxaneyê. 
Ji ber ku min texmîn kir dorê pir be, min ji nav kitêbên xwe kitêbek derxist û bi xwe re bir. Heya dor hat min, hema hema min kitêb qedand; 
pazdeh bîst rûpel man, ew jî dema ez bi otobusê vegerîyam malê, di rê de min xwendin.
Min hemû Kitêbên Mehmet Ûzûn him kurdîya wan, him tirkîya wan xwendine; 
çendî zimanê Rehmetî yê kurdî zêde ne rewan be jî, bi min tahma berhemên wî bi zimanê wî xweştir in.
Lê ez vê jî bibêjim;
her ku bi nav salan de diherim, qelema Rehmetî bi min tahmsarkî tê; wê zewq û kêfa berê jê wernagirim anku jê nastînim.

Ecêba ecêban!
Wê rojê, wextê ji bo testa covîdê ez çûm min nimûne da nexweşxaneyê, mixabin nimûneya min dabû, li labaratuarê wenda dibe, loma jî îroj ji bo testê ez dîsa çûm nexweşxaneyê.
"Xidiro, he ro du ro li viro!"
Rêzdar Devliken Covîd!
Vê carê min kitêbek xalê Luis Borges bi xwe re bir; çendî wek wê rojê dor tune bû jî, heta nêvîyê kitêbê min daqurtand.
Min got nivîskarê xelkê qerase ne, loo!
Lê hewce ye em vê jî ji bîr nekin, 
heger em resenî û hurbûna xwe biparêzin û sînorên vîzyon û zanîn û feraseta xwe berfirehtir bikin, bi serê Reb, em ê jî bikaribin di qada edebîyatê de rep bikin û rep bigerin;
lewra,
ew nirxên vê axa ku em li ser dijîn, têra me û sed û yek bavên me dikin, heger em xwe xurt û jîr û jêhatî bikin; 
çi serpêhatî û bîranîn, çi destan û efsane, çi şer û raperîn, çi sewda û evîn, çi mesele û meselok, çi çîrok û çîrçîrok û çîvanok...
Lê ka aqil, ji qewla dêrikîyên me!


7 Ocak 2022 Cuma

netirsin

Netirsin!
Û xeman nexwin!..
Hewce bike xwe ji dêrê jî bikin, 
xwe ji mizgeftê jî, 
lê tu carî bextê xwe neavêjin 
û ji bo çend qurişan 
an jî ji bo çend hestî û kurtêlan nedin pey bêûjdanî, bêehlaqî û bênamûsîyê.
Heger bi çend çepik û çend lîrelîran, 
heger bi çend pesindayîn û çend şabaşan hûn ê bi ser avê bikevin, 
nahlet li we jî, nahlet li sekn û kesayeta we jî bê!
Sînorê netewperwerî û welatperwerîya we ji berjewendîyên we dest pê dike, li qûretî û megalomanî û bextreşîya we diqede...
Çi rewşenbîr çi entelektuel, 
çi nivîskar çi hunermend, 
çi xwende çi zana, 
heger hûn bi xwe re ne rast û durist bin, 
hûn ê nikaribin bi hevrêyên xwe û doza xwe re jî rast û durist tev bigerin û bimeşin.
Hîn jî hemû biryarên we,
li gorî îdeolojîyan,
li gorî ol û bawerîyan,
li gorî jimeyî û nejimeyîyan in...
Prensîbên we, 
bi qasî duristî û wêrekîya we yan hene yan jî tune ne...
Bext û ûjdanê we,
bi qasî berjewendîyên we yên şexsî û genî yan hene yan tune ne.
Xwe li ser serê kesî qure nekin!
Zanîna we,
bi qasî qelsbûn û xurtbûna înterneta we ye; deh qatê zanîna we di tûrikê googleyê de heye, lê google bi xwe jî bi qasî we ne qure ye.
Nefsbiçûk bin, 
lê nehêlin kes bi nefsa we nefsfisekîyan bike.
Heger ne li gorî nefs û hest û hîs û mejî û mentiqa we be, 
belasebeb qûna xwe bi vir de û wê de nebin, neynin û ji bo hûn ê xwe li ber çav û dilê hinekan xwîntahl nekin, xwe jî, wan jî nexapînin.
Bi haweyekî bi xwe bawer bibêjin,
ev berhem xweş e, ev berhem baş e, ev berhem hêja ye
yan jî,
ev berhem ne xweş e, ev berhem ne baş e, ev berhem ne hêja ye.
Hûn diecibînin naecibînin, hûn bi kêfa xwe ne, 
lê bila ew ecibandin û neecibandin nebe esasê civakeke sexte û barûte.
Heger tenê deh kes jî li dora we bimînin, ji bo dilê wan deh kesan ê ji we nemîne, ji ya xwe daneyên; tenê hûn û hûn bimînin jî.

Gotina Dawî
Azadî û serxwebûn, li ser esasê duristî û xwebawerîyê ava dibin, lê îro ro duristî û xwebawerî derketine parsê li ber derîyê dagirkeran.
Lê...
Ji duristî û xwebawerîyê re jî,
vîzyonek, ferasetek hewce ye!

6 Ocak 2022 Perşembe

kurd û kurdî

Li gorî îstatîstîkên dezgeyekê, kurd û kurdî:
Di 1920an de: %100ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1930î de: %97ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1940î de: %90ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1950î de: %85ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1960î de: %80yê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1970yî de: %70yê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1980yî de: %60ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 1990î de: %50yê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 2000î de: %40ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 2010an de: %30ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Di 2020an de: %20ê kurdan bi kurdî dipeyivîn.
Va ye du sal bi ser îstatîstîka dawîn ket. Heger îroj lêpirsînek bibe, bi îhtîmaleke mezin hejmar ê kêmtir bûbe...
Kurd bi kurdî kurd in û em di vê îstatîstîkê de jî dibînin, sal bi sal kurd ji kurdî dûr ketine û bi vê dûrketinê, Kurdistan jî êdî li ber çavê kurdan mîna leylanê tenê dilive...
Kodên axê li ziman barkirî ne û heger ew ziman ne xurt be, hezkirin û eşqa axê jî qels dimîne.
Loma jî,
heger kurdî xurt bibe, kurd ê pir bibin û heger kurd pir bibin, tu kes ê nikaribe li ber daxwaza kurdan a dewletbûnê anku Kurdistanê bisekine.
Bi kin û kurmancî,
kurdî çi qasî li nav kurdan xurt û belav bibe, daxwaza Kurdistanê yê jî ew qasî li nav kurdan xurt bimîne.
Ji kurdan re kurdî, ji kurdî re Kurdistan hewce ye!

Gotina Dawî
Nebêjin,
"Aş çûye, em ketine pey çeqçeqê!"
Bikin çeqçeq, da ku aş vegere...


5 Ocak 2022 Çarşamba

reîs û rojeva dewleta tirko

Dewleta tirko bûye wek holîka zarokan.
Berê, wextê em zarok bûn, heger yekî neheqî bikira yan jî yekî cira xwe ne xweş bikira, di nav me de yê herî desthilat radibû ji yê neheq re digot, "Xwe fahş neke, yan na ez ê rabim te bidim ber pihênan haa!"
Dema ez guh didim rojeva Tirkîyeyê, ew rojên zaroktîyê mîna fîlmekî tê ber çavê min, di bin simbêlan de ez li bêkêrî û belengazîya me dikenim.
Heyf!
Erê weleh, heyf e ku zirmiletekî mîna me îro ro di bin desthilatîya van qeşmer û teresan de ye.
Reîs îro ji Kemal Kiliçdaroglû re digot:
-Heger tu mêr î, tu yê gazî girse û heval û hevalbendên xwe bikî û hûn ê derkevin qad û sikak û kolanan! De ha de! Em ê kerrên we di kwîrên we re derxin! Em ê bidin pey we hata hûn li ser stuyên hev siwar tên!..
Bi serê Şêx, Reîs hesabê jina xwe dike, hesabê Kiliçdaroglû û muxalefetê nake!

Heyf û heyf!
Di nav me kurdan de, hîn jî hin xwelîserên teres ên ji xewa bêhişîyê şîyar nebûne, ji bo Evdila Ocalanê kes nizane bezê paş guhê bavê wî ji ku ye û ji kê re xizmetê dike, ne eyb û ne fedî, radibin ji kurdan re çêr û xeberan didin.
Heyf!

4 Ocak 2022 Salı

şivan perwer

Carinan hewce ye meriv guhdarî bike û zû zû neajo ser bûyeran; hin tişt ne wek tên qalkirin in; sebir û bêhneke fireh divê.
Bi gotineke din, hewce ye meriv zû bi ser avê nekeve.
Min ji şîroveya doh a Seyda Alî Kut ev derxist; hindik mabû ez xencerê ji kalên derxim û çep û rast xwe li nav meseleyê biqewimînim, lê Xwedê ez ji hetiketîyê stirandim ku min xwe giran kir.
Dibe ez pê ne bawer bim û hayê wî jî ji min tune be, lê di zargotina kurdî de êdî ev peyv û gotinên weha wek qalib tên bikaranîn.
Ez dizanim hîn jî hûn tê negîhaştine bê ez qala çi dikim an jî ez ê qala çi bikim.
Doh mijara me Mehmedelîyê me yê şivan bû, lê meseleya me ya îroj Şivan Perwer bi xwe ye.
Xwezî şivanan şivantîya xwe bikira, Şivan Perwer jî stranên xwe bigotana...
Belê, meseleya me Şivan e, Şivan Perwer!
Doh hindik mabû ez meseleya Mehmedelîyê şivan bi meseleya Şivan Perwer ve girê bidim, lê nizanim çi hêz û qaweteke efsûnî bû, nehişt ez derbasî wê meseleyê bibim.
Vê sibehê ez rabûm, li ser rûpela Şivan Perwer min li bangewazî û daxuyanîya wî guhdarî kir; min got ka bê dîsa çima heval mevalan xwe ji Şivên aciz kiriye!
Belkî gotineke klasîk be, 
lê wek her kurdî ez jî li ber deng û sewt û stranên Şivan Perwer mezin bûm û bi stranên wî yên tije niştimanperwerî ez li niştiman û niştimanperwerîya xwe hilkumîm û xwebûna min xurt ma.
Lê hewce ye em tiştinan tevlihev nekin.
Pirê caran wek pirê kesan min jî gotîye, hewce nake meriv ji şexs û kesayeta nivîskar û hunermendan hez bike; 
heger berhemên wan serketî û hêja bin, wekî din min eleqedar nake, besî min in û têra min dikin.
Lê ev fikr û nerîn û helwest carinan ji bo hin kesan derbas nabe; yek ji wan kesan jî Şivan Perwer e;
lewra Şivan Perwer rûnane û rehet nasekine; pozê xwe dixe nav her karî, tilîya xwe dixe her qulê; meriv çi kevirî radike, Şivan Perwer ji bin derdikeve.
-Şivan Perwer kurd e, kurdî ye.
-Erê.
-Şivan Perwer hunermend e û bi hunera xwe xwedan tesîreke mezin e.
-Erê.
Lê hêleke Şivan Perwer a narsîst jî heye û ev hêla wî ya narsîst jî mîna marekî duserî ye; dev her vekirî ne û çi dibîne dixwaze dabelihîne.
Bi kin û kurmancî, hêla wî ya narsîst tim birçî ye, têrxwarin ji narsîzma wî re tune ye.
Ji ber vê hêla xwe ya narsîst jî,
Şivan Perwer tenê bi hunermendîyê nayê ser; herweha hewl dide mîna feylesof, rewşenbîr, dîroknas, civaknas, edebîyatzan û sîyasetvanekî jî tev bigere û tev digere, 
lê pirê caran di qada sîyasetê de ji tahmê derdixe; qayîşê bi serok û serekan re dikişîne û ew bi xwe jî mîna rêber û berpirsê partîyekê tev digere, xwe wek serek û serokekî sîyasî dibîne û agir û quretî ji dev dibare.
Di esasê xwe de min di daxuyanî û bangewazîya wî ya tije gazin de tiştekî anormal-ne ji rêzê nedît; 
heta ez vê jî bibêjim, ez jî mîna wî li ol û bawerîyan dinerim. Kî ji çi bawer dike, bi qîma xwe ye; heqê kesî tune ye ol û bawerîya xwe derxe pêş û di ser ol û bawerîyên yên din re bibîne, bigire.
Xebera wî ye, dewlet bi ol û bawerîyan ava nebûne, nabin; 
çi misilman, çi êzîdîyatî, çi elewî, çi kakaî hemû yek in; 
ha em dikarin vê bibêjin û lê zêde bikin, êzîdîyatî bêtir nêzîkî me ye.
Çima?
Li ser axa me bi zimanê axa me ye hemû gilî û gazinên vê olê, hemû dua û îbadetên vê olê, hemû êş û şahîyên vê olê, hemû folklor û rîtuelên vê olê...
Lê di warê bawerîyê de di esasê xwe de hemû mîna hev in; ol in, dîn in.
Loma jî ji bo fikr û nerîna Şivan Perwer ya di heqê ol û bawerîyan de heqê kesî tune ye çêr û xeberan jê re bide, heqaretê lê bike.
Şivan Perwer ne kesekî xwedan vîzyoneke xurt û xwedan zanîneke kûr e, loma jî pirê caran gotinên wî ji sînorên quretî û megalomanîzmê dernakevin; her di wî qalibî de dimînin.
Bi min hewce jî nake; bi tiştên xwe yên heyî rûne, bêtir ew ê xwe jî, derdora xwe jî şad û bextewar bike.
Û ya din jî, 
Tu Şivan Perwer î. Dema te rexne kir jî, hewce ye binê wan rexneyan mişt dagirtî bin; di nava têgehan de bêhnfiskî nebe.
Ji bo hunermend û rewşenbîran sekn û helwest stûna zêrîn e. Nabe meriv li gorî sura bê bi vir de û wê de zîz bibe û bi ber bê keve.
Li Başûr, li hêla Zaxo, Dihok û Hewlêrê, Şivan Perwer PDKyî û barzanîhez e.
Li Başûr, li hêla Silêmanîyê, Şivan Perwer YNKyî û talabanîhez e.
Li Bakur û Rojava, Şivan Perwer PKKyî û apohez e.
Li Ewrûpayê, Şivan Perwer yekîtîxwaz û elîtîst û bûrjûwazîhez e.
Yanî Şivan Perwer li ku be, wir jê re xweş e.
Hunermend kirasê heqîyê ye, dengê bêdengan e, li dijî desthilatan muxalîf in, netewhez in.
Min got Şivan Perwer ne kesekî xwedan vîzyoneke xurt û xwedan zanîneke kûr e, lewra heger dikarîbûya piçekî bifikire, mejîyê wî yê jê re bigota feodalî û eşîrtî ne heman tişt in.
Şivan Perwer qala feodalîzma Ewrûpayê dike ya berî nuha bi sedan sal û qonax bi qonax diajo, tîne heta serdema nuh û wê û eşîrtîya kurdan dide ber hev; kultura kurdan a eşîrtîyê jî wek feodalîzma ewrûpîyan dinirxîne. 
Li gorî fikr û nerîna Şivan Perwer eşîrtî jî mîna feodalîzmê paşverûtî ye û bi eşîran jî dewlet ava nabin; ciwamêr wer dibêje.
Wextê qala paşverûtîya eşîrtîya kurdan dike jî, "felsefe"ya Apo û PKKê jî wek felsefeyeke medenî û modern diparêze.
Şivan Perwer bi qilafetê xwe mezin bûye, lê mixabin feraseta wî di nav qalibekî îdeolojîk de asê maye.
Hewce ye hin ciwanik û ciwamêrên hayê wan ji dîroka kurd û Kurdistanê heye, herin bi Şivan Perwer re civatekê bigerînin û ji Şivan Perwer re qala şerê apoyîyan ê çel salan bikin bê kurd ji ku anîn, di ku re derxistin...
Şivan Perwer ji bîr dike ku,
Îro ro heger kurd hîn jî piçekî xwe yan jî wek xwe mabin, ew jî bi xêra nirx û têkilî û rîtuelên eşîrtîyê ne.
Rast e, sed sal berê ji ber nerîna me ya eşîrtî em nebûn xwedîyê xwe û dewletekê, lê îro jî bi xêra ruhê eşîrtîyê ye ku ev ziman, ev nirx, ev kultur tê parastin.
Wek Şivan Perwer dibêje, bêdewletbûna me ya îro ne ji ber eşîrtî û paşverûtîya me ye, ji ber felsefeya "modern" a apoyîyî ye...

Gotina Dawî
Yekîtîya Şivan Perwer:
Şivan Perwer hemû hêzên kurdan wek reng û ahenga axa Kurdistanê dibîne, dinirxîne, 
lê ji bîr dike hin hêz axê diparêzin, hin hêz jî axê diguvêşin!..
Û ji yên axê diparêzin û ji yên axê diguvêşin, yekîtî çênabe.

3 Ocak 2022 Pazartesi

çerxa felekê bermeqlûb e

Piştî bêhnvedaneke ne pir kin û ne pir dirêj dîsa ez li xwe û we vegerîyam; 
ev deh roj in ji ber meseleyên xwe yên şexsî ji rewşê û rojevê dûr bûm.
Îroj...
Tam ez rûniştim, min got ez li ser rewşa derûnîya Şivan Perwer binivîsînim, Sofî Ridwan ket hundir û got, "Selamun eleykum!"
Sofî Ridwan, him pismamê bavê min e, him jî zavayê me ye.
Erê navê wî Sofî ye, lê ji alîyê qûnê ve ne safî ye.
Henek li hêlekê, 
Sofî Ridwan dikare sed sofîyên xwedan bawerî û xwedan îman di nav kefa destê xwe de bi rehmeke rehmanî pîrozwer bike!..
Çay li erdê bû, me hîn ji qedehên xwe venexwaribû.
Di rewşên weha de em dibêjin:
"Xesûya te ji te hez dike!"
Lê bira jî xesûya wî jê hez dike, haa!
Axir, piştî me li hal û ehwalê hev pirsî, zarokan ji wî re jî qedehek çay dagirt, lê tasika şekir nedanê, 
lewra ji mêj de bû mîna sinifa entelîjansîyaya fransîyan dest bû vexwarina çaya bêşekir kiribû.
Wî bi xwe destê xwe dirêjî tasika şekir kir, ew ber bi xwe ve kişand. 
Min got, "Sofî Ridwan, ma ne te êdî hew şekir dixist çaya xwe; te çayê bê şekir vedixwar!.."
Di bin simbêlan de bi haweyekî bi xwe bawer kenîya, got, "Şekir ji ronîya çavan re baş e, loma min dîsa dest bi vexwarina çaya bişekir kir!"
Min got, "Kê got?"
Got, "Şivanê gundê me Mehmed Elî got."
Li vî welatî, bi qasî li pey şivanan diherin, li pey zanîn û zanistê narin, loma jî em her tim du gavan bi pêş ve, sê gavan bi paş ve diherin, mixabin.
Bi haweyekî devliken ez kelogirî bûm.
Xanima wî Eyhan jî pê re bû; ji hêlekê ve çay vedixwar, ji hêlekê ve jî guhên wê li me, li me guhdarî dikir. 
Ez fitilîm ser wê, min got, "Ma hûn ji ku tên?"
Got, "Em ji nîşanîyê tên!"
Berî ez devê xwe vekim û bibêjim, "Ya kê bû" wê bi xwe berdewam kir:
-Keçika Xalidê Meyrê bû. Keçik piçekî sivik e, ji alîyê êqil ve kêm e, lê li ser xwe ye û jêhatî ye. Lawik bi panzdeh salan jê mezintir e û kerr û lal e..."
Min got, "Helal be ji wan re! Bi xêra kîr û quzê wan nifşê însên ê her li ser rûyê erdê be!"
Însanên temam ji zewacê direvin û hew zarokan çêdikin, însanên netemam jî hevdu li ku zevt dikin, li hevdu siwar tên û zarokan çêdikin.
De îja were bi vê zîhnîyetê civakê baş û xurt bike!
Tew!
Piştî lêkolîna zanistî ya Mehmed Elîyê Şivan û nîşana kerr û dîn û lalan, taqet di min de nema ez li ser Şivên binivîsînim.
De bi xêr ka bila bibe sibe, Xwedê mezin e ji min û Şivên re!..