20 Şubat 2021 Cumartesi

cejna zimên

Sibê dîsa cejna zimên e û ji nişka ve em ê hemû bibin zimanperest.
Zimanperestîya me 24 seetan dewam dike, lê ev jî baş e, ji tunebûnê çêtir e.
Ez ê kin lê xim û kin bibirim!
Em radibin rûdinin doza zimên dikin û ji dewletê re dibêjin çima hûn zimanê me jî nakin zimanê fermî?
La hewle wela!
Di fermîyetê de hîn hebûn û nebûna me ne dîyar e, em tilîyên xwe li çavên xwe, biborin, li çavên dewletê dixin û doza fermîyeta zimanê xwe dikin.
Heyran, hûn tune ne, kes hebûna we qebûl nake û dewlet li ser nebûna we ava bûye, hûn rabûnin doza fermîyeta zimên dikin.
Qebûlkirina fermîyeta zimanê we, mirina wan e, loma jî bi derewan xwe nedin ber baranê...
De cejna we ji mecbûrî pîroz be!
Lê ji bîr nekin,
heta her roj wek cejn be em kurdî pîrozwer nekin, em ê nikaribin cejnê bikin cejn.


kurd û xwedê

Doh...
Kurdan bi şertekî misilmantî qebûl kiribû û bi Xwedê re peyman çêkiribû; 
heger Xwedê li gorî berjewendîyên wan tevbigerîya; 
na, heger Xwedê li gor berjewendîyên wan tevnegerîya, her kes li mala xwe bû...

Li Çîyayê Mazî gundîyek bizinan xwedî dike.
Gundîyê me piçekî timakar e; destê wî li pereyan nagere. Hesabê çend qurişên zêde dike, ji mesrefê direve.
Xwe bi xwe dibêje, "Jixwe çêre pir e, ez ê vê zivistanê ji bizinên xwe re êm û ceh û kayê nekirim; li vî çîyayî nefel û pincar û gîyha heta meha biharê ya dawî jî li çongan e."
Û zivistan tê...
Berfek dibare, çav çavan nabîne; bi rojan nasekine; seranserê wî çîyayî spîboz dibe, di bin berfê de dimîne; berf dide heta çongan.
Hesabê malê û sûkê li hev dernakeve.
Di govê de bizin birçî, ne êm heye, ne çêre...
Dibe teperepa dilê wî!
Dikeve nav mitalan û hey diponije.
Xwe bi xwe dibêje, "Îja min pê girt!"
Heta destê sibehê xew nakeve çavan.
Serê sibehê radibe dihere govê, lê dinere du bizin li erdê bûne term. 
Bi çengûrên wan digire, bi erdê re dixirxirîne, dibe termên wan diavêje derveyî gund.
Roja din du bizinên din dimirin.
Sisêyên din dimirin...
Çarên din dimirin...
Pêncên din...
Tenê bizinek wî dibîne. 
Dibêje hema ev jî nemira...
Serê sibehê radibe dihere govê, lê dinere ew jî mirîye. 
Bi nigê wê yê paş digire û termê wê jî dibe diavêje ser termên din û li ser tutukan rûdine, qederekê li termên bizinên xwe yên nêvîyê wan di bin berfê de maye, dinere.
Wê kêlîyê hingî hêrs bûye, tu kêrê tê ra bikî, niquta xwînê yê jê nere.
Li jor li esmên dinere.
Berf bi xezebekê dibare, nikare çavên xwe veke û binere.
Bi hêrs diqîre:
"De bibarîne, bibarîne! Heger min jî careke din enîya xwe da erdê û nimêj kir, bila te nîyhabe min! Heger te dît careke din nigê min bi hewşa mizgeftê bû, ji min bênamûstir tune ye! De bibarîne!"

Havîn e.
Li berîya Mêrdînê agir ji ber têlên ceryanê dihere û ew agir bi genimê seridî dikeve.
Di nava çend seetan de 200 dolim erd dişewite, dibe qîjot; tenê simbilek jî li ser nigan nabîne.
Fexrîyê me jî piçekî lalûte ye, ziman baş nagere.
Dema çav li genimê xwe dikeve, ronî di çav de nabîne, ji dîn û îmanê derdikeve.
Revî revî teşkên wî li hev dikevin, berê xwe dide nav gund.
Berî nêzîkî malê bibe, dibe "Fexo Fexoya wî..." 
Ji ber ku lalûte ye, ziman baş nagere, ji dêvla bibêje "Fexro" dibêje, "Fexo"
Fexro, kitana wê li serî, hirbîya wê di dest de, bi xwas xwe li derve diqewimîne:
-Çi ye kuro? Çi qarewara te ye?
-Min di dîn û îmana te nîyhê! Ka Teşkova min!
Ji teşkofê qesta wî teleşkov-keleşkov e.
Haya jina reben ji bayê felekê tune, hay jê heye mêrê wê û gundî ketine ber hev...
Fexro bêyî ku lê vegerîne, bi rev dîsa xwe li hundirê malê diqewimîne. Dihere keleşkovê ji kulînê derdixe û tîne dide Fexrî.
Fexrîyê me li wê hewşê berê keleşkovê bi jor ve dike û dibe reqereqa wî direşîne:
-Lo Xwedê! Hey min di te kiro!
Reqereqa keleşkovê ye, direşîne. Piştî cercûra xwe vala dike, cercûreke din diajo ber. Li ser hev heta fîşeka dawîn li ser girêdide, direşîne:
-De were dakeve jêr, em hesabê xwe li jêr bibînin, de! Min di te kiro! Ma ya tu dikî mêranî ye! De were dakeve jêr, de!

Heyv hatîye girtin û li gund roja mahşerê ye.
Mezin radihêjin çek û selehan; zarok jî bi tenekeyan;
dengê çek û selehan û reqereqa teneke û wîrewîra zarokan qîyametê radike.
Hecî Bişar telefonî Evdilkirîm dike:
-Kuro Evdilkirîm, ev çi reqereqa çek û seleh û teqereqa tenekeyan e, hi ii?
-Kuro, heyv hatîye girtin, heyv!
-Kuro, çi eleqeya reqereqa çek û selehan bi girtina heyvê re heye? Alahûekber!
-Îja çi eleqe! Meriv dibêje qey tu ne ji vî welatl ye! Wan fîşekan bera Xwedê didin, ji Xwedê re dibêjin heyva me berde, heyva me ronî bike.

Gotina Dawî
Heft xwezî bi kurdên berê...
Kurdên berê, ji bo bizinekê, ji bo çend dolim genim hesab ji Xwedê dipirsîn û dîn û pêxemberên wî bêminet dikirin; 
lê îro ro, misilmanên Xwedê li ser axa kurdan dest diavêjin namûsa kurdan; biçûk mezin, jin mêr kurdan dikujin, lê dîsa jî kurd terka misilmantîya Xwedê nakin û bêvila xwe ji qûna wî dernaxin.
Erê weleh, namûs bûye bexdûnis û bizinên rebenê gundî jî ji nebûna qefleke bexdûnis di bin berfa Xwedê de can dan...



19 Şubat 2021 Cuma

nivîseke şolî

Binivîsînin!
Heta nuha min digot çima her kes dinivîsîne? Tenê bila yên ji heq nivîsandinê tên anku yên xwedan vîzyon û afîrîner binivîsînin.
Li dij vê tevgerê derdiketim, 
lê na...
Êdî wek berê nafikirim.
Divê her kes binivîsîne; çi baş, çi xerab, hîç ne girîng e, 
divê her kes binivîsîne!
Heta Şeytan li me tê rehmê û dewleteke me çêdibe, çi ji kê hat, bila texsîr neke, binivîsîne.
Jixwe asîmilasyonê bi xezebekê em dane ber xwe û me dihêre, 
qet nebe berî em hemû di nav diranên wî aşê dirinde de bên hêrandin û xêr di me de nemîne, em binivîsînin;
em binivîsînin, da ku ew peyvên li ser kaxizan, li ser hişê komputeran tomar dibin, rojekê xwe li hişê nifşekî nuh biqewimînin.
Peyv û axavtin mîna sura bê ye, tê û dihere, lê nivîs bi ber sura bê nakeve; tomar dibe.
Çi ji kê hat, texsîr neke, binivîsîne.
Mixabin, pozê nifşê îroj naşewite, belkî sibê ji xêretê nifşek bizê 
û ev zimanê bi rêya nivîsandinê tomar dibe, xwe li devê vî nifşî biqewimîne, ji vî nifşî re bibe zimanek û ji vî zimanî neteweke ava bibe; neteweke zimankurdî...
Jixwe rojekê bêjing ê li me nivîskaran bê xezebê; xerab ê bi bin kevin, çê yê jî li ser bimînin...
Tenê nivîs kare kurdî ji nav diranên wî aşê dirinde yî devbixwîn rizgar bike.
Binivîsînin!

Pîrê nemire bihar hat, kero nemire qîvar hat!
Tirkên hîn nuh ji ser pişta ker û hesp û qantiran peya bûne, nêt xera kirine herin ser heyv û Marsê...
Û hîn tirimbêla ku wê pê herin ser heyv û Marsê îcat nekirine, nîqaşên li ser bidestxistina kolonîyan dest pê kir.
Li ser axa Marsê kî yê ku dagir bike; ku yê para kê bikeve?
Normal e!
Genên wan genî ne û tenê li ser kuştin, qirkirin, talankirin û dagirkirinê difikirin.

Berf, tenê li xwezayê tê;
mîna bûkeke serxêlî ya bi bûkanîya spî paktîyê sembolîze dike, berf jî xêlî û bûkanîya xwezayê ye.
Berf li bajaran nayê; di bin şopa nigên însên û tekerên tirimbêlan de, berf bajêr mîna zir sergoyekî nîşan dide...
Nahlet li romantîzma we ya ji bo min romatîzma ye, bê!

Û pere jî pere nake, heger ew pere yê ji bo kêf û ger û zewq û bextewarîya te nebe kole...

Û dîsa û
Pişkandin nîv orgazmek e, lê carina dema hindik dimîne meriv bipişke û ew pişkîn xwe bi paş ve dikişîne, şeytan bi meriv bikene, çêtir e.

Gotina Dawî
Di şerê Xwedê û Şeytên ê desthilatdarîyê de, roj bi roj Xwedê ber bi têkçûyînê ve dihere...

18 Şubat 2021 Perşembe

şeva regaîbê

Şeva Regaîbê anku şeva Xwedê rehm û xêr û bereket û alîkarîyê belav dike...
Lê heta nuha ji vê rehm û xêr û bereket û alîkarîyê kê çi bi dest xistîye?
Nizanim.
Mesela:
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê birçîyek şîyar bûye û li ser sifreya xwe ya her sibeh nanê tisî diçîne çayê, penêr, hêk, to, hinguv û zeytûn dîtîye...
Hîn min nebihîstîye piştî keçekê destên xwe li ber Xwedayê xwe vekirine û li ser daxwaz û duayên wê, sibeha vê şevê bavê wê ji dêvla pismamê wê ew daye dildarê wê...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê li ser bergerîna zarokeke berşîr, Xwedê destê xwe ji pêxîla dêya vê zarokê kişandîye û nehiştîye ev zarok sêwî bimîne...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê li ser gilî û gazinên bindestan, bindest ji zilma serdestan xelas bûne...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê kedkaran têr xwarine û di çavên kedxwaran re derketîye...
Hîn min nebihîstîye sibeha vê şevê li ser bergerîn û daxwaza dêyeke bindest, law an jî keça wê ji nav destê serdestan rizgar bûye û ji mirinê filitîye...
Bi kin û kurmancî:
Hîn min nebihîstîye bê sibeha vê şevê ev rehm û xêr û bereket û alîkarî li gorî kîjan pîvanê û kî li kê û li ku belav dike?
Û bi qasî min bihîstîye tenê birçî, sêwî, ketî, bindest û kezebşewitî di vê şevê de destên xwe li ber Xwedê vedikin û dua û îbadetê dikin.
De bila destên we her vekirî, enîya we jî her li erdê be; 
belkî dora rehm û xêr û bereket û alîkarîyê bê we jî...
We got "Regaîb!"
Ew jî rojeke ji rojên din e; ne kêm, ne zêde;
tam 24 seet...

17 Şubat 2021 Çarşamba

tuwalet

Mîzê zor da min, ez çûm tuwaletê.
Ji tirsa prostatê ji mêj de ye hew şipîya dimîzim; mîna sofîyan...
Te dît sofî dibêjin mîztina şipîyakî guneh e.
Nizanim ka çi qasî rast e(!)
Nebû ez ê ji doktorê xwe bipirsim; 
Esero ji min re bibêje li ser piştê vekeve, rep bike û bireşîne hewa û bila mîna baranê bi ser te de bibare jî, ez ê wek wî bikim.
Doktor çi pêşnîyar bikin, ji bo çêya meriv e; divê meriv şîret û pêşnîyarên wan bike guhar û...
De îja hûn wî guharî bi ku xwe ve dikin, hûn serbest in.
Axir, ez zêde dernekevim derveyî tuwaletê, pardon, derveyî mijarê...
Ez li ser kevirê klozetê rûniştim.
Heşa ji huzûra we, eyb e meriv bibêje, li hundirê xênî du tuwalet hene, 
lê her du jî alafiranga ne; lewra kes ji me destmêj nagire; 
wexta bawermendek dadigere jî, heta ew xwedêjêsitend destmêj digire, deh caran pozîsyona qûna xwe diguhere.
Erê, li hundirê xênî du tuwalet hene, lê li yekê kitêb heye, li yekê tune ye; 
jixwe ya kitêb lê tune ye, bi piranî ji bo mîztinê ye.
Tebhekî min heye, çi kitêba bi darê zorê ez dixwînim, ez dibim datînim tuwaletê; 
ji mecbûrî mabe jî ez zanim ez ê rahêjimê û bixwînim.
De ez li tuwaletê rûniştime, nabe ez bi nav bikim, lê jixwe yên tenê li tuwaletan tên xwendin, ew xwe zanin, 
hewce nake em li rehetgehê wan nerehetîyan nerehet bikin.
Li hember min topeke ji pêlîstinê kevn bûye sekinîye, li min dinere, ez jî li wê; 
top mîna dinyaya em li ser in pîne pîne ye; tu yê sûnd bixwî her pîneyek welatekî sembolîze dike.
Çavên min li ser wê topê, ez ketim nav xewn û xeyalan û ponijîm!
Ji nişka ve ez veciniqîm!
Çavên min li ser topê, tew min dît ez di xeyalên xwe de derketime lêgerînekê; 
li nexşeya welatê xwe digerim.
Xwedê kesî bêwelat nehêle.
Bêwelatî zor e, mîna bêdêtîyê ye; ji awir û dilqê meriv sêwîtî difûre...
Berî ji nû ve mîza min bê, ez rabûm ser xwe, lê çîpê min ê çepê ji hişkbûna kevirê klozetê pûç bûbû.
Min destê xwe avêt çemilê derî, hîn min derî venekiribû, çavên min dîsa çûn ser wê topê û ji kûrayîya kezebê min keserek kişand...

Gotina Dawî
Heger berî mirinekê ez bibînim welatê min azad û serbixwe bûye, ez ê li şûna wê topê di şeklê topê de nexşeya dinyayê bibim deynim tuwaletê 
û her cara ez herim lê rûnim, ji dêvla xwendina kitêbê, bi deqeyan ez ê li nexşeya welatê xwe binerim û xwe rehet bikim; him jêra xwe, him jora xwe...

15 Şubat 2021 Pazartesi

bindestî

Ji mizgefta taxa jêrîn bîst gavekî wê de, 

li ser xanîyekî axînî, 

jinek temenê wê li dora mirinê, 

pişta wê li bakur, 

berê wê li başûr, 

serê wê di ber wê de, 

piştxûz, 

bi herîyê destmêj digirt li ber azana meleyê ku 

ji bo nimêjê xelk li xwe vedihewand, wê esiriyê.

Ne Xwedê li ser bala wê bû,

ne mele,

ne jî nimêja wê kêlîyê.

Bi wan destên xwe yên kedê li ser wan li xwe dixist, 

bi herîyê ser pişta xanîyê xwe yê mîna rûyê xwe yê qelişî diseyinand ji bo zivistanî xwe biparêze ji xezeba Xwedê.

Borîna çêlekekê bilind dibû

û bi ser dengê melê diket wê esiriyê;

yan ji bo teşteke ka bû

yan jî digot ka avê.

Ji borîna çêlekê dengê melê neçû kevanîya malê;

gunehê wê rebenê ket stuyê çêlekê;

ne ji borîna wê bêxwedîya çêlekê bûya,

nimêja wê lê nediçû wê esirîyê.

Jina piştxûz rabû ser xwe,

destê xwe ji nav herîyê derxist

û xist newqa xwe, got,

"Haa Gozê! Ma qey dengê wê çêleka reben î bêziman nayê te tu rabî xwe bikî qurbana wê û kulmeke ka bidê, lêê!"

Dû re,

du niqut av ji jor de niqutî nav herîya ber wê.

Li ser xwe li jor nêrî,

her du destên xwe bilind kirin û got, 

"De îja bigirî li ser bêkêrîya xwe, ya Xwedayê êşê!"

14 Şubat 2021 Pazar

şeytanî

Ji nişka xwe Xwedayê sererd û binerd bi xwe hisîya, veciniqî û çeng bû ser xwe.
Rabû li ser qûna xwe rûnişt; di bin berfê de mabû; 
ji êvar de xwe kifş hiştibû, bêyî ku xwe binixumîne, lihêfekê biavêje ser xwe, di xew re çûbû.
Li dora xwe nerî, Cibo (Berdevkê wî) û milyaketên din ên endamê konseyê li bin kon, lihêf kişandibûn ser serê xwe,xurexura wan bû, qûn li xewê diqetandin.
Bi hêrs bang kir!
Ji qîrîna wî li ser erdê û li bin erdê çi qas candar hene, hemû ji xewê çeng bûn ser xwe; tirs û xofê seranserê gerdûnê dîl girt; 
baş zanîbûn wexta midûr hêrs dibe û diqehere, rewş diguhere, rewşeke awarte dest pê dike.
Cibo anku berdevkê wî bi qûnkişkê û bi tirs ber bi wî ve hat:
-Tu çima hêrs bûyî, kê tu aciz kirîyî, ezxulam?
Reb, berfa xwe li ser rîh û simbêlê wî girtibû, bi kefa destê xwe paqij kir û fitilî ser Cibo, awirek dayê, qudûmê wî şikenand:
-Ez midûrê vê gerdûnê bim, li vê naverastê serkifşbûyî di xew re herim û di bin berfê de biricifim, hûn jî li bin konê xwe lihêfan li xwe bipêçin û kêfa belek bikin! Ne ez ê di dîn û dîyaneta we nim ha!
Cibo devê xwe bir û anî, lê nizanîbû wê çi bersivê bidê; midûr pir hesas bû, ji mêşê hiltanî:
-Ya Reb, berî tu yê li me rep bikî, ka li min xulamê xwe guhdarî bike.
-Qûna xwe bi vir de û wê de nebû û neyne, Cibo! Guhê min li te ye...
-Ezxulam, xwe aciz meke, lê yê Midûr tu yî. Bêyî te kes nikare tirekê bike. Ma hed û kîloyê me çi ye em rabin aqil bifiroşin te.
-Kuro, min erd û esman çêkirin, min hemû candar afirandin, min hûn çêkirin û bêyî îradeya min ez nahêlim yek ji we tenê tirekê jî bike, lê dikim nakim aqilê min nagihêjê bê berf ê kengî bibare, loma jî pirê caran dema di xew de me ev berf dibare û sibehê jî dema ez şîyar dibim, ez dinerim tew min serma girtîye.
Cibo di ber xwe de got, "Te pê girtîye" lê deng neçû Midûr:
-Roja înê li ser çîyayê Alahuekber ez ê kongreya 99emîn çêkim, ji endamên konseyê re bibêje bila hazir û amade bin.
Hîn peyva wî bi dawî nebûbû, şeş caran li ser hev pişkîya; 
bi pişkîna şeşan re ba bi ber wî ket, ne fis bû, ne jî tir, lê deng çû Cibo. 
Cibo beyî ku Midûr bi xwe bihisîne, di bin simbêlan de kenîya û bi dengekî nizm got, "Weleh te bizinkî kir” û fitilî ser Midûr:
-Her bijî, ya Reb, xweş bijî, ya Rep!
Midûr li tîpa "p"yê hayîl nebû; jixwe vê pêla dawî guh jî lê giran bûbû...
...
Roja înê li ser çîyayê Alahuekber konsey civîya. Ji bilî Midûr di destê her kesî de berbarank-şemsîye hebû.
Midûr li wan û berbarankên nerî, li wan şaş ma û tirsekê seranserê bedena wî dîl girt:
-Ew berbarankên di destên we de çi ne? Xêr e, qey dilê we û darbeyekê heye?
Di nav wê qelebalixîyê de çavên xwe li Cibo gerandin. 
Cibo ji nav qelebalixîyê rabû ser xwe, bi lez ber bi wî ve çû. 
Midûr awirek tê de firand, ziravê wî qetîya:
-Ev çi berbarank in, Cibo? Qey hûn hazirîya şoreşekê dikin û hûn ê navê vê şoreşê jî bikin, "Şoreşa Berbarankê"?
-Na ezxulam. Heşa! Ma em karin bêyî te şoreş moreşan çêkin! Xweda tu yî! Reb tu yî û kes nikare li te rep bike...
Gotina dawî ya piştî "û"yê di ber xwe de bi dengekî nizm got; Reb peyva rep nebihîst.
-Lê ev berbarank merbarank çi ne, Cibik efendî?
-Ezxulam, doh bi şev meteorolojîyê got berf ê bibare, em jî bi tedbîr hatin, loma. Heşa! Îja darbe, şoreş! Em çi tahjî ne ku em ê rabin serî li ber te rakin! Tobe!
-Meteorolojî çi kîrê min e, Cibik? Tiştên ez nizanibim, hukm û qudreta min nikaribe, meteorolojî kî ye? Çawa kare? Tiştek bi xweber çênabe, her tişt bi min çêdibe, lê ev meteorolojî çi ye, ji ku derket? Çima haya min jê tune? Heger ne darbe ye, çi ye ev? Ma pêşîyên însên negotine, "Heger ne fen e, ev çi ben e!" 
Cibo devê xwe xist guhê Midûr:
-Ezxulam, li jêrzemînê însan jê re dibêjin karê şeytanî! Li gorî zanîna vê zanistîyê meriv kare bûyerên xwezayê berî biqewimin jî texmîn bike. Doh em li ber televizyonê rûniştibûn, meteorolojîyê got sibê pişt nîvro berf ê bibare...
Berf ji nav lêvên Cibo filitî nefilitî, berfê dest pê kir. 
Midûr li jor nerî, gulîyên berfê mîna guleyên mîtralyozê bi ser de dibarîya; 
çav di serî de sor bûn û bi ser erd û esmên de qîrîya:
-Minnn pêêê girttttt!
Û textê wî di bin wî de hat xwarê.

13 Şubat 2021 Cumartesi

fahşîtîya min û durûtîya civakê

Dema ez li ser mijarên nîyhanîst-seksîst dipeyivim-dinivîsînim, endamên malbatê xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna wan, dema ez qala mijarên zayendî-cinsî dikim, li ber çavê civakê ez dibim tolazekî bêkêr û xwe biçûk dixim; 
loma jî endamên malbatê; 
çi dê, 
çi bira, 
çi xwişk, 
hewl didin min li ber çavê civakê pêjinxweş-sempatîk bikin.
Ne ku li ber min dikevin, ew bi xwe xwe ne baş hîs dikin, loma vê daxwazê li min dikin.
Ez ê zimanê xwe di ber di jêkim û bi mejîyê xwe re bixeyidim, da ku li ber çavê malbatê reş nebim...

Dema ez li ser mijarên dînî dipeyivim-dinivîsînim, dîndar xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna dîndaran, pêwîst e meriv dîn neke benîşt û necû; 
dîn ne mijarek e ku meriv li ser nîqaşê bike; bibêje, "Estexfurallah" û ne xwe biêşîne, ne jî bihêle dîndar meriv biêşînin. 
Civak dîndar e û hesasîyetên dîn û dîndaran hene;
heger meriv qerf û tinazên xwe bi van hesasîyetan bike, civak qebûl nake; 
ji van hesasîyetan bêhna civakê teng e; 
heger meriv guh nede van hesasîyetan, civak ê li meriv jî teng bibe...
Loma jî...
Divê ez qerf û tinazên xwe bi dîn û dîndaran jî nekim, da ku li ber çavê civakê wek şeytanê nahletulah xuya nebim.

Dema ez li ser sîyaset û îdeolojîyan dipeyivim-dinivîsînim, vê carê jî mirîd xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna wan, heqê kesî tune ye meriv partî û rêxistina wan li ber çavê wan reş bike; 
karê ne karê meriv be, divê meriv li ser nepeyive, nenivîsîne.

Tu yê sûnd bixwî mesele tune ye ez ê rûnim li ser kîr û quz bipeyivim-binivîsînim, ez ê rabim li ser sîyaset û dîn û dîndaran bipeyivim-binivîsînim?
Qey heta ez xwe fahş nekim sebra min nayê?
Çima wek her kesî pêjna xwe xweş û xwe sempatîk nakim?
Ma ez dijminê xwe me ez xwe bêhuzûr dikim?

Gotina Dawî
Jixwe çi hatîye serê vê civakê, ji ber pêjinxweş û sempatîkên durû hatîye serê vê civakê.
Li nav malê bi "edeb" in, lê li ser dilê qahpikan pûştên bêehlaq in;
li cem dîndaran "dîndar" in, lê li cem xwedanenasan kurkure û kuşkuşe û megaloman in;
li cem serxwebûnxwazan, "serxwebûnxwaz" in, lê ji bo berjewendîyên xwe karin serxwebûnê bikin qurbana serê xwe;
li cem çepgiran "çepgir" in, lê ji bo qoltixekê rastgir in û rast tevdigerin;
li cem lîberalan "lîberal" in, lê ew bi xwe lîberlal in;
li cem jinan feminîst in, lê li ser dilê jinan mêrsîstên oportunîst in;
Loma jî...
Ez ê her ez bim û ez ê nehêlim ez li ber çavê malbat û civak û mirîdan bibim pêjinxweş û sempatîkekî durû...

12 Şubat 2021 Cuma

lixwemikurhatin

Şîno ji serşokê derket, derbasî odeya xwe bû.
Çû ji dolabê ji bo xwe çend perçe kinc eciband, li xwe kir û ber bi derîyê salonê ve meşîya; hîn sola xwe nexistibû pê, deng bi telefonê ket:
-Berxê!
-Berxo, karekî min derket, li min negire, ez ê nikaribim derkevim; bibore.
Bi qasî bêhnekê li cîyê xwe sar sekinî; xwe tevneda. 
Kêfa wî lê qewitî.
Paş ve li odeya xwe vegerîya. 
Teva kincên xwe çû li ser dîvanê xwe dirêj kir, her du destên xwe kirin bin serê xwe û çav kutan esmanê odeyê.
Ji bo vê rojê hefteyekê xwe girtibû; neçûbû neketibû himbêza kesî.
Çi bikira!
Masturbasyon!
Lê dû re ji vê fikrê vegerîya; hîs kir masturbasyon ne çare ye, bi masturbasyonê kurmê wî yê neşikê...
Ji nişka ve rabû li qûn rûnişt, rahişt telefona xwe, ket rehberê û dest bi lêgerînê kir.
Li ser navekî sekinî, lê di erênayê de ma; neket serê wî, lêgerîna xwe berdewam kir. 
Li ser navekî din sekinî, dev li lêva xwe ya jêrîn kir û telefonî wê kir:
-Ooo!
-Handan!
-Gur li ku mirîye! Ez dihatim bîra te?
-Tu hîç ji bîra min dernakevî, îja dihatim bîra te çi ye qahpikê!..
-Ez bi qûna te zanim, heta tu mecbûr nemînî, ez nayêm bîra te.
Her du jî kenîyan.
-Handan, tu li ku yî, çi dikî?
-Li mal im, li ber tvyê rûniştime, di netflîxê de li rêzefîlmekî dinerim. Ka were em bi hev re lê binerin.
Kenekî qahpikane ji nav lêvên Handanê pengizî, di guhê Şîno de olan da.
-Heta seetekê li cem te me.
-Çii? Na, nabe. Min henek kir, dîno!
-Keçê, ez henek menekan nizanim, agir bi doxîna min ketîye, heger neyêm bi te de neteqim, ez ê bi xwe de biteqim û xwe perîşan bikim. Li mejîyê min xistîye, divê ez werim xwe rehet bikim.
-Himm! Min fêhm kir, wek her car dîsa hinekan plan û programa te serobinî hev kirîye û serê wî di nav destê te de maye.
Dîsa kenekî qahpikane di guhê Şîno de olan da.
-Off Handan! Min bêrîya te kirîye û ez pir te dixwazim. Heger ez îroj nenim te, ez ê di xwe nim!
-Şîno nabe, jixwe îşev dildarê min ji Mersînê tê, divê ez hazirîyê bikim.
-Off Handan! Tu li ku, şev li ku; tenê du seet. Pleasee! Tenê du seet! Haydê lêê!..
-Manyax! Nabe. Ez dibêjim dildarê min tê, tu dibêjî du seet yaa!
-Handan, ma bi qasî dildarê te jî qîmetê min nema ye li cem te, hi ii?
Bi qasî kêlîyekê bêdengî çêbû. Her du jî nepeyivîn; ji bilî dengê nefesa wan...
-Tenê du seet, temam?
-Off! Temam, tenê du seet, berxê. Ez te bixwim, bixwim, bixwim. Heta seetekê li wir im. Çi lazim e?
-Ji me re bîra bîne.
-Temam.
Şîno bi kêf rabû ser xwe, ber bi derîyê salonê ve meşîya, daqûl bû, sola xwe xist pê û xwe li derve qewimand.
...
Derî vebû, Şîno li ber derî sekinîbû.
Di destê Şîno de kîsikekî reş, di kîsik de çend şûşe bîra û hin çerêz...
Handan teva binkirês ew pêşwazî kir; binkirasekî transparan î reş..
Binkirasê wê bi zorê tangayê wê yê sor veşartibû.
Şîno, berî gava xwe biavêje hundir, ji binê nigên wê heta tepelika serê wê çavên xwe li ser sîng û berên wê gerandin; 
xwezîya xwe daqurtand wexta çavên wî li texma memikan sekinîn.
Serê memikan mîna du mewîjan di bin kirasê transparan de hêç ketibûn.
Bi gavavêtina hundir re Şîno serê xwe ber bi serê wê ve xwar kir û lêva wê ya jêrîn di nav lêvên xwe de guvajt; 
Şîno ji paş ve nigê xwe rakir û derî li ser xwe û wê girt.
Li binya nivînan şûşeyên vala gindirîbûn ser kincên wan.
Şîno di bin Handanê de, nalenala wan bi dîwarên odeyê ve radipelikî.
Şilfîtazî mîna du maran xwe li hev gerandibûn; geh Handan hildikişîya ser dilê Şîno, geh Şîno Handan dikişand bin xwe; 
di wê sermaya derve de hundir bûbû dojeh, xwêdan zîpikzîpikî digindirî li ser bedenan.
Şîno her du çîpên Handanê li nava xwe pêçan, devê xwe xist cotmemikan û bi haweyekî rîtmîk mîna danseke romantîk hêdî hêdî çûn û hatin, çûn û hatin û xwe di hev de vala kirin, 
lê Şîno ji ser wê ranebû. 
Lêvên xwe bi lêvên wê ve venîşt, maçî kir û serê xwe danî ser cotmemikan, li ser wê pal da.
Handan devê xwe ber bi guhê wî ve bir û bi dengekî nerm î azwerî got:
-Çi cara ez yekî bera ser xwe didim, ji wî re dibêjim, lampeyê vemirîne; ji ber ku di tarîyê de her kes dibe tu...

11 Şubat 2021 Perşembe

eşq

Eşq çi ye, tu zanî xorto?

Bifikire...

Zivistan e, 

erd ji seqemê pûç bûye,

bi seetan li derve,

li ber wê seqemê

nod û neh caran te dîn guheriye

û tu dikevî hundir...

Li hundir 

ji tîna agirê sobeyê qîrînî bi êzingan ketîye,

dîwar digirîn,

lê tu revî revî dîsa xwe li derve,

xwe li wê seqemê diqewimînî...

Erê, 

eynê tiştekî wisa ye, eşq!