17 Şubat 2021 Çarşamba

tuwalet

Mîzê zor da min, ez çûm tuwaletê.
Ji tirsa prostatê ji mêj de ye hew şipîya dimîzim; mîna sofîyan...
Te dît sofî dibêjin mîztina şipîyakî guneh e.
Nizanim ka çi qasî rast e(!)
Nebû ez ê ji doktorê xwe bipirsim; 
Esero ji min re bibêje li ser piştê vekeve, rep bike û bireşîne hewa û bila mîna baranê bi ser te de bibare jî, ez ê wek wî bikim.
Doktor çi pêşnîyar bikin, ji bo çêya meriv e; divê meriv şîret û pêşnîyarên wan bike guhar û...
De îja hûn wî guharî bi ku xwe ve dikin, hûn serbest in.
Axir, ez zêde dernekevim derveyî tuwaletê, pardon, derveyî mijarê...
Ez li ser kevirê klozetê rûniştim.
Heşa ji huzûra we, eyb e meriv bibêje, li hundirê xênî du tuwalet hene, 
lê her du jî alafiranga ne; lewra kes ji me destmêj nagire; 
wexta bawermendek dadigere jî, heta ew xwedêjêsitend destmêj digire, deh caran pozîsyona qûna xwe diguhere.
Erê, li hundirê xênî du tuwalet hene, lê li yekê kitêb heye, li yekê tune ye; 
jixwe ya kitêb lê tune ye, bi piranî ji bo mîztinê ye.
Tebhekî min heye, çi kitêba bi darê zorê ez dixwînim, ez dibim datînim tuwaletê; 
ji mecbûrî mabe jî ez zanim ez ê rahêjimê û bixwînim.
De ez li tuwaletê rûniştime, nabe ez bi nav bikim, lê jixwe yên tenê li tuwaletan tên xwendin, ew xwe zanin, 
hewce nake em li rehetgehê wan nerehetîyan nerehet bikin.
Li hember min topeke ji pêlîstinê kevn bûye sekinîye, li min dinere, ez jî li wê; 
top mîna dinyaya em li ser in pîne pîne ye; tu yê sûnd bixwî her pîneyek welatekî sembolîze dike.
Çavên min li ser wê topê, ez ketim nav xewn û xeyalan û ponijîm!
Ji nişka ve ez veciniqîm!
Çavên min li ser topê, tew min dît ez di xeyalên xwe de derketime lêgerînekê; 
li nexşeya welatê xwe digerim.
Xwedê kesî bêwelat nehêle.
Bêwelatî zor e, mîna bêdêtîyê ye; ji awir û dilqê meriv sêwîtî difûre...
Berî ji nû ve mîza min bê, ez rabûm ser xwe, lê çîpê min ê çepê ji hişkbûna kevirê klozetê pûç bûbû.
Min destê xwe avêt çemilê derî, hîn min derî venekiribû, çavên min dîsa çûn ser wê topê û ji kûrayîya kezebê min keserek kişand...

Gotina Dawî
Heger berî mirinekê ez bibînim welatê min azad û serbixwe bûye, ez ê li şûna wê topê di şeklê topê de nexşeya dinyayê bibim deynim tuwaletê 
û her cara ez herim lê rûnim, ji dêvla xwendina kitêbê, bi deqeyan ez ê li nexşeya welatê xwe binerim û xwe rehet bikim; him jêra xwe, him jora xwe...

15 Şubat 2021 Pazartesi

bindestî

Ji mizgefta taxa jêrîn bîst gavekî wê de, 

li ser xanîyekî axînî, 

jinek temenê wê li dora mirinê, 

pişta wê li bakur, 

berê wê li başûr, 

serê wê di ber wê de, 

piştxûz, 

bi herîyê destmêj digirt li ber azana meleyê ku 

ji bo nimêjê xelk li xwe vedihewand, wê esiriyê.

Ne Xwedê li ser bala wê bû,

ne mele,

ne jî nimêja wê kêlîyê.

Bi wan destên xwe yên kedê li ser wan li xwe dixist, 

bi herîyê ser pişta xanîyê xwe yê mîna rûyê xwe yê qelişî diseyinand ji bo zivistanî xwe biparêze ji xezeba Xwedê.

Borîna çêlekekê bilind dibû

û bi ser dengê melê diket wê esiriyê;

yan ji bo teşteke ka bû

yan jî digot ka avê.

Ji borîna çêlekê dengê melê neçû kevanîya malê;

gunehê wê rebenê ket stuyê çêlekê;

ne ji borîna wê bêxwedîya çêlekê bûya,

nimêja wê lê nediçû wê esirîyê.

Jina piştxûz rabû ser xwe,

destê xwe ji nav herîyê derxist

û xist newqa xwe, got,

"Haa Gozê! Ma qey dengê wê çêleka reben î bêziman nayê te tu rabî xwe bikî qurbana wê û kulmeke ka bidê, lêê!"

Dû re,

du niqut av ji jor de niqutî nav herîya ber wê.

Li ser xwe li jor nêrî,

her du destên xwe bilind kirin û got, 

"De îja bigirî li ser bêkêrîya xwe, ya Xwedayê êşê!"

14 Şubat 2021 Pazar

şeytanî

Ji nişka xwe Xwedayê sererd û binerd bi xwe hisîya, veciniqî û çeng bû ser xwe.
Rabû li ser qûna xwe rûnişt; di bin berfê de mabû; 
ji êvar de xwe kifş hiştibû, bêyî ku xwe binixumîne, lihêfekê biavêje ser xwe, di xew re çûbû.
Li dora xwe nerî, Cibo (Berdevkê wî) û milyaketên din ên endamê konseyê li bin kon, lihêf kişandibûn ser serê xwe,xurexura wan bû, qûn li xewê diqetandin.
Bi hêrs bang kir!
Ji qîrîna wî li ser erdê û li bin erdê çi qas candar hene, hemû ji xewê çeng bûn ser xwe; tirs û xofê seranserê gerdûnê dîl girt; 
baş zanîbûn wexta midûr hêrs dibe û diqehere, rewş diguhere, rewşeke awarte dest pê dike.
Cibo anku berdevkê wî bi qûnkişkê û bi tirs ber bi wî ve hat:
-Tu çima hêrs bûyî, kê tu aciz kirîyî, ezxulam?
Reb, berfa xwe li ser rîh û simbêlê wî girtibû, bi kefa destê xwe paqij kir û fitilî ser Cibo, awirek dayê, qudûmê wî şikenand:
-Ez midûrê vê gerdûnê bim, li vê naverastê serkifşbûyî di xew re herim û di bin berfê de biricifim, hûn jî li bin konê xwe lihêfan li xwe bipêçin û kêfa belek bikin! Ne ez ê di dîn û dîyaneta we nim ha!
Cibo devê xwe bir û anî, lê nizanîbû wê çi bersivê bidê; midûr pir hesas bû, ji mêşê hiltanî:
-Ya Reb, berî tu yê li me rep bikî, ka li min xulamê xwe guhdarî bike.
-Qûna xwe bi vir de û wê de nebû û neyne, Cibo! Guhê min li te ye...
-Ezxulam, xwe aciz meke, lê yê Midûr tu yî. Bêyî te kes nikare tirekê bike. Ma hed û kîloyê me çi ye em rabin aqil bifiroşin te.
-Kuro, min erd û esman çêkirin, min hemû candar afirandin, min hûn çêkirin û bêyî îradeya min ez nahêlim yek ji we tenê tirekê jî bike, lê dikim nakim aqilê min nagihêjê bê berf ê kengî bibare, loma jî pirê caran dema di xew de me ev berf dibare û sibehê jî dema ez şîyar dibim, ez dinerim tew min serma girtîye.
Cibo di ber xwe de got, "Te pê girtîye" lê deng neçû Midûr:
-Roja înê li ser çîyayê Alahuekber ez ê kongreya 99emîn çêkim, ji endamên konseyê re bibêje bila hazir û amade bin.
Hîn peyva wî bi dawî nebûbû, şeş caran li ser hev pişkîya; 
bi pişkîna şeşan re ba bi ber wî ket, ne fis bû, ne jî tir, lê deng çû Cibo. 
Cibo beyî ku Midûr bi xwe bihisîne, di bin simbêlan de kenîya û bi dengekî nizm got, "Weleh te bizinkî kir” û fitilî ser Midûr:
-Her bijî, ya Reb, xweş bijî, ya Rep!
Midûr li tîpa "p"yê hayîl nebû; jixwe vê pêla dawî guh jî lê giran bûbû...
...
Roja înê li ser çîyayê Alahuekber konsey civîya. Ji bilî Midûr di destê her kesî de berbarank-şemsîye hebû.
Midûr li wan û berbarankên nerî, li wan şaş ma û tirsekê seranserê bedena wî dîl girt:
-Ew berbarankên di destên we de çi ne? Xêr e, qey dilê we û darbeyekê heye?
Di nav wê qelebalixîyê de çavên xwe li Cibo gerandin. 
Cibo ji nav qelebalixîyê rabû ser xwe, bi lez ber bi wî ve çû. 
Midûr awirek tê de firand, ziravê wî qetîya:
-Ev çi berbarank in, Cibo? Qey hûn hazirîya şoreşekê dikin û hûn ê navê vê şoreşê jî bikin, "Şoreşa Berbarankê"?
-Na ezxulam. Heşa! Ma em karin bêyî te şoreş moreşan çêkin! Xweda tu yî! Reb tu yî û kes nikare li te rep bike...
Gotina dawî ya piştî "û"yê di ber xwe de bi dengekî nizm got; Reb peyva rep nebihîst.
-Lê ev berbarank merbarank çi ne, Cibik efendî?
-Ezxulam, doh bi şev meteorolojîyê got berf ê bibare, em jî bi tedbîr hatin, loma. Heşa! Îja darbe, şoreş! Em çi tahjî ne ku em ê rabin serî li ber te rakin! Tobe!
-Meteorolojî çi kîrê min e, Cibik? Tiştên ez nizanibim, hukm û qudreta min nikaribe, meteorolojî kî ye? Çawa kare? Tiştek bi xweber çênabe, her tişt bi min çêdibe, lê ev meteorolojî çi ye, ji ku derket? Çima haya min jê tune? Heger ne darbe ye, çi ye ev? Ma pêşîyên însên negotine, "Heger ne fen e, ev çi ben e!" 
Cibo devê xwe xist guhê Midûr:
-Ezxulam, li jêrzemînê însan jê re dibêjin karê şeytanî! Li gorî zanîna vê zanistîyê meriv kare bûyerên xwezayê berî biqewimin jî texmîn bike. Doh em li ber televizyonê rûniştibûn, meteorolojîyê got sibê pişt nîvro berf ê bibare...
Berf ji nav lêvên Cibo filitî nefilitî, berfê dest pê kir. 
Midûr li jor nerî, gulîyên berfê mîna guleyên mîtralyozê bi ser de dibarîya; 
çav di serî de sor bûn û bi ser erd û esmên de qîrîya:
-Minnn pêêê girttttt!
Û textê wî di bin wî de hat xwarê.

13 Şubat 2021 Cumartesi

fahşîtîya min û durûtîya civakê

Dema ez li ser mijarên nîyhanîst-seksîst dipeyivim-dinivîsînim, endamên malbatê xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna wan, dema ez qala mijarên zayendî-cinsî dikim, li ber çavê civakê ez dibim tolazekî bêkêr û xwe biçûk dixim; 
loma jî endamên malbatê; 
çi dê, 
çi bira, 
çi xwişk, 
hewl didin min li ber çavê civakê pêjinxweş-sempatîk bikin.
Ne ku li ber min dikevin, ew bi xwe xwe ne baş hîs dikin, loma vê daxwazê li min dikin.
Ez ê zimanê xwe di ber di jêkim û bi mejîyê xwe re bixeyidim, da ku li ber çavê malbatê reş nebim...

Dema ez li ser mijarên dînî dipeyivim-dinivîsînim, dîndar xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna dîndaran, pêwîst e meriv dîn neke benîşt û necû; 
dîn ne mijarek e ku meriv li ser nîqaşê bike; bibêje, "Estexfurallah" û ne xwe biêşîne, ne jî bihêle dîndar meriv biêşînin. 
Civak dîndar e û hesasîyetên dîn û dîndaran hene;
heger meriv qerf û tinazên xwe bi van hesasîyetan bike, civak qebûl nake; 
ji van hesasîyetan bêhna civakê teng e; 
heger meriv guh nede van hesasîyetan, civak ê li meriv jî teng bibe...
Loma jî...
Divê ez qerf û tinazên xwe bi dîn û dîndaran jî nekim, da ku li ber çavê civakê wek şeytanê nahletulah xuya nebim.

Dema ez li ser sîyaset û îdeolojîyan dipeyivim-dinivîsînim, vê carê jî mirîd xwe aciz dikin; 
li gorî fikir û nerîna wan, heqê kesî tune ye meriv partî û rêxistina wan li ber çavê wan reş bike; 
karê ne karê meriv be, divê meriv li ser nepeyive, nenivîsîne.

Tu yê sûnd bixwî mesele tune ye ez ê rûnim li ser kîr û quz bipeyivim-binivîsînim, ez ê rabim li ser sîyaset û dîn û dîndaran bipeyivim-binivîsînim?
Qey heta ez xwe fahş nekim sebra min nayê?
Çima wek her kesî pêjna xwe xweş û xwe sempatîk nakim?
Ma ez dijminê xwe me ez xwe bêhuzûr dikim?

Gotina Dawî
Jixwe çi hatîye serê vê civakê, ji ber pêjinxweş û sempatîkên durû hatîye serê vê civakê.
Li nav malê bi "edeb" in, lê li ser dilê qahpikan pûştên bêehlaq in;
li cem dîndaran "dîndar" in, lê li cem xwedanenasan kurkure û kuşkuşe û megaloman in;
li cem serxwebûnxwazan, "serxwebûnxwaz" in, lê ji bo berjewendîyên xwe karin serxwebûnê bikin qurbana serê xwe;
li cem çepgiran "çepgir" in, lê ji bo qoltixekê rastgir in û rast tevdigerin;
li cem lîberalan "lîberal" in, lê ew bi xwe lîberlal in;
li cem jinan feminîst in, lê li ser dilê jinan mêrsîstên oportunîst in;
Loma jî...
Ez ê her ez bim û ez ê nehêlim ez li ber çavê malbat û civak û mirîdan bibim pêjinxweş û sempatîkekî durû...

12 Şubat 2021 Cuma

lixwemikurhatin

Şîno ji serşokê derket, derbasî odeya xwe bû.
Çû ji dolabê ji bo xwe çend perçe kinc eciband, li xwe kir û ber bi derîyê salonê ve meşîya; hîn sola xwe nexistibû pê, deng bi telefonê ket:
-Berxê!
-Berxo, karekî min derket, li min negire, ez ê nikaribim derkevim; bibore.
Bi qasî bêhnekê li cîyê xwe sar sekinî; xwe tevneda. 
Kêfa wî lê qewitî.
Paş ve li odeya xwe vegerîya. 
Teva kincên xwe çû li ser dîvanê xwe dirêj kir, her du destên xwe kirin bin serê xwe û çav kutan esmanê odeyê.
Ji bo vê rojê hefteyekê xwe girtibû; neçûbû neketibû himbêza kesî.
Çi bikira!
Masturbasyon!
Lê dû re ji vê fikrê vegerîya; hîs kir masturbasyon ne çare ye, bi masturbasyonê kurmê wî yê neşikê...
Ji nişka ve rabû li qûn rûnişt, rahişt telefona xwe, ket rehberê û dest bi lêgerînê kir.
Li ser navekî sekinî, lê di erênayê de ma; neket serê wî, lêgerîna xwe berdewam kir. 
Li ser navekî din sekinî, dev li lêva xwe ya jêrîn kir û telefonî wê kir:
-Ooo!
-Handan!
-Gur li ku mirîye! Ez dihatim bîra te?
-Tu hîç ji bîra min dernakevî, îja dihatim bîra te çi ye qahpikê!..
-Ez bi qûna te zanim, heta tu mecbûr nemînî, ez nayêm bîra te.
Her du jî kenîyan.
-Handan, tu li ku yî, çi dikî?
-Li mal im, li ber tvyê rûniştime, di netflîxê de li rêzefîlmekî dinerim. Ka were em bi hev re lê binerin.
Kenekî qahpikane ji nav lêvên Handanê pengizî, di guhê Şîno de olan da.
-Heta seetekê li cem te me.
-Çii? Na, nabe. Min henek kir, dîno!
-Keçê, ez henek menekan nizanim, agir bi doxîna min ketîye, heger neyêm bi te de neteqim, ez ê bi xwe de biteqim û xwe perîşan bikim. Li mejîyê min xistîye, divê ez werim xwe rehet bikim.
-Himm! Min fêhm kir, wek her car dîsa hinekan plan û programa te serobinî hev kirîye û serê wî di nav destê te de maye.
Dîsa kenekî qahpikane di guhê Şîno de olan da.
-Off Handan! Min bêrîya te kirîye û ez pir te dixwazim. Heger ez îroj nenim te, ez ê di xwe nim!
-Şîno nabe, jixwe îşev dildarê min ji Mersînê tê, divê ez hazirîyê bikim.
-Off Handan! Tu li ku, şev li ku; tenê du seet. Pleasee! Tenê du seet! Haydê lêê!..
-Manyax! Nabe. Ez dibêjim dildarê min tê, tu dibêjî du seet yaa!
-Handan, ma bi qasî dildarê te jî qîmetê min nema ye li cem te, hi ii?
Bi qasî kêlîyekê bêdengî çêbû. Her du jî nepeyivîn; ji bilî dengê nefesa wan...
-Tenê du seet, temam?
-Off! Temam, tenê du seet, berxê. Ez te bixwim, bixwim, bixwim. Heta seetekê li wir im. Çi lazim e?
-Ji me re bîra bîne.
-Temam.
Şîno bi kêf rabû ser xwe, ber bi derîyê salonê ve meşîya, daqûl bû, sola xwe xist pê û xwe li derve qewimand.
...
Derî vebû, Şîno li ber derî sekinîbû.
Di destê Şîno de kîsikekî reş, di kîsik de çend şûşe bîra û hin çerêz...
Handan teva binkirês ew pêşwazî kir; binkirasekî transparan î reş..
Binkirasê wê bi zorê tangayê wê yê sor veşartibû.
Şîno, berî gava xwe biavêje hundir, ji binê nigên wê heta tepelika serê wê çavên xwe li ser sîng û berên wê gerandin; 
xwezîya xwe daqurtand wexta çavên wî li texma memikan sekinîn.
Serê memikan mîna du mewîjan di bin kirasê transparan de hêç ketibûn.
Bi gavavêtina hundir re Şîno serê xwe ber bi serê wê ve xwar kir û lêva wê ya jêrîn di nav lêvên xwe de guvajt; 
Şîno ji paş ve nigê xwe rakir û derî li ser xwe û wê girt.
Li binya nivînan şûşeyên vala gindirîbûn ser kincên wan.
Şîno di bin Handanê de, nalenala wan bi dîwarên odeyê ve radipelikî.
Şilfîtazî mîna du maran xwe li hev gerandibûn; geh Handan hildikişîya ser dilê Şîno, geh Şîno Handan dikişand bin xwe; 
di wê sermaya derve de hundir bûbû dojeh, xwêdan zîpikzîpikî digindirî li ser bedenan.
Şîno her du çîpên Handanê li nava xwe pêçan, devê xwe xist cotmemikan û bi haweyekî rîtmîk mîna danseke romantîk hêdî hêdî çûn û hatin, çûn û hatin û xwe di hev de vala kirin, 
lê Şîno ji ser wê ranebû. 
Lêvên xwe bi lêvên wê ve venîşt, maçî kir û serê xwe danî ser cotmemikan, li ser wê pal da.
Handan devê xwe ber bi guhê wî ve bir û bi dengekî nerm î azwerî got:
-Çi cara ez yekî bera ser xwe didim, ji wî re dibêjim, lampeyê vemirîne; ji ber ku di tarîyê de her kes dibe tu...

11 Şubat 2021 Perşembe

eşq

Eşq çi ye, tu zanî xorto?

Bifikire...

Zivistan e, 

erd ji seqemê pûç bûye,

bi seetan li derve,

li ber wê seqemê

nod û neh caran te dîn guheriye

û tu dikevî hundir...

Li hundir 

ji tîna agirê sobeyê qîrînî bi êzingan ketîye,

dîwar digirîn,

lê tu revî revî dîsa xwe li derve,

xwe li wê seqemê diqewimînî...

Erê, 

eynê tiştekî wisa ye, eşq!


10 Şubat 2021 Çarşamba

çûyîna ser heyvê

Doh reîs mizgînîya çûyîna ser heyvê da netewa xwe.
Yanî reîs ê netewa xwe ya ku evrîma xwe ya însanî temam nekirîye û hîn jî şempanze, orangûtan û gorîl wan wek pêşîyên xwe dibînin, bişîne ser heyvê.
Bi hêvîya çûyîn hebe û veger tune be...
Lê reîs ê wan bi çi bişîne, di der barê vê yekê de agahî û malûmat neda.
Belkî jî nexwestîye kes ji wan sûd û îlhamê bistîne.
Ehmeq e!
Ma piştî çûyîna we ya ser heyvê, kî yê mala xwe xera bike û were bibe cîranê we.
Loma jî...
Ji destên wan bê, bi destek û piştgirîyê ew ê hewl bidin rojekê berî rojekê hûn xwe bigihînin wir û ji nav însên derkevin, da ku bi çûyîna we re êdî kes hew qala evrîm mevrîmê bike.
Qet nebe piştî li ser rûyê erdê hûn nemînin, bi carekê pêywendîya di navbera însên û meymûnan de wê biqede û êdî bi haweyekî zanistî em ê karibin candaran kategorîze, sinifalîze bikin:
Însan...
Heywan...
Nebat...
Lê ji ber ku hûn hene, serê me tevlihev dibe:
Heywan...
Nîvînsan...
Însan...
Nebat...
Bi hêvîya bi çûyîna we re êdî însan hew li nîvînsanan binerin û ecêbmayî bimînin û bibêjin,
"Erê, bi haweyê fizîkî dişibin me, lê..."

Li ser mizgînîya reîs reaksîyon û berteka muhalefetê:
Îyî Partî:
Hey ehmeq, xelk nikare bi metrobusê ji Mecîdîyekoy xwe bigihîne Beylukduzuyê, îja çûyîna ser heyvê. Hey stuşikesto! Meriv derawan dike, lê ne bi vê xezebê.

CHP:
Ma ku hilbijêrên wî ev hilbijêr bin- ji hilbijêran qesta wî, tirk in û ji tirkan jî pez in û hin ji kurdên me jî dikevin sinifa vî pezî-, reîs bibêje, "Ez ê tekeran ji dewleta me re çêkim û dewleta me biajom bibim li pêşîya hemû dewletên ewrûpî park bikim û em ê ji ewrûpîyên bi rojavayîbûna xwe xwe qure dikin rojavayîtir bibin" kes ê nebêje, "De here qûna xwe li avê xe!"

MHP:
Ne tenê çûyîna ser heyvê reîs, divê em li seranserê heyvê, li ser hemû çîyayên wê "Ne mutlu turkum dîyene" binivîsînin, bi xwîna kurdan...

HDP:
Reîs efendî, rêya çûyîna ser heyvê di Qandîlê re derbas dibe. Heta tu di navbera Enqere û Qandîlê de tunelekê nekolî û navê wî tunelî nekî "Tunelê Biratîyê" em ê li pêşîya çûyîna te ya ser heyvê bi sloganan lêkin.

Gotina Dawî
Tê gotin piştî mizgîna reîs, biçûk mezin hemû urfayî derketina kolanan û dest bi şahî û pîrozbahîyan kirine.




9 Şubat 2021 Salı

rexneyeke helbestîk

Devliken Kelogirî!

Tu pir zana û jîr î,

Xwediyê pênûsa xurt,

Ronak û rewşenbîr î.


Lê mînanî her kesî,

Te jî hene kêmasî,

Li gel van kêmasiyan,

Gelek taybet û xas î.


Devliken Kelogirî!

Çima b' xeber û çêr î?

Rica dikim dev berde.

Ji gun û quz û kîrî.


Ji kîrê xwe hez dikî,

Bê wî îdare nakî,

Ji du peyvan yek ew e,

Ne şaş e ya tu dikî?


Devliken Kelogirî!

Rexneyan radigirî?

Îko heyranê te ye,

Teqez tu dil negirî!


Xwendevan û şopînerekî min bi terz û şêwazeke helbestvanî ez rexne kirime.

Spas.

Rexneyên te li ser ser û çavan, Îkramê hêja.

Ji kesên jîr hez dikim; 

wek min dinere nanere, wek min difikire nafikire, ne xem e, 

lê wexta ya dilê xwe got, divê hay ji mejîyê xwe jî hebe; lewra carina tenê kumikek kare bi namûsa naverokê bilîze û naverokekê biguhere.

Tu rabî bidî pey dilê xwe û ji mejîyê xwe nepirsî û kumekî li serê "e"yê bikî û wê "e"yê wek "ê" bera çolê bidî, r"e"xne yê bibe r"ê"xne û wê xwedîyê xwe bilewitîne.

Lê Îkram ji ciwamêrîya xwe, rexne û rêxne tev li hev nekirîye, bi şêwazeke kubar û ciwamêrane rexneya xwe kirîye.

Ka îja ez werim ser nirxandina rexnehelbesta vî xweşciwamêrî û bersiva rexneya wî bidim; çarîn bi çarîn...


Devliken Kelogirî!

Erê, nav û paşnavê min li gorî qeydeyên rêzimanî rast nivîsandîye; ne kêm ne zêde.👍

Tu pir zana û jîr î,

Spas, te ji ciwamêrîya xwe gotîye, lê ez jî wek te difikirim; him zana me, him jîr im; çendî pirê caran "k" şûna "j"yê bigire jî...😉

Xwediyê pênûsa xurt,

Pênûsa min xurt û tûj e û pir lê miqate me ku pê re nebim xayîn û bi şaşî ew serê wê yê tûj di qûna min re nere. Heta ji min tê, ez wî serê wê yê tûj li qûna xwelîser, nezan, bêkesayet û bêxîretan digirim...🖕

Ronak û rewşenbîr î.

Çendî mîna pelçimokan-şevşevokan ji tarî û cîyê tarî hez bikim jî, kêfa min ji ronîyê re jî tê û her tim hewl didim tavê bidim qûna civakê, da civak bi gûyê qûna xwe bihise.😷


Lê mînanî her kesî,

Te jî hene kêmasî,

Erê, haya min ji kêmasîyên min hene û hewl didim bi xwenuhkirinê ji wan kêmasîyan rizgar bibim, loma jî xwendin ji bo min ne hobî ye, karek e, erkek e, wezîfeyek e ku her roj wext jê re vediqetînim. Lê piştî demekê mîna wî Xwedayê bawermend bi serê wî sûnd dixwin, ez ê karibim bibim bêqusûr û bêkêmasî, nizanim. Di sed salîya xwe de, piştî hew li min rabû, ez ê dîsa li ser vê mijarê hûr bibim.🤔

Li gel van kêmasiyan,

Gelek taybet û xas î.

Wexta em zarok bûn, carina em diçûn mala apê min û ji ber ku apê min memûr-karmend bû, li mala wan nan ji arvanê xas çêdibû; loma jî ez tahma wî arvanê xas baş zanim bê çi nanekî qure jê çêdibû. Bi vê rêzikê ez jî xwe serbilind û qure hîs bikim gelo?

Bi kin û kurmancî xwestîye bibêje, çendî tu arvanê malê bî jî, bêhna arvanê xas jî ji te difûre.


Devliken Kelogirî!

Ciwamêr dîsa nav û paşnav li gorî qeydeyên rêzimanî rast nivîsandîye. Spas.

Çima b' xeber û çêr î?

Mesele kûr e, dahwe giran e. Axa meriv di nav çar dewletan de perçe perçe bûbe; sîyasetvanên meriv derketibin parsa xwelîyê, ro li rewşenbîrên meriv gerîyabe û ji dêvla pêş ve bi paş ve çûbin; ziman ji ber bêxîretîya hunermendên meriv şerm kiribe û herweha nivîskarên meriv ji dagirkeran bêtir zimanê dagirkeran xurt û şêrîn kiribin, Devliken ê bi kîjan gotinan spasîya van ciwanik û ciwamêran bike?🤒

Rica dikim dev berde.

Ji gun û quz û kîrî.

Kengî welatê min jî azad û serbixwe bû û text ji bin xwelîser û bênamûs û bêkesayetan derket, soz ez ê dev ji çêr û xeberan berdim.🙃

Jixwe heyfa gun û quz û kîr ku tu tînî bi vê mijarê ve girêdidî. 

Û ne ji gun û quz û kîrê me be, bawer bike jîyan nehêjaye boçika cixareyê.

Ji gun û quz û kîrê xwe şerm nekin, wan azad berdin, da ku nifşekî azad çêbibe.😋


Ji kîrê xwe hez dikî,

Bê wî îdare nakî,

Ji du peyvan yek ew e,

Ne şaş e ya tu dikî?

Ma tu ji kîrê xwe hez nakî Îkram?

Heger tu bibêjî, na, ez ji kîrê xwe hez nakim, here cem Hecî Gêncoyê Qesab, bila apê Hecî bi xêra gora mirîyên xwe wî kîrî di ber de jêke û biavêje ber pisîkan. Madem bi kêrî te nayê, bila ji pisîkan re bibe zîyafet...🤪

Û heger binhişîya meriv pak û paqij be, kîr jî mîna poz û lêv û guh û çav û zimanê meriv tenê lebatek e.😉

Çima ez ê ji ber bilêvkirina wî şerm bikim?

Ez zanim, ji bo civakeke bi hevîrtirşê îslamê hatîye stirandin, ji bo civakeke hişk û girtî bêguman mijara kîr û quz mijareke travmatîk e, lê ji xwe Devliken jî hewl dide bi kîrê xwe vê civaka bi genetîka wê hatîye lîstin, veke...

Tabû, qalib, dîn, îdeolojî, kevneşopî, erf û adetên vê civakê tiştên herî normal ku yek ji wan jî nîyhandin e, li ber çavê me kirîye anormal; loma Devliken bi kîrê xwe hewl dide normalên anormal normalîze bike.


Devliken Kelogirî!

Ma hewce dike dubare û sêbare bikkm? Nav û paşnav dîsa bêqusûr e. Bijî!✌️

Rexneyan radigirî?

Erê, rexneyan radigirim, heger "e"yê kum nedabe serê xwe...😉

Lê tiştekî lê zêde bikim: Şaş fêhm neke Îko, ez zêde guh nadim rexneyan.

Çima?

Wexta ez guh bidim rexneyan, ez ê nebim xwe, ez ê bibim hûn; ji ber ku ez û hûn ne yek in û wek hev nanerin, nafikirin, hîs nakin, ez tiştên ne li gorî we tînim zimên, dibêjim, dinivîsînim. 

Wexta ez guh bidim rexneyan, ez nikaribim wek xwe bifikirim, hîs bikim û wan fikir û hîsan binivîsînim, ya min û we ji hev vediqetîne, ev taybetmendî û cudatîya min e. 

Heger Devliken guh bide rexneyên ne devliken, tenê ji qelema devliken ê hestên kelogirî bifûre. Li ser meseleyên edebî, hunerî, civakî ez ê her a dilê xwe bibêjim û hûn jî rexne bikin, mixabin!🤒

Îko heyranê te ye,

Teqez tu dil negirî!

Ez ji kesên jîr hez dikim û her kes di gotina xwe de hur û azad e...🍺✌️🍺


8 Şubat 2021 Pazartesi

tahba xelef çû ber telef

Wehîd ji heft kûçikan bêtir dixebite. 
Bi azana melê re şîyar dibe, heta tarî dikeve erdê nasekine.
Rebeno çawa ji kar tê malê, xwe dişo, piştî xweşuştinê sifreya nên tê ber, hîn têr şîv nexwarîye, li ser sifreyê di xew re dihere û roja din bi azana melê re dîsa şîyar dibe û berê xwe dide ser kar.
Tenê derdê wî ew e, bi pereyê qezenc dike ji zarokên xwe re xanîyekî bikere û ji kirê xelas bibin.
Lê ji ber misilman e û îmana wî temam e, ne pereyê xwe bi selefê dide kesî, ne jî dispêre bankeyên dewletê.
Li gorî nerîna wî selef û banke heram in.
Her meh piştî meaşê xwe distîne, nêvîyê meêş ji bo debara malê hiltîne, nêvîyê din jî dike zêr û dide jina xwe Kewserê.
De Kewserê jî Kewserê ye; 
heger kesî nebîne, kare here li hewşê li ber pînika mirîşkan rûne û bi seetan bi mirîşkan re bipeyive.
Ji xêndî çend seetên xewê, wexta xwe gişî li kar û xebatê dibuhurîne; 
nizane qûna xwe deyne erdê û rûne.
Tu yê sûnd bixwî li ser nigan çêbûye. 
Heger kar mar nemîne jî, dihere ji selikan kincên şuştî derdixe, ji nû ve wan kincan dişo.
Zêrên Wehîd tîne dide wê, ew jî bêyî ku kesî bi xwe bihîsîne, wan zêran dibe li hewşê erdê dikole û vedişêre.
Bi vî haweyî meh, sal dibuhurin...
Piştî pênc salan,
ji demsalan zivistan e.
Rewşa Kewserê ne wek berê ye, sal bi sal li xwe kêm dike; êdî mejî sînyalan dide, aqil dihere û tê, digire û berdide...
Nîşane û semptomên xurufînê dest pê dike.
Wehîd jî fêhm dike rewşa wê ne baş e. Xwe bi xwe dibêje berî ev bêbav bixurife ez wan zêran ji bin wê bikişînim.
Êvarekê Wehîd çawa ji kar vedigere, berî here serşokê xwe bişo, ji Kewserê re dibêje wan zêran bîne, ez ê xurde bikim.
Baranê li erdê kirîye, seranserê hewşê bûye yekperçe, erd zepitî ye.
Kewserê dihere hewşê, lê dike nake nayê bîra wê bê li ku veşartîye.
Destên wê li paş qûnê li hewşê gêre dike.
Piştî 10-15 deqeyan Wehîd lê dinere deng û pêjna wê naye, ew jî berê xwe dide hêla hewşê.
Li devê derîyê hewşê disekine li Kewsera xwe dinere.
Kewser jî dest li paş qûne ji vî serî dihere serîyê dinê...
Wehîd dibêje:
-Kewserê! Tu li çi digerî lê?
Kewser dibêje:
-Ez li zêran digerim...
Wehîd li ser tutukan rûdine, serê xwe dixe nav lepên xwe û dibêje:
-Îja min pê girt!
Û Wehîd radihêje tevir û mer û bêrê û dest bi kolanê dike. 
Heta nîvê şevê, di ber hev de wê hewşê mîna erdên cotkirî diqelêşe.
Tam zêran dibîne û ruh pê de tê, li derve dibe vîqevîqa tirimbêla polîsan.
Cîran li Wehîd gilî dikin.
Polîs digirin ser malê û Wehîd di ser "sûc" de zevt dikin.
Çendî Wehîd dibêje ev zêrên me ne, jina min veşartîye jî, kes lê guhdarî nake;
bi sûcê qaçaxîya paxir û entîkeyan Wehîd digirin, berê wî didin qereqolê û dest didin ser zêrên wan.
"Tahba Xelef çû ber telef!"
Dû re polîs wan zêran ji xwe re di nav xwe de li hev parê dikin, 
lê...
Wehîd û zarokên xwe hîn jî di xanîyê kirê de kîrê hev dimêjin...

Gotina Dawî
Bêbavên dagirkeran bi genetîkan me lîstin; ne bext bi me re hiştin, ne ûjdan.
Êdî em ji sîya xwe jî dikevin şikê...




7 Şubat 2021 Pazar

senfonîya dengan

Vî zemanî kî baş bi genetîka peyvan bilîze, ew dibe helbestvan û civak, bi taybetî jî nifşê X- ne nifşê Z-, bi serê wî sûnd dixwe.

Wate heye, tune ye...

Metafor xurt in, ne xurt in...

Çi peyamê dide?

Pesnê kê-çi dide?

Li ser çi ye?

Hîç ne xema wan e; tenê li gor fonetîkê bi guhan xweş bê, bes e.

Jixwe li gorî fikir û nerîna van kesan, peyv û gotin çi qas ji naverok û mijarê dûr bin, ew qasî qure ne, xwe qure dikin.

Jixwe ne mecbûr e her kes ji her tiştî fêhm bike.

Yanî wexta helbesvan bibêje:

"ez ê bibim gulek 

û serê xwe bişikînim, 

heger ji serê min pengizî

ew ê serê te jî bişkîne"

Erê, hûn "gul" dixwînin, lê belkî helbestvan di serê xwe de ew gulê kirîye kevir.

Ya din jî, nebêjin çawa him xwe dike gul-kevir, him jî bi wî kevirî serê xwe dişikîne?

Hela hela!

Ma helbestvan mecbûr e metaforên ew bi xwe çêdike bi we bide fêhmkirin an we li ber xe?

Hûn jî li gorî kêfa xwe wateyekê li wan metaforan bar bikin û qedîya...

De va ye ez ê jî helbestekê li jêr binivîsînim û hûn jî li gorî zanîn û nezanîna xwe li metaforên min wete û peyaman bar bikin û xwe jî bikin helbestvan.

Fermo!


li bin konên ereban,

pîrebokên lezbiyen govend digerandin,

li ber senfonîya cizba sofîyên bîseksuel.

hecîyên serserî bonzayî dikişandin, 

li pişt mizgefta gund.

û 

meleyê pedofîl li ber fîlmekî erotîk li ser şujdeyê di xew re çûbû; 

bi sed û yek oxên bi derb 

morîkên tizbîya wî belawela bûbûn.

şêxê mêrê çar jinan bi xwe xweş dianî vê esirîyê,

bi bêhna delingê jinebîyekê.

û 

bi niviştên şêx,

jinên kurdunde, 

mêrên nemêr bera ser xwe didan,

bi hêvîya kurekî din li ser serê keçan zêde bikin.


li vê dinyaya ku,

jîn bi jinê diwelidî,

jîn ji jinê direvîya

û 

li dinyaya din jî dibûn xelata bêehleqîyê,

jin.


pezên bê şivan ji şevînê vedigerîyan,

di bin çavdêrîya guran de.

piştî şoreşa keran, 

kûçik civîyan,

ji bo hilbijartina şivantîyê;

bi navê elo elokek bû şivan.

û 

ji bêhişîya mirîşkan,

jin derketin duayên aqil.

mirîşkan hew nikilê xwe li gû xistin,

dîkan terka azanê kirin,

wê salê çavê kesî bi hêkan nebû.


zivistana îsal,

ji jor de, 

ji dêvla baranê aqil barîya,

tenê kurd ji malên xwe derneketin 

û 

xwe nedan ber.


li ser hêsirên kombûyî, 

dengbêjekî bi zimanekî nedihat fêhmkirin kilam digot.

herfên qaçax yên ji nav lêvên wî dengbêjî difilitîn,

li kumên xwe digerîyan, 

bi dizî.

û 

berî roj hilê bi çar deqeyan,

jinekê ber avêt, 

kur(d)ek ji ber çû.