10 Ocak 2021 Pazar

ez mirîdê kîrê xwe me

Hinek heval gazinan dikin, dibêjin çima ew qasî zêde tu qala kîrê xwe dikî? Kîrê te ji devê te nakeve.
Baş e, îroj ez ê hewl bidim bêyî ku qala kîrê xwe bikim ji we re nivîsekê binivîsînim.
Lê hûn rastîyê bixwazin, tu carî devê min negîhaştîye kîrê min, loma jî kîrê ku neketibe devê min, ew ê çawa ji devê min bikeve, nizanim.
Çend caran ez şûtîtazî li ser nivînan rûniştim, 
min şeqên xwe ji hevdu vekirin ji bo xwe daqûl bikim 
û devê xwe bigihînim kîrê xwe, 
lê hindik mabû pişta xwe bişikînim, dîsa jî min kir û nekir devê min negîhaşt kîrê min; 
çendî min rep jî kiribû, bi ser neketim; 
lê heger meriv bi jimnastîkê re mijûl bibe, bawer im bedenê di nava çend rojan de nerm û vezelokî bibe û wê çaxê jî meriv ê karibe bi rehetî devê xwe bigihîne kîrê xwe, 
lê hewce nake, jixwe kîrê min her di nav dev û lêvan de ye...
Yezdan kêmanîya jinan nede.
Lê ji bo qûnekan, ev rê û rêbaz ne xerab e, 
lewra pirê caran kîr bi destê wan nakeve; 
qet nebe bi vî haweyî xwe bi xwe ew ê karibin vê meseleyê çareser bikin; 
ji dêvla herin stuyê xwe li ber mêrên ji pîvazeke xerabe re nabin, xwar bikin 
û li ber wî kîrê wan ê qermîçokî yê mîna xîlka elokan bigerin, ev, rêbazeke baş e; ne teq û ne req.
Bila qûnek van gotinên min bikin guhar û têxin guhê xwe.
Van gotin û şîret û pêşnîyaran, bav ji ewladan re nakin...
Qedrê min bigirin!
Erê, çendî kîrê wan hevalên gazinan dikin jî heye, lê dîsa jî gazinan dikin...
De tişt nabe, gazinên wan li ser ser û çavan, 
ez ê jî ji bo xatirê çavên wan îroj nivîseke li gorî dilê wan binivîsînim; 
ez ê hîç qala kîrê xwe nekim.
Lê tiştê ez fêhm nakim, ma meriv ji kîrê xwe hez bike, 
yan jî meriv bi kîrê xwe serbilind û bextewar be, xerab e, yan qebhet e?
Ez ji kîrê xwe hez dikim û bi kîrê xwe serbilind û bextewar im, 
lewra bi kîrê xwe ez xwe wek mîrekî hîs dikim.
Mîr û kîr!..
Ji bo hinekan jîyan, xwarin û vexwarin e,
ji bo hinekan jîyan, kêf û ger e,
ji bo hinekan jîyan, zewac û çêkirin û mezinkirina zarokan e,
ji bo hinekan jîyan, qezenckirina pereyan û karîyer e,
ji bo hinekan jîyan, xwendin, nivîsandin, muzîk û fîlm e,
ji bo hinekan jîyan, şer û pevçûn û berxwedan û serhildan û têkoşîn û şoreş e,
ji bo hinekan jîyan, qumar û kişandina esrarê û bikaranîna eroînê ye,
ji bo hinekan jîyan, ji bilî xwe ji bo her kesî fedekarî ye,
ji bo hinekan jî jîyan, nîyhandin e.
Û yên dixwin-vedixwin jî, 
yên mîna kûçikan li pey pere û karîyerê dibêzin jî, 
yên dixwînin-dinivîsînin û li muzîkê guhdarî dikin, li fîlman dinerin jî, heta bi dilê xwe nîyhandinekê nekin, bêhna wan fireh nabe û xwe rehet hîs nakin.
Jixwe şer û pevçûn û têkoşîn û şoreş û fedekarî dijminên kîr in...
Erê rast e, daxwaz û arezû piçekî jî bi kêmbûn û zêdebûna lîbîdoyan ve girêdayî ye;
na weleh ne piçekî, pir zêde bi kêmbûn û zêdebûna lîbîdoyan ve girêdayî ye. 
Û lîbîdoyên min jî piçekî ji lîbîdoyên wan hevalên gazinan dikin, zêdetir e...
Çi bikim? 
Dana Xwedê ye, ala ala!
Ji nîyhandinê hez dikim û ji bo ez karibim nîyhandinê bikim jî, kîrek divê; 
loma jî kîrê min ji devê min nakeve, lê ne bi wê wateya hûn fikirîn...
Û yên ji nîyhandinê re bêvila xwe xwar dikin jî, heger bi destê wan keve, karin ji gore û kîlodên jinan quzekî çêbikin û têninê!
Axir, ev ne problema min e û ji min re ne derd e jî, 
lê ji ber ku hin hevalan gazin ji kîrê min kirine, îroj ji bo xatirê çavên wan ez ê nivîsekê bêyî ku qala kîrê xwe bikim, binivîsînim.

9 Ocak 2021 Cumartesi

xwe kêm nebînin

Ne sûcê we ye, sûcê me ye ku em bêvila xwe ji qûna we dernaxin...
Keça nivîskarê tirk Oguz Atay ji bo wergera kurdî gotîye, "Zimanê kurdî têra kitêba bavê min 'Tutunamayanlar'ê nake."
Ne şaş bim navê wê Ozge ye; ji ber ku tîpa serî ya navê wê jî wek wê di kurdî de tune ye, ji mecbûrî,
Ozgee!
Û heqê wê heye, tenê ji ber tîpa serî ya navê wê di kurdî tune ye, rabe bibêje zimanê kurdî têra wergerê nake, ji bo kitêba bavê min.
Min di kitêba bavê te nîyhê!
Teww!
Çi me kirasê kurdî yê bedew li kitêba bavê wê kirîye û ew û silsila wê bi vî zimanî pîrozwer onûre kirîye, tirê rabûye devê xwe xwar dike û xwe bi quretîyeke beradayî dihetikîne.
Lê tiştê bala min dikişîne, ka îja Ozge xatûn piştî kîjan lêkolîn û lêpirsînan gîhaştîye encameke weha, nizanim, 
lê ez ê jî lê bikolim û lê bipirsim. 
Gelo kalik an pîrik mîrikên wê kurd in, haya me jê tune ye?
Gelo Oguz Atay bi eslê xwe kurd e û di nav malê de malbata Oguz Atay bi kurdî dipeyivin, em nizanin?
Gelo bi yekî serhedî re, yan jî bi yekî dîyarbekirî re daye lotikan û li gorî kurdîya wan gotîye kurdî têra wergerandina kitêba bavê min nake?
Yan jî gelo Ozge xatûnê piştî unîversîteyê teza xwe ya doktorayê li unîversîteya Upsalayê yan jî li unîversîteya Sorbonê li ser ziman û edebîyata kurdî kirîye?
Wekî din tişt nayê bîra min; 
yan na çima ev keçkeçok ê bi zimanekî ji qama xwe dirêjtir van gotinên ji xwe girantir bike?
Lê na, 
heger teza xwe ya doktorayê li ser ziman û edebîyata kurdî amade kiribûya, piştî qudret û dewlemendî û estetîzma vî zimanî ew ê ji ber xwe û zimanê xwe yê pîne li ser pîneyê fedî bikira û gûyekî weha nedixwar.
Jixwe piştî vê hetiketîyê, li ser twîterê ez ketim pey şopa wê; 
ji nuha şûn de ez ê wê bişopînim û hêvî dikim li derekê wê zevt bikim...
Heger bû qismet, me xwe gîhand hevdu û di nava sê mehan de min dîn û ziman û bawerîya wê neguherî, bila pişta min têkeve ber min û şêx quto li ser dilê karxezalan hew azan bide!
Belkî sê caran min hewl da wê kitêbê bixwînim, lê her carê ji nêvî min dev jê berda, nebû qismet xitimkirina wê.
Qey min zanîbû rojeke werê li pêşîya min û we ye, loma çav li ser rûpelan diwestîyan...
Jixwe piştî qebheta vê qebhetpêdehatîyê, êdî ez hew bi sî û starê wê kitêbê dikevim; çendî hêja û serketî be jî, ne xema kîrê min e.

Xizmeta kîrê min ji kurdî re dike, gelek sîyasetvanên kurd ji kurdî re nakin...
Min got, "Ha xatûnê!"
Got, "Haa!"
Min got, "Berî min, an piştî min?"
Got, "Her cara ez te bera ser xwe didim, du peyv li ferhenga min a kurdî zêde dibe..."

Di hin ferhengên kurdan de hin peyvên kurdî ne bi kurdîya kurdan e.
Û herweha ji bo kurdîya hin kurdan jî ferhengên taybet divê; kurdî-"kurdî"...
Tevlihevî û sergêjayîyek jî heye, bêguman; gotinên pêşîyan û biwêj tev li hev bûne; kîjan gotinên pêşîyan in, kîjan biwêj in, rast nayên bikaranîn; yan jî hin ji me wan ji hevdu nas nakin.
Etehyatoçawalêhato!

Azadî xweş e, lê heger meriv bi zimanê wê zanibe...
Kurd azad bibin, baş e, yan kurdî?
Heger kurd azad bibin, kurdî yê her bindest bimîne, loma jî divê kurdî azad bibe, da ku bi xêra kurdî kurd ji bindestî, belengazî û xwelîserîyê rizgar bibin!

Gotina Dawî
Meriv di sênîya zêrîn de azadîyê bide kurdan, ew ê herin sênîya zêrîn bidizin, lê destê xwe nadin azadîyê...


8 Ocak 2021 Cuma

fotograf

Doh doh bû, îroj îroj e...
Piştî 20 salan îroj, min li fîlmê Fotograf ê Kazim Oz nerî; çendî hindik be jî, keda min jî tê de heye.
Feyyaz Dûman û Nazmî Kirik serlîstikvanên fîlm bûn.
Û ez jî di nav ekîba fîguranan de bûm; ew kesên di destpêka fîlm de rêwîyên otobozê ji Esenlera Stenbolê bi rê dikin.
Wî zemanî, ekîba fîlm ji derhêner bigire heta lîstikvanan, ji kûrgû û montajê bigire heta produksîyonê hemû ekîb xebatkarên NÇMê, anku xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê bûn.
Ji çav û guh û firnikên wan sloganên îdeolojîk difûrîya...

stalîn digot sîleh û sîleh
ne bi sîlehê be dijmin nayê rê
stalîn digot sîleh û sîleh
ne bi sîlehê be dijmin nayê rê

Lê ez?
Na, ez ne ji wan bûm; wek îroj, wî zemanî jî ne girêdayî derekê bûm. Di nav jîyaneke lumpen de, karê min kêf û ger û tolazî bû, lê min çi dikir, bi kurdî dikir.
Carina bi hin hevalan re tenê ji bo em li kafeya NÇMê rûnin û civatekê bigerînin, em dadigerîyan avahîya NÇMê. 
Wê çaxê jî tenê maseyekê têra me nedikir; me du mase bi hev ve dizeliqandin û himehim û qarewar û dengê kenê me li kafeyê olan dida. (Civatên me ne sîyasî, ne jî îdeolojîk bûn, bi kurdî bûn, loma jî li ber dengê kenê me hevalan bi mirûzên tirş û bi awirên hişk û tahl di ber xwe de slogan diavêtin)
Erê, wî zemanî ne politîk bûm, lê kurd û kurdî bûm û wek îroj, wî zemanî jî dihatim hezkirin; têra xwe...
Bi xêra me gelek "heval"ên îroj di nav huner û edebîyata kurdî de ne, kurdîya xwe xurt kirin. (Bila di navbera me de be; dengê me nere wan)
Heger hûn bawer nakin jî, herin guhên xwe bidin dîwarên wê avahîya îroj di şûna wê de maxazaya Mavî Jeansê heye, ew dîwar ê ji we re qala wê çîrokê bikin, bê wî zemanî kî berx bû, kî beran bû!
Carina wexta ez diketim hundirê kafeya NÇMê, pirê hevalên îdeolojîk şoreşger di bin çavan re li min dinerîn, mîna cinê çav li hesin bikeve.
Êê, wî zemanî şert û merc û qeîdeyên şoreşgerîyê giran bûn; pêwîst bû bêhna sinifa proleterîyayê ji te bifûrîya; yan ne te pê girtibû!
Heger pişta te ne xurt û tu bi xwe ne bawer bûyayî.

Xwebawerîya min a îroj ji wî zemanî tê...
Cil û berg, gore û sol, por û simbêl, rabûn û rûniştin...
û ya herî girîng jî, nedibû meriv evînê bi haweyekî eşkereyî bijî.
Lê ez?
Min berê jî gotibû, ez ne ji wan bûm û min hesabê kesî jî nedikir.
Porê min dirêj, ji dêvla şelwer û pantor, kaprî li min, ji dêvla sola mekap û esemê, tirag-sandalet di nigên min de û destê hevala min di destê min de...

keçikê gundê me buha ne werin sêva
werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva
keçikê gundê me buha ne werin sêva
werin sêva werin sêva werin sêva werin sêva

Erê zemano! 
Piştî bi salan, Feyyaz Dûman û Nazmî Kirik li ser pişta kurdên proleterya yên wî zemanî îroj di rêzefîlmên tirkan de rebê reytîngan dileqînin û kêfa belek dikin. 
Herweha ev her du ciwamêrên leheng, bi perfermans û enerjîya xwe xizmetê ji televîzyon û sînemaya tirkî re dikin. 
Û ez kurdê lumpen, hîn jî çi dikim, tenê bi kurdî dikim.
Doh ez di fîlmê wan de fîguran bûm, îroj ew di çîrokên min de fîguran in.
Mesele tercîh e, lê sekn û helwest û kesayet jî girîng e.
Her kes zane pere çawa tê qezenckirin, lê wexta meriv tercîhek kir jî, divê sekn û helwesteke meriv hebe.
Nabe meriv him xwe ji dêrê neke, him jî ji mizgeftê; yan tu yê li dêrê bi keşe re şerabê vexwî, yan jî tu yê li paş qûna melê nimêj bikî.
Him bi keşe re vexwarina şerebê, him bi mele re kirina nimêjê, ne xweşbînî û enternasyonalî ye;
li cem me jê vê rewşê re dibêjin, "Duqûnî-Dunigî"
Hûn derhêner Kazim Oz meraq dikin?
Wek her du "heval"ên din ew jî bi sekneke lîberal ketîye pey xewn û xeyalên xwe yên tirkmancîst ku bêhna entegrasyonê jê difûre û bajar bajar, welat welat, festîval festîval digere.

Çend gotin li ser fîlmê "Fotograf"
Ji mijarekê ez derbasî mijarekê bûm, min çend gotin li ser fîlmê Fotograf nekir.
Derhêner xwestîye fotografê dagirkerîyê bigire; di hin sahneyan de girtîye jî, lê çîrok û senaryo pir qels e; herweha performansa lîstikvanan jî...
Piştî vî fîlmî bi salan, Mahsûn Kirmizigul jî ji Kazim Oz sûd û îlham stend û fîlmê Guneşî Gordum-Min Roj Dît çêkir. 

Gotina Dawî
Hunera di çarçoveya îdeolojîyan de çêdibe, mîna tabloyeke ne orjînal-sexte ya li dîwêr daliqandî ye.


7 Ocak 2021 Perşembe

mikarna

Ez zanim, hewce nake hûn bibêjin, ez îroj piçekî dereng mam.
Ji vê sibehê de...
Na na, nahlet li çavê şeytên bê, ji nîvro de ye ez li derve me, geh bi vir de çûm, geh bi wê de çûm û jixwe hûn trafîqa Stenbolê jî zanin; meriv ji xwe ne xerabtir be, meriv ji malê dernakeve; erê, temam, lê vê koronayê nîyha derûnîya me, mejîyê me leqand, heyran!
Di navbera çar dîwaran de, meriv ji mêrantî dixe, le rebenên jinan!
Ew jî ji jintî dikevin!
Tew vê refleksa me ya feminîstî...
La hewle wela û quzilqurt û çi qas bela.
Asoxî min xwe gîhand mala Beto, lê ez ê dîsa bibêjim "nahlet li çavê şeytên bê" ez ditirsim êzîdîperestên me dilê xwe bigirin, lê ez qala mêrikê wan nakim.
Dîsa jî lêborînê dixwazim ji wan.
Offf! Min çi qas "lê" bi kar anî di qonaxa van çend hevokan de.
Lê "lê" jî peyveke têra xwe romantîk e, haa!
Lê lê jinê!
Lê lê xanimê!
Lê lê delalîka ber dilê minê!
"Lê" kare bi tena serê xwe pişta meriv bîne û bi çend "lê lê"yan orgazm bibe.
Meriv xwe bike qurbana vî zimanê efsûnî û îlahî!
Axir, ez bi çend hevokan paş ve vegerim. 
Berî mala Beto, ez çûm serdana birazîyê xwe Baran. Erê, piştî min têr bi dilê xwe bi Baran re lîst, ez rabûm, derketim, ber bi mala Beto ve çûm; Beto berî min derbasî malê bûbû, ji bo hazirîya mikarna...
Erê bi ser Şêx Hadîyê li zîyaretgeha xwe bi pîrekan re bi navê dilîst, ji bo xwarina mikarnayê ji Ataşehîrê min daye kezeba rê, ez çûme Okmeydanîyê mala Beto.
Lê xwedênehiştê Beto jî mikarnayekê çêdike, mirîyan ji gorê radike, rebê mikarnayê dileqîne; ne îtalyayî, hemû ewrûpî bigihêjin hev, ew ê nikaribin avê li gunê, bibore, li destê Beto kin.
ji roja korona bûye agir û bi erdê ketîye, min pismamê xwe Eledîn jî nedîtibû.

Lolo pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerên dijmin li çîyayê jor in
Weke xweşmêran ji hev bela nakî

Min telefonî Eledîn jî kir, min got, "Beto hazirîya mikarna dike, bilezîne, were xwe bigihîne ser."
Eledînê me jî berî nuha bi mehekê bi koronayê ketibû û ji Ruhstîn re fîkandibû, lê ji ber ku vê pêlê karê Ruhstîn pir e, deng neçûbûyê, nebîhîstibû...
Yezdan kêmanîya wî nede û wî ji ser serê zarokên wî kêm neke.
Amen!
Beto sifre raxist û mikarna serwîs kir; jixwe bênamûs li hoteleke pênc stêrk dixebite, ji serwîsê re jêhatî ye.
"Gao lawo te çi xwar!"
Ev gotin, ka ya pêşîyan e, yan a paşîyan e, nizanim, lê li herêma me pir li kar e.
Û em filitîn ser mikarna...
Eledîn di bêhnekê de sênîka xwe ya mikarna li enîya xwe xist û bi ser de jî qedeheke dew bera ser kezeba xwe da. 
Destê xwe bi dora simbêlê xwe xist, got, "Kuro, piştî koronayê ez xwe wek zavayê yekmehî hîs dikim. Ne zik têr dibe, ne binzik... Ez li performansa xwe şaş û ecêbmayî mame; mîratê, tu yê sûnd bixwî meriv vîegra xwarîye, meriv her birçî ye û çi qasî dike, ew qasî jî dixwaze."
Beto li Eledîn nerî, Eledîn li min nerî û piqînî bi her duyan ket...
Eledîn got, "Devliken, ez bi heyrana te bim, xwe biparêze, bi korona moronayê nekeve, yan na were û tu bi koronayê kevî, bi telaq tu di temama jinên Stenbolê nî jî, tu yê têr nabî û kurmê te yê neşkê."
Em têr kenîyan...
Axir, me têr mikarnayê xwe xwar, Beto rabû sifreya xwe da hev, derbasî mitbexê bû, çayê da ser êgir, çavên min li seetê ketin; ji heyştê şev re çarîkek maye...
Ez rabûm ser xwe, min xatir ji wan nexwest û ber bi metrobusê ve revîyam.
Piştî nehê şev çûyin-hatin qedexe ye. Polîs kê bisekinîne-jixwe min û yên wek min ji kêfî disekinînin-, ceza zêdeyî sê hezaran e.
Di wext de derketim, di wext de li metrobusê siwar bûm û di wext de gîhaştim Ûzûnçayirê.
Ji metrobusê peya bûm ber bi otobusên diherin alîyê Ataşehîrê ve çûm.
Otobusa ez lê siwar bûm li rawestgehekê sekinî. 
Du jin ketinê, ji şifêr re pirsîn, "Ev otobus di filan derê re derbas dibe?
Şifêr got, "Na, derbas nabe."
Peya nebûn, dîsa pirsîn, "Ev otobus di ku re derbas dibe?"
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Hindik mabû ez destê xwe li pişta wan xim û bibêjim, "De peya bin yadê heyran, ez dereng mam; hîn min ji blogê re nenivîsandîye, emojna min Eyşê ket bîra min.
Emojna min Eyşê jî rojekê li sûkê ciwamêrekî dibîne, wî dişibîne mêrê dotmama xwe. Destê xwe dide milê wî, diniqurçê, dibêje, "Birê min, ma tu ne mêrê Asyayê yî?"
Mêrik lê dizîvire, dibêje, "Na xweha min, ez ne mêrê Asyayê me."
Mêrik berê xwe diguhere, hîn gav neavêtîye, dibêje, "Ma tu mêrê kê yî?"
Mêrik bi hêrs dibêje, "Ez mêrê jina xwe me, ma ez mêrê kê me, xweha min!"

6 Ocak 2021 Çarşamba

de were vî kerî di vî buhurî re derbas bike

Berhem ew e, heger asoyê li asoya te zêde bike...
Di berhema George Orwell "1984"ê de O'Brain ji Winston re dibêje, 
"Derd û armanca me ne ew e, em qira însên bînin, derd û armanca me ew e, em fikra hundirê serê însên biguherin."
Yanî ciwamêr dixwaze bibêje, heger fikir neguhere, meriv çi qas însan qir bike jî, ew fikir ê rêyekê bibîne û bi çi haweyî be jî ew ê xwe bigihîne însên.
Ciwamêr qala mirîdîtîyê kirîye... 
Tesîra tirsê pir e, lê tirs bi tena serê xwe ne çare ye. 
Desthilat heta derekê karin bi tirsê desthilatîya xwe biparêzin, lê bi tirsê heta hetayê nikarin li ser text bimînin; nikarin, ji ber ku yên bi rêya têrsê tên bi xwe jî ditirsin rojekê ji alî hêzekê ve hilweşin; 
mîna cinê ji hesin ditirse, ji fikrê ditirsin! 
Yên bi tirsê derdora xwe ditirsînin, ji tirsê noqê jî vala dikin; tirs tirsê dixwe.
Dîyalektîka jîyanê wer dibêje, ne ez...
Loma jî, desthilat her tim hewl didin ji tirsê wê de kifş bikin.
Û ji tirsê wê de jî mirîdîtî ye, lewra mirîd bi dil û can desthilatîyê diparêzin, li gorî felsefeya wê tevdigerin, dimeşin.
Û desthilatîya bi hêz û qaweta mirîdan li ser nigan, zû bi zû ji dest nakeve, hilnaweşe.
Ji desthilatan re ne mirî, mirîd divê û li welatê min jî Yezdan kêmanîya wan nede, ji gûyê kûçikê bêtir in.
Jixwe ev 40 sal in li ser axa bindest desthilat li ser pişta mirîdan desthilat in û dest nahêle dest xwe biguhere.
Lê zor û zahmet e meriv vê axê li wê vegerîne û bi wê bide hîskirin û fêhmkirin ku bindest e.
Ji bo vê çare ev e, divê genetîka axa biguhere û bi guhertina genetîkê re ruhê mirîdîtî bimire.
Ez zanim, ev jî zor e, lê weleh tiştekî rehet tune ye.
Ji qewla Şivan Perwer,
serhildan berxwedan
serhildan jîyan e hêy hêy
berxwedan jîyan e
rawestan ne karê me ye
pêşveçûn armanca me ye
kurdistan li hêvîya me ye
çavê wê li rêça me ye
serhildan berxwedan
serhildan jîyan e hêy hêy
berxwedan jîyan e

Pirê caran hevokek bi serê xwe berhemek e...
"Tu kes dîktatorîyê ji bo şoreşê biparêze ava nake, berevacî vê, ji bo dîktatorîyê ava bike, şoreşê pêk tîne."
Ne şaş bim di berhemê de gotineke weha jî derbas dibe. 
Çi gotineke tahl, lê têra xwe rast. 
Bi kin û kurmancî, xalê me George Orwell (Wexta meriv "George" wek tê nivîsandin dibêje jî, bi guhê meriv xweş tê) 
George!
Erê, bi kin û kurmancî xalê me George (xal, ji ber ku zimanê me pir şewitîye ji apan û xal diparêzin xwarzîyan, ap dikolin mezelê birazîyan) ji hemû dîn û îdeolojîyan re, ji hemû şêxên tarîkatan re, ji serok û rêberên rêxistin û partîyan re dibêje, "Çi şoreş! Armanca we text û desthilatî ye û hûn hemû jî baş zanin ji bo parastina text û desthilatîyê jî dîktatorî divê.

Gotina Dawî
"Însên şîrê ter xwarîye" heger mejî baş nestewe û çav û dil û kesayet têr nebe, berjewendîyên şexsî di pêşîya berjewendîyên netewî de bi çargavî dibezin, mixabin.

Jêrenot anku Têbinî
Hin heval karin bibêjin, "şîr nayê xwarin, tê vexwarin" lê ev xwarin û vexwarin ne ew xwarin û vexwarina ku serhedî û dîyarbekirî ji çayê re dibêjin "ez ê çayê bixwim"
Şîr, ji bo pitikan-zarokên nuh çêdibin, him nan e, him av e, anku xwarin bi xwe ye...

5 Ocak 2021 Salı

le lê lo

Min got, "Qîza qereçî nabe xatûn" tu carî, ji qewla pêşîyan...

Û "her teyr bi refê xwe re difire" jî xweş e û ne xerab e.

Pêşî û paşî bi hev re nameşin, îro îro...

Lê xwezî meriv hay ji paşîya xwe hebûya û pêş ve bimeşîya.

Erê, zahmet e, lê ne zor e.

Heger meriv paş ji bîr bike, wê nikaribe xwe bigihîne pêş jî.

Û kesên di navbera paş û pêş de dimînin jî, karê wan her tim paşûpêş dimeşe; du gav pêş ve, du gav paş ve, her li cîyê xwe dijimêrin anku dimînin.

Û bi qasî heq dikin qedir û qîmet bidin însên.

Heger na, wê xwe jî, we jî bilewitînin.

Qedrê zêde qûna meriv radike!

Dîsa jî, kî çawa bixwaze, kare weha jî bike-bijî.

"Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme" erê, lê "deve me bi serê xwe me" jî li rewşê tê.

Heger yek li ber stranên Emînê Erbanî dil bigire û di roja xwe ya herî romantîk de li ber stranên Emînê Erbanî qedeha şerabê ji evînê re noş bike, heqê me lê tune ye, em jê re bibêjin, "Ma Emînê Erbanî û evîn?"

Çima, çi bi Emînê Erbanî hatîye?

Bi telaq heger devê xwe veneke û nepeyive, Emîno mîna mêrekî îtalî ye; wek min got, heger devê xwe veneke û nepeyive...

Lê ma ziman disekine!

Ziman, him yar e, him neyar e; heger meriv wê ferqê zanibe, ne poşman e.

Pirê kesan piştî meriv wan nas dike, meriv poşman dibe û xwezîya xwe bi nenaskirina wan tîne.

Axir...

Belkî ciwamêr an ciwanik dema evîndar dibe, tenê li reqsê difikire. 

Û bi min Emînê Erbanî li ser mirîyan bistirê, mirî jî yê rabin govendê bikişînin û bireqisin.

tobedar im tobedar im tobedar im

keçik dibêje ez mêra nakim

tiştên wilo nahebînim 

nahebînim nahebînim nahebînim

alîyê vî alî silopî ne alîyê vî alî silopî ne

alîyê wî alî cizîrî ne alîyê wî alî cizîrî ne

mala şifêran dişewitînin

tobedar im tobedar im tobedar im

weleh bileh kesî nakim

Jixwe nav nivînan jî rengeke ji rengên reqsê ye; 

heta reqsa cizbanî ye!

Û evîna kurdan a herî pêş jî reqs e.

Wa ye dîsa bû qal û behsa "pêş"ê. 

Le paş?

Haa, berî hin zimanzan xwe aciz bikin û xwe li erdê xin, ez "le-lê" ji hevdu bidim veqetandin an ferqa wan ji we re bibêjim..

Yan jî, ez vê nivîsê bi vê mijarê nequrmiçînim; bila "le" bimîne ji mijareke din re.

Bila dengê gilî û gazinên min here pisporekî tewangan; ew were serê xwe bi tewangê re biêşîne, lê, erê lê, ne le... 

ez jî ji we re çîroka "le"yê bibêjim. 

Na, nabêjim. Min got bila bimîne ji mijareke din re.

Jixwe meseleya "î"yê jî derket, "î"ya berî "y"ê.

Çû ji min de weleh!

Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e.

Û...

Û...

Xetimîm!

Xwedê (ez pê ne bawer im, lê carina ji bo hûnandina hevokê lazim dibe) erê, Xwedê.jor bixetimîne, lê jêr nexetimîne.

Lê...

Le...

Lo...

A ev ji me kêm bû haa!

Îja loo!!!

4 Ocak 2021 Pazartesi

heger mejî bloke bûbe

Ji girseyan re qala xeyal û fantezîyan bikin, xema girseyan ne rastî ne...
Hesenê Tixûbî, Mehemê Çêleka, Xelefê Emrûdî û Hemê Kinikê li qahwa şêbîyan rûniştine, ji xwe re bi kaxetan (jûkêr) dilîzin.
Edhemê Şêbî (xwedîyê qahwê ye, herweha welatparêzekî temam e û di salên nodî de li gund têra xwe milîstîya şervanan jî kirîye) sinîya qedehan di destê wî de, ber bi maseya van xweşciwamêran ve dimeşe.
Qedeheke çayê datîne ber Mehemê Çêleka, qedeheke çayê datîne ber Xelefê Emrûdî, qedeheke çayê datîne ber Hemê Kinikê û qedeha lezoyê jî bi girmîn datîne ber Hesenê Tixûbî.
Bi girmînîya tepsîka bin qedehê re, Hesenê Tixûbî vediciniqe. 
Edhemê Şêbî ziq li hundirê çavên wî dinere, dibêje, "Evdilayê me dev ji doz û dahwê berdaye!"
Hesenê Tixûbî şekirên lezoya xwe diavêje binê qedeha xwe û bi qûna kevçî digire û bi şingînî qedehê li hev dixe, dibêje, "Bi telaq û namûs, Evdila dev ji doz û dahwê berde jî, ez ê dev jê bernedim!"

Heger mejî bloke bûbe, çare tune ye...
Doh ez û hevala xwe ya hîn jî tesîra îdeolojîyan ji ser mejîyê wê neçûye, ji acizî piçekî li ser rojev û sîyasetê ketin qirika hev.
Piştî demekê peyv ji peyvê zêde bû û tew hew me dît em ketine nav nîqaşeke sincirî û mîna lokên deveyan em hêç ketine.
Yek ji min, yek ji wê, xanimê got, "Tu bi carekê darê ji binî de dibirî, heyran! Ma weha dibe? Di van 40 salan de ma qey hîç tiştên qenc jî çênebûne! Neheqîyê neke! Destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera neke!"
"Tir li ku, das li ku!" ev jî xweş lê rûdine, lê "Ez dibêjim çi, tembûra min li çi dixe!" xweştir e û ji ber ku tembûr tê de derbas dibe, bi guhê meriv hunerîtir, estetîktir tê.
Axir...
Li ser "qencî"ya vê xanimê ez ê bi dehan hevok nenivîsînim û enerjîya xwe jî, enerjîya we jî belasebeb xerc nekim; heyf e!
Jixwe bi dehan car li ser van meseleyan min jî û bi dehan hevalan jî ta bi derzîyê ve kirine, hewce nake, dîsa wî tayî di nav lêvên xwe de şil û rep bikim û li qula derzîyê bigerim.
Û teva ku ez li ber çongên vê xanimê rûniştime û bi seetan min jê re ta bi derzîyê ve kirîye jî, wer xuya ye fêhm nekirîye. 
Min belasebeb qirik li xwe qetandîye; yan wê li min guhdarî nekirîye, tenê konsantreyî tiştekî din bûye, yan jî mejîyê wê yê blokebûyî nehiştîye gotin tesîrê lê bikin.
Dîsa heyf!
Lê wer xuya ye xêr di min de nema ye û êdî dema teqawîtbûna kîr hatîye.
Berê mîna şêxekî bû, bêaro! Kê destê xwe lê dipêça, pê re pê re hîpnoze dibû, lê nuha ji devê xwe dernaxînin jî, êdî fêde nake, derew e!
Na na, ez ê wî di ber di jêkim!

Bi kin û kurmancî mesele ev e...
Kurdên mejîyê wan bi îdeolojîyên nekurdî bloke bûbe, çare lê nabe. 
Tenê tu yî di dilê xwe de fatîheyekê (ne bi erebî) bixwînî û ji wan dûr bisekinî.
Ez qala îdeolojîyê dikim, ez qala zîhnîyetê dikim, ez dibêjim yên bi wan îdeolojîyan bi cizbê bikevin û bi wê zîhnîyetê tevbigerin-hereket bikin, ne di xizmeta kurdî-kurdan de ne, bi hemd-bêhemd ji dijminên xwe re xizmetê dikin, radibe dibêje, "Ma hîç tiştên qenc jî çênebûne?"
Wek meriv here di nav rêxa çêleka ku ji êvar de zebeş xwarîye, li dendikeke paqij bigere...
Dagirkeran dest avêtin genetîka sîyasetvan û rewşenbîrên me, sîyasetvan û rewşenbîrên me jî bi xeyal û fantezîyên beradayî em hînî belengazî û xwelîserîyê kirin.
Mîna masî ji avê birevin, em ji azadî û serxwebûnê direvin, ditirsin.

Qetla zimên helal e...
Weşanxaneyên kurdan (ne kurdî) ji bo çend qurişên zêde qezenç bikin, dest bi wergera berhemên bîyanî kirine; çi ji zimanê orjînal, çi ji zimanê duyem...
Werger karekî pir hêja û pir jî hewce ye, lê divê wergêr jî wergêr bin, lewra wergêrên bêvîzyon tecawizî ruhê berheman dikin. 

Gotina Dawî
Ker ker e, carina ka û gîha û qaşikên zebeşan li ber e, carina jî difîkîne, ceh li ber e...

3 Ocak 2021 Pazar

çend gotinên dînoke

Kurd û Erotîzm

Li gundekî Qoserê neh-deh mêr li binya girekî rûniştine, ji xwe re civatê digerînin.

Dipeyivin, dikenin; kêf kêfa wan e, şûr simbêlê wan nabire.

Yek ji wan li hêla gir dinere û difitile ser hevalên xwe, dibêje, "Ka bila jinên me bidin vî kaşî, bi vî kaşî ve hilkişin, kîjan jin li dawîyê bimîne, em ê hemû di wê jinê nin.

Yek ji wan dibeje, "Na heyran, na. Jina min ji nîyhandinê hez dike. Bi qastî wê xwe li dawîyê bihêle ji bo dilê xwe li nîyhandinê rehet bike..."

Ev nifşê ku bi çavê bêedebî û bêehlaqî û wek qebhetê li erotîzmê dinerin, hûn bi qurbana dê û bavên xwe bin! Hûn bi qurbana mîzah û kultura xwe bin.


Nîyhandin û Daxwaz

Pispora nîyhandinê ya îngiliz Jess Wilde dibêje, "Guh nedin kesî, dilê we, kêfa we çawa xwest, çi bi roj, çi bi şev, çi her roj, çi hefteyê rojekê, texsîr nekin, di hev nin. Nîyhandin mîna av û nên hewce ye, lê bi şertê har nebin û ji dêvla xwarinê hev nexwin; carina navberê bidinê û ne tenê binzikê xwe, zikê xwe jî biçêrînin, têr bikin."

Pispora jîr û jêhatî Jess herweha dibêje, "Nîyhandina xwe bi fantezîyên cur bi cur jî bixemilînin; heta hîç şerm û fedî nekin, carina bêyî hevdu bi xwe bilîzin, bi xwe xweş bînin, ji masturbasyonê jî nemînin."

Dema jineke ewrûpî ya seksî li ser nîyhandinê van tiştan dibêje, bi we xweş tê û hûn bi çavekî pisporî û medenî û modern lê dinerin, lê dema Devliken dibêje, nîyhandin dîyarîyeke îlahî ye, berî ku hûn ê têkevin antropozê û menopozê û ji nîyhandinê bikevin, di hev nin, dilê xwe li nîyhandinê rehet bikin, ez dibim bêedeb û bêehlaq û hin feminîstên mejîmîzt jî min û yên wek min bi nexweşîya doxînsistîyê sûcdar dikin.

Lê ew bi xwe jî zanin, jîyana bê nîyhandin, çi jin, çi mêr, piştî demekê meriv agresîf-hêrsokî dike û tenê meriv dibeze derdora xwe.

Feminîstên xelkê ji min û we bêtir qîmetê kîr zanin û tu carî xwe bê mêr nahêlin; lê feminîstên me yên feminîzm şaş xwendine û şaş fêhm kirine, bi îdeolojîyek beradayî xwe jardadayî kirine, tenê li ser dijminantîya mêr xwe dixapînin û bi çavê cinan li kîr dinerin.

Jixwe êdî jintîya wan jî namîne; ne jin in, ne mêr in, ne jî nêromê, dibin zayendeke din.


Çîroka Hermaphroditismus

Hermaphroditismus, di psîkîyatrê de navê zayendeke cuda ye; ne nêr e, ne mê ye; yên di malzarokê de, anku ji çêbûna xwe de him nêr û him mê ne, lê ne ev ên piştî demekê ji bo fantezîyeke din li fantezîyên xwe zêde bikin zayenda xwe diguherin; yên hur û resen...


Hermaphroditos û Salmakis

Bi navê Hermaphroditos xortek heye. 

Ev xort, ji pişta Hermesê Xwedayê ragîhandin û zanînê niqutîye malzaroka Aphrodîteya Xwedawenda bedewîyê.

Ev xort mîna min pir jîr û bedew e; jîrbûna xwe ji bavê xwe, bedewbûna xwe jî ji dêya xwe wergirtîye.

Ev xortê şom î delalî her roj dihere li gola pişt mala xwe şilfîtazî dikeve avê, avjenîyê dike.

Perîya avê Salmakis çav lê dikevê û bi heft dilan dil dixê, lê ne xema kîrê xortê şom î delalî ye; hîç guh nadê. 

Salmakis li dora wî dihere û tê, di ber wî de reş û şîn dibe, dike nake, nikare wî bera ser xwe bide.

Salmakis mecbûr dimîne, dihere xwe diavêje dexl û bextê Xwedayê Xwedayan Zeus, jê daxwaz dike û dibêje, "Têkeve dil û aqilê wî, wisa wî ji rê derxe, bila bi şehwet û arezûyeke bêpîvan di ser min de dîn û har bibe ku wexta em di hev nin, bila nîyhandina me heta hetayê neqede û em bibin yekbeden."

Li ser vê daxwaza Salmakis, dilê Zeus pir pê dişewite, li ber wê dikeve û daxwaza wê dipejirîne.

Rojekê wexta xortê şom î delalî Hermaphroditos tê şilfîtazî dikeve golê, perîya avê Salmakis bi şehwet û arezûyekê dihere wî himbêz dike, rebê wî dileqîne; Hermaphroditos jî xwe nagire û ew jî bi wê şehwet û arezûyê wê di himbêza xwe de didewisîne. 

Dû re Salmakis wî bera ser xwe dide û mîna kûçik bi hevdu bialiqin, bi hevdu dialiqin û hew ji hevdu vediqetin, dibin yekbeden.


Gotina Dawî

Jixwe komedyanivîs Aristophanesê jî gotîye, di dema însanetîyê ya herî hovane de însan him nêr, him mê bûne, lê ji ber ku bi vî haweyî pir bi qawet bûne, Xwedayan ew li dij xwe wek reqîp dîtine, loma jî wek jin û mêr ew ji hevdu veqetandine û bûne du zayend.

Nizanim, wer dibêje komedyanivîs Aristophanes efendî. 

Xêr û guneh di stuyê wî de be!



2 Ocak 2021 Cumartesi

divê em li xwe vegerin

Xelîl û Hoparlor

Hoparlora camîya gund xera bûye.

Xelîlê xwedanenas ji karê tamîrê fêhm dike.

Mele ji bêçaretî mecbûr dimîne, zarokekî dişîne pey wî ji bo were tamîr bike.

Xelîl di ber xwe de nahletekê li çavê şeytên tîne û radibe dikeve rê, ber bi camîyê ve dihere.

Ji rojan în e, gundî ji bo xutbê li camîyê ne.

Xelîl di nav qûnên belotbûyî re derbasî hêla hoparlorê dibe û dest bi karê xwe dike.

Cimiet jî geh radibe, geh dadikeve, enîya wan şujdeyê maçî dike.

Xelîl karê xwe diqedîne naqedîne, xutbe belav dibe, cimiet ji camîyê derdikeve. 

Fexrîyê apê Xelîl jî di nav cimietê de ye. 

Fexrî û cimiet di derîyê hewşê re derdikevin, hîn neh deh gav avêtine neavêtinne, Xelîl hoparlorê dide ber devê xwe û bang dike:

"Apo Fexrî, ha apo Fexrî!" 

Cimiet bi dengê Xelîl ê dawidî re hişk li cîyê xwe disekine, li xwe dizîvirin û guh li hêla deng miç dikin.

"Ku tu gîhaştî malê, heger Sîrac li malê be, bi xêra xwe jê re bibêje bila were mala me, em ê birepîninê, bi jûkêr bilîzin."


Silêmanê Pîvazfiroş

Dîsa ji rojan în e; gundî wek her car ji bo xutbê li camîyê ne.

Silêmanê pîvazfiroş bi erebeya xwe ya dewaran ku barê wê pîvaz e, derbasî nav gund dibe.

Çend sikak û kuçeyan li xwe badide, diqîre naqîre, dibe "pîvaz pîvaza" wî, lê pêjna kesî nayê; jixwe deng jî ketîye hingî kirîye qarewar...

Digihêje ber camîyê, zingînî ji serî tê. Rişma bergîrê li stu digerîne û bi lez xwe li derîyê camîyê diqewimîne.

Di nav qûnên belotbûyî re dimeşe, çavê xwe li cîyê mele azan dide digerîne; jixwe pişta mele li cimietê, nimêj dike.

Silêman bi dizî, bêyî ku mele bi xwe bihisîne dihere cîyê hoparlorê, radihêje hoparlorê û bang dike:

"Pîvazzz! Ha werin pîvazan! Pîvazzz!"

Di nava nîv seetê de pîrekên gund li ser serê Silêman kom dibin, hemû pîvazan li hev hiltînin, dikirin û Silêmanê me jî li erebeya xwe siwar tê, rişmê li bergîrê sist dike û bi kêf û stran dide kezeba rê, berê xwe dide bajêr:

"Sêvê gundê me erzan e, werin sêva. Werin sêva werin sêva werin sêva. Ez bi qurbana dev û lêva werin sêva..."


Dîn û Nimêj

Cesûr û Merwan Şêxokê dîn bi xwe re dibin xutbê.

Çendî Şêxo dibêje ez nizanim nimêj bikim jî, Cesûr û Merwan bi zorê bi çengûrê wî digirin, wî bi xwe re dibin.

Cesûr ji Şêxo re dibêje, "Min çi kir, tu jî li min binere, wek min bike û gotinên min dubare bike."

Xutbe dest pê dike.

Cesûr û Merwan li kêleka hev in, Şêxo li pey wan e.

Di serî de problem dernakeve. Cesûr çi dixwîne Şêxo jî guh li wî, dubare dike û wek wan radibe, wek wan dadikeve.

Piştî kêlîyekê hew deng ji Cesûr derdikeve. 

Şêxo li xwe diheyire, hew zane ew ê çi bike. 

Kêlîyekê bêyî ku tiştekî bixwîne tenê Cesûr û Merwan çi dikin, ew jî wê dike. 

Ka qey dû re aqilê wî jê re dibêje weha nabe, nimêja bê dua guneh e, Şêxokê me xwe daqûl dike, serê wî digihêje qûna Cesûr a belotbûyî, bi dengekî nizm dibêje:

"Cesûr! Cesûr lawê min! Kuro ez çi bixwînim? Cesûr! Cesûr lawê qahpê! Çima tu napeyivî? Cesûr!"


Gotina Dawî

Roja ku civaka kurd bi çavê Xelîl, Silêman, Cesûr, Şêxo û Merwan li misilmantîyê nerî, êdî kurd ê li xwe vegerin û bibin xwe.

Di rêya misilmantîyê de, bi taybetî jî piştî kurdên dîndar politîze bûn û teseturê şûna xavik û kofî û kitanê girt; simbêlê qutik şûna simbêlê mêranî girt; di bin simbêlê kurkirî de rîh mîna melkisê dirêj bû, xêr bû bêr û bêrê jî tenê ax avêt ser nirxên me yên mirî.

Çi dînî, çi îdeolojîk, kurd çi qasî politîze bûn, ew qasî ji nirxên xwe, ji resenîya xwe dûr ketin.

Û qewmek li ser nirxên xwe kare xwe biparêze. 

Heger kirasekî dînî-îdeolojîk kişandin ser nirxên te, êdî tu ne tu yî.

Û elfatîhe li ser ruhê mirî!

1 Ocak 2021 Cuma

sersal û belengazî

Doh di nav peyamên gelek kesan ên sersalê de ez li peyva "aştî"yê rast hatim.
Gelo bi qasî me kurdan kes peyva "aştî"yê bi vê xezebê bi kar tîne?
Ne bawer im.
Ev nîşane û semptomên bêdewletîyê ye.
Axa me dagir kirine.
Di nav çar dewletên hov û barbar de em hatine perçekirin, her perçeyek bi zimanekî jan dide û herweha her perçeyek jî di nav xwe de perçe perçe bûye. 
Zimanê me li ser me wek pîneyekê xuya dike.
Li ser axa me êrişî me kirin, em kuştin-dikujin; di êşkencexaneyên xwe de, bi rêbazên cur bi cur ên êşkenceyê em kirin nîvînsan-dikin nîvînsan.
Gundên me bi ser serê me de xera kirin, teva dewar û sewalên me agir berdanê, şewitandin.
Bi koçkirin û sirgûnkirina bi dehhezaran, li bajar û metropolên dagirkeran, nifşek bû bîyanîyê ziman û nirxên xwe.
Bi hezaran keçên gulîsor û xortên mîna fêrisan kuştin, dê û bavên wan jî ji dil seqet kirin, hew bûn xwe.
Û bi ser halê xwe de, ji dêvla em bibêjin, "Nahlet li we û hovîtî û zilm û zordestîya we bê!" 
Ji dêvla em bibêjin, "Hûn dagirker in û divê hûn ji welatê min derkevin..." em radibin, dibêjin "Aştî!"
Çi aştî?
Aştî di navbera dewletan de çêdibe; di navbera dewletên bi hev re şer dikin de çêdibe, ne di navbera dewlet û bêdewletan de, ne di navbera serdest û bindestan de...
Aştîya we serê we bixwe! 
Jixwe hîngî hûn xwe dihetikînin, kes hew hesabê we dike. 
Ha hûn peyivîne, ha kera mala Hinî tir kirîye, heman tişt e li cem dagirkerên we.

Min got, "Evdila îsal jî çû, ka bê sala nuh çi bibe û çi bîne..."
Evdila kenîya, got, "Seyda, em ketin 21ê, Tirkan plaqeya Dîyarbekirê kirine 21. Me bi xwe heta nuha hîn tu xêr ji dîyarbekirîyan nedîtîye; dîyarbekirî li ser Dîyarbekirê mîna pîneyekê xuya dikin. Ez ê bibêjim, 'a bi xêr" lê xêr her bûye kîrek û ketîye me..."
Min got, "Evdila, di îlumînateyê de sembol-nîşe pir girîng in. Bi rêya sembol-nîşeyan peyaman dişînin, li her sembol-nîşeyê peyamekê bar dikin. Ev 21 jî dişibe yek ji wan sembol-nîşeyan."
Evdila got, "Çawa?"
Min got, "Ka were em jimara 2ê deynin hêlekê, jimara 1ê jî deynin hêleke din; ew 1 bi tena serê xwe wek singekî dimîne. Û sing jî têkçûyînê sembolîze dike. Bi hêvîya ew 1 bibe singek û têkeve tirkan!"
Em kenîyan...
Evdila got, "Seyda, carina di nav hevokan de, li gorî rêzimana kurdî em "an"ê bi dawîya peyva "tirk" ve dikin, tirk dibe tirkan û yên navê wan Tirkan jî xwe aciz dikin. Ji tirsa êdî meriv hew diwêre ji bo tirkan tiştekî bibêje; şaş tê fêhmkirin. Talîya talî bi sedan navê keçan Tirkan e..."
Min got, "Hema bila têkeve Tirkanan jî. Û kê şaş fêhm kir jî, bila şaş fêhm bike û bila têkeve wan jî. Ma piçek namûs û xîret hebûya, dê û bavên kurd navê keçên xwe dikirin "Tirkan"?"
Min di... 
Tobe tobe! Dîsa devê min ji ku vegerîya.
Navê "Tirkan" bi xwe nîşane û semptoma bindestî û belengazî û xwelîserîyê ye.
Li ber çavê sîstema dagirker nîşaneya qelsî û stuxwarî û bergerînê ye.
Xwe bi dewletê ve pînekirin e...
Lê hûn navê xwe bikin "Tirkan" jî, hûn navê xwe bikin "Kotan" jî, ji bo wan hûn her ên din in, hûn ê nebin ew; loma jî navê xwe bikin "Kurdo, Kurdê, Kurdistan" qet nebe bila dilê xwe bibijînin wêrekî, xwebawerî û xîreta we.
Jîyaneke bi rûmet zû bi zû nabe qismetê kesî, xwe erzan nekin û li ser xatirê xwe bimînin.

Gotina Dawî:
Wexta dilê meriv dikeve jinekê, meriv ji dê û bavê wê jî hez dike, meriv ji xwişk û birayên wê jî hez dike, meriv ji ap û xal û xaltîk û metikên wê jî hez dike.
Û bi telaq heta meriv kare bi kûçikê wan re şorbeyê jî bixwe...