22 Eylül 2020 Salı

seadetê

Got, "Çima tu ew qasî ji Seadetê hez dikî?"
Ez sekinîm û li Seadetê fikirîm. 
Dû re min ev pirs berevacî ji xwe pirsî:
"Çima Seadetê ew qasî bi ser min de ye û bi xezeb ji min hez dike?"
Bi gotineke din heger ez bipirsim, "Çima dêya meriv ji meriv hez dike?"
Bi min pirseke pûç e û ne hewce ye, lê ji bo meriv hezkirinê pênase bike, pêwist e.
Ma meriv kare ji çavê xwe, ji pozê xwe hez neke, yan jî meriv kare ji destên xwe, ji nigên xwe hez neke?
Ma meriv kare ji perçeyekî canê xwe hez neke?
Tu perçeyek î ji wê kezebê, ma dibe ew kezeb xwe înkar bike?
Neh mehan te di malzaroka xwe de xwedî dike...
Piştî tu terka wê stargehê dikî, heta bask bi te ve şîn tê û tu difirî, ji te re dibe çav, ji te re dibe guh, ji te re dibe ziman, ji te re dibe dest û nig û te distirîne heta ji çavên xwe, da ku te çavînokî-nezerî neke .
Tu perçeyek ji wê yî û ew jî bi wî perçeyî xwe tam û temam hîs dike û hez dike, loma jî tu dibêjî qey ji min hez dike...
Lê di eslê xwe de ew ji xwe hez dike, lewre tu ew î, ew jî tu...
Du rengên hezkirinê hene:
Hezkirina pak û hezkirina gemarî...
Du celebên dêyan hene:
Yên bê hesab û ji dil hez dikin û yên bi hesab û ji bo berjewendîyên xwe hez dikin.
Û hezkirina pak te azad dike, hezkirina gemarî jî te dike girtî û hefsî û dihêle heta hetayê tu sî bî-sî bimînî...
Hinek dê, ji bo xwe ji zarokên xwe hez dikin û dikevin pey hesabê biçûk, sibê dema nexweş an yextiyar bibin ji bo zarokên wan li wan miqate bin...
Hinek dê jî, bi qasî misqalekî li sibê nafikirin û doya xwe jî, îroya xwe jî, sibêya xwe jî dikin qurbana zarokên xwe.
Seadetê jî yek ji wan dêyan e ku tenê kul û xemek wê heye, ew jî rehetîya zarokên wê ye. Naxwaze serê zarokên wê biêşe, bêyî ku bifikire û têkeve pey hesaban û ka sibê ez pîr bibim, gelo ew ê li min miqate bin ne miqate bin.
Ew bi xwe jî zane, ji paktîyê paktî dizê û heger pak hez bike, pak ê li wê vegere.
Dû re ez fitilîm ser wê hevalê, min got, "Tu zanî çima ez ew qasî ji Seadetê hez dikim?"
Bişirîneke henûn bi kenekî nermik xwe gîhand guhê min. Û min berdewam kir, "Seadetê tenê rojekê jî wê keda xwe ya di ber min û zarokên xwe yên din de daye-da-dide, nekir serhevdayî-minet û bi hezkirineke sexte em jardadayî nekir, loma jî em nebûn ew, em bûn xwe û bi haweyekî azad her yek ji me ber bi daxwazên xwe ve firîya."
Piştî me xatir ji hev xwest, ez dîsa ketim nav fikir û ramanan...
Heger dê esîl be, zarok bi wê esaletê li hespê esaletê siwar tê û ber bi azadîyê ve wî hespî bi çargavî dibezîne.
Seadetê ji bo min îkon e.
Seadetê ji bo min sembola azadîyê ye.
Seadetê ji bo min ne tenê dê ye, herweha Xwedawenda min e ku ez ji zimanê wê afirîm!..

êêê

Xwe bi xwe min soz daye, heta ji min bê her roj kin-dirêj ez ê nivîsekê ji vê blogê re binivîsînim, lê va ye seet dike rojê daqurtîne, hîn min tiştek nenivîsandîye.
Ez zanim hûn ê dîsa xwe aciz bikin, lê mixabin dosyayek li ber destê min e, ez li ser wê dixebitim. Û heger bibe qismet di nava van du-sê mehan de kitêbeke din a devlikenîk ê li kitêban zêde bibe.
Ez zanim hûn ê nexwînin, lê bila ev jî zêdeyîya ser kezebê be.
Çendî bi vê kitêba Devliken-îk hinek ê Kelogirî bibin jî, ji bo bêhizûrîya we ji ser we biqewirînim, biborin lê tişt ji destê min nayê.
Nuha hûn dibêjin "êêê" çi eleqe, lê ez jî nizanim. Min got ka ez ji derekê dest pê bikim, belkî tiştin were bîra min.
Êê! Êê!..
De ka ez îşev berî zeman bi ser nîvê şevê bikeve, ez li ser "êê"yê binivîsînim.
Li gundekî Mêrdînê civat gerîyaye û her du sê kes ji xwe re di nav xwe de ji aş û baş dipeyivin.
Kalê Hêmo jî kalekî heftê salî ye û birçîpeyv e. Ji xwe re Evdî zevt kirîye û mijarekê ji qûna mijarekê dirêse.
Rebenê Evdî jî ji sibeha Xwedê de çûye ber pez, xew ji çavan dirije. 
Him li Kalê Hêmo guhdarî dike, him jî bêyî ku Kalê Hêmo bi xwe bihisîne, serî diavêje xewê, bi dizî çavên xwe nerm dike.
Kalê Hêmo hey dipeyive û carê di nav re jî diniqurçînê, 
Evdî jî bi her niqurçandinê re, carê vediciniqe û dibêje "Êê!"
Carek...
Du car...
Sê car...
Evdî baş dibetile û serî diavêje xewê, di xew re dihere. 
Kalo Hêmo jî xwe ji bîr dike biniqurçînê û hey direpînê, dipeyive...
Piştî cixarakê wexta Kalê Hêmo meseleyê diqedîne naqedîne, Evdî çeng dibe ser xwe, dibêje, "Êêê!"
Kalê Hêmo aciz dibe, bi hêrs dibêje, "Êê û serî! Qedîya çû, ma çi ê êya te ye. Rabe here li mala xwe bitemire, qeşmerê qeşmer!..


20 Eylül 2020 Pazar

moralê min sifir sifir sifir e

Îroj ez bi xwe re nabînim tiştekî binivîsînim.
Jixwe tiştekî ez binivîsînim jî tune ye gavê.
Yekşemeke ne xweş...
Jixwe dema zarok bûm jî min ji yekşeman hez nedikir. 
Min zanîbû roja din dibistan heye û ku berê min diket dibistanê jî, wek we berê min bidaya mirinê, bi min zor, bi min tahde dihat.
Ker di jina mezinên dewleta tirko ne! 
Ma çawa bi min ne zor bûya! 
Heta min bi zimanê wan navê mîzê û tuwaletê dianîn cem hev, hew min dinerî min bi xwe de mîstîye û bin xwe şil kirîye.
De îja ji bo min ev qebheta xwe li nav zarokan belav nekiraya jî, heta tenefusa dawîn ji cîyê xwe nedileqîyam.

Li derve dinerim, ewrekî mirûztirş bêvila xwe daliqandîye, ne dizê, ne ber davê, her werimî, bi haweyekî neyarane ji jor de xwe bi ser min de pîs dike.
Belkî jî çend çipik baran ê bes bibûya ji bo bêhna wî jî bê ber wî û bêhnê li min jî fireh bike, lê na...
Xwe qure dike, ne dizê, ne ber diavê!..
Çawa ez ji yekşeman hez nakim, herweha ji zivistanan jî hez nakim.
Ez li germayîstanê ji dawa dêya xwe ketime û li ber tîrêjên rojê bi firê ketime, nîvtazî...

Li ser medyaya sosyal jî monotonî anku yekrengî heye:
Sîyaseteke virnî...
Edebîyateke stewr...
Hunereke xav...
Û stranên ku bêyî dilê xwe ji devê stranbêjan derdikevin û di guhan de olan didin...
Rebenên guhan jî bindest in û mejî çi fermanê bide, newêrin bêîteatîyê bikin.
Ez zanim xêr di nivîsandinê de tune ye îroj, lê dil jî berê min nade derekê ku herim li wir xwe bi tiştekî din biştexilînim.
Şitexilandin, du wateyan di xwe de dihewîne:
1-Peyivandin-axaftin e.
2-Mijûlî-meşgûlîyet e.
Heşa, ez quretîyan nakim û li ser serê we xwe nakim mamoste û filan û bêvan haa, jixwe gelek kesên li pêşîya navên wan "mamoste" nivîsandî hene û herweha şwîr simbêlê wan nabire.
Erê, ez dîsa vegerim ser mijara xwe. 
Ma min çi digot?
Ma ku min tişt gotibûya, ez nedihatim di vir re dernediketim...
Axir, berî di hundirê serê min de mejî hinekan bera ser xwe bide û avis bibe, ez ji vir derkevim.
Lê nayê bîra min ka ez di derî re ketibûm vir an di pacê re!
Tew!
Ne derî heye, ne pace!
Îja hîn nuh min pê girt!

19 Eylül 2020 Cumartesi

mala bavê min mala mêra ye, lê...

Vê sibehê çawa min çavên xwe vekirin, ez li rûpelên seyda Fuat Onen û Halît Temlî rast hatim. 

Her du seydayên min jî li ber gotinên Sharo Garîp bi cizbê ketibûn û bi derdora xwe re jî par ve kiribûn, xwestibûn derdora xwe jî bi wê cizbê sermest bikin. 

Kî zane, belkî jî nuha gelek kes bi wê cizbê ketine jî!..

"Hih! Ya Allah! Hih! Ya Allah! Hih! Ya Allah! Hih!

Ez bi xwe him di nav derdora Seyda Fuat Onen de me, him jî di nav derdora seyda Halît Temlî de me, loma jî wek cinê çav li hesin bikeve, du caran ez veciniqîm!

Min nêvîyê gotarê ji rûpela Seyda Fuat Onen, nêvîyê gotêrê yê din jî ji rûpela seyda Halît Temlî xwend. 

Dest û dilê seyda Sharo sax bin, lê tiştên seyda Sharo ta bi derzîyê ve dike jixwe hewceyî gotinê nake. Êdî kerr û kwîr her kes zane mesele çi ye. 

Pîrekên ser tenûran êdî hemû bûne analîst û teorîsyen. Meriv here li ser tenûrekê bisekine, him zikê meriv ê tije bibe, him serê meriv...

Axir, êdî mû bi zimanê me ve şîn hat hingî em van analîzan dikin-dipeyivin-dixwînin-guhdarî dikin. 

Bi gotinên romantîk kurd ê li kurdbûna xwe venegerin û nebin kurd. Berevacî, bêtir ji kurd(î)bûna xwe dûr dikevin.

Gur ketîye nav pez û kerî teriqîye...

Emel-cahd-hewldan-berxwedan-pratîk divê.

Seyda Sharo ji konformîstan re bi awayekî konformîstî çîrokên xeyalî-efsanewî dibêje, lê di esasê xwe de rastî-realîte ne weha ye, gelî seydalerino.

Û jixwe bi vê eşq û heyranîya tirkîtîyê rewşenbîr û sîyasetvanên kurdan ji dagirkeran bêtir xisarê didin kurdan û mala wan xera dikin.

Erê weleh, xweş xeber e lê ne bawer im.

Seyda Sharo Garîp xweş analîz dike, lê tiştekî ji bîr dike...

Him reçeteya kurdîtîyê radixe pêş çavên kurdan, him jî bi desthilatdarîya zimanê efendîyê xwe kurdan pûç dike, ditevizîne, ji taqet dixe û dihêle ku ziman û kultur û nirxên kurdî li ber çavên kurdan bibin marekî reş û qudret û desthilatdarîya tirkî li ser kurdan ferz dike.

Ez nabêjim nerîn û analîzên we şaş in. Na, hûn xweş û rast dibêjin, lê divê bi sekn û helwesta xwe hûn li pêşîya civakê bisekinin, da ku civak wê hêz û qawet û wêrekîyê ji we bigirin û li pey we werin.

Sekin û helwest bi kirasekî dilsoz û durist bêtir balê dikişîne û bawerî û xwebawerîyê xurtir dike.


Jêrenot anku Têbinî:

Gelî rîhspî û seydayan, berpirsîyarî û wezîfeya we ya rewşenbîrî ew e ku hûn bi sekn û helwesta xwe ji ciwanan re bibin rolmodel û ciwanên di nav zîhnîyeta dagirkerî û îdeolojîyên îdeologên demagog de gêj bûne, bi tevger û jîyîna we bi ser hişê xwe de werin, xwe nas bikin û li xwe vegerin.

Heger ew ciwan xwe nas nekin û li xwe venegerin, ew ê li kurdî û Kurdistanê jî venegerin.

Ez têm çavên mezinan û herweha destên biçûkan jî radimîsim...

18 Eylül 2020 Cuma

xêr xêr e çi nimêj çi xîyarê mêr e

Li serê sikaka pişt mizgeftê kûçikekî xwe avêtibû ser pişta kûçikekê.
Sofî Seydoşê diranzêr di qelîşteka dîwarê mizgeftê re bi çavê xwe yê kwîr li wan dinerî û bi destê xwe yê seqet bi xwe xweş dianî.
Meleyê mizgeftê xwe ji bîr kiribû azan bide û cara duduyan xwe li ber avê xweş kiribû ji bo destmêja xwe nuh bike.
Û Hesîna delingsor a jinebî kîsikê xîyaran di dest de ji bazarê vedigerîya wê kêlîyê.
Ne wê ji kûçikan şerm kir, ne jî kûçikan ji wê û di ber xwe de nifir li mêrê xwe yê zûçûyî kir bi pistepisteke melûl.
Ew pistepista wê bi sura bê re belav bû li seranserê sikakê heta mizgeftê.
Kûçik li ber xwe ketin, terka nîyhandinê kirin.
Zimanê Sofî Seydoş di nav dirananên wî yên ji xwarina çikolatayên siwîsreyî kurmîbûyî de, destê wî yê seqet hew çû û hat.
Mele bê destmêj derket qotê minareya mizgeftê bang kir û dengê wî li taxê belav bû:
"Allah û Ekber Allah û Ekber!
Xweda jî zane çima ez dibêjim Allah û Ekber!
Heger we nimêj kir xêr yek be!
Her kî bi xêra xwe di Hesîna delingsor a jinebî ne cîyê wî cenet e!.."

ji ku ketimê di ku re derketim

Seet li dora 09:00an bû, bi dengê mitora tirimbêlekê ez çeng bûm ser xwe, çavên min mîna zotika mirîşkê ji hev ve çûn. 
Min ne quzê jinê hişt, ne jî quzê dê, çi hat ser zimanê min, bi awayekî hosteyî û hunerî min li pey hev rêz kirin...
Di xeber û dijûnan de jî estetîzm pêwist e:
Ez li zorava, tu li zorava, min nîyha te, ca te go gomleksoro mala te ava!
Ez li ser dara çinçinî, tu li ser dara çinçinî, kîrê min bû topeke hesinî, di kezeba quzê ca te de sekinî!
Ez xelîl im celîl im, perda qûna te bi vî kîrî diqetînim!
Ez li ser cihokê, tu li ser cihokê, bavê te nîyha çêlika pîrebokê!..
Lê bira jî ew kîrquzdêyên ku tirimbêlan drîft dikin anku pê li firênê dikin û teker di cî de îstop dikin û bi deng bi xwêr re diherin, meriv li ser rê wan ji tirimbêla wan daxe, şûtîtazî bike û berde...
Bi qasî pênc deqeyan bi vir de wê de min xwe qulipand, lê ew xew çû û careke din hew hat.
Min got de hey ew xew çû û hew hat, ez jî rabim ji blogê re nivîsekê binivîsînim. 
Min her du çavên xwe girtin, serê xwe xist bin bahlîfê û min her du çîpên xwe jî di bin betanîyê re derxistin derve- nigên min hewê nestînin, sebra min nayê- û ez fikirîm û hey fikirîm; 
yanî ez piçikekî din jî zêde bifikirîyama wê kêlîyê, teqez min ê xwe negirta û ez ê biçûyama ser tirba Arîsto û bi awayekî feylesofane min ê bibeliqanda û ew tirb av bida, 
lê tam min xwe li ber feylesofîyê xweş kir, hevaleke jin ji min re peyameke qahpikane şand û civat ber bi mijareke din ve qulipî. Ez nebûm feylesof û tirba Arîsto jî bi mîza min nenermijî.
Axir, piştî kurtesohbeteke sanal ez rabûm ser xwe, min taştê xwar û ketim ser dilê kitêbekê, tê de çêrîyam bi qasî du seetan.
Piştî min kela xwe ya xwendinê rijand, dîsa bi wê xanimê re min dest bi kurtesohbeteke sanal kir, lê min kin birî û ji bo ji blogê re binivîsînim min destûr jê xwest û min dest bi nivîsê kir.
Hevokek, du hevok, dîsa peyamek hat, got, "Ka tu yê kengî derkevî meşê, ez dixwazim telefonî te bikim, dengê te bibihîzim?"
Min got, "Ka bise bila nivîs biqede..."
Min hîs kir bê dilê wê ye. Min komputer girt û ez rabûm çûm, min kincên xwe yên sporê li xwe kirin û derketim derve.
Lê berî derkevim, min jê re nivîsand ku deh deqeyên din li derve me. Û jixwe piştî deh deqeyan telefon kir...
Ma nizanim min gotibû ez feyz û îlhamê ji jinan distînim?
Heger min negotibe jî, va ye min got û bila jin li ser dereke xwe binivîsînin.
Min got, "Keçê, tam ez dikira bibûma feylesof û te bi min niqurçî û nigekî min li wê hêlê, nigekî min li vê hêlê ma.
Kenîya, got, "Ku sermîyanê te quz be, ji bo te afirandin ne pirsgirêk a." û berdewam kir, "Ka berê xwe bide qada dengbêjîyê, doh jî, îroj jî pirê dengbêjan feyz û îlham ji jinê stendine û hîn jî distînin.
"...
Xesûyê bang kir bûkê ye
Eyb e şerm e ji dinyê re
Mêrik li ber mirinê ye
Bûkê bang kir xesûyê ye
Xema min mêrê xelkê ye
Wexta mêrê min bimire
Wa ye birakê min heye 
Xwedîyê qelenê xwe ye 
Çavê wî li hezarkî zêde ye
Eman eman cîranê
Eman eman cîranê..
Mêr bimire... 
Bira bimire...
Xesû bimire...
Ez nakim terka dîlanê 
Qurbana cîrana xwe bim
..."
Yanî tu dibînî bê çi agir di cîranê de ye û bi vê mebestê kilambêjê me jî çawa xefik li ber cîranê vedaye û nêt li cîrana xwe xera kirîye. Û cîranê jî aqil ji serî birîye...
"...
Weyla Nofa Nofelê
Xwezî bi wan demê berê
Tahma memkê te xweş in
Qeymaxê li ser mexmerê
Ava bîra Çetelê
Şevekê ez ketim berê
Ez bi qurbana çavlerê 
De lê lê û lê lê Nofa
...."
Li vir jî kilambêj li tahma memikên Nofê nerîye û ji memikên Nofê feyz û îlham stendîye û ev huner bexşî me kirîye.
"...
Carekê dibû fermana
Memikê keçikê gîhana
Him sêv e û him pirtiqal a
Şeftelî ye û hinar a
Ji canê min re derman a.
Heçê dosta wî nebe 
Li vê dinyê heywan a
Û ne dîn e û ne îman a
..."
Piştî van gotinan min got, Ka telefonê bigire, ez ê li mijara nivîsê germ û hûr bibim."
Agirpêketê, bû likelika wê kenîya, got, "Hey bêîman! Ma hewce ye piştî ew qas gotin tu li mijarê hûr bibî; jixwe mijar derketîye?"
Ez sekinîm, fikirîm, min got, "Kerê ez zanim heqê te çi ye! Lê..."
Ew jî kenîya, got, "Erê erê, ez zanim heqê min çi ye û ew heq jî li te dikeve kafirbavo!"
Bi hev re bû hakehaka me, em kenîyan.

16 Eylül 2020 Çarşamba

çerxa felekê

Ciwancanikekî gaytî, lezbîyentî û bîseksuelî pênase kirine û gotîye, lezbîyen ji jinan hez dikin, gay ji mêran hez dikin, lê bîseksuel hemû însanan dihewînin û ji însên hez dikin, loma jî bîseksuelî misilmantî bi xwe ye. 

Na.

Ev ne misilmantî ye, 

ne xiristîyantî ye, 

ne jî cihûtî ye, 

ev bi serê xwe ol û îdeolojîyeke nuh e 

û ji vê olê re pêxemberek divê...

Slogan jî divê ev be:

Di hev nin, ji hev hez bikin!

Heger pêxemberê vê olê, vê îdeolojîyê bi stratejîyeke jîrane belav bike, ev îdeolojî yê ji koronavîrusê bi tesîrtir be.

Û jixwe pirê însên- welatên ultra pêşketî ne tê de-, birçîyê nîyhandinê ne. 

Ji bo ev ol belav bibe her kes ê bi dilxwestineke bêsînor mîsyonertîyê bike.

Lê dawîyê...

Heger ev îdeolojî bi ser bikeve?

Civak ê pê bigire 

û hemû qeyde û qanûn û nirxên însanî yê ji nû ve werin pênasekirin û dîzaynkirin.

Yanî!

Li gorî teorîya rehmetîyê Darwîn a "însan ji meymûnê çêbûne" ew ê biguhere û dîsa berê însên bide meymûnê û berevacî vê teorîyê, vê carê ew ê bibe "meymûn ji însên çêbûne." 

Çawa îroj em dibêjin pêşîyên me meymûn in, meymûn ê jî bibêjin pêşîyên me însan bûn û ev çerx ê her berdewam be, geh em ê bibin bav û kalên wan, geh ew ê bibin bav û kalên me...


15 Eylül 2020 Salı

yaşar kemal

Nizanim, lê çi zanim!
Carina tiştin mîna kurmekî xwe li nav mejîyê meriv diqewimînin û serî li meriv dibe tara bêjingê, sibeha bi hizûr li meriv dibe bêhizûr û daturizandin namîne, êdî wek xwê di qûnê de be, qûn hew erd digire û meriv derdikeve nêçîra wê bêhizûrîyê.
Ez texmîn dikim, di ber xwe de nuha hûn dibêjin, "Euww! Min di qûnê kirî! Ev çi zirhevok bû, mîna tirêna surguçîyan!" 
Bibexşînin, ez ê hewl bidim kin lê xim û qut bibirim...
Vê sibehê dîsa ez bi Yaşar Kemalê bi eslê xwe kurd, bi hişmendî û qelema xwe tirk bêhizûr bûm. 
Kêm zêde pirê we romana wî ya bi navê "Siltanê Fîlan" xwendîye. 
Di wê romanê de li ser zulm û zordestî û desthilatdarîya fîlan rawestîyaye...
Ez ê zêde bi nav romanê de nerim, tenê dixwazim li ser mijarekê hûr bibim. 
Yaşar Kemal qala zulma fîlan dike bê ka bi çi stratejîyê hewl didin gêrîkan-morîyan entegre-asîmle bikin.
Siltanê fîlan dibêje, heger em zimanê fîlî hînî wan bikin û zimanê gêrîkî-morîkî bi wan bidin jibîrkirin, pirsgirêk namîne, piştî demekê ew ê ji bîr bikin û bi navê gêrîkan-morîyan qewmek namîne.
Erê, heta vir temam. 
Dil û hestên Yaşar Kemal ên şoreşgerî sax bin. Wek rewşenbîr û nivîskarekî li dij asîmilasyon û qirkirina qewman derdikeve, lê...
Erê, lê xwedîyê van hizran piştî vê êş û brîn û trajedîyê destnişan dide, çima ew bi xwe bi xwe re dikeve nava nakokîyan û terka eşq û xizmeta xwe ya di ber tirkî de nake ku ew bi xwe jî zane tirkî li ser qirkirina qewmê wî şîn û şên bûye.
Û...
Çi tê serê me, çi hatîye serê me, ji ber xwendeyên me yên ne ji me tê serê me, hatîye serê me.
Û dîsa û
pirê xwendeyên "me" îro ro bi hemd-bêhemd di xizmeta hizra dagirkerî de ne,
mixabin!

argun çakir

Em kurd çi pepûk û reben in. 
Çi qas zû em bi ser avê dikevin û çi qas bi tiştên biçûk em sermest û serxweş dibin.
Ev serê hefteyekê ye kurd bi Argun Çakir çavên xwe vedikin-şîyar dibin, bi Argun Çakir çavên xwe digirin-radikevin.
Çi qewimîye?
Tirkekî mûxlayî ji bo karîyera xwe ya akademîk fêrî kurdî bûye û bi devoka torîyan ji torîyan çêtir dipeyive.
Û hindik maye kurd herêma Torê li ser navê vî tirkê torî tapo bikin.
Erê lêlawo, mesele ne meseleya "nanê bê xwê û tirên şor e." Xelk bi nanê bi xwe tirên şor dikin. 
Dewleta xelkê heye. 
Akademîyên xelkê hene.
Rewşa xelkê xweş e, li pey kar û xebatên xwe cehd dikin, hewl didin.
Ji bo konforê li konfora xwe zêde bikin, tiştên nuh diceribînin.
Xelk romantîk in, mîna min û te bi serîyê vala û zikê birçî nareqisin û bi qûna tazî li tembûrê naxin...
Yanî Argun Çakir fêrî kurdî bibe çi ye, fêrî kurdî nebe, çi ye!
Çi yê li min û te zêde bibe?
Heger mebest şewitandina poz be, bawer bike, dîsa tenê pozê min û te yê bişewite; wekî din ne xema kesî ye.
Bi sedan bîyanî jî, çi ji bo mîsyonertîya ola xwe, çi ji bo stratejîya dewleta xwe, çi jî ji bo karîyera xwe, xwe fêrî kurdî kirine. 
Û Argun jî yek ji wan e.
Dev ji vê kompleks û xwebiçûkdîtin û diltenikî û hestîyarîya xwe berdin, xelk û alem bi nigekî din lê dixin, hûn tenê alav û amûr in ji bo bigihêjin mirad û armancên xwe.
Dev ji xwe berdin, êdî hûn guneh in!
Li ser serê we dibin sîyasetvan û xwe û derdora xwe dewlemend dikin, di nav konforê de lotikên konformîst diavêjin.
Li ser serê we dibin hunermend û nivîskar, kultur û kevneşopî û folklora we bi rengekî din difiroşin we û hûn jî diherin dikirin, sermest dibin û ava heft şorbeyan ji devê we diherike.
Li ser serê we dibin akademîsyen û rewşenbîr, hew ji ser stuyên we dadikevin, her aqilê protez difiroşin we û dihêlin bi wî aqilê protez hûn bi aqilê wan bifikirin û bi çavên wan li her tiştî binerin.
Erê, xwe li ser serê kesî qure nekin, lê tu kesî jî daneynin ser serê xwe, da ku xwe li ser serê xwe qure nekin.
Hêvîya xwe nespêrin aqilê protez, bila aqilê we ne ji kîsê xelkê be.
Aqilê we têra we û sed û yek bavên we dike, heger hûn bîra wî aqilî bibin...

Jêrenot anku Têbinî:
Ji bo teza xwe min Argun Çakir wek antîtez bi kar anî. Problemeke min bi ciwamêr re tune ye û herweha ji wî re serketinê dixwazim.

13 Eylül 2020 Pazar

rewşenteresî

Ez mîna tûpişk im!
Dêla min li ser pişta min her rep û amade ye ji bo derbekê...
Li ser tora civakî pirê caran dema ez li nivîsên hin xweşciwamêran ên bi tirkîyeke xweş hatine nivîsandin rast têm, ava reş bi çavên min de tê, pir aciz dibim.
Û ev xweşciwamêr jî qaşo zana, xwende, weşangêr û rewşenbîr mewşenbîrên min in...
Bi qasî serê xwe bi xeml û nexşa tirkî re diêşînin, xwezî nêvîyê wê serêşînê bi zimanê xwe re jî biêşandana, lê dema meriv wan bi zimanê wan dixwîne, meriv dibîne bê çi qasî belengaz, çi qasî şkestî, çi qasî gune ne.
Hoo Yezdanê ji ber Xwedê veşartî!
Qey xîret ê hew rêya xwe bi van deran xe?
Qey poz ê li xwe venegere û ji nû ve şewtê hîs neke?
Hûn xwelîserên belengaz!
Bi konetî û bi derewan hûn çi qasî wek helwest xwe li dijî dagirkerîya dagirkeran nîşan bidin jî, we ruhê xwe kirîye xulamê wan û bi hemd-bêhemd hûn xulam in û xulamtîyê ji wan re dikin.
Ez van gotinan, ne ku ji bo hûn bixwînin û pozê we bişewite, dinivîsînim.
Na!
Ez van gotinan dinivîsînim, ji bo keç û kurên qibleya wan kurdî û Kurdistan ji pey we vegerin û wek we ew jî rojekê kenê dagirkerên xwe bi xwe neynin û nebin meymûn, dinivîsînim.
Û gotina dawîn:
Hûn ji bo min zirhîçek in,
lewra bi vê xwelîserî û belengazî û bêkesayetîya we, reha min a kurdî xurtir dibe.