12 Eylül 2020 Cumartesi

nîşaneyên xwedayî

Seadetê rahişt sênîkekê û ber bi Reşo ve meşîya.

Sênîka xwarin tê de, li ber Reşo vala kir.

Reşo bi kêfxweşî xirpişî ser wê xwarinê.

Dû re Seadetê fitilî ser min û bi bişirîn got:

"Wê rojê ez çûm Amedê cem mala Sewdetê (Sewdetê xweha Seadetê ye).

Pismamekî min jî li Amedê rûdine. Jixwe tu nas dikî, Hecî Evdal. 

Zarokên wî ji me re şîv çêkir; goştê pez avêt ser savarê. 

Em li ser sifreyê rûniştin, me şîva xwe xwar. 

Piştî me têr xwar, li ser sifreyê londera hestîyan çêbû. 

Reşo ket bîra min. 

Min got, 'Hecî Evdal, boncîyekî me heye, pir delalî ye. Heger ez van hestîyên ser sifreyê ji boncîkê xwe re bibim, hûn ê bi min nekenin?' 

Hecî Evdal keniya, got, 'Na na, em ê çima bi te bikenin. Tew xêr e.' 

Keçika wî rabû ew hestî ji bo min xistin kîsikekî û wexta ez rabûm, min rahişt kîsikê xwe.

Kîsikê min ê hestîyan di destê min de ez hatim li tirimbêlê siwar bûm û min berê xwe da malê. Erê weleh, ji bo Reşo min ji Amedê kîsikê hestîyan kir destê xwe û min ew hestî anîn Qoserê.

Min çawa sola xwe ji pê kir, min kîsikê xwe yê hestîyan bir li ber Reşo vala kir.

Reşo serî di ber de, bi awayekî bixwaze bibêje 'mala te ava be' terîya xwe kil kir di ser wan hestîyan de.


Jêrenot anku Têbinî:

Hezkirina heywên, yek ji elamet û nîşaneyên Xwedayî ye, heger bawerîya we bi hebûna Xweda hebe...

11 Eylül 2020 Cuma

helwesta rewşenkerî

Dîsa hin zana rewşenbîr ji belengazî û xwelîserîya xwe re li mahne û behane û pîneyan digerin. 

Qaşo ji bo çêya civakê nabe tenê meriv bi kurdî binivîsîne.

Çima?

Ji ber ku her kes nizane bi kurdî bixwîne-binivîsîne...

La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!

Heyran jixwe pirsgirêk jî ev e, kêm kes bi kurdî dixwînin-dinivîsînin.

Divê stratejî û şerê we li ser vê hêsîrî, nezanî û belengazîyê be.

Ev civak çima xwe dikuje?

Û em zanin mirina me bi mirina zimanê me ye û zimanê me jî roj bi roj di nav vê pirika tirkî de dimehe, lawaz dibe, wenda dibe.

Di rewşeke weha dijwar de ku kurdî di ber sekratê de ye, çawa hûn fedî nakin bi pêşnîyarên weha qirêj û genî derdikevin pêş civakê û daxuyanîyan didin?

Ma çare û derman ev e?

Bi vîrusa kurd pê nexweş ketine, îja hûn hewl didin bi wê vîrusê wan tedawî bikin!..

De herin qûna xwe li avê xin!

Erê, heger kurdî ne li ber sekratê bûya, meriv karîbû heq bida we, lê di rewşeke wek îro de ku roj bi roj kurdî di nav jîyîna bi tirkî de dimehe-dimire, çawa hûn bi pêşnîyarên weha genî derdikeve pêş civakê? 

Heyran, şoreş ji zimên dest pê dike û ji bo şoreşgerîyê jî sebir divê, dilsozî divê, duristbûn divê, têkoşîn divê, hewldaneke bê rawestan divê.

Kurd di vê jîyîna kapitalîst de hînî konforê bûne û tirkînivîsîn jî ji bo wan konfor e, lê ez dinerim hûn zana-rewşenbîr-sîyasetvanan jî çavê xwe bera vê konforê didin. 

Heta hûn dev ji vê konforê bernedin û nekevin bin vî barê giran, li mala xwe rûnin, bi zimanê xwe karibin û doza tiştekî nekin. 

Ha, ev tercîh e, meriv kare hîç bi kurdî nepeyive-nenivîsîne jî, lê divê wê çaxê meriv rêya şaş jî bi ber civakê nexe. 

Meseleya qûna mirîşkê û hêka qazê!..

Kurd li ser mirina kurdî bi tirkî dijîn û em baş zanin bi geşbûna tirkî, kurdî lawaz dibe.


Gotina dawî:

Heta hûn bi çavê dijminayî li tirkî nenerin (zana, rewşenbîr, sîyasetvanan) kurdî azad nabe. Û heger kurdî azad nebe, Kurdistan azad bibe jî kurd ê her xwelîser û belengaz bin.

10 Eylül 2020 Perşembe

kenê şeytanî

Lêv û diran û zimanê min şad in dema li dora pêsîra te ya çepê dikevin rêwîtîyeke dûr û kûr. 
Dest û tilîyên min jî dibin dost û yar ji bo pêsîra te ya rastê û her dilîrînin, li çepikan dixin û direqisin wek zavayekî nuh...
Û heger mejî têxim xizmeta kîr û quz, bêyî ku wan bigihînim hevdu, bi cizbê dikevim mîna bawermendekî ku ji ser hişê xwe dihere li dergeha şêxekî mezin; ne pir dûr ne jî nêzîk ez ê karibim pişta xwe jî bînim, pişta te jî, bi darbe û derblêdanên henûn û kubar û nazik.
Hêdî hêdî xwe di himbêza min de li hev pêça mîna gulokek ji êgir û lepên wê reqisîn li ser bedena min a kafir. 
Wexta zimanê wê gîhaşt nav pirça li derdora sînga min, mîratê min xwe rep kir û rapelikî ber bi berzikê ve mîna marekî zalim. 
Û ji nişka ve xwirekê xwe li seranserê bedena min belav kir; her mûyekî canê min bû kelemek, lê ew kelem di nav kefa destê min de bû çend niqut avik...
Ez şîyar bûm û hêdî hêdî kenekî şeytanî ji ser lêvên min herikî ser roja nuh.

9 Eylül 2020 Çarşamba

min terka vî bajarî kir

Min terka vî bajarî kir,

dema li sikak û kolanên bajar tenê navên zarokan man bi kurdî.

Min terka vî bajarî kir,

dema li ser tenûran pîrekan hew civat gerandin û zimanê kurdî ma sêwî.

Min terka vî bajarî kir,

dema gundî bûn bajarî û bajarî di bajarên xwe de bi şewba xwekuştinê ketin.

Min terka vî bajarî kir,

dema cîran hew çûn şevbihêrka cîranan û henûnî mir.

Min terka vî bajarî kir,

dema her kes li gorî pereyê xwe peyivî û teresîyê şûna maqûlîyê girt.

Min terka vî bajarî kir,

dema di civatan de nezanan hew hesabê zanayan kirin û zana ji peyvê xeyidîn, hew peyivîn.

Min terka vî bajarî kir,

dema însanan û kûçikan cî guherîn û ji dêvla kûçikan însanan dest bi hestîkojiyê kirin û bext û ûjdanê xwe bi hestîyekî firotin.

Min terka vî bajarî kir, 

dema dîn bû kiras û bedenên bêehlaq û bêşexsîyet veşart.

Min terka vî bajarî kir,

dema ji bêkêrîya mêran, jin berî wexta xwe ketin menopozê.

Min terka vî bajarî kir,

dema li ser navê wekhevîyê, qedir û qîmet mirin û xatir û edebê bar kirin, çûn.

Min terka vî bajarî kir,

dema zarokên ji xwîna min, li ser vê axê li şûna xwe şopên neyarên xwe hiştin.

Min terka vî bajarî kir,

dema di şevên vî bajarî de tenê ez li kulmeke hizûr geriyam û ew jî bi destê min neket...

8 Eylül 2020 Salı

qîrîna êşê

Mêrekî ku jê re dibêjin însan, benekî di qula firnikên çêlekekê re derbas dike û wî benî diavêje beştê xênî, da ku ew çêlek bi derekê de nere.

Her ku çêlek xwe radikişîne, êş û jan xwe li laşê wê dipêçe.

Li jor dinere, 

xweda di nav ewrekî cûn î spî de 

mîna leylanê jê xuya dibe.

Zir zimanek di devê wê de ye,

lê bi wî zir zimanî tenê kare biore.

Û diore!

Bi wê orînê xweda di çavê wê de dibe çend çipik hêsir

û digindire.

Hoo însan zarên însanan!

Ma qey bi we wer tê, 

êş tenê hesteke însanî ye, loo!

Zir n-a-y-e-k!

Heger hûn bi qasî me biêşîyana,

te dî wek me bêzimanan...

Kezeba we yê bibûya gulokeke agir

û di devê we re derketa,

ji qîrîna we, 

ewr ê di bin xweda de hilweşîya.

Û ziman hew bi kêrî we dihat!

Te dî min go 

heger hûn jî bi qasî me biêşîyana!..

hetiketî

‪Ji bo zana û rewşenbîr û nivîskarên welatekî bindest:‬
‪Heger welatê meriv azad û serbixwe be, çi bê hesabê meriv, meriv kare bike. Ev tercîh e û kêfa meriv çi bixwaze, meriv ê wê bike.‬
‪Lê heger welatê meriv ne azad û serbixwe be û qaşo meriv ji xwe re bibêje zana û rewşenbîr û nivîskar, wê çaxê divê xîret hebe.‬
‪Xîret çi ye?‬
‪Bi her awayî redkirina ziman, edebiyat û kultura dagirkerî ye.‬
‪Zana û rewşenbîr û nivîskarên me çi dikin?‬
‪Ne xwe ji dêrê dikin, ne jî xwe ji mizgeftê...‬
‪Bi kurdî xwe li ser serê kurdan dikin zana-rewşenbîr-nivîskar, bi tirkî jî mezinbûna dagirkerên xwe bi miletê xwe piştrast dikin û bi wê kompleksa xwebiçûkdîtî qaşo xwe modern û entel nîşan didin.‬
‪Bi qasî we zirar û xisar da vî miletî, dagirkeran neda.‬
‪Û ne eyb û ne fedî, hîn jî hûn li ser medyaya sosyal xwe dihetikînin.‬

6 Eylül 2020 Pazar

qerewanek, komputerek û rêwîtîyek

Tenê tiştekî dixwazim, tiştekî ne fantestîk, tiştekî biçûk; 
ez û serê xwe û rêwîtîyek...
Qerewanek, komputerek û ji bo debara xwe jî meaşekî ne zêde ku ji bilî çêra zikê xwe ez karibim her şev du şûşe bîra yan jî qedeheke du qedeh şereb vexwim.
Lê ji berê de kêfa min ji telefonê û civata bi telefonê re nehatîye. 
Dema bi yekî yan jî bi yekê re bipeyivim, pêwendîdanîna bi çavan pir girîng e, 
ji ber ku pirê caran çav mirêka dilî ye û bi rêya awiran meriv hîs dike ka meriv li ser çi bipeyive, li ser çi nepeyive.
Êdî ji metropol û bajarên mezin aciz im û dixwazim ji wan dûr bikevim, 
tenê xwe bera nav dil û kezeba siruştê bidim; çîya, daristan û behr...
Bigerim, binerim, vexwim, bixwim û di mejîyê xwe nim wî biwelîdînim, biafirînim.
Her deverek bîranînek, ji her bîranînekê çîrokek û ji her çîrokekê jî belkî rommanek an fîlmek bizê.
Bêguman ez ê mîna Robînson Crusoe bi tena serê xwe nejîm. 
Ya bîranîna dike bîranîn jin in û derîyê qerewana min ê ji jinan re vekirîbe; 
bi şertê li min nebin bar û bi nefs û nefesa xwe ji min û fantezî û xeyalên min re bibin îlham û bi wê îlhamê tenê ez biafirînim.
Bêguman jinek jî kare nefs û nefesa min ji xwe re bike îlham...
Pirê caran pevşabûna bedenî dihêle deh qîz û deh law bizê ji mejî.
Erê, ev jî daxwazek e, lê ne daxwazeke pir mezin û hovane ye. 
Tenê dixwazim li bin tîna tavê û bi bêhnên rengîn ên siruştî mejîyê xwe biguvêjim, bimeyînim û bi awayekî edebî-hunerî serwîs bikim.
Min got ev jî daxwazek e;
Xweda biçûk e, em jî mezin!..

5 Eylül 2020 Cumartesi

hûn hov in

Carina meriv li xwe diheyire çi binivîsîne, çi nenivîsîne.
Mejî tiştekî dibêje, 
dil tiştekî dibêje, 
ziman tiştekî din...
Lê hemû tenê bi tiştekî diêşin:
Hovîtî, barbarî, zilm û faşîzma dagirkeran 
û teva vê hesta dijwar, li ser axa xwe hêsîrî, feqîrî 
û dû re jî, 
ji bo bi parîyeke nan vê brînê bikewînin, derketina welatên dagirkerên xwe 
û parsekîyeke belengazî.
Hûn oldarên teres î nijadperest in
ku kes nizane hûn ji çilapekên avika kê çêbûne.
De îja ne sûcê we ye.
Ewil divê meriv diranê xwedayê we rake, 
dû re,
wî diranî di qûna wan serok û rêberên kurdan de bikute!..
Û erê, 
ji ber ku bêwelatîya me kurdan ne qedera me ye,
bêkêrî û bêxîretîya serok û rêberên me ye!..

4 Eylül 2020 Cuma

ji keçên xwe hez bikin

Min kalek nas kir, piştxûz û rîhspî.
Her êvar wexta di sikakê re derbas dibû, zarok li xwe dicivandin, ji pêncsalîyan heta dehsalîyan...
Bêrîkên wî tije çikolata bûn.
Ji wan zarokan, tenê li zarokên keçik belav dikir ew çikolatina, nedida lawikan.
Min rojekê jê pirsî:
-Kalo, çima tenê tu didî keçikan?
Fitilî ser min, bi çavên şil lê bi bişirîneke dilovan got:
-Berxê min, Xwedê deh law da min, lê tenê keçikek jî nekir qismetê min. Wexta ez çav li keçikan dikevim, kizînî ji dilê min tê.
Û piştî ku çikolatên xwe li zarokên keçik belav kir, bi hesreta hezkirineke keçikanî, hêdî hêdî ji min dûr ket.
Qîmetê keçikên xwe zanibin û ji wan hez bikin an na hûn ê bi hêleke vala ji vê dinyayê koç bikin.

2 Eylül 2020 Çarşamba

çima

Ji bloga xwe lêborînê dixwazim. Nuha ez li ser berhemekê dixebitim...