21 Temmuz 2020 Salı

Daxwazên Min

Du daxwazên min yên sereke hene ji bo dema nêzîk:
1-Pir dixwazim herim St. Petersburgê, bi çavên xwe wan kuçe û kolanên hîn jî pêjna şopên nigên lehengên edebîyata rûsî jê difûre, bibînim û li ser ruhê sedsala 19an fatîheyekê bixwînim.
2-Pir dixwazim herim ser gora Nazim Hîkmet, li ber serê wî, di bin pêlên germayîya stranên Mihemed Şêxo de bi jineke rûsî re nîyhandinê bikim.
Hoo Xwedayê Xwedayan! 
De wa ye dengê min tê te...

Mejîsistî

Nizanim gunehê kurdî çi ye?
Dema mijar dibe kurdî, dil û gurçikên her kesî çargopal lê dixe, ji çav û firnikên wan wêrekî difûre.
Li ser medyaya sosyal kî radibe bernameyekê çêdike û li ser serê vî zimanî dibe bernameçêker û pêşkêşvan.
Îja ne sûcê wan e; sûc sûcê wan kesan e ku ji xwe re dibêjin nivîskar, helbestvan, hunermend, rewşenbîr...
Çima hûn dihêlin ev xwelîser li ser pişta we quretîyan bikin?
Çima hûn dibin mêvanê van xwelîseran û xwe jî ziman jî dihetikînin?
Eyb e, eyb!

Azmûnên Onlîne

Wek hûn zanin, belkî jî hûn nizanin, ez hîn jî xwendekarek im.(🤔)
Ji ber vê koronayê, azmûnên vê dansalê onlîne anku bi rêya înternetê çêbûn.
Ez jî zêde li wê azmûnê nexebetîbûm. Ez fikirim, çi bikim, çi nekim, min got bi şaşika serê Mele Birhan ji Abdullah çêtir tune ye. Ciwamêr, him cotkar e, him mamoste ye û di ser de jî bê destmêj pê li erdê nake...
Ez rabûm min telefonî wî kir. 
Min got, "Apo îşev azmûna me heye, xwe amade bike"- tew min negot a min ha, min got a me, min ew jî kir şirîkê xwe. 
Got, "Heyran, li ser her du çavên min, ma qey ez karim ji te re bibêjim na..."
Min got, "Çavên te li ser memikên keçikên bajarîyan! Û heger ez bawernameyê-dîplomayê heq bikim, ez ê telefonî rektorê zanîngehê bikim, li ser bawernameyê-dîplomeyê bila wêne wêneyê te be, nav û paşnav jî yê min...
Got, "Weleh tu ciwamêr î!"
Min got, "Tu ciwamêrîya xwe dibêjî."
Û hûn sax!..
🤣🤣🤣

Ez û Emîno

-Hoo Emînoo!
-Çi hohoya te ye dîsa, Devliken? Te nîyha perdeya guhê min yaw!
-Îroj ez li rûpela kê dinerim wêneyê Selahedîn derdikeve pêşîya min. Wek min û te wî jî rîh berdaye...
-Guh mede kultura populer û romantîzma wê, Devliken. Ji rîha Selahedîn îdeolojî, ji rîha min û te felsefe difûre...
-De here qûna xwe li avê xe lo! Ma dîn û felsefe?
-Tew! Min jî digot qey tu baqil î, Devliken!
-Çi eleqe, Emîn?
-Îja çi eleqe! Ma dîn çima dîn dibin?
-Çima?
-Ji derdê baqilên tiredîn!
-Haa!
-Haa û serî, Devliken! 
-Cîyê reş û tarî, Emîn!
-Şkefta bê derî, Devliken!
-Û min tê de bir û anî, Emîn!
-De ka em bikenin: Hahahahahahaha🤣🤣🤣

Kerîtî

Ez bira dibêjim, li Tirkîyeyê problemek heye.
Bi qasî ez zanim û jixwe wê rojê jî min gotibû; qerf, henek, mîzah bi aqil tê kirin, 
lê bala min lê ye, 
li Tirkîyeyê, her ji sê bernameyên wan ên TVyan an jî her ji sê fîlmên wan ên sînemayê yek jê mîzahî ye.
Û gorbihuştê Azîz Nesîn jî gotibû, 
"Ji sedî şêst tirk ehmeq in."
Rast e, 
li gorî dema Azîz Nesîn ji sedî şêst ehmeq bûn,
lê li gorî dema îroj,
wan ehmeqan qeşmerî jî li CVya xwe zêde kirin.

Weşankerxane

‪Weşanxaneyên bê edîtor, divê bên girtin.‬
‪Edîtorên ne pispor-ne zimanzan, divê pozê wan bê firkandin.‬
‪Stranbêjên bi eslê xwe kurd, lê bi zimanê xwe ji bilî kurdî her tişt, divê werin cezakirin(sembolîk-ji bo şerm bikin)‬
‪Di nav civakê de xelk li gorî pîvana rêzimanî peyivîye nepeyivîye, ne problem e, lê heqê kesên karên kulturî-edebî-entelektuelî dikin, tune ye bi kurdîyeke şaş tevbigerin...‬

Rêya Rast

Ciwamêrekî gotiye, "Heta çelsaliya xwe ateîstbûn sunet e."
Rast e. 
Hz. Muhamed piştî çelsaliya xwe rêya heq nas kirîye. Bi gotineke din, ew jî heta çelsaliya xwe ateîst bûye. 
Loma;
misilman heta çelsaliya xwe her jahrê dixwin-belav dikin; piştî çelsaliya xwe dest bi nimêj û rojî û îbadetê dikin.
Mirov di rêya pêxemberê we de bimeşe, sunet e.

Kurd û Îslam

Heta ku rêvebirên Kurdistanê îslamê marjînalîze nekin anku di hundirê sîstemeke sekuler de nemehînin, bila ji rojavayîyan destek û piştgirîyeke berçav hêvî nekin.
Israîl û Amerîka dijmênê îslamîstên radîkal in. Îslamîstên radîkal jî destek û piştgirîyê ji Tirkîye û Îran û Iraqê distînin.
Le kurd û Kurdistan?
Kurd û Kurdistan jî bêvila xwe ji qûna van dewletan dernaxin!

Sofî Doxînşil

Keçikino!
Qîzino!
Jinino!
Ji kerema xwe re li cil û bergên xwe, li boyax û meqyaja xwe miqate bin.
Transparan negerin!
Kin û dekolte li xwe nekin.
Bila qûna we di bin pantor û kiras û etekan de neçirçire, nezepite, kifş nebe!
Bila derzika nav pêsîrên we ne xuya be!
Nekin hakehak, nekenin!
Ev ciwamêrên oldar ji ber we di qula xênî de asê mane, hew diwêrin derkevin derve. 
Derûnî û psîkolojîya wan li bin guhê hev ketîye.
We mala wan xera kirîye, agir bi kezeb û gurçikên wan xistîye, bîst û sê seet û nîvan navran û doxîn şil e. 
Êdî hingî serê seetê binê seetê destmêja xwe nuh dikin, rûyê wan û nav şeqên wan giş terikî ne.
Eman û eman!
🤣🤣🤣

Xalê Cemîl û Zeûs

Xalê Cemîl bi sê dengan bang Zeûsê xwedayê xwedayan kir û got,
"
zeûs lawo xwedayê xwedayan li min lîyan e li min lîyan e
xweda min bi qurbana bejn û bala te xwedayê xwedayan ke li min lîyan e
em ji ber eskerên romê jar û perîşan in li min lîyan e
heger tu bi gazî û hewara me de werî û me xelas bikî ji van teresbavan e
sozê didim te ji wan sozên mêran e
em ê li qendîlê te bikin mêvan û dawetekê çebikin ji te re ji wan dawetên bav û kalan e
em ê jineke ereb û jineke ecem û bi ser de jî jineke tirk li te mahr bikin li te xweş helal e
em ê di daweta te de lêxin deh def û deh zirneyan e
heger dilê te rehet nebe em ê bişînin pey emînê erban e
bila bi tembûra xwe hilweşîne van gelî û lat û zinaran e
lê me xelas bike ji van teresan heta hetayê te go çi em ê dernekevin ji peyva te lo xwedayê xwedayan e
lo li min lîyan e zeûso xwedayê xwedayan li min lîyan e
lo li min lîyan e zeûso xwedayê xwedayan li min lîyan e
xweda min bi qurbana bejn û bala te ke zeûso law li min lîyan e
"

Zeûsê xwedayê xwedayan bi sê dengan bi ser konseya xwe de kir gazî û hewar û got,
"
kuro law poseidon bilezîne here li derîyê mala hermes û hefestî xîne bila rabin
ji wan bêbavan re bibêje bila ji ser sîng û berên atîna û artemîzê rabin
ji nîvê şevê heta destê sibehê meriv di wan ne meriv ji wan têr nabe
û ji xwe ew bi xwe jî ji nîyhandinê têr nabin heta pişta te nekeve ber te ji bin te ranabin
kuro law poseidon ez ji te re dibêjim li me gazî û hewar e
apolo jî şîyar bike bila nebêjin zeûs qêmîşî wî lawê xwe yê pîç î bênamûs nekir berê wî neda şeran e
şûr û mertalên xwe hildin em ê herin ber bi qendîla fêrizan e
dibêjin eskerên romê eriş birine ser xalê cemîl û mûrad û dûran e
heger em xwe negihînin wan mîna xiltan ew ê binê qendîlê qulqulî bikin û bikolin heta olîmposa bav û kalan e
ev şer ne şerê mahfelîtîyan û şerefîyan e
ev şer şerê asîmilasyon û entegrasyon û ekolojîya hevalên me kurdan e
xêr û guneh di stuyê xalê cemîl de be vê êvarê go bêbavên tirkan hewl didin me asîmle bikin li  ser axa me şêran e
bext nemirîye lazim e em herin bi hewar û gazîya van hevalan e
belkî rojekê ji me re lazim bibin ew şêrên şikeftan e
bilezînin xwe biavêjin ser baskên teyran e
heta qendîlê li derekê nedin mola û bêhnvedan e
"