21 Temmuz 2020 Salı

Lîbîdo

-Ha Xalo!
-Kerem bike, berxê Xalo!
-Heşa ji hizûra te, lê tu min di nav beroşa quz de bikelînî jî, dilê min rehet nabe, her şev her şev canê min dixwaze...
-Libîdo, libîdo!
-Livîdo!
-Ne livîdo hey qûnde, libîdo libîdo!
-Ew çi ye, Xalo?
-Wexta aqlê kîrê meriv zora aqlê serê meriv dibe...
-Himm! Yanî aqlê kîr e.
-Wey rehmet li wî terikî ku tu jê herikî!
-Libîdo bi te re jî zêde ye, Xalo?
-Were her sibeh li meşa xalojna xwe binere, tu yê bibînî bê zêde ye yan ne zêde ye libîdoya xalê te...

Megalomanî

Hoo serek û sekreterino!
We got em ê Kurdistanê rizgar bikin?
De ka berê nirxên xwe ji Goristanê rizgar bikin, dû re Xwedê biçûk, em mezin in!..
Û
‪Xalê Seyîdxan ji kîsê zimên çû!‬
‪Serê zimên sax be. ‬
‪Û bi qasî zimên, xalê Seyîdxan jî stuxwar û belengaz bû,‬
‪mixabin!‬

Quretî û Xwekêmdîtin

Ew kesên nîhîlîst, ji xwe re hedonîst, ji xelkê re nîhîlîst in. Mîna çeteyan in. Dema dilê wan bixwaze, karin qûna dost-hevalên xwe bifirînin bi esmanan xînin, lê ne ji derdora wan bin heger, bi serê pozê xwe dinerin.
De îja dema tu berê xwe didî van kesên nîhîlîst jî, ne vîzyon heye, ne zanîneke analîtîk heye, ne jî di heqê edebîyatê de kûrayîyek.
Ji kompleks û egoyan nepixîne nepixîne hew maye bifelişin.
Edebîyat û edebîyata wan e. 
Çi yanî?
Qey hemû edebîyatvanên cîhanê qerase ne û hemû romanên wan têr û tije ne?
Min ji gelek welatan romanên gelek romannivîsan xwendine. Gelek nivîskarên her kes bi serê wan sûnd dixwe, min gelek berhemên wan nîvco hiştine, nexwendine...
Edebîyat!
Zanîn û vîzyona te hebe, bîr bawerîya te hebe û ji afirandinê re jêhatî bî, qelem jî karibe azad û serbixwe bigere, kulmeke xeyal û fantezî ye edebîyat.
Ew qasî jî li ber çavê ciwanan nekin gurê manco vê edebîyatê...

Ehmeqî

Ezxulam!
Bi şeref problemek mentiqî heye.
Nizanim, lê belkî sedemên vê ehmeqîyê ji kesayeteke seqet be jî.
Sedemên vê bêmentiqî û seqetîyê çi ne, divê pedegog, psîkolog û sosyolog li ser hûr bibin-bixebitin.
Berê bi vê xezebê derfet tune bû,
loma jî gazin li nifşê berê nabe. 
Lê îro ro, 
bi xêra teknojojîyê hayê meriv ji bin erdê jî çêdibe, ji ser erdê jî,
lê nifşê îro, 
mîna mirîşka sersem î gêj, her nikilê xwe li gû dixe.
Mejîyê we heye...
Derfetên xwedinê hene ku meriv xwe biguhere-pêş bixe-zana bike...
Guh û çav jî hene...
Ezheyran!
Tiştên hûn dixwînin, dibihîzin, dibînin, li bêjinga mentiqê xin û terka derûnîya mirîşka sersem î gêj bikin.
We nîyha tevn û mêzîna vê civakê!

Nîyhandin

Heta kurd ji nîyhandinê têr nebin, ew ê nikaribin hunereke baş, edebîyateke têr û civakeke xwedan kesayet biafirînin.
Ji ber ku,
mejîyê orgazm tahm nekiribe, tenê bi masturbasyonê xwe dixapîne.
Û ya herî girîng,
welat jî, bi mejîyên orgazmbûyî ava dibin!..

Dansozên Edebîyat û Hunerê

Pêyase pêyaseya dansozan e. 
Di edebîyat û hunerê de jî, di politîka û sîyasetê de jî, yên herî populer û li ber çavan, her tim dansoz in.
Ne dilê kesî dihêlin, ne jî dihêlin kes dilê wan bihêlin; serî bi hêlekê ve dilîze, qûn bi hêlekê ve...

Pîra Kelbecerî

Pîreke kelbecerî- Kelbecera Kurdistana Sor- ji ber êşa canê xwe dişîne pey lawê xwe. 
Navê law Yûsif e. Yûsif li Bakuyê profesorekî qerase ye.
Axir Yûsif tê cem dêya xwe, dibêje, "Xêr e yadê, kî der te diêşe?"
Pîrê dibêje, "Berxê min, bi şev heta destê sibehê dikim nakim nikarim rakevim, xew nakeve çavên min; ji bêxewî êş dikeve serê min."
Yûsif dihere malê, radihêje şûşeyeke konyak û dîsa di nig de vedigere. 
Bi dizî qedeheke konyak dadigire û dide destê dêya xwe. 
Dêya wî li qedehê dinere, li wî dinere, dibêje, "Ev çi ye, Yûsifê min?"
Yûsif dibêje, "Derman e, yadê. Ez çûm, min nexweşîya te ji hevalê xwe yê doktor pirsî, wî ev derman ji bo te da min. Ka vexwe, vexwe..."
Pîrê qedehê li enîya xwe dixe, bi ser xwe dadike û derbasî odeya xwe dibe. 
Heta sibehê dibe xurexura pîrê, radikeve.
Roja din Yûsif dîsa tê serîyekî didê. 
Li dêya xwe dinere, dibêje, "Ew derman çawa bû? Tu pê baş bûyî, yadê?"
Pîrê destên xwe vedigirin û li jor dinere, dibêje, "Wey Xwedê ji te û hevalê te razî be, berxê min! Wek zarokeke berşîr, heta sibehê ez raketim û min pêxember di xewna xwe de dît."

21 Eylül 2018 Cuma

lehengê bîr û xewnan

Dibêjin, ku meriv bi helbestekê jî dikare bibe helbestvan! Ev helbesta nivîskarê malpera me Devliken Kelogirî îzbata vê yekê ye. Û meriv dikare bi dehan berevokên helbestan çap bike, lê ne helbestvan be, ji ber ku di wan berevokan da helbestek jî tune. 

Ji vê helbestê hîsek dixuliqe, ku kê ji zimanê xwe hez bike, wê ji hemû hezkirîyên xwe jî hez bike û hemû hezkirî jî wê jê hez bikin. Vêca dema asta bikaranîna wî zimanî wek zimanê Devliken Kelogirî ser dereceya bilind be, helbest jî têra xwe dagirtî û kûrfikir be, êdî ji qalibê helbestê dertê û dibe hunermendî.

Têmûrê Xelîl

Vê sibehê
Piştî banga melê 
û azana dengê çend dîkan,
hîn ro hilnehatibû,
ji nişka ve şiyar bûm.
Û tu niqutî dilê min, yabo!
Ne ku tu hatibûyî xewna min,
hema weha bê sebeb,
tu hatî,
te li deriyê bîra min xist.
Erê, tu niqutî dilê min,
lê girêkekê xwe li qirika min li hev bada.
Ne çû xwarê,
ne jî kela min rijiya.
Tengînefes bûm wê kêliyê!
Bêyî ku ez bigirîm,
hew min dît nîvniquteke hêsir diherike
ji qiraxa çavê min ê rastê.
Lê te ez çep çêkiribûm,
çima ji çavê min ê rastê?
Gelo eksê berê min dida rêyeke çep,
hişyariyek bû ev?
Nizanim.

Cemîlê Hisênê Îsa!
Mêrxasê dema xwe!
Hazircewabê civatan!
Lehengê xewnên jinan!
Wê rojê bi qasî bejnekê
min li wî wêneyê te yê li odeya yadê lê radikeve, nerî.
Te dî şipiya ye ew wêne.
Ne şaş bim, 
hefsî yî tu di wir de.
Bejn û bala te ya egîdî,
awirên fêrizî,
temberîka te ya bi hêla rastê ve şikinî,
simbêlê te yê mîna simbêlê aktorên sînemaya wê demê têra xwe cidî,
bedlê te yê modela îtalyanî
û wek her tim ew sekna te ya qure û bixudî...
Careke din min fêhm kir, 
bê çima bi xezebeke bêhudûd Seadetê dil xistiye te lehengî!
Ma hew Seadetê?
Hew Xwedê zane kî û ne kî...
Erê, Cemîlo!
Bavê mino!
Bi qasî dêya min e,
hîn jî dilketiya te ye ev jin.

De Xwedê bi xêr bigerîne, Cemîlê Hisênê Îsa,
mêvantiya te ya vê sibehê.
Piştî bi salan heger tu hatibî,
û te li deriyê vê bîrê xistibe,
yan av li bîrê şolî bûye
yan jî bîr ji bîr ketiye.

Hîn zû ye, ne wextê taştê ye.
Hîn şiyar nebûye ji xewê, Seadetê.
Lê bira tu zanibî,
piştî her banga melê,
di bin wê çavdêriya te ya mêrane de,
serî dihere sicadê.
Nuha di xew de ye.
Belkî di xew de bi te re ye...
De ka ez jî serî bavêjim xewê,
bê çi derdikeve ji vê bîrê,
bê çi derdikeve ji mêvandariya te ya vê sibehê...

14 Eylül 2018 Cuma

Hezkirina heywên yek ji elamet û nîşaneyên xwadayî ye

Seadetê rahişt sênîkekê û ber bi Reşo ve meşiya.
Sênîka ku xwarin tê de, li ber Reşo vala kir.
Reşo bi kêfxweşî xirpişî ser wê xwarinê.
Dû re Seadetê fitilî ser min û bi bişirîn got:
"Wê rojê ez çûm Amedê cem mala Sewdetê. 
Pismamekî min jî li Amedê rûdine. Jixwe tu nas dikî, Hecî Evdal. 
Zarokên wî ji me re şîv çêkirin. 
Goştê pez avêtin ser savarê. 
Em li ser sifreyê rûniştin, me şîva xwe xwar. 
Piştî me têr xwar, li ser sifreyê londera hestiyan çêbû. 
Reşo ket bîra min. 
Min got, 'Hecî Evdal, bonciyekî me heye, pir delalî ye. Heger ez van hestiyên ser sifreyê ji boncîkê xwe re bibim, hûn ê bi min nekenin?' 
Hecî Evdal keniya, got, 'Na na, em ê çima bi te bikenin. Xêr e.' 
Keçika wî rabû ew hestî ji bo min xistin kîsikekî û wexta ez rabûm, min rahişt kîsikê xwe.
Kîsikê min ê hestiyan di destê min de ez hatim li tirimbêlê siwar bûm û min berê xwe da malê. Erê weleh, ji bo Reşo min ji Amedê kîsikê hestiyan kir destê xwe û min ew hestî anîn Qoserê.
Min çawa sola xwe ji pê kir, min kîsikê xwe yê hestiyan bir li ber Reşo vala kir.
Reşo serî di ber de, teriya xwe kil kir di ser wan hestiyan de.
Ciwanikino! Ciwamêrino!
Hezkirina heywên, yek ji elamet û nîşaneyên Xwedayî ye.
Heger baweriya we ji Xweda hebe...

Gurên Lahmecûnan

Li Qosera Mêrdînê du kesên ji eşîra Bêreşiyan birçî dibin û diherin Dogan 47yê lahmecûnan bixwin.
Ji bo siparîşan garson tê cem wan:
-Kerem bikin, ez çi ji we re bînim?
-Hela ka tu anuha her ji me yekî re pênc lahmecûnan bavêjî firinê... Dû re Xweda mezin e!
Garson bi serê xwe erê dike û vedigere cem hosteyê lahmecûnan.
Pênc dibe deh, deh dibe panzdeh, panzdeh dibe bîst...
Piştî ku têr dixwin, ê di ber firnê de bi çikêrina lahmecûnan gêj, xwediyê restoranê kêf dike.
Du kesan tam şêst û heyşt lahmecûn xwarine.
Hesabê xwe didin.
Berî ji restoranê derkevin, xwediyê restoranê bi bişirîn difitile ser wan:
-Bi telaq, du muşteriyên min ên din jî wek we hebin, pişta min nayê erdê.