2 Ocak 2018 Salı

Serê Salê Binê Salê

Ji roja em ji dawa dêya xwe dikevin heta roja em dîsa li dêya xwe vedigerin, tenê zemanek heye;
temen anku emir...
Û dê her tim ji kezeba xwe re dibêjin, ”Emrê min ji te re be, berxê min."
Anku "Ji emrê min têkeve ser emrê te, berxê min.”
Roj bûne hefte, hefte bûne meh, meh jî sal.
Û sibe em derbasî saleke din dibin; ji temenê me saleke din kêm dibe,
lê salek li tecrûbe û zanîna me zêde dibe.
Min ji xwe re du şûşe bîra û du şûşe şerab kirî.
Wek salên berê ez ê li ber televizyonê rûnim û ji xwe re li qenalekê bigerim; di kîjan qenalê de dansoz hebe ez ê li ser wê qenalê bisekinim û li ber reqsa wê dansozê xwe bi bîra û şerabê waftîz bikim.

Dansoz!
Dansozan dev ji dansoziyê berdan ji ber dansoziya bêaran.
Di siyasetê de dansoz...
Di edebiyatê de dansoz...
Di hunerê de dansoz...
Di têkiliyên hevaltiyê de dansoz...
Di hez û eşqê de dansoz...
Ji serî heta binî dinya bûye dansoz.

Dinya!
Ji roja dinya ava bûye heta nuha, bi rêya ol û îdeolojiyan însan hîç wext ji zîhniyeta pez xelas nebûne.
Wek pez dinêrin.
Wek pez difikirin-nafikirin.
Wek pez guhdarî dikin.
Wek pez îtaat dikin.
Wek pez meriv berê wan dide ku diherin wir.
Bi vê zîhniyetê pêdivî bi mejî tune ye; mejî di hundirê wî qafikî de tenê kulmeke mast e.

Pez!
Pez rengekî din ê mirîdtiyê ye.
Mirîd kwîr in.
Mirîd kerr in.
Mirîd mîna mirîşka gêj gêj û sewsî ne.
Û bi saya serê van mirîdên kwîr-kerr-gêj îsal jî kurd ji nekurdan rizgar nebûn.

Kurd!
Anku kesên bi kurdî dijîn.
Kurdîjiyîn.
Meriv hez û eşq û êşên xwe dike bêjê û bi wan bêjeyan zimanekî diafirîne.
Ew ziman dibe meriv bi xwe.
Û ez te, tu wî, ew ê din hîn dike û em hemû bi hev re dibin qewmek bi xêra vî zimanî.
Meriv hînî zimanekî din jî bibe, ew ziman ê nikaribe wek zimanê meriv ji hez û eşq û êşên meriv re bibe deng;
her tim hêlekê xav bimîne.

His!
Meriv bi hiskirinê nabe kurd.
Meriv bi kurdî dibe kurd.
Di nava rojê de meriv herî pir kîjan zimanî bi kar bîne, meriv dibe perçeyek ji wî zimanî.

Ziman!
Ziman man û neman e.
Û heger rojekê zimanê we ji we bikeve, li erdê hûn kîjan zimanî bibînin, êdî ew e zimanê we.
Qewmek li ber mirinê be, zimanê wî qewmî kare ji nû ve wî qewmî vejîne,
lê heger zimanê wî qewmî li ber mirinê be, ew qewm bi mirina zimanê xwe re dimire û hew radibe.

Serê salê, binê salê, xwedê zimanekî bide vî qewmê li ber sekratê!  
 


30 Aralık 2017 Cumartesi

Ol-Dê-Ziman

Ol!
Tiştên beradayî ne tenê di ola îslamê de, di ola xiristiyantî û ola cihûtiyê de û herweha di êzdiyatî, elewîtî û hemû olên din de jî hene.
Loma jî,
Ol ol e û tu ferqa wan ji hevdu tune ye.
Lê,
pirê caran dibînim hin hevalên xwedêgiravî lîberal-sosyalîst-kominîst-ateîst yên ne musliman, wek ku ola wan oleke cîhê ye û ji îslamê gelekî moderntir û xweşbîntir e pesnê ola xwe didin û îslamê rexne dikin.
Li taxa me ji kesên werê re dibêjin,
"De here qûna xwe li avê xe lo!"

Bextê xwe navêjin.
Ji ûjdanê xwe nexeyidin.
Ji mejiyê xwe ji xwe re rêyekê çêbikin
û bidin pey mentiqa xwe...

Dê!
Min tenê Xwedayek nas kir,
ew jî dêya min e.
Çi wexta berê xwe didimê, 
bêyî ku qala kiriya malzaroka xwe û heqê şîrê xwe bike, 
her himbêza wê vekiriye ji bo kewandina brînên min.
Li ber dilê wê her tim perçeyek im ez ji bedena wê.
Bi êşên min êşa xwe diêşîne, lê hîç wext nahêle min bi xwe bihisîne.

Ziman!
Ya ku min dike ez û dihêle ez û hûn bibin yek û em bi hev re bibin qewmek...
Ez û dê û bavê xwe,
ez û zar û zêçên xwe ne qewmek in, 
heger ne yek be ziman. 
Ya min ji we cîhê dike ziman e.
Ya min û wek digihîne hev û dike yek ziman e.

Û...
Zimanê dêya min e ola min. 

  

29 Aralık 2017 Cuma

Hîç

Mirin hîçek e.
Mirin zirhîçek e.
Zirhîçek e mirin.
Û em ji mirinê jî,
ji hîçê jî hez dikin,
ji ber ku em bi xwe zir-hîç-ek in.
Tenê em li ser mirinê û hîçan li xwe dixin û digirîn,
ji ber ku lixwexistina me jî, giriyê me jî,
hîçek e,
zirhîçek e,
wek me.

Dagirker li ser axa me pê li serê me dikin,
di hundirê malên me de dest dixin qirika me,
li pêş çavên me dest davêjin "namûs"a me,
em diqîrin,
digirîn,
li xwe dixin,
zimanê me ji devê me dikişe,
em kirasê xwe çîrçîrî dikin,
bi zimanê dagirkerê xwe.

Di cejnan de bi zimanê wan e pîrozbahiyên me.
Di şûnan de bi zimanê wan e sersaxî û serxweşiyên me.
Di eşqê de bi zimanê wan de hestên me.
Di seksê de bi zimanê wan e orgazmên me.

Em qala şoreşa zimên a Celadet Elî Bedirxan dikin,
em pesnê felsefeya Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqeyê Teyran didin,
em serî li xwe mezin dikin
wexta em ji xelkê re kêfxweşiya dewlemendiya zimanê xwe-edebiyata xwe-hunera xwe dibêjin,
bi zimanê wan.

Em hîç in,
zirhîçek in em.
Qîrîna me,
giriyê me,
êşa me,
gilî û gazinên me,
li ser hîçekê hîç e.
Gilî û gazinên me yên li ser mirinê, hîçek e,
ji ber ku hîç nikare gilî û gazinan bike û bigire.
Hîç nagirî.
Hîç naqîre.
Hîç naêşe.
Hîç hîç e û em ji zirhîçekê pêk tên.
Hîç!




26 Aralık 2017 Salı

Xwelîserino

Ev xwelîserên kurd ên tirkiyehez pir ehmeq in.
Hey xwelîserino!
Hûn bibin xwedan dewlet û di navbera we û tirkan de sînor lêbibe çêtir e.
Nuha li nav tirkan hûn tenê xulamtiyê dikin, çi karên qirêj û angariya hebin tirk bi we dikin. 
Yên piçekî halê wan xweş jî, serê wan di nav şêqên wan de mîna kûçikên tûle ji kurdbûna xwe bi tirs jiyaneke pûşt dijîn.
Dema hûn ji tirkan veqetin û bibin xwedan dewlet, hûn çiqas qels-kêm bin jî di çavê tirkan de hûn mezin dibin. 
Û dema hûn bixwazin ji sînorê xwe derbasî nav sînorê wan bibin, êdî hûn jî mîna îngilizekî-fransiyekî-almanekî turîst in 

û mecbûr in we li pişta xwe kin û ji bo kêf-ger-niyhandinê rêbertiyê ji we re bikin.
Hey xwelîserino!
Êdî ji wê derûniya xwebiçûkdîtinê rizgar bibin.
Hûn kurd in, kurd!
Berî Xwedê ji dêya xwe bikeve û were dinyayê bi hezaran sal hûn hebûne.
Xwedê ji ber xof û heybeta we çêbûye 

û olperestan ew li serê we kiriye bela da ku qewmekî mîna we xwedan dîrok-xwedan medeniyet hilweşe.
Xwe biparêzin,
zimanê xwe biperêzin,
dîroka xwe biparêzin,
medeniyeta xwe biparêzin.
Ji ol û îdeolojiyan dûr bisekinin.
Hemû ol û îdeolojî li ber hebûna we 

feq in, dahfik in, kemîn in.
Xwedayê wan ji we re ne lazim e; 

hûn bi xwe bibin Xwedayê xwe.
Û di roja îroyîn de jî,
Xweda dewlet e.



24 Aralık 2017 Pazar

Ji Rojeva Me Çend Nûçeyên Tiroviro

Ev serê hefteyekê ye kurd bi Selda Bagcanê radibin-rûdinin.
Serbavê, bibore Seldayê çi gotibû?
Gotibû, "Ez li dijî serxwebûna Kurdistanê me
anku ez naxwazim li herêmê kurd bibin xwedan dewlet."
Kare bibêje û mafê wê ye.
Mesela:
Selda Bagcan hez nake mêran bera ser xwe de.
Selda Bagcan lezbiyen e û tenê ji niyhandina bi jinan re hez dike.
Loma jî mafê me tune ye em jê re bibêjin, "Çima tu carekê xalê Bahrî jî bera ser xwe nadî?"
Xalê Bahrî kurd e û kîrê wî heye.
Lê Seda ne ji kurdan hez dike, ne ji kîran...
Lê, jixwe divê Selda û yên mîna Seldayê ne li ser bala me û ne jî xema me bin.
Me deh, sed-hezar carî gotiye ku,
tirk tirk e,
çi çepgir-çi rastgir,
çi jin-çi mêr,
çi qûnde-çi tiravestî-çi lezbiyen,
çi dîn, çi baqil...
Ez bikutim mejî, kesayet, IQ û zîhniyeta wan hemûyan!
Lê gelî ciwanik û ciwamêran,
dev ji Seldayên xelkê berdin, di nav me de bi milyonan Selda hene.
Berê Seldayên xwe serast bikin, dû re berê kîrê xwe bi Seldayên xelkê vekin.

Serê salê binê salê, xwedê aqilekî bide vê civakê.
Hêdî hêdî em ber bi selake nuh ve diherin.
Lê wek sala çûyîn û salên berî sala çûyîn dîsa em ber be nezaniyê ve bi çargavî dibezin.
Em dîsa kurd in,
dîsa misluman, dîsa mirîd, dîsa belengaz...
Û ya herî ecêb, em dîsa bê helwest in wek her sal û îsal.
Nezaniya me û xwelîseriya me serê me bixwe.

Xweşzûgotinokîzma min çap bû berî em têkevin sala nuh bi mehekê.
Herçend ez wek kedê lê binêrim jî,
kes ne mecbûr e bikire û bixwîne.
Û yên bikirin jî ne mecbûr in bixwînin.
Û dîsa û yên bixwînin jî ne mecbûr in jê hez bikin.
Min hez kir,
min nivîsî,
û min çap kir.
Wekî din saxiya canê min.

Li başûrê hindik mabû bibe serbixwe, serî-bi-xwe ve nehiştin kurdên hîn nebûne "XWE".
Dev ji Kurdistanê bera dan, xwe bi xwe ketin ber hev.
Ji xêndî çar kêrên li ser dilê "MIN" cit bûne, "çardeh kêrên din cit bûn li ser dilê "MIN"
Min got "EZ"
Te got, "EZ"
wî got, "EZ"
me got, "EM"
we got, "EM
wan got, "EM"...
Lê em tu carî nebûn "EM" û bi vê zîhniyetê em ê tu carî nebin "EM" ema ku her tim dibêje, "EZ û EM"

Û encam:
Zewaca bi eşqê?
Zewaca bi mentiqê?
Ez bikutim wê zewacê ku bêjî-pîç ê jê bizê!






21 Aralık 2017 Perşembe

Şems û Mewlana û Kurd û Kurdî

Mewlana rojekê Şems diezibîne mala xwe, 
Şems dibe mêvanê wî.
Piştî Mewlana ji bo wî sifreyê hazir dike, Şems dizîvire li Mewlana dinêre, dibêje:
-Ka te ji min re şerab neaniye ser sifreyê.
Mewlana li ser vê gotinê şaş dibe û bi awayekî ecêbmayî dipirse:
-Min nizanîbû tu şerabê vedixwî. Naxwe tu şerabê jî vedixwî.
Şems dibêje:
-Erê.
Mewlana dibêje:
-Min nizanîbû.
Şems dibêje:
-Madem êdî tu zanî, here ji min re şerabê bîne.
Mewla dibêje:
-Te mejiyê xwe xwariye! Vê şevê ez ê şerabê ji ku bînim?
Şems dibêje:
-Ji xizmetkarekî xwe re bibêje bila here bîne.
Mewlana dibêje:
-Ji bo vê kiryarê ez ê li hizûra xwedê de şermezar bibim.
Şems dibêje:
-Wê çaxê tu bi xwe here.
Mewlana dibêje:
-Li vî bajarî her kes min nas dike, ez ê çawa herim ji taxa fileyan şerabê bînim?
Şems dibêje:
-Heger hurmeta te ji min re hebe û tu bixwazî ez xwe bextewar his bikim, divê tu îşev ji min re şerabê bîne. Her şev heta ez şerabê venexwim, ne karim şîvê bixwim, ne jî xewa min tê.
Mewlana ji mecbûrî radibe ser xwe, kurkê xwe davê nav pişta xwe û şûşeyekê jî dixe bin çengê xwe û berê xwe dide taxa fileyan. 
Heta digihêje taxê jî kes nizane mesele çi ye.
Piştî şerabê ji meyxaneyê temî dike û derdikeve derve, komeke misluman wî dibîne. 
Û ew kom çawa Mewlana ji meyxaneyê derdikeve dide pey wî.
Her ku dihere li komê zêde dibe...
Wexta Mewlana digihêje nêzîka mizgefta ku lê meletiyê dike, ji nav wan kesên her roj li pey wî nimêj dikin yek ji raqîbên wî derdikeve û dibêje:
-Ya ometa bawermend! Mewlanayê ku her roj hûn li pey wî nimêj dikin, çû ji taxa fileyan şerab kirî.
Û destê xwe diavêje kurkê Mewlana, kurkê wî dişemite erdê.
Bi şemitandina kurk re çavê her kesî dihere ser şûşeya şerabê.
Çav di serê wan de sor dibin û êrişî Mewlana dikin, şaşika wî bi derbekê re ji serê wî dikeve.
Lê li hember vê êrişê deng ji Mewlana dernakeve.
Kesên li wir top bûne li cem xwe difikirin ku bi salan li ser navê mumîntiyê Mewlana ew xapandine.
Li ser vê xirecirê Şems derdikeve û bi hêrs dibêje:
-Ya miletê ehmeq! Hûn çawa fedî nakin hûn rabûne êrişî kesekî mîna Mewlana dikin û van bêbextiyan lê dikin! Ev şûşeya ku hûn dibînin ne şerab e, sîrke tê de ye. Heta sîrkeyê bi xwarina xwe werneke nikare bixwe.
Raqîbê Mewlana diqîrê dibêje:
-Ew ne sîrke ye, şerab e.  
Li ser vê gotinê, Şems devê şûşeyê vedike û hindik hindik bera kefa destê wan dide.
Piştî vê kiryarê, ewil raqîbê Mewlana dihere destê wî maçî dike, dû re kesên din dor bi dor..
Û qelebalix belav dibe, her kes dihere mala xwe.
Mewlana difitile ser Şems dibêje:
-Te çima îşev tiştekî weha anî serê min, te ez li pêş çavên însên kêm xistim?
Şems dibêje:
-Min wer kir ji bo çavên te vebin û tu bibînî ku ev hemû tiştên tu xwe pê serbilind his dikî, tenê leylan e-xewn e. Te li cem xwe digot belkî hurmeta çend kesên ji rêzê û beradayî wê ji min re bibe sermiyanekî ebedî, lê te dît çawa bi fen û fûta şûşeyeke şerab yek jî li dora te nema. Êrişî te kirin, li te xistin, tif rûyê te kirin, heta hindik mabû te bikujin. Sermiyanê te hemû ev bû. Û di şevekê de xelas bû. Loma jî, tiştekî weha bike ku ne bi herikîna zemên re, ne bi guherîna bûyeran re xelas nebe.
Dinya HÎÇek e.
Ehl-î dinya HÎÇek e.
Ya HÎÇ! Bi HÎÇekê re nebe yek ji bo HÎÇekê.
Piştî mirinê di kîsê meriv de çi dimîne, tu zanî?
Eşq û Hez û Muhabet,
wekî din HÎÇ!

Ew kesên li ser navê kurdan kurdîtiyê û rêbertiyê dikin, divê derd û xema we ne avakarina civakeke dewar be.
Di civakeke dewar de tenê dewarîzm pêş dikeve.
Dewar jî tenê ceh-ka-gîhê dixwin.
Û bi xwarina ceh-ka-gîhê tenê zik-hûr mezin dibe.
Divê rêberên kurd şerabê vexwin,
şeraba eşqê,
eşqa kurdî...
Bi eşqê meriv kare civakeke xwezan û ne-dewar ava bike.
Ya rêvebirên kurd!
ji bo eşqa Kurdistanê,
şeraba kurdî vexwin û bi civakê bidin vexwarin,
da hûn jî, civak jî nebin
HÎÇ!

 


  
 
 

19 Aralık 2017 Salı

Xezeba Petrol û Gazê

Ez bikutim petrol û gazê!
Ji qewla Minniyhayû, 
bibore, Netanyahû, 
xwezî petrol û gaza me jî nebûya û wek cihûyan me jî wî mejiyê xwe yê di nav destên tirk-ereb-eceman de bûye sêleke gû ji bo tiştên zanistî bi kar bianiya.
Heta ev ax baş neyê guvaştin û tenê niqutik petrol û gaz jî tê de nemîne, ev bêbavên berjewendperest ên xiristiyan-misluman ê nehêlin em li ser axa xwe rehetiyekê bibînin.
Ev ax bi petrol û gazê nahletî bûye.
Erê weleh,
"Nahletî!"
Gelo aborjînên Awûstralyayê çend dolim erd ji nav daristana xwe ya ku hîna şopa însên neketiyê nafiroşin me?
Xuya ye bi vê çavnebariya xirîstiyanên emperyalîst 
û bi vê zulma mislumanên mejîsist 
û bi destê van serok merokên kurd ên xwelîser-nezan-çavbirçî û gundî em ê hîç wext nikaribin li ser axa xwe welatekî azad û serbixwe ava bikin.
Qet nebe em herin bi perekên xwe û bi xêra wan aborjînan ji xwe re welatekî ava bikin û bibin cîranê wan.

Ji Xwedê û ji evdên wî dûr...
Belkî em û aborjîn bi hev re bi awayekî ekolojîk esasê jiyan û medeniyeteke bêminet ji nû ve deynin...
Kî zane!

Belkî ev nifşê genî di nav wê petrol û gazê de biqijin û em û cîranên xwe aborjîn ji nû ve û bi nifşekî ekolojîk jiyaneke hur û azad ava bikin.
Bijî biratiya kurd û aborjînan!

17 Aralık 2017 Pazar

Çermê Ehmeqiyê

Ola ku li vê dinyayê û li dinyaya dinê, jin ji mêr re tenê kiriye evd-xulam, 
ew jin çawa bi dilê xwe dikeve bin tesîra wê olê û wî fîstanî li xwe dike?
Nizanim.
Bi min, divê zanyar û civaknas li ser vê derûniyê lêkolînên zanistî-akademîk bikin.
Tezeke qerase ya akademîk ji vê mijarê derdikeve.
Ji bo sosyologên ciwan ên dilê xwe dibijînin Îsmaîl Beşikçî, ev mijar kare ji wan re bibe bask.
Ji min gotin, li we kirin...
Bingeha mazoşîzmê ji vê ehmeqiyê dest pê dike. 
Bi rastî jî hin tişt hene wexta meriv lê nepirse ew tişt dibin kurm û mejiyê meriv dikemirînin û kurmî dikin.
Mesela:
Ayetên xwedê,
hadîsên pêxemberan,
weazên şêx û meleyan
û alimên olî,
hemûyan ji bo mêran mizgîniya xêrê dane-didin.
Ji çemê kewserê û ji hemû kaniyan di şûna avê de,
şerab ê biherike,
heftê û du hûrî,
keçikên pêsîrên wan nuhgîhaştî
û gelek mizgîniyên din ên qûndetî ji bo mêran...
Baş e, ez fêhm dikim, 

mêr ketine heyra çêra kîrê xwe,
lê çi agir bi jinan ketiye radibin li pey vê ola ji bo wan tenê mizgîniya xulamtî-cêrîtî-koletiyê aniye, diherin?
Ku hinek radibin dev diavêjin jinan û qerf û tinazên xwe bi ehmeqiya wan dikin, em destê xwe li sînga wan dixin û wan neheq dikin.
Bi gotina "Aqilê heft jinan di serê mirîşkekê de ye, ew mirîşk jî dihere nikilê xwe li gû dixe" em aciz dibin,
lê heyran, 

heger Xwedê û pêxember û şêx û mele û alimên xwe, qasî li dij jinê ewqas ayet û hadîs û weaz dane-didin, li dij mirîşkê dabûna, ji sedî sed wê mirîşkê Xwedê û felsefeya olî qebûl nedikir û wê bibûya ateîst-xwedanenas.
Jin, bi qasî li dij desthilatdariya mêran fîstanên curbecur ên îdeolojiyan li xwe dikin, tenê fîstanê vê ehmeqiyê ji xwe bikin û binêrin, gelek tişt ê bi xweber biguherin.
Îja xuya ye, ev fîstan bi wan ve zeliqiye bûye çermê wan. 

15 Aralık 2017 Cuma

Şorbeşîr û Meyir û Tirşika Fasûliyan

Dîwarê cihûyan ê girî heye.
Dema ji mislimanan dibehecin-aciz dibin, bi wê hêrsê diherin eniya xwe didin wî dîwarî û kela hundirê xwe dirijînin.
Dîwar ji kul û xem û derdê wan re dibe stargeh.

Ji Kurdan re jî mirêkek-eyneyek divê,
mirêka xwelîseriyê.
Ji bo berjewendiyên şexsî, çi wexta xwe firotin-xwelî li serê xwe kirin û piştî wê xwefirotin û xwelîserê pozê wan şewitî, bila herin li ber wê mirêkê bisekinin û tif rûyê xwe bikin.

Dizên berê wek zemanê berê mêrxas bûn;
bi dizî dizî dikirin, lê bi dizbûna xwe serbilind bûn.
Lê dizên nuha wek zemanê nuha tirsonek û qûnek mûnek in;
eşkere diziyê dikin, lê meriv wan li ser diziyê zevt bike jî, li xwe mikur nayên-înkar dikin.
Û di ser halê xwe de jî, qure qure digerin-lotikan diavêjin.

Ji ber pirsgirêkên civakî, ramanên feminîst-îdeolojîk û xwelîseriya mêrên modernfeodalsosyal pirê jinan ketine depresyoneke niyhandinîk û bi nexweşiya firîjîtiyê ketine.
Ji ber jinên firîjît di demeke nêzîk de pirê mêran ê jî bibin firîkîrîjît. 

Û hîn jî hin nivîskarên qerase ji "tu"yê re dibêjin "te"

Û dîsa ez ê bibêjim "û" û dawiyê li vê nivîsê bînim.
Qûnalêsiya "rewşenbîr-nivîskar"an ketiya pêşiya qûnalêsiya civakê.
Civaka ku "rewşenbîr-nivîskar"ên wê qûnalês bin, civak ê bi kevçiyan gû bixwe. 

14 Aralık 2017 Perşembe

Serdema Megalomanan

Feylesofê hîç wext wek feylesof di nav feylesofan de rûpelên felsefeyê neneqişandiye Evdîkê Elê Eyşo gotiye,
"We lê nêrî ku hûn nikarin dewletan ava bikin, dilan ava bikin û dilê xwe ji xelkê re bikin dewlet"
Feylesofekî din jî weha gotiye,
"Ya muhîm dil e, ne kulmeke bilxur"
Ez ne şaş bim ev feylesof jî di serdema bilxur de jiyaye. Serdema ku bilxur êdî li ser sifreyê xelkê wek savar hat xwarin.
Di serdema me ya nuha de jî, feylesofê nikare tîpa "f"yê bibêje ku kî jê dipirse dibêje ez "eylesof" im weha dibêje,
"Dilo rebeno dilo! Dilo xerîbo dilo! Dilo min di te niyho, kêmaqilo dilo!"

Ji heciyekî pirsîn,
"Ya Hecî, ma tu ji Xwedê natirsî! Tu çûyî mala Xwedê tu bûyî hecî. lê tu araqê vedixwî, tu bi qahpikan re dixwî vedixwî, Tu selefê dikî, perê selefê dixwî. Ka îmana te? Îmana te li ku ye?"
Hecî li hundirê çavê wan dinêre, destê xwe yê rastê datîne ser sînga xwe hêla çepê, dibêje,
"Îmana min di dilê min de ye, lê hûn nabînin..."

Seroka parlamentoya Tirko ji Osman Baydemîr pirsî,
"Birêz Osman, ka Kurdistan? Kurdistan ku ye?"
Osman Baydemîr awirek da seroka parlamentoyê qudûmê wê şikenand. Û pê re pê re destê xwe yê rastê li sînga xwe hêla çepê xist got,
"Kurdistan di dilê min de ye."
Baş e ku seroka parlamentoyê negot herin çakêtê wî jê bikin û ser sînga wî veqelêşin bê bera jî di wir de tişt heye yan tune ye...
Em ê bihetikiyana, bi telaq!
Ji ber ku ez wek navê xwe zanim tişt di bin wî çermî de tune ye.
Jixwe heger Kurdistan di dilê Baydemîr de hebûya, Baydemîr ê ne li wir bûya.
Bi biryar û qanûnên ji wê parlamentoyê derketine-derdikevin, li Kurdistanê kevir li ser kevir nema ye, bi hezaran Kurd hatine kuştin-tên kuştin, birêz Baydemîr.
Û tu jî perçeyek ji wê parlamentoyê yî.
We bi vê megalomantiyê malên Kurdan bi ser serê wan de xera kirin, malên xwe û malbat û xizmên xwe jî li ser vê malxerabiya Kurdan ava kirin.
Lê hûn baqil û jîr û zîrek in.
Ji ber ku hûn Kurdan baş nas dikin û hûn zanin hûn ê bi çi şêwazê Kurdan bixapînin.
Û hûn dixapînin.
Kurdistan ne di dilê we de ye.
Kurdistan pere ye û di bêrîka çakêtê wê we ya çepê de ye.
Loma destê we tim li ser e. 
Lê ez vê jî bibêjim,
Osman mifteya deriyê dilê Kurdan jî, mifteya deriyê parlamentoyê jî heta deh salan xist bêrîkê.
Û Kurd ê her bimirin,
yên bimînin jî, wê her sêwî û parsek bin li devê deriyê xelkê, mixabin.