13 Aralık 2017 Çarşamba

Gelo Derhênerê Naskirî Akîra Kurosawa "RAN" li ser me çêkiriye?

Fîlmê "RAN" ê Akîra Kurosawa pir dişibe çîroka Kurdan.
Meriv dibêje qey Kurosawa Kurd e, li Kurdistanê jiyaye û ev fîlm jî ji ber trajediya Kurdan derxistiye û çêkiriye.
Çîrok, li ser dagirkerî-zordestiya lordekî Japonî dest pê dike.
Lordê Japonî êdî kal e û xwedan sê law e.
Heyatê ew betilandiye û dixwaze terka textê xwe bike.
Bang her sê lawan dike wan tîne hizûra xwe.
Lijneya aqilmendan jî hazir e.
Lordê Japonî textê xwe dide lawê mezin û ji her du lawên din re dibêje birayê xwe bi tenê nehêlin.
Kesayeta lawê mezin qels e.
Û peyv peyva jinê ye.
Jin jî qîza lordê kelê yê kevn e.
Wexta lord kelê dagir dike, bavê wê û dêya wê jî dikujin.
Jin bi salan bi hesreta wê tolhilanînê dijî.
Birayê biçûk ji qerara bav aciz dibe û ji wan dixeyide.
Lê ji her siyan ê herî xwedan kesayet lawê biçûk e.
Dû re lawê mezin û yê navîn dikevin nav reqabetekê.
Bi derketina ser text re lawê mezin hemû kontrol û desthilatdariyê dixe destê xwe û bavê xwe bêtesîr dike.
Lawê navîn ji vê yekê pir aciz e.
Bi dizî hewl dide tiştina bike, lê tirsa wî ji birayê wî bêtir ji jinbira wî ye.
Di navbera lawê mezin û bav de pevçûn derdikeve û şerê desthilatdariyê şerekî mezin bi xwe re tîne.
Di wî şerî de, lawê navîn bi fen û fûtan birayê xwe yê mezin dikuje û li şûna wî li ser text rûdine.
Bav perîşan e.
Poşman e,
lê hew tişt ji destê wî tê..
Jina birayê mezin piştî mêrê wê dimire, bi şeytanî birayê navîn jî qanih dike û xwe dike jina wî.
Lewre derdê jinê ne mêr in, ew li pey tola bavê xwe ye.
Axir,
bi hatina lawê biçûk tevlihevî berfireh dibe û şerekî mezin derdikeve.
Jin, bav û her sê bira bera ber hev dide.
Dijminên wan çawa dibînin di nav her sê bira de bêtifaqî derketiye, xwe didin bende ku pev kevin û bi pevketina wan re xwe bi xwe hevdu qir bikin, piştî wê jî yên filitîn ew temam bikin.
Û wer jî dibe.
Ewil ew pev dikevin,
dû re dijminên wan wan qir dikin. 
Herçend jin dimire jî, berî bimire bi nefesekê ji kesên tên wê dikujin re dibêje,
"Ez gîhaştim armanca xwe û min tola bavê xwe hilanî."
Bav mir!
Law mirin!
Jin mir!
Û malbat qelihî...

Bêbextî!
Eşqa text!
Nexweşiya desthilatdariyê!
Bêtifaqî!
Û jin...

Çiqas dişibe trajediya Kurdan.
Bêbextî!
Eşqa text!
Nexweşiya desthilatdariyê!
Bêtifaqî!
Û jin...

12 Aralık 2017 Salı

Lixwemikurhatin Destpêk e


Lawê Kurdperwerê Şamil Askarov,
anku Hêjarê Şamil dibêje,
"Xelasiya Kurdan, ne bi PDK ye,
ne bi YNKê ye,
ne jî bi PKK û yên din e.
Xelasiya Kurdan, bi geşbûn, xurtbûn û pêşveçûna ziman û kultura wan e."

Ez piçekî din meseleyê veçirînim,
anku ez bi awayekî cerahî meseleyê li ser piştê deynim û dest bi gurandinê bikim ji nav şeqan.
Lawê Şamilê Kurdperwer dixwaze bibêje, "Xêr di siyaset û şerê partî-rêxistinên Kurdan de tune ye. Her partî, her rêxistin, berî her tiştî netewî nanêrin, nafikirin, 
loma jî berjewendiyên partiya wan, berjewendiyên rêxistina wan berî her tiştî tê.
Ewil serok,
dû re malbata serokan,
û mirîdên serokan
û herî dawî jî em tên, 
lê heger em mabin. 

"Ji kesên wek me re ku ji roja bûyîna xwe de hew bi sextekariyê mezin bûne-perwerde bûne, tenê xwekuştin e çare."

Ciwamêr jardadayîbûn û bi jahrêketina xwe û yên wek xwe qebûl dike.
Û lixwemikurhatin êdî diêşîne.
Anku êdî lixwemikurhatin ji megalomantiyê derketiye û dest xistiye qirikê di ber man û nemanê de ber xwe dide-diperpite. 
Lê ez wek hevalekî Hejar û wek Kurdekî bêol û bêîdeolojî karim bi dilekî rehet bibêjim lixwemikurhatina lawê Şamil ji dil e û diêşe; 
loma jî roj bi roj ber xwe dide û hewl dide ji wê sextekariyê rizgar bibe.
Kurdiya Hejar ji pêr û doh çêtir e îro.
Û ez di wê baweriyê de me, Kurdiya Hejar ê sibê ji îro çêtir be.
Ew ê çêtir be ji ber ku, êdî lixwemikurhatinê dest xistiye qirikê û wî diêşîne.
Û ew jî diêşe...

Û di berdewamiya axaftina xwe de,
"Berî hûn ê Kurdan ji Tirk-Ereb-Eceman rizgar bikin, Kurdan ji Kurdan rizgar bikin." dibêje ciwamêr.

Kesên ku bi dil, mejî, ziman, kesayet, îdeolojî, hişmendî ketibin bin tesîra dijmin nikarin kesî rizgar bikin. pêwist e ewil ew kesina bên rizgarkirin.
Heger hûn ê nikaribin wan rizgar bikin jî, hûn bi xwe nekevin nav hêvî û xeyalên ev xwelîser ê werin we rizgar bikin. 

"Fîlmên ku em lê temaşe dikin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Kitêbên ku em dixwînin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Heta ji sedî nodê me,, em eşqa xwe bi zimanê Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî dijîn.
Di rewşeke weha de bila kes ji min re qala netewbûnê neke. Yên berê ji me re digotin "Bi vî hawî heger baweriya we heye hûn ê bibin netew mejîdewxî ye, mafdar bûn."

Bi kurt û kurmancî,
Ziman tevna netewekê ye.
Ziman dengê wê axa hûn li ser dijî ye.
Ziman rengê bextewariya we ye,
rengê êşên we,
rengê eşqa we,
rengê kenê we,
rengê giriyê we ye.
Ziman qalikgirtina brînên we ye.
Hûn nikarin him bi Kurdî biêşin, him jî bigirîn.
Hûn nikarin him bi Kurdî şad bibin, him jî bikenin.
Hestên we li gorî zimanê we tevdigerin.
Û zimanê we hûn bi xwe ne.
    


11 Aralık 2017 Pazartesi

Hêza Kurdî

Di nod û yekê de Sowyet hilweşiya û Azerbaycan serbixwe bû.
Azeriyên ku bi edebiyata Rûsan perwerde bûbûn, piştî bûn xwediyê dewleta xwe, 
anku ji nod û yekê vir de di warê edebiyatê de tenê berhemeke serkeftî ku bi kêr bê meriv bixwîne û sûdê jê werbigire neafirandin.
Di dema Sowyetê de Azeriyan gelek berhemên hêja dan; 
Wek nimûne:
Huseyîn Cawîd-Îblîs,
Semet Vûrgûn-Vakif,
Îsmaîl Şixli-Delî Kur

û gelek ên din...

Dewlet girîng e, lê kesayet girîngtir e.
Kesên bêkesayet dewletan diguvêjin.
Ew dewlet jî wek wan dibin bêkesayet.
Tenê dikevin bin desthilatdarî û kontrola hin kesan ku ew kesina jî tenê li xwe, li zarokên xwe û li xizmên xwe difikirin.
Ne guh didin edebiyatê,
ne guh didin hunerê,
ne jî guh didin aramî û bextewariya civakê...
Ew dibin efendî, xelk dibe xulamê wan.
Gelo Azeriyên berê, yan Azerbaycana nuha?

Kurd hîn nebûne serbixwe û dewleteke wan tune ye.
Û nizanim wek alemê dewleteke wan ê çêbibe yan na?

Lê baş xerab di warê edebiyatê de ji Azeriyan bêtir diafirînin.
Bêyî ku dewleteke wan hebe,
zimanekî standart êdî rûniştiye.
Berhemên baş çap dibin.
Romanên serkeftî,
Çîrokên serkeftî, 
helbestên serkeftî derdikevin,
herçend xwendin ji nivîsandinê kêmtir be jî...
Lê ji dil dibêjim, heger dewleteke min ê çêbibe û Kurdên min ê bibin wek Azeriyên nuha, ez wê dewletê naxwazim.


Kurd hîn jî li hêza zimanê xwe hayil nebûne, 
ku him bê dewlet in, him jî xemsar in, 
lê zimanê wan ligel hemû zor-zahmetî û astengiyan ji wan re bingeha civakekê daniye.
Bawer bikin, heger Kurdî evqas ne xurt û ne bi hêz bûya, nuha ji zû de Kurd miribûn.

10 Aralık 2017 Pazar

Lixwemikurhatin Destpêk e

Lawê Kurdperwerê Şamil Askarov,
anku Hêjarê Şamil dibêje,
"Xelasiya Kurdan, ne bi PDK ye,
ne bi YNKê ye,
ne jî bi PKK û yên din e.
Xelasbûna Kurdan, bi geşbûn, xurtbûn û pêşveçûna ziman û kultura wan e."

Ez piçekî din meseleyê veçîrînim,
anku ez bi awayekî cerahî meseleyê li ser piştê deynim û dest bi gurandinê bikim ji nav şeqan.
Lawê Şamilê Kurdperwer dixwaze bibêje, "Xêr di siyaset û şerê partî-rêxistinên Kurdan de tune ye. Her partî, her rêxistin, berî her tiştî netewî nanêrin, nafikirin,
loma jî berjewendiyên partiya wan, berjewendiyên rêxistina wan berî her tiştî tê.
Ewil serok,
dû re malbata serokan,
û mirîdên serokan
û herî dawî jî em tên,
lê heger em mabin.

"Ji kesên wek me re ku ji roja bûyîna xwe de hew bi sextekariyê mezin bûne-perwerde bûne, tenê xwekuştin e çare."

Ciwamêr jardadayîbûn û bi jahrêketina xwe û yên wek xwe qebûl dike.
Û lixwemikurhatin êdî diêşîne.
Anku êdî lixwemikurhatin ji megalomantiyê derketiye û dest xistiye qirikê di ber man û nemanê de ber xwe dide-diperpite.
Lê ez wek hevalekî Hejar û wek Kurdekî bêol û bêîdeolojî karim bi dilekî rehet bibêjim lixwemikurhatina lawê Şamil ji dil e û diêşe;
loma jî roj bi roj ber xwe dide û hewl dide ji wê sextekariyê rizgar bibe.
Kurdiya Hejar ji pêr û doh çêtir e îro.
Û ez di wê baweriyê de me, Kurdiya Hejar ê sibê ji îro çêtir be.
Ew ê çêtir be ji ber ku, êdî lixwemikurhatin dest xistiye qirikê û wî diêşşîne.
Û ew jî diêşe...

Û di berdewamiya axaftina xwe de,
"Berî hûn ê Kurdan ji Tirk-Ereb-Eceman rizgar bikin, Kurdan ji Kurdan rizgar bikin." dibêje ciwamêr.

Kesên ku bi dil, mejî, ziman, kesayet, îdeolojî, hişmendî ketibin bin tesîra dijmin nikarin kesî rizgar bikin. pêwist e ewil ew kesina bên rizgarkirin.
Heger hûn ê nikaribin wan rizgar bikin jî, hûn bi xwe nekevin nav hêvî û xeyalên ev xwelîser ê werin we rizgar bikin.

"Fîlmên ku em lê temaşe dikin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Kitêbên ku em dixwînin, zimanê wan Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî ne.
Heta ji sedî nodê me,, em eşqa xwe bi zimanê Tirkî-Erebî-Farisî-Rûsî dijîn.
Di rewşeke weha de bila kes ji min re qala netewbûnê neke. Yên berê ji me re digotin "Bi vî hawî heger baweriya we heye hûn ê bibin netew mejîdewxî ye, mafdar bûn."

Bi kurt û kurmancî,
Ziman tevna netewekê ye.
Ziman dengê wê axa hûn li ser dijî ye.
Ziman rengê bextewariya we ye,
rengê êşên we,
rengê eşqa we,
rengê kenê we,
rengê giriyê we ye.
Ziman qalikgirtina brînên we ye.
Hûn nikarin him bi Kurdî biêşin, him jî bigirîn.
Hûn nikarin him bi Kurdî şad bibin, him jî bikenin.
Hestên we li gorî zimanê we tevdigerin.
Û zimanê we hûn bi xwe ne.
   

8 Aralık 2017 Cuma

Ax!


Ax!
Erê weleh, ax û dîsa ax!
Ez ê dîsa bi axê dest pê bikim.
Ji bindestiya “ax”ê, ax
û sed carî, hezar carî, hezar hezar carî, ax!

Çi wexta berê min dikeve Azerbaycanê û têm lê dimînim, bêhemdê xwe Rûsan û Tirk-Ereban didim ber hev.
Xelkê vir heftê salan di bin hukumraniya Rûsan de jiyan.
Netew cuda,
ol cuda,
kultur cuda…
Piştî heftê salan Azerî ser-bi-xwe bûn.
Anku bûn “xwe”
Lê Rûsan têra wan û sed û yek bavên wan sermiyan ji wan re hişt.
Edebiyat,
huner,
şano,
muzîk,
û medeniyet.
Îro tu dadigerî kîjan malê,
meriv li piyanoyekê rast tê.
Bi kurt û kurmancî, Rûsan van azeriyên ne kêmî Tirk û Ereban kirin însanên medenî û medeniyetek diyarî wan kir.
Herçend piştî ser-bi-xwe bûnê bi nav wî sermiyanî de rîtin jî, hîn jî şopên wê medeniyetê tê hiskirin.

Û em!
Kurdên belengaz…
Bi salan e di bin hukumraniya Tirk-Erebên misliman de di ber halê xwe didin.
Berevacî Rûs û Azeriyan,
Em xwedan medeniyet bûn,
lê di bin destê van hov-tebayên dinyanedîtî de ji medeniyeta me “M” jî nema.
Çav berdan hemû nirxên me,
çav berdan kultura me,
çav berdan hunera me,
çav berdan folklora me
û heta çav berdan kîrê me; kîrên me jî kirin xwe, da bi tovê me wî tovê xwe yî pûşt î teres paqij bikin-biguherin.
Û ciwamêran bi stratejiyeke bêhempa-muhteşem em ser-o-bi-nî hev kirin.
Bi ser ketin.
Çeka herî mezin ziman bû.
Û bi kuştina zimên dest pê kirin.
Piştî ziman kuşt jî, jixwe hemû nirx, huner, kultur, folklor bi xweber veguherî bûn ên wan.
   
Xwezî min hemû versiyonên masturbasyonê fêrî Xwedê kiribûya û Xwedê wê şevê neniyhabûya Xwedawenda Îslamê û ev mislimanên bêjî çênebûbana…

Xwezî!

Te Got Xwendin?

Xwezî xwendinê karîbûya nezanî-cehalet bişuşta...
Lê bi heft hezar Xweda,
ez dibînim bi xwendina heft hezar kitêban jî nezanî-cehalet naye şuştin.
Nezanî-cehalet, tenê reng diguhere; bi formeke din derdikeve pêşiya me
û tenê bi wê xwendinê nezanî-cehalet hêzdartir dibe.
Berê me digot, "Bixwînin da em civakeke pêşketî ava bikin"
Lê ev jî bi serê xwe serkeftinek e.
Dixwînin-naxwînin, em heft xwezî bi berê tînin.
Meriv bi sedan kitêb bixwîne, lê meriv tenê bi awayekî hovtî were guhertin.
Ez li ber tahb û keda wan rebenên van kitêban dinivîsin dikevim.
Hundirê serê wan ji nav û paşnavên nivîskaran û ji navên berhemên wan nivîskaran dibe şorba qereçiyan û ew nav û paşnav û têgeh êşkenceyekê li mejî dikin, dibin kevir-gome û bi ser mejî de dibarin, lê...
Erê, lê mejî tenê xisarê dibîne û ew xisar jî kesayetê şevoquzî dike.
Çav li derekê dinêrin...
Guh li tiştekî ne...
Hiş li dereke din difikire...
Helwest gêjomêjo ye...
Kesayet qop...
Meriv ji sibê heta êvarî rojê deh danan ceh bide ker jî, ker her ker dimîne û nabe hesp.
Tenê zik li xwe mezin dike û piştî demekê heger bi serî negire û ji wî cehî bi dûr nexe wî kerî, ew ceh wî kerî dicehemîne.
Nizanim, divê çare-çareserî-formuleke din hebe.
Em dibînin xwendin xwendeyan nexwendetir dike.
Berî xwendinê çi divê?
Dagirkeran, tecawizî genetîka me kirine.
Kîmya mîmyaya bedena me tev li hev kirine.
Rê li me şaş kirine.
Ne em qibleya xwe zanin, ne qiblegeha xwe.
Helwest têk çûye.
Şexsiyet qûnek bûye.
Û ew xwendina ku dikute mejiyê me, tenê bêjiyan-pîçan diafirîne.

7 Aralık 2017 Perşembe

Ez Kurdistan im

Gotineke klasîk heye. 
Te dî misliman ji bo derdora xwe bixapînin her tim wek devançeya gule li ber hazir e ew gotin.
"Mislimantiyê ne ji mislimanan, mislimantiyê ji kitêba wê hîn bibin."
Nizanim, lê hîn ez li ciwamêr an ciwanikek ji kitêba wê hînî wê mislimantiya ku pesnê wê didin nehatime.
Yan naxwînin,
yan dixwînin, lê jê fêhm nakin,
yan jî kitêb bi xwe jî ev e.
Axir, mijara min ne misliman û mislimantî ye.
Jan bi serê wan keve!
Êşên me têra me û sed û yek bavên me dikin. Em nikarin ji bo êşê ne êşê xwe jî kevn li serê xwe bigerînin.
Min ji bo çi bi vê anektodê dest bi mijarê kir?
Min ê bigota xwezî xelk û alemê ne bi Kurdan Kurd, bi Kurdî Kurd nas bikirana.
Mixabin û her ku ez Kurdan nas dikim, xewn û xeyala min a Kurdistanê li min dibe zirkabûsek û ew kabûs her şev dixirpişe ser dilê min, dikute min.
Bi salan e bi serok merokên çêkirî me ne xwe nas kir, ne dijminê xwe nas kir, ne jî qible û qiblegeha xwe.
Berî îslamiyetê pûtperestî hebû. Ji bo her gûyî peykerek hebû û hema kê bixwesta çi lê bar bike ew lê bar dikir û rojê nizanim çend caran serê xwe li ber datanîn û qûna xwe belot dikirin. 
Ha rewşa berî îslamê, ha rewşa me ya nuha heman quzilqurt in.
Kurdistana ku wê bi van xwenezan-belengaz û xwelîseran bê bila neyê çêtir e.
Heger ew ê tu cudatî di navbera min û Tirkan de, di navbera min û Ereban de, di navbera min û Farisan de tune be, hewce nake, ez naxwazim.
Yanî ez dibêjim, lê li ser navê we jî dipeyivim ha.
Henek henek, tenê ez weha difikirim.
Hûn karin wek berî îslamê jî bijîn,
wek dema îslam nuh hat jî bijîn
û wek nuha jî.
Hûn bi kêfa xwe ne.
Ez Kurdistanek bi qalik Kurdistan, bi kakil Tirkiye, Iraq, Îran an dewleteke din mîna van xwelîseran naxwazim.
Loma jî,
min dev ji her tiştî berda.
Ne serokekî dixwazim,
ne alayekê dixwazim,
ne jî kulmeke axa ku bi nigên we, bi hişê we lewitî...
Ma ji bo serxwebûn û azadiyê çi hewce ye?
Yan jî ez weha bipirsim. 
Sînorê azadî û serxwebûnê ji ku dest pê dike, li ku diqede?
Sînorê azadî û serxwebûnê ji Kurdî dest pê dike û li Kurdî diqede.
Ez dipeyivim...
Dixwînim... 
Dinivîsim... 
Difikirim...
Dijîm...
Û xewnên xwe jî, xeyalên xwe jî bi Kurdî dibînim.
Ez Kurdistan im.
Û Kurdistana we naxwazim. 

  
 
 rast nehatime  

6 Aralık 2017 Çarşamba

Min Dît Rojekê Xwedê Li Ser Tutukan Rûniştibû Qûna Xwe Dişuşt

Îşev di xewn de min dît Xwedê destmêj digirt.
Li bin siya darekê li ser tutukan rûniştibû, rîha wî bi xwêr re diçû.
Rîheke spîboz.
Rîha wî ji kîr û gunê wî re bûbû stargeh.
Ji bo destmêjê misînkekî mîqa yî şîn li kêleka wî ya rastê bû.
Ji danîna misîn ya li hêla wî yî rastê meriv karîbû têbigihîşta Xwedê ji çepgir û sosyalîst û kominîst mominîstan hez nedikir.
Min got, "Ya Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê, te li vir weha qûna xwe bera çolê daye tu çi dikî?"
Bi hêrs di ser stuyê xwe re li min zîvirî awirek da min, qudûmê min şikest. Got, "Ma tiliyên min ketine çavên te? Tu nabînî ez çi dikim?"
Ya rast, min didît qûna xwe dişo, lê min ê çawa ji Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê re bigota, tu qûna xwe dişo.
Bi ziman û şêwazeke pê neêşe min got, "Tu destmêj digirî?
Bi mirîzekî tirş got, "Ew çi ye?"
Min di ber xwe de got, "Hela hela! Çi bi Xwedê hatiye?"
Lê nayê bîra min Xwedê çêbûye. Ew jî wek her kesî yextiyar bûye û îhtîmal bû ev jî semptom û nîşaneyên xurifînê bin.
Min got, "Ya Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê, ma ne te wek ferman destmêj li ser muslimanan ferz kiribû. Ma te fermana xwe ji bîr kir?"
Bi hêrs got, "Ez rabim ez ê di te û fermanê nim ha! Kê ev zirderew kiriye? Çi destmêj? Çi ferman?"
Min dikira bigota, "Te..." ez bi zimanê xwe re xeyidîm. Min got, "Ya Xwedayê di erd û ezmanan de hilnayê..."
Peyva min ji devê min girt, got, "Bes ji min re bibêje di erd û ezmanan de hilnayê. Tu dibîne ez li bin siya vê darê rûniştime û ji xwe re dirîm û qûna xwe dişom."
Hîn nuh zingînî ji serê min hat ku ew erebên fahş î qûnreş navê qûnşuştinê kirine destmêj.
Min got, "Ya..." û sekinîm û ji nû ve ez li serî vegeriyam. Min got, "Ya hevalê Xwedê, madem te ev ferman nedaye, em çima nimêj dikin?"
Got, "Kuro, baqil bin û şiyar bin. Van oldaran bi darê zorê ez kirim Xwedê û ez anîm li serê vî çiyayî kirim hefsî. Rojê sê caran nan û ava min didin min, lê nahêlin çavên min bi însanan bibin. Û ew bi xwe radibin li ser navê min fermanan didin û bi wan fermanan li ser pişta we hukumraniyê dikin. Dev ji ereb mereban, tirk mirkan, faris marisan berdin, hûn qewmekî pak û paqij in, xwe bi wan nelewitînin.
Ez veciniqîm çeng bûm ser xwe ku di nav xwêdanê de avjeniyê dikim. Min keserek ji nava kezebê kişand û rabûm çûm tuwaletê.
Rehet nîv kîlo mîz ji kîrê min herikî kilozetê.
Ez fikirîm ne fikirîm ji nav derneketim.
Min niyha îmana vê bîrayê!
Ma qey giş dibe mîz?
Ma qey çend xiramên baş tune ku di bedena însên de xwe bigire?
Nizanim.   
Tenê ew gotina "Hûn qewmekî pak û paqij in" ket bîra min û keniyam.
Îja pak û paqij!

4 Aralık 2017 Pazartesi

Quzê Kerê

Xwe belasebeb aciz nekin û nekevin nav xewn û xeyalan.
Doh jî quzê kerê du perçe bû,
îro jî du perçe ye
û heger qesab mesabek li ser quzê wê kerê operasyoneke cerahî merahî neke,
wê sibê jî ew quz du perçe be.

Wek ku dengê we tê min!
Çi?
We got Kurdistan?
Heger quzê kerê bibe çar perçe jî, hûn ê Kurdistanê yekperçe nebînin..
Rewşa Kurdistanê ji rewşa kerê girantir û xerabtir e.
Û nebûna Kurdistanê dikin sûcê ker meran hin xwenenasên xwelîser.
Qet nebe ker asîmle nebûne
û her bi zimanê xwe dizirin.
Le hûn?
Îja "Hûn" kî ne, nuha hûn ji xwe re dibêjin.
Ew hûn ji Hûnan jî hûntir in, hûn bawer bikin.
Di hindirê wî "hûn"î de,
têkçûn heye,
jixwedûrketin heye,
xwebiçûkdîtin heye,
mirîdîtî heye,
berjewendperestî heye,
xweperestî heye
kesayeteke kurmî heye,
helwesteke qirêj û gemarî heye.

Me qala quzê kerê dikir, bê em hatin di kîjan qonaxê re derketin.
La hewle wela!
Ez kîrê Fexriyê Gavan di quzê kerê kim!

Û ez ê şîretekê li we bikim.
Berê, wexta mezinekî me şîretek li me bikira û me bi ya wî nekira, dogot,
"Ev jî şîreta kîrê kerê bû"
yan jî "Şîreta kîrê kûçik bû!" baş nehat bîra min,
lê ne mesele ye, ji ber ku di her duyan de jî kîr heye.
De îja nizanim ka xwe dikirin "Kîr" an em dibûn "Kîr" kîr zane.

Ez vegerim hevoka xwe ya serî.
Biborin.
Ji peyva "serî" bila tişt neyê ber dilê we.
Min xwest bibêjim, destpêk yanî.
Erê, min di serî anku di destpêkê de gotibû,
"Xwe belasebeb aciz nekin û nekevin pêy xewn û xeyalan."
Ne dagirker ji ser axa we vedikişin û welatê we ji we re dihêlin,
ne jî ew serok merokên we yên hûn bi serê wan sûnd dixwin dev ji xewn û xeyalên xwe berdidin û dikevin pêy xewn û xeyalên we.
Loma jî,
serê xwe deynin ser sînga Kurdiyê û çavên xwe bigirin; di xewn û xeyalên xwe de welatekî ava bikin.
Kî zane?
Belkî rojekê ew xewn û xeyal veguherin rastiyê.



2 Aralık 2017 Cumartesi

Stranbêjên Kurmî

Ev pozbilindî û quretiya stranbêjên "Kurd" ji ku tê gelo?
Kêm kes ne di nav de, pirê wan ne baş zanin li amûrekê-enstrumanekê xin, ne jî karin gotin û awazekê çêbikin.
Di ser de jî, ne eyb û ne fedî,
ew stranên ku hazir tên ber destên wan dilewitînin;
bi hemd-bêhemd him zimên, him stranan dikujin-qetil dikin.
Mesele meseleya poz e.
Wexta şewt hew tesîrê li poz bike, poz hew dişewite.
Ji bo poz bişewite,
 kulmeke xîret,
çend lîtir namûs
û helwesteke kesayetî divê.
Mixabin, ev jî li cem van xwelîseran tune.
Tune, ji ber ku pêdiviya wan jî pê tune.
Tune, ji ber ku pênasa xîret û namûs û helwestê li cem wan tune.
Li ser sahneyê, bilbilê "Kurdî" li derveyî sahneyê gur û çeqel û rovî...
Yan wê miqrofonê xweşik bidin ber devê xwe û hurmetê bidin ziman û nirxên vî zimanî, yan jî wê miqrofonê rep deynin erdê û li ser rûnin;
ne xwe bihetikînin, ne jî vî zimanî û nirxên vî zimanî.
Ev ziman, ev kultur, ev stran, ev nirx ne amûr in ji bo qûnektî û populîzma we.
Li ser bingeheke kurmî kesayeteke Kurdî çênabe.
Hûn bi kîjan zimanî tên teleb, herin li nav civata wî zimanî gon bixwin.
Hûn zanin heqê we çi ye?
Heqê we meriv we bixesîne, da muzîka kurdî kurdûnde nere.