20 Kasım 2017 Pazartesi

Ziman û Ez

Ji min re dibêjin, çima zimanê te ewqasî tûj û çepel û dirêj e?
Dema min dest bi dibistana seretayî kir, temenê min pênç bû.
Heya wê rojê jî, ji zimanê ku dêya min di malzaroka xwe de hînî min kiribû pê ve bi tu zimanê din nepeyivîbûm, min nizanîbû. Min di wê dinyaya xwe ya teng û biçûk de digot belkî hemû însan bi vî zimanî dipeyivin û her kes wek me ye. Lê dema min dest bi dibistanê kir û li wî zimanê ku roj bi roj zimanê min dadiqurtan, rast hatim, hîna nuh zingînî ji serê min hat ku ji bilî zimanê min zimanin din, ji bilî însanên wek min jî însanin din hene.
Di nişka ve ew zimanê ku dêya min bi hezkirineke bêpîvan, gav û saet ji min re çîrok, çîrçîrok, çîvanok, meselok û xweşgotinok pê digotin, di nava çar dîwarên sar û cemidî de hatibû asêkirin, zindankirin û qedexekirin.
Ji wê rojê şûn de, min terka zaroktiya xwe kir; ne biçûk mam, ne jî mezin bûm..
Hefteya ewil bi min wek îşkenceyê derbas bû. Mamoste tiştine digot, lê me jê fahm nedikir ka çi dibêje. Em di nava derûniyeke ecêb de bûn. Hestên me xatir ji me xwestibûn û em ji hev dûr ketibûn. Ziman di devê me de êdî tenê pariyeke goşt bû û nema bi kêrî me dihat. Ew peyv û gotinên heya wê rojê me bihîstibûn, di nava gola xwîna wî goştî de fetisîbûn.

Mamoste li ser nigan, şivek di dest de, bi vir de û wê de diçû û dihat û tiştin vedigot, lê ew tiştên ku mamoste vedigot ne li ser bala me bûn, lewre me nizanîbû tên çi wateyê û jixwe me jê fêhm jî nedikir. Guhê me li zengil, çavê me li derî bû tim, da ku kêliyekê berî kêliyekê em ji ezêb rizgar bibûna. Ku zingînî ji zengil dihat, wek em nuh ji dawa dêya xwe bikevin, hew tune bû bask bi me ve şîn bihata û em bifiriyana; bi kêf û coşeke nayê tarîfkirin me xwe li azadiyê diqewimand. Bi lêdana zengil re wek pezên ku bi vekirina deriyê govê re li ser stûyên hev siwar bên, em li bin guhên hev diketin.
Piştî destpêkirina dibistanê, min tim xwebixwe ji xwe dipirsî. “Gelo gunehê me çi bû ku dê û bavên me ev ezab bi me dikişandin û em dişandin ber destên van zaliman? Çima zimanê me ji me, em ji zimanê me dixeyidandin? Yan jî çima ev zimanê ku wek marekî reş î bijahr bi me dihat, hînî me nekirin ku nuha ji tirsa vî bêbavê mamoste, wek pîsîkê ku ji tirsa kûçik di quncikeke xênî de ji bêçaretî xwe dimelisîne û xwe dicivîne ser hev, em bêzar û bêziman wek rebenokan li vir rûniştine û deng ji me dernakeve?
Bi qedexekirina zimanê min, xeyalên min jî hatibûn qedexekirin.
Lîstikên min…
Kenê min…
Giriyê min…
Dengê min..
Hestên min…
Xewnên min…
Ji tirsa, min hew diwêrîbû navê pinpinîkan, çirçirkan, kulî û şahkuliyan, beq û reqan, gêrîk û gêrgêrîkan, pelçimokan, hechecîkan, kevokurkan, têtiyan, gabelekan, zirzilîkan, şivanşitexlîkan û gelek navên din jî bianiya zimên.
Ji tirsa, min hew diwêrîbû navê gihê, tolikê, stirîzerkê, kelbeşê, pirparê, nançûkê, pîvokê, rihanê, toprihanê, beybûnê, berfînê, şîlanê, gulê û gelek navê din jî bianiya zimên.
Ji tirsa êdî ez ji siya xwe ditirsiyam…
Zilamekî zimanxerîb, çar dîwarên sar û ezabekî ku min nizanîbû sedem çi ye…
Piştî du-sê hefteyan, êdî hêdî hedî em hînî peyvik meyvikên zimanê wî zilamê ku me bi çavê ruhstîn lê dinêrî dibûn, lê hîna jî gelek peyv û têgeh bi me xerîb dihatin. Bi her awayî me nikarîbû derd û daxwazên xwe bianiya zimên.
Rojekê mîzê zor da min û min nema debar kir. Min çongên xwe kişandin zikê xwe nebû. Min nigekî xwe evêt ser nigekî din nebû. Min dev li lêvên xwe kirin nebû. Min diranên xwe li hev şidandin nebû, nebû, nebû…
Min kir û nekir navê wê bêxwedîka mîzê nehat bîra min. Lê sedem tenê ne navê mîzê bû jî. Bêbavo bi awir û mirûz û şêwaz û tevgerên xwe qidûmê me jî xwe şikenandibû.
Divê ewil tilî bihata bilindkirin. Dû re di nav ewqas zarok de şipiya sekinandin û ji bilî navê mîzê hevokeke ku tu yê pê karibî derdê xwe bînî zimên lazim bû. Û ya herî girîng, ew xwebawerî ku ji mêj de bi qedexekirina zimên re ji dil û hişê me koç kiribû, bar kiribû lazim bû.
Ne navê mîzê hat bîra min, ne jî qeydeyên hevoka ku ez ê mîzê çawa di nav de bi kar bînim û ew ê ji min re bibe derman û çare…
Tiştek nehat bîra min.
Bêyî ku ez kesî bi xwe bihisînim, bi dizî û piçik piçik min bin xwe şil kir. Min piçekî berdida û disekinîm, berdida û disekinîm heya ku pantorê min ew mîza ku min berdida vedixwar û ji nû ve dîsa piçikekî din… Werê werê min xwe rehet kir.
Min nehişt bin nigan bibe gola mîzê, lê pantor û derpîkê min î kin şilûpil bûn.
Çawa ku zengil lêda, bi derketina mamoste re, zarok li ser stûyên hev siwar hatin. Min xwe li ciyê xwe kerr kir heya hundir vala bû. Piştî ku hundir vala bû û tenê mam, çûm tuwaletê û min serçavê xwe şuşt û piçekî jî xwe şil kir da ku kes nizanibe min bi xwe de mîstiye. Û şens û sihûda min jî hebû ku dersa dawîn bû, lewma jî piştî ku dibistan vala bû, min xwe li dû hemû zarokan hişt û ketim rêya malê. Çawa giham malê, bi dizî ketim hundir û bêyî ku dêya xwe û zarokan bi xwe bihisînim, min xwe guherî û pantor û derpîkê xwe yî kin bir avêt nav çekên neşuştî û min kesereke kûr kişand…
Yanî ew hevalên min ên ku vê pirsê ji min dikin û dibêjin çima zimanê te ewqasî tûj û çepel û dirêj e, ez ji we re wiha rave bikim û raxim pêş çavên we roniya çavê mino.
Sedema tûjbûn, çepelbûn, dirêjbûna zimanê min hûn zanin çi ye?
Dagirkeran axa min, welatê min dagir kirin, çand, kevneşopî, huner, wêje û nirxên min talan kirin, ji hev de xistin, tarûmar kirin. Zimanê min qedexe kirin ku gelek caran hiştin ku em ji ber kurdbûna xwe, ji ber hebûna xwe şerm û fedî bikin. Pirê caran jî bi ser ketin. Bi zimanê min, zaroktiya min emirqutî kirin. Bi zimanê min, ez lal kirim ku pirê caran min nikarîbû derd û daxwazên xwe yên xwezayî bianîya zimên.
Ez bi zimanê xwe yê tûj û çepel û dirêj heyfa xwe ji wan hiltînim.
Ez bi zimanê xwe yê tûj û çepel û dirêj heyfa hetiketiya kîrê xwe ji wan hiltînim.
Û bi vî hawî ez ji dagirkeran re dibêjim ku, hûn çi bikin jî, hûn ê nikaribin kîrê min bixwin…

Formula çareseriya birçîbûnê!

Min formula çareseriya birçîbûnê dît!
Xizanî, nezaniyê; nezanî jî xizaniyê di xwe de dihewîne. Yanî bi gotineke din, her du têgeh bi hev girêdayî ne û hev xwedî dikin.
Ji xizaniyê nezanî, ji nezaniyê jî niyhandineke heywanî difûre…
Çi ye niyhandineke heywanî?
Niyhandina ku ne huner, ne romantîzm, ne jî estetîzmê di xwe de dihewîne; niyhandineke tenê li ser hevzêdekirinê, hevpirkirinê ava bûye ku tenê hejmara xizanan zêde dike…
Formul ev e gelî canik û camêran;
Ji bo em pêşiyê li ber xizaniyê bigirin, divê ewil em hejmara xizanan kêm bikin; lewre her ku xizanî zêde dibe, derfeta tu wan perwerde bikî teng dibe, namîne. Perwerdeyî tune be, hejmara nezanan pir dibe û nezanî jî bi serê xwe xizaniyê, birçîbûnê vedixwîne.
Civaka ku perwerdeyî lê qels be û nezanî pir be, bêgûman xizanî û birçîbûn jî wê pirsgirêka herî mezin be…
Di civakên werê de ji ber ku aso teng û şert û mercên sosyal ku mirov bi rewşên cûrbecûr li bextewarî û şadiyê bigere hindik in, xelk tenê bi niyhandineke heywanî bayekî ji ber serê xwe berdidin, kurmê xwe dişikînin…
Ji bo em hejmara xizanan kêm bikin, divê formuleke maqûl ji niyhandina heywanî re bê dîtin.
Xwedê û pêxember ji Tayip Erdoxan razî be! Bi xêra wî ev formul hat hişê min. Lê ji bo pêkanîna vê formulê, piştgirî û desteka rêxistina nermik û mermik û germikan… LGBT yê jî pêwist e.
Çawa?
Ji sibê heya êvarî em ji nezan û xizanan re bibêjin nenin hev, bi telaq, li me guhdarî nakin, ew ê di hev nin…
Ji sibê heya êvarî em ji wan re bibêjin niyhandina we ji xeynî xizaniyê bi kêrî tiştekî nayê, wê bibêjin, jixwe em xizan û birçî ne û niyhandin jî hobî û kêfa me ya herî sereke û tenê ye; ji wê pê ve tiştekî ku em xwe pê mijûl bikin, bişitexilîne tune…
Lewma jî formuleke wisa lazim e ku ev canik û camêr him ji kêf û hobiya xwe nemînin, him jî rê li ber pirbûna wan-zêdebûna wan bê girtin.
Çi ye ev formul?
Divê bi piştgirî û desteka rêxistina nermik û mermik û germikan LGBT yê, hezkirina qûnektî, geytî, bîseksueltî û lezbiyentiyê li nav xizanan belav bibe, bê belavkirin. Heke baş û bi awayekî profesyonelî ev nêrîn, fikir li nav civakê bê belavkirin, bi rêxistinî bê meşandin, êdî roj bi roj ev hejmar ê kêm bibe û her ku kêm bibe jî, wê derfetên perwerdeyiyê çêtir û xurtir bibe û di demeke nêz de wê encameke baş bide.
Mêr û mêr di hev nin, zarok çênabe; niyhandineke pûç…
Jin û jin bi hev şa bibin, zarok çênabe; niyhandineke pûç…
Yanî bi kurt û kurmancî, derman û çareya vê pirsgirêkê bi niyhandineke pûç mimkûn e û heke ev niyhandin bê pejirandin, him pirsgirêka niyhandinê tê çareserkirin, him jî rê li ber pirbûna xizanan tê lêkirin…
Heke ev formul li Kurdistan û Tirkiyeyê bê ceribandin, tecrûbekirin û encameke erênî were bidestxistin, ji bo hemû xizanên li dinyayê yên bêçare, kare bibe nimûne û mînakeke baş.
Divê ji nuha şûn de slogan ev be…
Bijî niyhandina pûç!
Bijî niyhandina xwebixwe!
Heke ev formul ji birçîbûna dinyayê re bibe derman û çare û ji alî nobelê ve bêm xelatkirin, bi sûnd û peyman ez ê jî wê xelatê diyarî Tayip Erdoxanê aso fire bikim…
Û hew.

Kurd Kurdistanê naxwazin!

Kurd Kurdistanê naxwazin…
Kurd derewa dikin…
Kurd xwe dixapînin…
Kurd bi xwe re dikevin nav nakokiyan…
Dilê wan û zimanê wan ne yek in; dil bi hêlekê ve, ziman bi hêlekê ve dibeze…
Ziman jî mîna kesayeta xwe ya durû, qûnde kirine. Ji hest û hîs û raman û mejî û dilê wan re berdevkiyeke sexte dike. Ziman jî mîna xwe kirine berjewendîperest û êdî ziman jî bi nigê wan î sê-çar nig lêdixe…
Bi kurt û kurmancî, ziman jî ji kesayet xistine; dest avêtina namûsa zimên, ew lewitandine.
Çawa ku zarok bi pêlîstokan sebra xwe tînin, kêfa xwe tînin, pê şa dibin, herwiha navê Kurdistanê jî ji bo kurdan bûye pêlîstok; pê sebra xwe tînin, pê kêfa xwe tînin û xwedêgiravî pê şa dibin.
Kurd, bilêvkirina Kurdistan tenê xwe dixapînin.
Serê wan bişikînin, mejiyê wan derxin; dilê wan biqelêşin, vekin, heke we tenê tîpek ji navê Kurdistanê di nav de dît, ez ê pozê xwe jêkim û hew diherim li civatan rûdinim.
Li ser her sê perçeyên din nikarim quretiyan bikim û mafê min jî tune ye, lê perçeyê bakur ku di bin desthilatdariya tirkan de xwedêgiravî nalenal e, dil û mejî û kesayeta xwe ya kurdistanî radestî neyarê xwe kiriye. Bi vîrusa tirkîtiyê kesayeta kurdayetî pûç bûye, felç bûye.
Kurd Kurdistanê naxwazin…
Bi zaneyî yan bi nezanî, bi hiş û tevger û helwest û hewldanên xwe li dijî Kurdistanê ne.
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov qedir û qîmet bide nirxên wî welatî…
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov li kevneşopiyên wî welatî xwedî derkeve…
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov, wêje, huner û çanda wî welatî biparêze…
Ji bo mirov welatekî bixwaze, divê mirov ji dilê wî welatî hez bike, bike taca serê xwe û her li ser serê xwe bigerîne…
Dilê welatekî, zimanê wî ye. Heke tu ji zimanê wî welatî hez nekî, tu yê nikaribî ji ax û av û dar û berên wî welatî jî hez bikî, lewre axa wî welatî jî, ava wî welatî jî, dar û berên wî welatî jî bi zimanê wî welatî dibin mal û milkên wî welatî…
Heke tu bi zimanê wî welatî nizanibî, ew welat nabe welatê te û te ji xwe nahesibîne. Tu bi zimanê wî welatî nizanibî, tu yê her û her li ser wî welatî biyanîyek bî û jiyaneke penaberî bijî.
Kurd Kurdistanê naxawazin…
Kurd derewa dikin; hemû gotinên wan ji qirikê û berjor in, ne ji dil in, lewma jî tenê xweş dikin, demogijiyê dikin û bi vê demogojî û xweşkirinê hêla xwe yî kurmî û pûç bûye, vedişêrin.
Kurd, bilêvkirina Kurdistanê, ûjdanê xwe yî di navbera kesayet û bêkesayetê de eciqiye, diêşe, aş dikin, ditemirînin.
Mafê we tune ye ku hûn him wan wek dagirker bibînin, him jî bi dilê xwe hebûna wan bipejirînin.
Mafê we tune ye ku hûn him zimanê wan wek jahra zimanê xwe bibînin, him jî bi dilê xwe zimanê xwe bikin qurbana zimanê wan.
Mafê we tune ye ku hûn him li dijî dewleta wan derkevin, him jî bi dilê xwe ziman û wêje û huner û nirxên wan bixemilînin.
Mafê we heye ku hûn xwe bixapînin, lê mafê we tune ye ku hûn me bixapînin.
Serê xwe bilind bikin û bi serbilindî bibêjin, em Kurdistanê naxwazin. Piştî ku we xwe kir xwelî û axa Kurdistanê, xem nake û jixwe şerm jî êdî ji we şerm nake…

Ji Dîrokê Çend Mirinên Tirajîkomîk

Tê gotin ku helbeskarê çînî Li Po Ay ê ku di sedsala heyştan de jîyaye, rojekê dihere ber çemekî û ziq li şewqa xwe dinêre. Piştî kêlîyekê ka bê çi tê bîra wî û çi hîs dike em nizanin, xwe nagre û dixwaze şewqa xwe himbêz bike. Mixabin himbêzkirina şewqê dibe dawiya emrê wî û di wî çemî de pê digre û difetise…
Îhtîmaleke mezin, Li Po Ay ê helbestkar li dinyaya din wek marmasî jîyana xwe didomîne…
Parêzerê navdar û têra xwe popîler Clement Vallandigham, di 1871 ê de li dahweyekê dinêre. Di wê dahweyê de muwekîl-xwespêrê wî bi kuştina yekî tê darizandin. Parêzer Clement Vallandigham ji bo muwekîlê xwe biparêze, ji dadgehê re dibêje mirî bixwe xwe kuştîye. Pişt re jî ji bo kuştina mirî ya xwebixwe kuştiye îspat bike, bi şaşî radihêle devançeya tijegule û bera xwe dide, xwe dikuje…
Car caran Ezraîl bi bêbextî dine mirov…
Mezintirîn reqaseya reqsa modern Isadora Duncan di 1927 an de li tirimbêla xwe siwar dibe û derdikeve seyranê. Wek tê zanîn şerpa wê jî qasî wê navdar bûye. Isadoraya me bi kêfxweşî ji hêlekê ve di ber xwe de stranan distirê, ji hêlekê ve jî di serê xwe de di behra fantazîyan de avjeniyê dike. Hest û hîs û mejî lê dibin çeqilmas û ew şerpa wê ya ku qasî wê navdar li tekerê tirimbêlê digere, li stuyê wê diçirçire, dişide. Xanima nermik û germik Isadora di emrê xwe yê herî berhemdar û nîyhandokî de xatir ji fantaziyên xwe dixwaze û li pey Ezraîl dihere. Bi kurt û kurmancî dimre!
Bi şerefa xalê me yî Kermodibo, birakê min Ezraîl ji tahma devê xwe fêhm dike…
Di 1991 ê de Yooket Paenê tayvanî yê 57 salî, li çewlika xwe dimeşe. Ka bê li kîderê dinêre,  pê li rêxa çêlekê dike û diçerixe. Rebeno ji bo nekeve erdê destê xwe davêje têla ceryanê û ceryan pê digre, dimre. Birê wî Yooket Panê 52 salî jî ji bo vê bûyerê ji cîranên xwe re vebêje û rê wan bide, wek ku pê li rêxê dike, xwe dişemitîne û destê xwe davêje têla ceryanê. Ew jî eyn wek birê xwe yî mezin bi qurpikê digre û terikhişkî dibe…
Xwedê Telala kesî şaş neke…
Heke şaş kir, fahş neke…
Piştî ku fahş jî kir berê wî/ê bi kaş veneke…
Ji bo Iskenderê mezin jî hin kes dibêjin bi pêvedana kelmêşekê mirîye, hin kes jî dibêjin ji çavnebarî hingî xwarin xwariye û hey xwariye, zik li xwe kiriye meşk û pê miriye.
Ma bi Xwedê, mirina wî ji ber pêvedana kelmêşekê be jî û ji ber xwarina çavnebarî be jî, heman quzilqurt e û ji fiqurî û ligel mezinbûna navê xwe pir bi nezanî û bi erzanî tevgerîyaye û pê girtiye, miriye…
Heyfa Îskender! Divê wek navê xwe biçûya…
Ev tebhê Ezraîl nexweş e ku mirovên mezin li ber çavê civakê biçûk dike…
Her çiqas qasî ew ên ku li jor me qala wan kir ne navdar be jî, ji bo Sahdê Elo yê berpirsê komela kerên Mêrdînê jî dibêjin, di ser kerê de dil sekiniye û miriye. Hin kes jî dibêjin, na bêbextî û neheqiyê lê nekin, ne ker bû, lê dibe ku hêstir be…
Xwedê Teala mirov ji mirinên hetîketî û bi qebhet bistirîne!

Kurdîtî-Dînîtî!

Emrê min nuh ketibû hîjdehan dema ji Mêrdînê hatim li Stenbolê cîwar bûm. Nuh ji huvdehan derbasî hîjedehan bûbûm…
Xortekî çeleng, lihevhatî, piçekî li ber tava Kurdistanê qemirokî û piçekî jî fediyok bûm wê çaxê…(Lê nuha jî her çiqasî cîh cîh tayên spî desthilatdar bin, hîna jî hukmê tayên reş derbas dibe û dil her çargopal lêdide bêgûman)
Wek her xortî nuh av di gunikê min de dawerivîbû, tenê kêliyekê jî sekin li min tune bû. Her li ser xwe bûm, her çalak bûm.
Zû fêrî çand û jiyana Stenbolê bûm. Cilûbergên tewlotewlo, por û rîheke ewrûpî, ger û kêfên beradayî, jin û araq û gelek tiştên ku min nuh didîtin û tahm dikirin…
Êdî bi ber bayê nûjenîzmê û jiyaneke rengrengî ve ketibûm. Her çiqasî toqa malê, berpirsiyariya malê di stuyê min de bû û min xwe wisa hîs dikir jî, sal duwazdeh meh çardehê nîsanê bû ji bo min; her bi kêf bûm, her bi coş bûm, her dida lotikan min…
Lê hêla min î kurdî jî her li pişta min bû mîna çentekên ku ciwanên nuha kêliyekê ji xwe naqetînin. Min hêla xwe yî kurdî û dînîtî, ji Mêrdînê bi xwe re anîbû û her bi xwe re digerand…
Ne şoreşger bûm, lê qet şerm nekir min ji ber çanda xwe, zimanê xwe, nirxên xwe; her bi min re bûn, her serbilind bûm û her bi hev şa dibûn em.
Hîç ji zimanê xwe dûr neketim; min nehişt zimanê min ji min bixeyide tenê rojekê jî; Min zanîbû, bêyî wî ez tune me û wî jî zanîbû ez bi wî heme. Min ew dikir xurt, wî jî ez dikirim kurd…
Jiyana min bi kurdî bû, lê berê min li nûjenîzmê bû. Min hêla xwe yî kurdî nûjen dikir û nûjenîzm bi kurdî bêtir dihişt ku ez ji xwe hez bikim.
Pirê caran ez û hevala xwe ku li gorî nêrîna nifşê wê demê em fahş dihatin dîtin, dema destên me di hev de em di deriyê kafeya NÇMê ya ku tenê bi navê xwe kurdî, diketin hundir, kesên xwedêgiravî kurd ku hayê gelekan ji wan ji kurdbûnê tune, wek cinê çav hesin bikeve, şaş û ecêbmayî li me dinêrîn. Lê piştî ku em rûdiniştin, ji ser maseyên wan kesên ku şaş û ecêbmayî li me dinêrin tirkî û tirkmancî difûriya, ji ser maseya me jî tenê kurdî.
Car caran jî dema ez û heval li kolana Îstiklalê pêrgî muzîkeke kurdî ya reqsok dihatin, bi pantorê xwe yî kin, bi porê xwe yî jolekirî û bi rîka xwe yî bizinkî, min û hevalan, me bi destê hev digirtin û me govend dikişand.
Ha ha ha…
Tey tey tey…
Bişidîn bişidîn bişidîn…
Ya kê ye? Ya kê ye? Ya kê ye…?
Ha ha ha…
Tey tey tey…
Ez û Baqî ku min tu carî navê wî bi lêv nedikir û her min jê re digot Mamoste, bi hev re digeriyan her tim. Her çiqasî bi emrê xwe ji min pir mezintir bû jî, em wek du hevalên hevtemen bi hev re tevdigeriyan. Me bi hev re tolazî jî dikir û ji doxînên hev re xulamtî jî. Ji xwe mezinên me berî me gotibûn, “Heval qewadê hevalê xwe ye…”
Dema ez û Baqî digihan hev, ne tenê me, yên bi me re jî kêf dikirin. Qerf û henek bi erdê ve diçûn. Sohbetên me, şevbuhêrkên me, cıvatên me, qerf û henekên me, rabûn û rûniştina me giş bi kurdî bûn…

Rojekê ez û Baqî li kolana Îstiklalê dimeşiyan, komeke biyanî em sekinandin û navnîşanek ji me pirsîn. Me herduyan jî bi îngilizî nizanîbû, lê wek her xêrxwazî me xwest em bi zimanê marmarokan be jî alîkariya wan bikin; lewre bav û kalên me, em temî kiribûn ku hinekan alîkariyek ji me xwest, bi çi awayî dibe bila bibe divê em wan destvala neşînin, lewma jî me jî xwest em alîkariya wan canik û camêrên biyanî bikin û me dest pê kir. Bi tirkiyeke ku mîna mirov bi zimanê zarokan bipeyive û tiştina bi zarokan bide fahmkirin em bi wan re dipeyivîn. Rebenina, li devê me yên bêhemdê xwe xwaromaro dibû dinêrin û şaşomaşo li hev dizîvirîn, lê tiştekî ji me fahm nedikirin.
Ez fitilîm ser Baqî, min go Mamoste, ma ev biyanî bi tirkî zanin? Baqî go na. Min go, madem ku bi tirkî nizanin, em çima xweliyê li serê xwe dikin û kezeba xwe jî, kezeba wan jî dişewitînin û agir pê dixin û diperitînin? Ha te bi tirkî ji wan re gotiye, ha te bi kurdî gotiye, ji bo wan herdu ziman jî biyanî ne û wek hev in. Ji dêleva ku em devê xwe bi zimanê tirkî xwaromaro dikin, da ku em wan li ber xin, em ê bi zimanê xwe û bi destan wan li ber xin çêtir e. Baqî bi bişirîn go, bi telaqê bêfitû, ev gotina te ji orta qur’anê ye û ji nuha şûn de ku biyaniyek tiştekî ji me bipirse, divê em ê tenê bi kurdî bi wan re bipeyivin û hew.
Min bi awayekî bi xwe bawer destê xwe danî ser milê yê biyanî û bi kurdî min dest pê kir.
Binêr berxê bavê min, hûn ê rast bimeşin. Te destê min dîtiye jixwe, rast e mîna şivekê. Yanî hûn ê wek vê şiva destê min rast bimeşin. Piştî meşa pênsed gavî, rê wek çeqelîkekî daran ji hev vediqetin. Li destê min binêrin, yanî yek bi hêla çepê ve xwar dibe, yek jî piçekî bi hêla rastê ve xwe rast bera jêr dide. Okey? Serê xwe hejandin, wek bixwazin bibêjin erê erê okey û çawa okey…
Min berdewam kir, berxê bavê min, jixwe ew rêya ku hûn ê xwe bera jêr bidin, wek marekî ku xwe bi xwêr re dikişkişîne xwaromaro dihere. Ji wê rêyê şaş nebin, ew rê yê we rasterast bibe ser pira Galatayê, we go okêy canêm?
Gişan bi hev re serê xwe kil kirin û yek bi yek ji min re gotin “Tenkyû tenkyû tenkyû…” Min jî “spas”a xwe bi “tenkyû”ya wan guherî û ew bi rêya xwe de, em jî bi rêya xwe de meşiyan…
Axir, bi kurt û kurmancî gelî canik û camêran…
Wê rojê zingînî ji serê min hat.
Wê rojê ziman bû xîret, ziman bû namûs û ji pozê min herikî û hey herikî.
Şewitî pozê min bi agirekî kurdistanî. Ew agir bû kulmeke piling û rûnişt li ser dilê min, hemû hestên min keliyan bi kurdî…
Û ji wê rojê vir de min fahm kir ku kurd netewa kurdî ye û her mam kurdekî kurdî.

Rastiya Çîroka Gêrîk û Çirçirkê!

Ji kerema xwe re çîroka gêrîkê û çirçirkê bes ji zarokên xwe re vebêjin û bila bes qûna gêrîkê rabe!
Bi ya min gêrîk ji bo civakê zirar û xetereyeke mezin e.
Hûn ê bibêjin çima?
Ê çawa çima Xwedê ji we razî?
Gêrîk ji sibê heta êvarî ne kêfekê dike, ne jî dibe sûd û îlham, da ku hinek ji wê fêdê bistînin û kêfê bikin…
Her dixebite û her dixebite. Û ew jî nizane ji bo çi dixebite.
Hey min di te kirê!
Tenê xirameke canê te heye. Ji sibê heta êvarî çi dikeve ber te, tu lê napirsî, didî hev, kom dikî û dibî vedişêrî. Bi şeref ew xwarina ku  gav û saet tu li pey wê bi vir de û wê de zîz û gêj dibî, tu nikarî bixwî jî.
Ma ku bixwe wê bibe çi? Ne qelew dibe, ne jî dirêj…
Ji fiqurî û çavnebarî dide hev, da ku candarên din birçî bimînin.
Navê vê kiryarê dizî û destavêtina kedê ye.
Dema ku li derdorê xwarin namîne û candarek tê bi ser wê de digirî û bi deyn piçeke xwarin dixwaze, qerf û henekên xwe bi pê dike.
Navê wê dimîne jêhatî, candarên din jî dimînin tiral û tembel…
Weyle min di şens û sihûda xwe nîyhî!
Na welle min di gêrîkê û çavnebarî û çavbirçîbûna gêrîkê nîyhî!
Dev ji her tiştî berdin, dilê min bi rebena çirçirkê dişewite.
Çirçirk, him sosyalîst, him anarşîst û him jî hunermend e…
De îcar ne eyb û ne fedî jî, gêrîk radibe bi wî qilafetkê xwe yî genî jî, qerf û henekên xwe bi çirçirkê dike û çirçirkê wek yek tiral û kêrnehatî bi nav dike.
Civakê dixapîne; navê xwe wek jêhatî, yê çirçirkê jî wek kêrnehatî li nav civakê belav dike…
Zarok jî destên xwe bi serê gêrîkê didin, bi wê şa dibin û wê gêrîka asosyal dikin delalîka ber dilê xwe. Çirçirka reben jî tê afarozkirin. Li ku zarok çav lê dikevinê, bi darik û keviran didin pey wê…
Tenê ji bo senfonîya wê mabe, divê mirov xatir bidê.
Di kelkela havînê de ji wê pê ve kî bi huner re mijûl e gelo?
Hemû candar ji ber tavê û kelkela germê qul bi qul direvin, peravek, sîberek li ku be, diherin xwe davêjinê û her sê mehan xwe distirînin, deng û pêjna wan nayê. Rebena çirçirkê ne li tavê dipirse, ne li germê, her sê mehan distirê û hey distirê. Bi xêra wê senfoniya wê, hemû însan serê wan li ser bahlîfa wan, di qula xaniyê xwe yî hênik de pixepixa wan e radikevin.
Ez nabêjim ji çirçirkê hez bikin û wê deynin ser serê xwe, lê tenê ji bo xatirê senfoniya wê mabe, divê em qîmet bidinê û wê bi agirê gêrîka qûnde-kapitalîst neşewitînin.
Dema hûn vê çîrokê ji zarokên xwe re vedibêjin û pesnê gêrîkê didin û jêhatîbûna wê tînin zimên, da ku zarok sûd û îlhamê jê werbigirin û bibin xwadan pêşerojeke baş, hûn neheqiyeke mezin li çirçirkê jî dikin û li zarokên xwe jî.
Çima?
Berî her tiştî bi vê çîrokê hûn rê li ber afirînerî û hunerheziya zarokên xwe digirin…
Hûn dihêlin ku tenê zarokên we ji bo pereyan hewl bidin û xêrekê ji jiyana xwe nebînin…
Hûn aliyê wan ê hunerî dikujin û wan radestî pergala kapitalîst î pûşt dikin…
Hûn jahra kapitalîzmê didin civakê. Bi xwarina vê jahrê re, hûn dihêlin civak virikî bibe.
Çîroka gêrîkê û çirçirkê ji bo zarokên xwe berevacî bixwînin. Di vê çîrokê de ne li aliyê gêrîkê, li aliyê çirçirkê bisekinin û wê bipesinînin û bi zarokên xwe bidin hezkirin, da ku di civakê de huner pêş ve here, xurt û dewlemend bibe…
Civakeke huner û wêjeya wê qels an jî tune, tu carî nikare bigihêje armanc û mexsedên xwe. Ji bo civakeke bi rûmet, pêşketî û nûjen, divê em hezkirina çirçirkê di dilê zarokên xwe de bi cîh bikin, geş û xurt bikin…
Lê ji bo nirxên netewî xwe bikin gêrîk.
Wek nimûne, li hember dijminê çarserî divê em sûd û îlhamê ji gêrîkê werbigirin, lewre gêrîk bi şev û roj bê sekin û rawestan her dixebite…
Piştî ku we welatê xwe rizgar kir jî, ji gêrîkê veguherin çirçirkê…
Qîmet bidin çand, huner û wêjeyê..
Lê dîsa ez dibêjim, gêrîk qûnde ye…
Gêrîk diz e…
Gêrîk kedxwar e…
Gêrîk ligel biçûkbûna xwe dixwe gûyê ji xwe mezintir…
Çirçirk can e…
Çirçirk canan e…
Çirçirk hunermend û hunerhez e…
Çirçirk sosyalîst û anarşîst e…
Çirçirk xeml e, neqş e, şeml e…

Tîrkî Vîrusa Kurdî Ye!

Bi ya min, xebatên bi tirkî yên xwedêgiravî ji bo xurtkirin û geşkirina ruhê kurdayetî û kurdistanî, ji sûd û fêdê bêtir, zirarê dide ruhê kurdayetî û kurdistanî…
Gelek canik û camêrên xwedêgiravî ji bo kurdayetiyê dixebitin, hewl didin, bi xebat û çalakiyên xwe yên bi tirkî, zirareke mezin didin binhişiya kurdayetî… Dibe ku di xebatên van canik û camêran de zanîneke xurt û pir reng hebe, lê dema ev zanîn bi zimanê wê netewê neyê dayin, hêla civakî tê têrkirin, lê hêla kurdewarî her birçî dimîne…
Netewek bi zimanê xwe netew e. Wêjeya wê, çanda wê, hunera wê, bi kurt û kurmancî, hemû nirxên wê bi zimanê wê yên wê ne. Heke bi zimanekî din ev xebat bên kirin, ew netew vediguhere neteweke din.
Tu bi kîjan zimanî bibeyivî, bi kîjan zimanî xebat û çalakiyên xwe bikî û her çiqas tu bibêjî ez ji bo filan netewê dikim û navê wê netewê di nav hevokên xwe de bi kar bînî jî, ew xebat û çalakiyên te, sûd û fêdê dide netewa ku tu bi zimanê wê van xebat û çalakiyan dikî û herwiha zirareke mezin jî dide netewa ku xwedêgiravî tu ji bo wê xwe diwestînî…
Ya ku însên ji hev cîhê dike, ya ku netewan ji hev cîhê dike ziman e. Heke li ser rûyê erdê tenê zimanek hebûya, wê tenê netewek heba, lê îro em dinêrin bi hezaran ziman hene û her zimanek xwedan netewek e. Netewa zimanê kurdî jî kurd e. Dema kurd girîngiyê nedin zimên û hemû xebatên xwe yên wêjeyî, çandî, hunerî, civakî ne bi kurdî, bi zimanekî din bikin, kurdî bi destê netewa xwe tê kuştin û bi kuştina kurdî re jî kurd dimirin û netewek bi navê kurd namîne. Piştî wê çaxê jî ha xwe li erdê xe bê ez kurd im, ha xwe li erdê xe, ne kes ê ji te bawer bike û jixwe bi demê re tu yê jî hew ji xwe bawer bikî…
Zana, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktivîstên kurd divê bi kurdî bijîn û xebatên xwe bi kurdî bikin, berhemên xwe bi kurdî bixemilînin.
Zana, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktivîstên kurd, ligel rêzgirtina ji zimanên netewên din re, divê zimanê netewa xwe jî biparêzin; bi zimanê netewa xwe netewa xwe têr û tije bikin, bixemilînin.
Zana, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û aktivîstên kurd qeymaxê civaka xwe ne. Civak bi wan şên û geş û xurt dibe; bi wan dixemile, dilewite. Lewma jî heke li ser kurdbûna wan ê dilê wan biêşe, bila dev ji xebatên ne bi kurdî berdin û xebatên xwe bi zimanê netewa xwe bikin, da ku netewa wan li ser hebûna xwe, li ser zimanê xwe şên bibe, geş bibe, xurt bibe.
Dema hûn xebatên xwe bi zimanê biyanî dikin, civak jî li pey we tê û bi wî zimanî xwe nas dike, perwerde dibe, bi firê dikeve û ji kurdayetiyê dûr dikeve.
Êdî hûn nikarin neheqiyê li xwe jî, li me jî û li zimên jî bikin. Kurdî zimanekî têr û tije û dewlemend e. Têra wêjeyê jî dike, têra hunerê jî dike û têra felsefeyê jî…
Ji bo em jî di nav neteweyên din de wek netewekê bên qebûlkirin, divê em zimanê xwe di her qada civakî de bi kar bînin…
Ji bo em karibin bi rehetî doza maf û heqên xwe bikin, divê em bi zimanê xwe zanibin…
Ji bo zimanê me li ber dagirkeran ne kin be, divê em girîngiyê bidin zimanê xwe û karibin bi zimanê xwe xwe biparêzin…
Û ji bo em bibêjin, em kurd in, divê em bi kurdî zanibin!

Ji Dîrokê Çend Mirinên Tirajîkomîk

Tê gotin ku helbeskarê çînî Li Po Ay ê ku di sedsala heyştan de jîyaye, rojekê dihere ber çemekî û ziq li şewqa xwe dinêre. Piştî kêlîyekê ka bê çi tê bîra wî û çi hîs dike em nizanin, xwe nagre û dixwaze şewqa xwe himbêz bike. Mixabin himbêzkirina şewqê dibe dawiya emrê wî û di wî çemî de pê digre û difetise…
Îhtîmaleke mezin, Li Po Ay ê helbestkar li dinyaya din wek marmasî jîyana xwe didomîne…
Parêzerê navdar û têra xwe popîler Clement Vallandigham, di 1871 ê de li dahweyekê dinêre. Di wê dahweyê de muwekîl-xwespêrê wî bi kuştina yekî tê darizandin. Parêzer Clement Vallandigham ji bo muwekîlê xwe biparêze, ji dadgehê re dibêje mirî bixwe xwe kuştîye. Pişt re jî ji bo kuştina mirî ya xwebixwe kuştiye îspat bike, bi şaşî radihêle devançeya tijegule û bera xwe dide, xwe dikuje…
Car caran Ezraîl bi bêbextî dine mirov…
Mezintirîn reqaseya reqsa modern Isadora Duncan di 1927 an de li tirimbêla xwe siwar dibe û derdikeve seyranê. Wek tê zanîn şerpa wê jî qasî wê navdar bûye. Isadoraya me bi kêfxweşî ji hêlekê ve di ber xwe de stranan distirê, ji hêlekê ve jî di serê xwe de di behra fantazîyan de avjeniyê dike. Hest û hîs û mejî lê dibin çeqilmas û ew şerpa wê ya ku qasî wê navdar li tekerê tirimbêlê digere, li stuyê wê diçirçire, dişide. Xanima nermik û germik Isadora di emrê xwe yê herî berhemdar û nîyhandokî de xatir ji fantaziyên xwe dixwaze û li pey Ezraîl dihere. Bi kurt û kurmancî dimre!
Bi şerefa xalê me yî Kermodibo, birakê min Ezraîl ji tahma devê xwe fêhm dike…
Di 1991 ê de Yooket Paenê tayvanî yê 57 salî, li çewlika xwe dimeşe. Ka bê li kîderê dinêre,  pê li rêxa çêlekê dike û diçerixe. Rebeno ji bo nekeve erdê destê xwe davêje têla ceryanê û ceryan pê digre, dimre. Birê wî Yooket Panê 52 salî jî ji bo vê bûyerê ji cîranên xwe re vebêje û rê wan bide, wek ku pê li rêxê dike, xwe dişemitîne û destê xwe davêje têla ceryanê. Ew jî eyn wek birê xwe yî mezin bi qurpikê digre û terikhişkî dibe…
Xwedê Telala kesî şaş neke…
Heke şaş kir, fahş neke…
Piştî ku fahş jî kir berê wî/ê bi kaş veneke…
Ji bo Iskenderê mezin jî hin kes dibêjin bi pêvedana kelmêşekê mirîye, hin kes jî dibêjin ji çavnebarî hingî xwarin xwariye û hey xwariye, zik li xwe kiriye meşk û pê miriye.
Ma bi Xwedê, mirina wî ji ber pêvedana kelmêşekê be jî û ji ber xwarina çavnebarî be jî, heman quzilqurt e û ji fiqurî û ligel mezinbûna navê xwe pir bi nezanî û bi erzanî tevgerîyaye û pê girtiye, miriye…
Heyfa Îskender! Divê wek navê xwe biçûya…
Ev tebhê Ezraîl nexweş e ku mirovên mezin li ber çavê civakê biçûk dike…
Her çiqas qasî ew ên ku li jor me qala wan kir ne navdar be jî, ji bo Sahdê Elo yê berpirsê komela kerên Mêrdînê jî dibêjin, di ser kerê de dil sekiniye û miriye. Hin kes jî dibêjin, na bêbextî û neheqiyê lê nekin, ne ker bû, lê dibe ku hêstir be…
Xwedê Teala mirov ji mirinên hetîketî û bi qebhet bistirîne!

Rastî Tahl e Lê Rast e!

Heyranino!
Destê xwe deynin ser ûjdanê xwe û bipeyivin. Lê ji kerema xwe re dema hûn peyivîn, bila dêvê jêr û devê jor cîh neguhere…
Dema ez li nivîs û şîroveyên hin canik û camêran ku xwedêgiravî welatperwer in, dinêrim, dixwînim, bi xwe re dikevim şikê. Xwebixwe dibêjim gelo, Beşikçî Xoce dijberiya kurdan kiriye, ez lê hayil nebûme?
Hela hela…!
Eyb e, şerm e û bi ser de jî fedî ye…
Zanyarek, zanistek derdikeve, li gorî dîtin û nêrîna xwe ku tu fêda wî jî tê de tune ye, dibêje, pêncî-şêşt milyon Kurd hene, mafê wan jî heye dewletek wan hebe. Zimanê wan Kurdî ye û divê bi zimanê xwe bijîn û navê dewleta wan jî Kurdistan e.
Şoreşgerên me yên xwedêgiravî welatperwer, hêrs dibin, aciz dibin, radibin ser tapanê û êrişî wî dikin û wî bi fesadî, hesûdî, dijberî û bi xayîntî tawanbar dikin.
Camêr ji me re çêr û xeber negotiye…
Camêr toqa xulamtî û belengaziyê nekiriye stuyê me…
Camêr dev neavêtiye nirxên me…
Camêr em erzan nekiriye…
Camêr negotiye hûn birayê biçûk, Tirk birayê mezin…
Tenê dibêje, hûn Kurd in, zimanê we Kurdî ye, navê dewleta we Kurdistan e û wek her neteweyên xwedan dewlet, mafê we jî heye dewleteke we ya serbixwe û azad hebe…
Jê xweştir çi heye?
Heyranino!
Ji dêleva ku hûn ê êrişî Beşikçî Xoce bikin, herin deranên xwe yên ku ji xwîna netewa we qirêj girtine, ji kemalîst û kemalîsthezan re mivred bikin; ew ên ku qibleya wan tenê Tirkî û Tirkiyetî ye…
Mijar ne Beşikçî ye heyran. Mijar ne kê çi gotiye jî. Mijar ruhekî neteweyî ye. Mijar dilsozî ye.
Heşayî Beşikçî, lê Beşikçî komploger, provaktor, fesad, tevlihevîhez û nizanim çi be jî û rexneyên wî neyarane, sîxurane bin jî li gorî we, hûn nikarin rastiyê biguherin. Rastî her rastî ye, her çiqasî tahl be jî û hûn ê daqurtînin.
Camêr dibêje, Kurdî Kurdan dike Kurd û bi hebûna Kurdan Kurdistan dibe Kurdistan. Ziman dilê welatekî ye. Welat bêyî dil tune ye, nikare bijî. Divê hûn ji dilê wî welatî hez bikin, biparêzin ku ew welat her zindî, her sax bimîne.
Çima ev gotin zora we dihere, hi ii?
Ji dêleva ku hûn bibêjin, rahmet li dê û bavê wî, tiştên xweş û maqûl dibêjî, hûn radibin kevir û gomeyan bi ser wî de dibarînin.
Eyb e û piçekî bi ûjdan bin!
Ez nabêjim, Beşikçî Xoce nayê rexnekirin. Na, wek her kes û kesayetan ew jî tê rexnekirin, lê li gorî edeb û şêwazeke maqûlane. Ji bo gotinên wî yên di der heqê Kurdî û Kurdistanê de, dema hûn rexne bikin, hûn di dilsoziya xwe de difetisin.
Xwe nefetisînin!
Divê Kurdistan xewn û xeyala her Kurdî be.
Gelek canik û camêrên ku pişta xwe didin partî û rêxistin û sazî û dezgeyên Kurdî û quretiyan dikin, egîdiyê dikin, bila baş zanibin ku ew partî, rêxistin, sazî û dezge ne mal û milkên kesî ne û mafê kesî tune nirxên kurdî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bîne. Di nav wan partî rêxistin, sazî û dezgeyan de jî bi hezaran Kurd hene ku tenê xewn û xeyaleke wan heye, ew jî Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Doh jî wisa bû, îro jî wisa ye, wê sibê jî wisa be, heta em wê rojê bibînin jî wê wisa be û em ê bibînin jî…

E-Nameyek Ji Dergevanê Dinyaya Din Re

Roja te bi xêr berxê mino;
Ez Rihanê. Erê, navê min Rihanê ye.
Vê sibê bêbavê doktor bilêta min birî û Xwedê bê erê, hefteya bê wek îro ez mêvana we me.
Qurbana serê te bim, ricayeke xaltîka te ji te heye xwarzê. Emrê min nod û du sal in. Tenê bi tîpeke erebî jî nizanim. Û tê gotin ku li cem we erebî zimanê serdest e. Xêr û guneh di stuyê wan şêx, mele û sofiyan de be, ew dibêjin. Dibe ku ne rast be jî, lewre hîn kesî neçûye bi çavê xwe nedîtîye û venegeriyaye…
Xaltîka te çavê te bixwe, piştî vî emrî nikarim erebî merebî hîn bibim. Anuha ez ciwan bûma, min ê zor bida xwe, bi çi awayî dibû ne xem bû, min ê xwe hîn bikira, lê piştî vî emrî çima derewan bikim, wele zor e û nikarim xwarzê. Jixwe li vê dinyayê Xwedayê ku em radibin rûdinin bi hebûna wî sûnd dixwin em kirin qeşmer û pepûkên nav devê tirk û ereb û farizan. Li ser axa welatê xwe me rojeke xweş nedît; li ser serê me her zilm bû, her şer bû, her hicac bû. Nahlet li dê û bavên wan î kûçik î teres bê, hebûna me li me qedexe kirin; em di qulên xaniyan de bi dizî bi zimanê xwe dipeyivîn. Dema em diçûn devereke xerîb, wek kerr û lalan li me dihat. Ev neheqî û bêdad û bêedaletî ne bes, Xwedayê ku ji sibê heta êvarî em bi heqparêzî û dadweriya wî sûnd dixwin jî li hêla din heman neheqiyê dike. De were safî bike! Hi ihi…
Berxê mino, heke tenê rojekê min ew dîtibûya, min ê ev gilî û gazin lê bikirana, lê hezar heyf û mixabin tenê rojekê jî çavên min lê neketin û min ew nedît, lewma jî ji kerema xwe re silavê min lê bike, bê eyb e, guneh e, te bi hezaran ziman afirandin, her zimanek xwedan netewek e û nuha jî tu rabûyî hemû ziman û netewan tune dihesibînî û tenê erebî û ereban li me dikî ferz. Te di kitêbên xwe yên pîroz de qala tiştekî wiha nekiriye. Ma ne asîmilasyon sûcekî giran ê mirovatiyê bû? Ma ku tu li dijî vî sûcî dernekevî, kî yê derkeve hey te xwelî li serê min kiro?
Ji kerema xwe re van gotinên min yek bi yek gişan jê re bibêje. Bê xaltîka min dibêje, heke tiştên ji bo hêla din tên gotin rast bin, tu cudatî di navbera wî û Hîtler, Misolînî, Marko, Pînoşe, Stalîn, Sedam, Humeynî û Ataturk de tune.
Berxê mino, zimanê mirov hebûna mirov e. Ziman pireya hest û hîsên mirov e. Eman û eman, bila bihêle em li dadgeha wî xwe bi zimanê xwe biparêzin, da ku bê şaşî û kêmasî em xêr û gunehên xwe ji hev derxin…
Lê dîsa jî ew zane, bi kêfa xwe ye. Heke na, ez ê jî heqê xwe yê bêdengmayînê bi kar bînim û ez ê dadgeha wî protesto bikim, eynê wek protestoya ku zarokên me li dadgehên tirko dikirin. Lê ez naşibim wan haa. Erê zarokên me protesto dikirin, lê heke tirko bigota fermo xwe bi zimanê xwe biparêzin jî, wê nikarîbûna xwe biparêzin, lewre bi zimanê xwe nizanîbûn. Ez ne ji wan im, ji xeynî kurmanciya xwe, tenê tîpekê jî bi zimanekî din nizanim. Bi serê şêx, hûn di ber min de reş û şîn jî bibin, we peyvek ji devê min negirt û hew. De hûn bi kêfa xwe ne…
Ax ax berxo mino!
Çawa ez Rihanê bim û têkevim vî halî. Nahlet li yextiyariyê bê! Heyfa ciwaniyê ku yextiyarî li pêşiyê ye. Perçeyên qûna min bûne wek kevirên aşê xerabe. Pêsîrên min ên ku di pêxîla min de hilnedihatin, bûne wek du eyarên gurandî bi xwêr re dikişkişin. Ew çavên min ên ku di tariyê de ta bi derziyê vedikirin, ronî di wan de nemane…
Axx ax!
Dema ciwan bûm, di çax û benga xwe de bûm, bera jî Rihan bûm haa! Ji sing û berên min bîst û çar saetan bêhna gul û kulîlk û rihanan difûriya. Xortên gundê me yên azib ji derdê min bîst û çar saetan bi cenabet digeriyan. Ji agir û şewta nav nigên xwe mîna pisîkên adarê bi dîwaran ve radipelikîn bi serê te. Ji kerbê min diçûn bi kerên reben de diteqiyan…
Her guliyekî min ji terya hespekî stûrtir bû; ji gurbûna porê min şeh di nav re nediçû. Her pêsîreke min mîna petêxê Midyadê bû. Bi serê te yî delalî dişibiyan navguhanên mîhên zozanê Serhedê ku bi çêra giya û pincar û şênkayiya wî zozanî şîr di navguhanên wan de hilnedihat; heft xortan devê xwe têxista wan jê têr nedibûn. Ji lêvên min tahma qizwan û qeresiyan Mêrdînê difûriya. Çavên min reş hundirên wan xemilî, dora wan bi mijangên bejinzirav dorpêçkirî bûn.
Ax ax berxê mino!
Ji eşqa min çend xort weremî bûn, hejmara wan nizanim. Taliya talî jî çûm bûm jina Xeto. Ji belengazî û mecbûrî, min heftê salên qut û gulover bi wî kurmiyê Xwedê re derbas kirin. De ka ez biterikînim, berî ku dereke te jî rabe…
Xaltîka te çavê te bixwe, dema hatim bi kurmancî min pêşwazî bikin. Qe nebe heta ez entegreyî wir dibim, hînî wir dibim, wergêrekî bidin min. Lê ji kerema xwe re bila wergêr mêr be û lihevhatî û çeleng be. Te dît dibêjin, heta ziman negihêje ziman, mirov nabe zimanzan. Jixwe li vir min tu tahm ji bedena xwe nekir, heftê salên min bi jintiya mêrekî nezan û belengaz re derbas bû. Eman û eman, hayê Xoto ji min û hatina min çênekin, bila li wir jî li serê min nebe bela.
Di nêz de li wir im. Têm herdu çavên te…
Silav. Xaltîka te Rihanê.
Haa min dikira ji bîr bikira. Ez ê ji te û midûr re dims, bastêq, mewîj, gwîz, benî û nokên Mêrdînê jî bi xwe re bînim…