pêvajo aştî surec hevbendî dewlet sîyaset politîka fatîh altayli turk sînemasi turkîye sînemasi tehlîl analîz rexne etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
pêvajo aştî surec hevbendî dewlet sîyaset politîka fatîh altayli turk sînemasi turkîye sînemasi tehlîl analîz rexne etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

19 Kasım 2026 Perşembe

pêvajo mêvajo

Pêvajo mêvajo, min digot qey asê bûye hew diajo, lê wer xuyaye dewlet li gorî kêfa xwe hîn jî diajo!
Êê! 
Ma ne dem dema aştîyê bû û zarên bavan çek û selehên xwe yên qondaxhesin avêtin nav agirê êzingan, şewitandin?
La hewle wela!
Ji hêlekê ve li pişt perdê bi newqa hev digirin û hev diajon, ji hêlekê ve jî nahêlin rebenên kurd yên emrê wan nêzîkî emrê Xwedê ku sikak sikak, kolan kolan xwe ji xezeba Ezraîlê serokê JÎTEMa Xwedê vedişêrin, bibêjin, “Ax Kurdistan Kurdistan! Navê te çi şêrîn e.”
Axir…
Li hêlekê “HEVBENDΔ ku endamên wê bi dilekî şêrane ji muxatabên xwe re dibêjin, “Hûn dagirker in!”
Li hêlekê jî “TENÊBENDΔ ku ji bo xizmeta ji dewletê re pê li serên hev dikin û kes nizane bê destê kê di bêrîka kê de ye.
Ê de Xwedê me bisitirîne ji têgehên nedîtî, ezbenî.

Fatîh Altayli jî beşdarî govenda “Turk Sînemasî û Turkîye Sînemasî”yê bû û ji hêrsan agir di firnikên wî re avêt.
Fatîh Altayê nîventelektuel ku bi xêra dîplomaya Galatasaray Lîsesîyê xwe qup û qure dike, ka ji Wanê ye yan hinekan ew li Wanê ji bîr kiriye, nizanim, ku mijar dibe kurd û kurdîtî eyarê xwe diçirîne.
Divê em ji wanîyan bipirsin bê di zaroktîyê de çi travma bi vî xwedênehiştê Fatîh re çêkirine!
Di wê nîqaşê de pasajekê bala min kişand. Fatîhê xwe bi zorê dike ji derdora Altayan, dibêje, “Ya girîng ew e ku lazek, gurcîyek, avarek, arnavûtek, çerkezek, çeçenek bibêje ez tirk im.”
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Fatîhê xwe bi zorê dike ji derdora Altayan, bi hemd an bêhemd dibêje, “Ya rast di eslê xwe de tirk neteweyeke çêkirîye û ji hêla kêmneteweyan ve çêbûye.”
Ê berxê kozika xelkê, ez heme, ku ez heme çima ez ê rabim herim xwe bi tiştekî çêkirî bilewitînim?
Erê, tu û yên wek te dibe ku ji bezê paş guhên bavê xwe fedî bikin, lê ez xwedîyê dîrokekê me ku Xwedê bi xwe jî pişt re çêbûye.

Gotina Dawî
Kesên ku nizanin quzê kerê çend perçe ye, radibin ji me re dibêjin, “Çima hûn dibêjin Kurdistan bûye çar perçe?”
De îja roj ê were, quzê kerê yê jî ji van dewşirmeyan re nebe stargeh!
Axir…