13 Kasım 2026 Cuma

ji rojevê çend nûçink

40 salan bi tiving û topan şer kirin, dê 40 salan jî bi top û nigan şer bikin;
şerê şîdetîze ber bi şerekî romantîzme ve qulipî, diqulipe. 
Û hewceyî ala malayan jî nake; reng kesk û sor in û gîyha jî kesk e.
Hezar silav li şoreşa rehmetîyê Gandî!

Jixwe mêr jî ne mêrên berê ne; mêrên hişk û giran qulipîne anku veguherîne mêrên nermik û sivik.
Û agir hew tenûran germ dike; 
jinên li dora tenûran civat digerandin êdî keç û bûkên wan li ser tîktokê qala fantezîyên wan ên nav nivînan dikin.

Ji bo wergerê kes hew dihere li derîyê Kawa Nemir û Salihê Kevirbirî jî dixe, mixabin., 
Vî mîratê hişê çêkirî anku L(AL)o êdî ji wan çêtir û di nava demeke pir kin de wergerê dike.
Û bi şeref wergera hişê çêkirî ji wergera Kawa kurdîtir e.

“Çêlika mar bêjehr nabe.”
Tirkên herî maqyajkirî yên xwedê giravî medenî û demokrat ku xwe wek dostên kurdan dibînin jî nikarin heta hetayê wê jehra dijkurd di bin hişê xwe de veşêrin; ilhez di derekê de der dibe û diherike.
Lê jixwe problem ne ew in, problem em in ku her tim bi wê kawiktîya xwe dîsa û dîsa dibin dûvikê qûna wan û li pey wan bi vir de û wê de varta varta digerin.

“Kurmê şîrî heta pîrî.”
Nizanim bêhişî bi dîwarê malzarokê ve zeliqîye!
Em bi wê bêhişîyê serê xwe ji nav nigên ca xwe derdixin, heta hetayê bi wê bêhişîyê bêhiş bêhiş bi haweyekî bê wate bi filankes û milankesan dixapin.
Û ya ecêb,
em ji wê xapandin û xwexapandinê kêfxweş in.
Qey em mazoşîst in!

Prekazîyê ku di zaroktîya xwe de me jê re digot Pêrekazî jî li pey xwe nenerî û koça dawîn kir, çû.
Lê balkêş e!
Kî bi tirkan re radibe rûdine, mîna tirkan mejîyê wan top diavêje, ji fitêzê diavêjin ji qewla me mêrdînîyan.
Çawa meriv dikare di hevokekê de Tîto, Che Guevara, Ataturk û Tesla bîne cem hev û wan di govendekê de bireqisîne?
Û bi meqamê balkankî…
Min go balkêş ee!

Gotina Dawî
Dinya perwane ye, li dora serê me dizîvire…