esker eskerî artêş apoyî hukûmet desthilatî entegrasyon xewn kurd kurdî kurdistan tehlîl analîz rexne mîzah qerf henek etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
esker eskerî artêş apoyî hukûmet desthilatî entegrasyon xewn kurd kurdî kurdistan tehlîl analîz rexne mîzah qerf henek etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

20 Kasım 2026 Cuma

xewna ecêb

Doh bi şev seet li dora nîvê şevê, tenê ez û ez bûm ango bi tena serê xwe bûm. Ez rabûm min ji xwe re dubleyek du duble vîskî vexwar- bêguman li ber stranên nîvromantîk û egzantîrîk. 
Û piştî serê min zora qûna min bir, ez rabûm çûm nav nivînên xwe-van şevan kes tune ye ji min re bibe lihêf û pê bisitirim, tenê û tenê radikevim, mixabin.
Nahlet li xewa bi tenê bê!
Lê berî ez rakevim min nîkotînek jî xist ber pidên xwe. 
Birayê min ê li Swêdê dijî, çi cara tê welêt çar/pênc qutîyan ji min re bi xwe re tîne.
Piştî vexwarina alkolê ew nîkotîn baskan bi mejîyê meriv ve çêdike, serê meriv bêhemdê meriv dibe digihîne nêzîka qûna Xwedê.
Lê baş e ku Xwedê tim û tim di xew de ye û ne li xwe ho vedide, ne jî li me.
Erê, min nîkotînek jî xist ber pidên xwe û min serî avêt xewê.
Hew min dît ez li eskerîyê me, lê ne eskerîya me haa! Bi kamûfilajên eskerîya artêşa tirko.
Lê pir balkêş bû, ji ber ku nuh beşdarî nav tîma xwe ya eskerîyê bûbûm, eskerên din li min kom bûbûn, me xwe bi hev dida naskirin. 
Û em hemû jî bi kurdîya kurmancî bi hev re dipeyivîn.
Ya ecêbtir!..
Derdor di nav pîsî û gemarê de bû. Ji dîwarên tuwaletên wê kurm diweşîyan erdê. Li ser zemîna wê tuwaletê bermîl hebûn, mîna niqrên birincê lê ji niqran firehtir û mezintir bûn. 
Ew bermîl heta ber dev tije av bûn. Li ser ava wan bermîlan fitîlên gû pêl bi pêl li hev diqulipîn û diherikîn erdê.
Ji nişka ve çeng bûm ser xwe ku bi tena xwe di nav nivînan de me. 
Piştî kêlîyekê li wê xewna xwe ya ecêb fikirîm bê ka ez ê çi wateyê jê derxim!
Eskerî!
Artêşa dewleta tirko!
Gemar, pîsî, qirêjî!
Û axavtina bi kurdîya kurmancî!
Bi haweyê ku min wate lê bar kir zingînî ji serê min hat, min serê xwe bi nermî hejand û xwe bi xwe got:
“Yan wê di rojên pêş de apoyî darbê çêke û hukûmetê têkeve destê wan, ew ê bibin desthilat, 
yan jî qey entegrasyon tiştekî werê ye, piştî entegrasyonê rewşa me yê ev be.”
Û dîsa ji nû ve min nahletek li çavê şeytên ê şîn anî û bi tena serê xwe serî avêt xewê.

Gotina Dawî
De qet nebe wa ye em ê li eskerîyê bi zimankê xwe bipeyivin gidî.