Her çi be divê meriv ji dil bike; çi kar û sinhet, çi huner û edebîyat, çi sîyaset û politîka, çi têkilî û hevaltî û çi jî spor û futbol… her tişt weha ye û li ser esasê jidilbûnê bilind dibe.
Û Messî!
Lo lawo ez nizanim bê tu çi kes î!..
Mîna qumandan Che Guevara tîma xwe li dora xwe dicivîne û êrişî reqîban dike; reqîb heta derekê dikarin xwe biparêzin, lê piştî wê derê êdî dibe gurekî har û dide pêşîya tîma xwe, xezeb ji ber wan dihere.
Messî!
Bi kelecan û coş û dxwaza kesên nûgihîştî ku temenê wî gîhaştîye 40î heta çenek hêz û enerjî tê de li ber xwe dide û wî ruhê berxwedêr li hevalên xwe jî bar dike.
Doh,
di maça Arjantîn û Îngiltereyê de jî bi şêftîya Messî ku mîna şêfê senfonîyekê orkestiraya xwe bi rê ve bibe, me organîzasyoneke werê dît. Îngilizan heta deqeya 85an jî li ber xwe dan, lê di 10 deqeyan de Messî çermê canê wan gura û ji îngilizan re got:
-Erê di sîyaseta dinyayê de peyv peyva we ye, lê futbol kar û sinhetê min e. Biqeştin, bicehemin herin ji Amerîkaya min a ku berî nuha bi sedan sal we dagir kirîye.
Û îngilizan paş stuyê xwe xwirand û xwe dan ber pêlên okyanûsê.
Di vê organîzasyona pêşbazîya tîmên neteweyî de min kêm dewlet dît ku bi ruhê neteweyî dilîze, yek ji wan jî Arjantîn e;
yên din jî bi qasî hêz û qawet û ruhê xwe yê neteweyî li ber xwe dan, lê bi hêz û qawet û ruhê neteweyî heta derekê meriv dikare here, Arjantînê zêdeyî wê ye, ne tenê bi hêz û qawet û ruhê xwe yê neteweyî, her weha bi kalîte û qabîlîyeta xwe jî gîhaşt vê qonaxê.
Axir…
ez Messî û wî ruhê wî yê berxwedêr pîroz dikim.
Di vê organîzasyonê de Messî jî bi me da xuyakirin ku di her kar û sinhetî de,
her tişt li ser karekter, durustbûn, jidilbûn û netewehezîyê ava dibe.
Di fînalê de wê Arjantîn û Îspanya bilîzin.
De îja ka bê wê ruhê berxwedêr û neteweyî yê Messî bi ser keve yan pergala estetîk û hunerî ya îspanyolan…
Gotina Dawî
Her tişt ji meriv dest pê dike. Ku meriv qedrê xwe bigire her kes ê qedrê meriv bigire.