Piştî vexwarina çend duble vîskî serî li wan germ bû.
Hemdo got, “Ez ê berê tênimê.” Mendo got, “Na, ez ê berê tênimê.”
Li hev nekirin.
Qahpik aciz bû. Rabû ser xwe, got, “Ne tu û ne tu, ya baş ew e ez ê ji xwe re li we binerim dor bi dor hûn di hev nin.
Nûrî got:
-Selamuneleykum.
Û derbasî hundir bû. Apê Gênco çarmêlkî rûniştibû, pişta xwe dabû bahlîfa spartî dîwêr, cixare vedixwar.
Apê Gênco got:
-Nûrî, ma tu çawa yî lo?
Nûrî got:
-Ez baş im, apo!
Apê Gênco gulpek li cixareya xist, got:
-Te got ez çawa me?
Nûrî got:
-Min got ez wek kîrê te me.
Kêlîyekê deng ji apê Gênco derneket. Gulpek din li cixareya xwe xist. Serê xwe ji ber xwe rakir, li nav çavê Nûrî nerî, got:
-Te got ez wek kîrê te me?
Nûrî got:
-Erê.
Apê Gênco got:
-Ma çima tu nabêjî ez mirî me…