Wê rojê li ser medyaya sosyal ez li gotineke xweş rast hatim;
erê, wextê meriv bixwaze, li ser medyaya sosyal meriv li tiştên xweş jî rast tê.
“Heger bi çapkirina/derxistina pereyan xizanî biqedîya, bi çapkirina/derxistina bawernameyan/dîplomeyan jî ehmeqî nedima.”
Serekê Arjantînê Javîer Mîleî
Wextê meriv jîr û zîrek û biaqil be, mejîyê meriv gotinên têr û tije diwelidîne.
Li welatên qûn zora serî dibe, pere tenê xwe li çavbirçîyan digire
û çavbirçî jî,
mixabin bi qudret û xwebawerîya wan pereyan çavbirçîtir dibin.
Û jixwe çi tê serê vî miletî, ji ber hêz û wêrekî û xwebawerîya nîvxwendeyan e
anku
Di bin çengê wan de bawernameyan/dîplomeyan digerînin, lê aqil di ser kum re dibeze.
Axir…
Min got:
-Kuro law, hûn dibêjin em partîzan û şoreşger û welatparêz in, lê hûn karê firotina esrar û eroînê, hûn karê firotina çek û selehan dikin. Ma wer dibe?
Got:
-Devliken, ne dê û bavê me, ne jî xal û apên me li me xwedî derketin, wan xwedîtî li me kir, wey!
Ecêb û balkêş e!
Dema di mijara zimên de ez kêmasîyên xwendeyekî dibêjim, ji nexwendeyekî bêtir bi xwe zor tîne.
Heyran!
Yan xweş û baş bixwînin, yan jî nexwînin; kêfa min ji nîvxwendeyan re nayê.
Gotina Dawî
Heger kesek nexwaze xwe biguherîne, divê meriv belasebeb enerjîya xwe li wî xerc neke.
Û mixabin,
bêtir jî kesên polîtîze bûne serhişk û asê ne.