kurd kurdî folklor civat henek qerf mîzah pêkenîn pêkenok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster
kurd kurdî folklor civat henek qerf mîzah pêkenîn pêkenok etiketine sahip kayıtlar gösteriliyor. Tüm kayıtları göster

14 Mayıs 2026 Perşembe

ken û civat

Di salên heyştê de çend xortên Qezê/Qoserê li qiraxa çemê Zirganê rûniştine cixareyeke esrar vedixwin.
Guloverîkek çêkirine û dor bi dor wê cixarê di nava xwe de digerînin, her carê yek gulpekê lê dixe û dide destê yê din…
Ku Heso gulpekê lê dixe, dikuxwe û qûna wî zora wî dibe, tirekê dike.
Ew cixare diqede yek din ji xwe re dipêçin û vêdixin. 
Wek her car dîsa cixare dest bi dest digere. Ku dor tê ser Heso, di ser Heso re gav dikin. Heso xwe aciz dike, dibêje, “Çima hûn di ser min re gav dikin? Ma ez jî ne zilam im!
Remezan difitile ser wî, dibêje, “Xalê Heso, te gulpek li cixarê xist, te tir kir, ku tu gulpeke din lê bixe, tu yê birî. Ya baş tu bes vexwî.”
                                * * *
Xeto hew lê radibe û dihere doktor, gilî û gazinên xwe li cem doktor dike. 
Dibêje, “Doktor beg, ez dikim nakim hew li min radibe.”
Doktor dermanekî didê û radibe berî dide malê, dihere. 
Roja din dîsa tê li derîyê doktor dixe. Doktor wî keremî hundir dike.
Dibêje, “Doktor beg, ew dermanê te da min bi kêrî kîrê min nehat, tew ji berê sisttir bû mîrato.”
Doktor dermanekî din didê, dibêje, “Ka vî dermanî bixwe.”
Derman ji destê doktor digire û dîsa lê dixe berî dide malê. 
Lê derman dîsa bi kêr nayê, radibe ser xwe, lê dixe dîsa tê cem doktor. Ku doktor çav lê dikeve di bin simbêlan de dikene, dibêje, “Bawer im vê carê ji bo malavayîyê tu hatî!”
Mêrikê me dibêje, “Na weleh. Malavayîya çi halê çi! Dîsa nebû û tew bi carekê bênamûs bû…”
Doktor lêvên xwe xwaromaro dike, dimîne heyirî, dibêje, “Heyran, ka here jina xwe bîne bê mesele çi ye?”
Mêrkê me dihere bi çengûrê jina xwe digire, wê tîne. 
Ku doktor çav li dilq û sikûmê jinikê dikeve, kîrê wî jî mîna kîrê mêrê jinikê sistopisto dibe û serî diavêje xewê, hew xwe tev dide.
Doktor berjêr li nav nigên xwe dinere, serê xwe bilind dike li jinike dinere û dû re difitile ser mêrik, dibêje, “Bi telaq kîrê te ji te baqiltir e. Ma rebenê kîr ê çawa li ber vê jinê serî rake law. Baş e ku neçûye xwe li qûna te negirtîye! Ka rabe em herin cem şêxekî/meleyekî bila li ser kîrên me bixwîne yan na ev mîrat ê heta hetayê hew ji vê xewa belengaz şîyar bibin.”