18 Mart 2026 Çarşamba

emînê erbanî

Nahlet li feleka xayîn bê!
Nahlet li kodika tembûrê bê!
Mixabin, şahê dawetan Emînê me yê Erbanî yê ku govend li ber stranên wî bi cizbê diketin jî şehîd ket û çû!..
Zemên ew jî dabelihand!
Dîsa mixabin,
tembûr sêwî, elektro êtim ma. Û têlên tembûrê jî êdî bêtilî ew ê bi xwe xweş bînin.
Wî jî wek her bêdewletî berî welatê xwe azad û serbixwe bibîne, çû.
Erê, tiştê çû hewce ye meriv nede dû, lê çû…
Xwedê heqê wî ji Mûradê Emrûdî û Bismillî Zeko û Ednanê Şêbî re nehêle. 
Bi nifirên wan çû, rehmetî; 
êdî meydan ji wan re ma.
Heyf!
Bi çûna rehmetî re êdî Aynûr ê jî hew li ber strana “Ax Aynûr zalim Aynûr” bireqisin. 
Tew belkî piştî çûna rehmetî dê û bavên Emînhez hew navê Aynûr jî li keçikên xwe bikin.
Min go dinya derew e, lo! 
Û Emîno çû!

Gotina Dawî
Emînê Erbanî bi civakê da qebûlkirin ku meriv nexwende, nezan, bêvîzyon û her weha ji do-re-mî-fa-sol-la-sî fêhm neke jî meriv dikare navê xwe bi hozan û hunermendî li ser rûpelên dîroka muzîkê binivîse.

Gotina Herî Dawî
Henek li hêlekê, lê weleh di zemanê xwe de bira jî tu şahê dawetan bûyî û te kes di se pozê xwe re nedidît.
Axir…
Rehm li gora te be û li hêla din Xwedê te bike şahê govenda horîyan.

6 Mart 2026 Cuma

şerê îranê û bêhna azadîyê

Zeman xerab e lê hay ji xeraban jî hebin…
Çep û rastên tirk çepûrasto lê dixin û hewl didin ku kurd ji bindestîyê dernekevin.
Nizanim Amerîka kurdan dixapîne!
Nizanim ma ev cara çendan e ku Amerîka kurdan difiroşe!
Nizanim êdî hişê kurdan li serê kurdan e û ew ê hew pişta xwe bidin Amerîkayê!
Û û û!..
Eman haa!
Eman haa!
Ne ew luksa kurdan heye, ne jî ew qudreta kurdan heye ku xwe qure û delalî bikin; 
jixwe yê xwe biqudret dihesibîne jî hayê wî ji qudret midretê tune ye; êdî kêç û spî jî ji nav berzika wî direvin, 
lew ji bêwîtamînîyê her tayekî berzikê li derekê dinere êdî.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ku Amerîka 99 caran jî me kurdan bifiroşe/bixapîne/li ser piştê bixe, cara 100î dîsa em ê li pey wê herin,
ji ber ku…
Xweda ew e û ew çawa fermanê bide, em kurd ê serê li ber wê fermanê ranekin.
Yên ku ji me re dibêjin Amerîka we ji bo berjewendîyên xwe bi kar tîne, hîn ew bi xwe ji bin Amerîkayê derneketine.

Gotina Dawî
Ne biratîya gelan, ne demokrasîya guran, xwe bi xwe pişta xwe bidin hev wek mêran.

19 Şubat 2026 Perşembe

otobusa entegrasyonê

Li Sarîyerê tekerê otobusa entegrasyonê teqîya, otobus li dîwarê mizgeftê qelibî; Amed mir, Bekir birîndar e.
Lê hîn jî hin bêhişên oportunîst hewl didin Bekir bikin Amed û kirasekî sorspî ji bejna Amed re bibirin.
Hoo oportunîstino!
Serê Amed bi hêlekê ve, qûna Amed bi hêlekê ve dihere, bi pîneyan jî ew kiras ê jê re nebe
û  nabe jixwe.
Îja carinan ehmeqîyek pêşîyê li ehmeqîyeke din digire, lew ehmeqên tirk ji ehmeqên me ehmeqtir in.
Çima?
Heger ne ji ehmeqîya ehmeqên tirk bûya, bi saya ehmeqîya ehmeqên me bi awayekî pir hêsan û bê tehb û bê serêşayî em ê entegreyî tirkan û Tirkîyeyê bibûna; ne kurdîbûna me dima ne jî kurdbûna me;
piştî pêncî salên din, 
mîna laz, gurcî, çerkez, rûm û arnawidên bi awayekî asîmilasyonîst entegreyî tirkbûnê bûne ku îro carinan dema mijar dibe esl û fesl, radibin bi awayekî qure û romantîk lê di eslê xwe de bêkesayetî ye, dibêjin “bi eslê xwe ez laz im, gurcî me, çerkez im, rûm im, arnawid im” kurd ê jî bibêjin pêşîyên me kurd bûn, mixabin. 
Çendî rastî tehl be jî her weha rast e.
Îja heyran,
mala bavê ehmeqên tirk ava be ku bi ehmeqîya xwe pêşîyê li ehmeqîya ehmeqên me digirin û dikin nakin nikarin otobusa entegrasyonê bigihînin qonaxa dawîn anku bigihînin qonaxa asîmilasyonê.
Bi hêvîya tekerên din ên otobusa entegrasyonê biteqin û ew otobus hîç negihêje wê qonaxê.
Ya bi xêr.
Axir…

Zîhnîyeta bermeqlûb!
Ne ku hûn ê rabin hunerê entegreyî xwe bikin, hewl bidin xwe entegreyî hunerê bikin, 
lê li welatê me wek her tiştî ev jî bermeqlûb e, mixabin.
Hunermendên ku 
nikaribin li ser mejîyê xwe hunera xwe biceribînin, 
ne hunermend in, 
tabûmend in.
Û bi tabûyan, 
hûn dest diavêjin namûsa hunerê, huner ji qîzanî/keçikanî dikeve, 
lê hûn ji ber çûne, hayê we ji we tune ye…
Axir…
Teorî, 
berhemên mejîyê analîtîk in, 
lê hin heval, 
bê mejî xwe li teorîyan diqewimînin.
Dû re…
Axir, em nêzîk binerin.

Gotina Dawî
Nexwînin, 
ji bo hûn li nezanîya xwe hayîl nebin.

19 Ocak 2026 Pazartesi

roj hîn neçûye ava

Ji doh de…
Xuya bû ku li ser meseleya Rojava, daxwaz û tespîtên Apo û daxwaz û tespîtên Şara li hev rûdinin.
Yanî peyva Apo (Tirkîye) û peyva Şara (Şamê) yek e.
Problem çi ye?
Ev kurdên gêj ku bi qûna îslamê girtine, mixabin wê bawerîyê nadin Amerîkayê anku Amerîka ne bi barzanîyan bawer e ne jî bi apocîyan.
Yanî mesele kûr e, dahwe jî giran e.
Kêşe/problem tenê ne zîhnîyeta apoyî ye, her weha zîhnîyeta barzanîyî jî di lobîyên hotelan de asê ma, mixabin.
Careke din hat fêhmkirin ku kurd lobîyên dîplomatîk û lobîyên hotelan tev li hev dikin.
Îja..
Gelo roj bira jî çû ava yan ji bo ji nû ve hilê çû ava?
Nizanim lê aqlê kurdan ê ji kîsê xelkê em hemû kirin şîzofren; bi teorî meorîyên komployî me malik li xwe bir mîratê; ne şev li me şev in, ne jî roj li me roj in.
Wek min got, belkî jî bi xêrtir be. 
Çima?
Bi salan e ku Amerîka ji kurdan re dibêje xwe ji zîhnîyeta apoyî rizgar bikin, dûrî wê zîhnîyetê bisekinin, lê gotina wê her bi erdê de çû û bi ya xwe kirin.
Axir…
Amerîkayê lê nerî zingînî ji serê kurdan nayê, serê wan hişk e û nikarin an jî naxwazin bi wê zîhnîyetê re şer bikin, hewl dan bi rêya Ahmed Eş Şara û daîşîyan şer bi vê zîhnîyetê re bikin.
Li her derê poster û peykerên Apo diçirînin/hildiweşînin.
Bi kin û kurdîya kurmancî, 
ji vîrusekê re antîvîrusek divê.
Ji qewla bawermendan, Xwedê derîyekî digire, derîyekî din vedike.
Ya bir xêr!

Gotina Dawî
Gewde xurt e lê serî kurm ketîyê, mixabin.


15 Ocak 2026 Perşembe

gayê xwedê

Gayê Xwedê!
Bi zaroktî mezinên me ji kesên xurt ên wek fîtan re digot, “Gayê Xwedê!”
Û hayê gayê reben ji bayê felekê tune em kurd ketin guhê wî; 
di guhê wî de em ketin xewê, xewa xwelîserî û belengazîyê; 
ne hayê me ji gurmînîya topê çêdibe, ne jî em dizanin bêhna xwîna kê tê ji selaya melê;
deh ji me bimirin jî deh belengazên din dikevin dewsê…
Erê, dibêjin israîlîyan çawa ku ji bo serxwebûna durzîyan piştgirî daye durzîyan, ji kurdan re jî gotine heger hûn bixwazin em dikarin piştgirîyê bidin we jî ji bo serxwebûnê,  
Lê destê kurdan ji birayên wan ên tirk û ereb nebûye û “biratîya gelan” ji serxwebûn û azadîyê çêtir û pîroztir dîtine;
nizanim, wer dibêje Bedran Dereyê nîvkurd û nîvapocî.
Lê bi min, 
israîlî ne zarok in, ne jî kawik in; ew ji min û we çêtir dizanin ku benê morîkên ca me qetîyaye di ber mislimanên fehş û îslama şaş de, 
loma jî bawer nakim ku bi fikreke werê ber bi kurdan ve çûbin;
bawer nakim, lew nîvê kurdan misilman in, nêvîyê din jî mirîdên mirîdan in û her du nîvik jî dijminên israîlîyan in;
qey ez û çend xwelîserên mîna min in ên ne jî her du nîvikan, 
lê xuyaye em jî ne li hesabê wan tên, ne jî bi kêrî wan, mixabin.
Axir…
Heger israîlî bizanin ku kurd bûne kurd anku kurd ê bibin kurd, nahêlin sibê, ew ê îşev azad û serbixwe bikin Kurdistanê.

Gotina Dawî
Dawîya dawî qantir ê jî bizê, lê em ê nebînin ku kurd ketine xema kurdbûnê.

14 Ocak 2026 Çarşamba

bêvîzyonî

Vê carê ez ji ber çongên Seadetê ranebûm. Di vê zivistana sar de, li ber germaya dil û zimanê wê ez xenê bûm. 
Deh rojan li welêt mam, tenê du caran jî ez derneketim sûkê; jixwe di vê sermê de tu kûçikan li sûkê girê bidî, kûçik ê nesekinin.
Lê mixabin kurd her şerpeze ne, 
çi di sermê de çi di germê de; Xwedê li wan hatîye xezebê carekê.
Û ji wan bêtir jî kes bi navê Xwedê sûnd naxwe, lê wer xuyaye navê Allah ji navê Xwedê pêştir e ku em bi xwe jî “Allah Allah”a me ye gav û seet.
Axir…
Belengazekî rolênehilatî gotîye, “Artêşeke kurdan a ji 100 hezar leşkerî pêk tê heye lê serok û serkêşekî kurdan tune ye.”
Weleh heyran,
tu ji min çêtir dizanî ku serok, serkêş û rêberên kurdan ne bi serê xwe ne û bi tena serê xwe nikarin biryaran bidin.
De îja kêşe anku pirsgirêk çi ye tu dizanî?
Ne bi serê xwe ne (ew bi xwe jî baş dizanin,) lê her weha ew vîzyon jî bi wan re tune ye ku Amerîka û Israîl bi wan piştrast bin û piştgirî û destekê bidin wan,
lew amerîkî û israîlî jî dibînin ku ji ruhê neteweyî dûr in û tenê li dora textê xwe zîz dibin û dizîvirin.
Axir…
bi vî aqilî ne em kurd li kurdbûna xwe vedigerin, ne jî neteweyên din ji bo vê bêhişîya me xwe diwestînin anku hewl didin.
Êêê!
Yekî qedrê xwe negire, tu kes qedrê wî nagire.

Gotina Dawî
Bi quretîyên bê vîzyon tenê hûn dikarin bireqisin li ser ekranên televîzyonan.
Axir…