kundekî çû xwe li ser kevirê ber serê wî danî,
go,
-ez di ber fantezîyên psîkopatekî de mirim, yadê.
ro bilind bû, tavê da ser axê
û ji nişka ve pêl bi pêl qîrînek bilind bû ji bin wê,
go,
-ez diqefilim, yadê.
dêya wî kezeb û gurçikên xwe avêtin bin tifikê,
ji bo şîva êvarê,
lê rêvîyên wî di devê marekî de, çav li kulmek ronayî digerîyan, bi metirsî,
go,
-her der tarî ye, yadê.
ruh di qefesa sîngê de maye hefsî
kurm diçêrin li ser goştê bedena wî,
go,
-ne ez ji xwedê xuyame ne jî xwedê ji min, yadê.
hewl da serê xwe ji kefen bifilitîne, lê fêhm kir ku kefen jî nebûye qismetê wî,
go,
-ka kefenê min, yadê?