Li Sarîyerê tekerê otobusa entegrasyonê teqîya, otobus li dîwarê mizgeftê qelibî; Amed mir, Bekir birîndar e.
Lê hîn jî hin bêhişên oportunîst hewl didin Bekir bikin Amed û kirasekî sorspî ji bejna Amed re bibirin.
Hoo oportunîstino!
Serê Amed bi hêlekê ve, qûna Amed bi hêlekê ve dihere, bi pîneyan jî ew kiras ê jê re nebe
û nabe jixwe.
Îja carinan ehmeqîyek pêşîyê li ehmeqîyeke din digire, lew ehmeqên tirk ji ehmeqên me ehmeqtir in.
Çima?
Heger ne ji ehmeqîya ehmeqên tirk bûya, bi saya ehmeqîya ehmeqên me bi awayekî pir hêsan û bê tehb û bê serêşayî em ê entegreyî tirkan û Tirkîyeyê bibûna; ne kurdîbûna me dima ne jî kurdbûna me;
piştî pêncî salên din,
mîna laz, gurcî, çerkez, rûm û arnawidên bi awayekî asîmilasyonîst entegreyî tirkbûnê bûne ku îro carinan dema mijar dibe esl û fesl, radibin bi awayekî qure û romantîk lê di eslê xwe de bêkesayetî ye, dibêjin “bi eslê xwe ez laz im, gurcî me, çerkez im, rûm im, arnawid im” kurd ê jî bibêjin pêşîyên me kurd bûn, mixabin.
Çendî rastî tehl be jî her weha rast e.
Îja heyran,
mala bavê ehmeqên tirk ava be ku bi ehmeqîya xwe pêşîyê li ehmeqîya ehmeqên me digirin û dikin nakin nikarin otobusa entegrasyonê bigihînin qonaxa dawîn anku bigihînin qonaxa asîmilasyonê.
Bi hêvîya tekerên din ên otobusa entegrasyonê biteqin û ew otobus hîç negihêje wê qonaxê.
Ya bi xêr.
Axir…
Zîhnîyeta bermeqlûb!
Ne ku hûn ê rabin hunerê entegreyî xwe bikin, hewl bidin xwe entegreyî hunerê bikin,
lê li welatê me wek her tiştî ev jî bermeqlûb e, mixabin.
Hunermendên ku
nikaribin li ser mejîyê xwe hunera xwe biceribînin,
ne hunermend in,
tabûmend in.
Û bi tabûyan,
hûn dest diavêjin namûsa hunerê, huner ji qîzanî/keçikanî dikeve,
lê hûn ji ber çûne, hayê we ji we tune ye…
Axir…
Teorî,
berhemên mejîyê analîtîk in,
lê hin heval,
bê mejî xwe li teorîyan diqewimînin.
Dû re…
Axir, em nêzîk binerin.
Gotina Dawî
Nexwînin,
ji bo hûn li nezanîya xwe hayîl nebin.