19 Aralık 2025 Cuma

tiroviro û heroduro

Tu kes bi qasî sîyasetvan û rewşenbîrên kurd zirarê nade kurdan; 
bi saya serê wan, kurd ji nezanîyê ber bi nekurdbûnê ve dibezin.
Erê, belkî nezanîyê piçekî dişon û çend tiştan li vîzyonê zêde dikin, lê jixwe tiştên ew dibêjin an dinivîsin êdî li ber destê her kesî hene;
telefoneke androîd, înternet û google…
Loma jî,
vî zemanî ji kurdan re, ji entelektuelîyeke mekanîk bêtir karektereke xwezan û xwenas divê.
Hûn çi qasî jîr û jêhatî û zana bin jî, heger zimanê we protez be, ji wê jîrbûn û jêhatîbûn û zanabûnê re tenê hûn himaltîyê dikin.
We got çi? Dengê we nehat min!
Himm!
Hûn nikarin baş û xweş hest û hîs û fikir û daxwazên xwe bînin ziman.
Naxwe…
Çima hûn hefs û zindan û êşkenceyê didin ber çavê xwe?
Naxwe…
Çima hûn mirinê didin ber çavê xwe û diajon ser mirinê?
Nakokî û paradoks û nexweşî!
Bi kin û kurdîya kurmancî, heya hûn xwe tedawî anku baş nekin, tenê di nav wê “doz”e de hûn ê bibin kulmek toz û hew.

Leyla Zana, lê hûn çi qasî zana ne?
Haa!
Ez vê jî bibêjim, 
ne meriv bi nav û paşnavan zana dibe, ne jî meriv bi nav û paşnavan azad û serbixwe dibe; 
loma jî,
cehd û hewl, ked û emel, sekn û helwest, rastî û dilsozî divê.
Ji hêlekê ve hûn konsepta biratîya gelan û demokrasîyê diparêzin û hewl didin bi birayên xwe yên tirk re di nav sînorên mîsak- î millîyê de wek tirkîyeyîyekî bijîn, lê ji hêlekê ve jî birayên we radibin doza qirkirin û jenosîda we dikin!
Êêê!
Madem hûn ê zimanê wan qebûl bikin, madem hûn ê alaya wan qebûl bikin, madem hûn ê sînorên wan qebûl bikin û madem bi tirkirina zimanê xwe, hûn ê hebûna xwe red bikin,
naxwe dema hatin pêl serê we kirin jî, dengê xwe mekin, xwe aciz mekin.
ji ber ku hûn heq dikin, ji ber ku hûn li wan neheq in.
Dû re,
ku hûn rabin bi zimanê wan hovan wan hovan rexne û şermezar bikin jî, ew ê ne xema wan hovan be, 
ji ber ku,
hov û demokrasî dûrî hev in û rexne û şermezarî anku protesto li welatên pêşketî û modern û medenî digihêjin armanca xwe;
wekî din tenê masturbasyoneke xwelîserîk û belengazonîk e.
Axir…

Gotina Dawî
Kurd ji dagirkerên xwe bêtir ji Kurdistanê ditirsin, mixabin.

4 Aralık 2025 Perşembe

xwe xwebûn

Vê pêla dawîn,
em kurd bûne cewahir, yek me  ji destê yekî direvîne;
Amerîka ji hêlekê ve li me xwedî derdikeve, Israîl ji hêlekê ve li me xwedî derdikeve, Tirkîye ji hêlekê ve,
lê xwedîderketina tirkan ecêbtir e; 
kemalîst ji hêlekê ve, dîndar ji hêlekê ve, nijadperest ji hêlekê ve…
Îja divê em vê pirsê ji xwe bikin!
Ma em bê xwedî ne yan em nikarin xwedîtîyê li xwe bikin?
Bi kin û kurdîya kurmancî,
her kes xwedîyê me ye, tenê em ne xwedîyê xwe ne,
lew em ne xwe ne, em hewl nadin bibin xwe û em ji xwebûna xwe dûr in, mixabin.

Gotina Dawî
Roja ku em bûn xwe, 
jixwe êdî her kes ê mutefîk û hevalbend û cîranê me be…

2 Aralık 2025 Salı

ruhê mirî

Pirê caran zarên bavan li ser bawerîya xwe kuştine, hatine kuştin, bêyî ku têkevin nav şikê û herin bidin pêy lêpirsînekê.
Mixabin, di şerê li Kurdistanê de gelek keç û xortên hêja serî danîn, mirin, lê li pêy mirina wan keç û xortan gelek kesên ji xwîna wan li ser xwîna wan bûn bazirgan û bazirganîya xwînê kirin.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
kesên ku bi qasî misqalekî kurdîtî ne xema wan e, radibin li ser xwîna kesên di ber kurdîtîyê de mirine, bazirganîyê dikin.
Heyf!

Gotina Dawî
Û ji bîr nekin… 
li welatê me hûn çi qasî bi henûnî, kubarî û bi nefsbiçûkî nêzîkî kesan bibin, li cem wan kesan ew qasî hûn biçûk dibin, hûn bêqedr in, hûn bêqîmet in!...