17 Nisan 2024 Çarşamba

sêla sor

Ne dîndar im lê belkî piçekî dîn…
Rojev sêla sor e, lê ji kerema xwe re ev sêla sor bila Cahît Mervanê devşorbe neyne bîra we(!)
Çi diqewime di navbera Amerîka û Îranê de?
Mesele wek ku ne Israîl e.
Şerê cîhanê yê sêyemîn, lê xalê hecî Emîn, ji ber ku hew bawerî bi civatê tê, navê xwe qulipand, kir Emê Dîn.
Û siberoja me ketîye destê çend dînên tiredîn.
Tir li ku, das li ku!
Weleh ez jî nizanim bê ji kê re çi dibêjim, lê qey hin dînên ne tiredîn ê fêhm bike bê peyama min a sublîmînal çi ye?
Sub-lî-mî-nal!
Li ser twîtterê şerê apocîyan û barzanîcîyan e, lê barzanîcî ji gotina “barzanîcî” aciz in û ji xwe re dibêjin kurdistanî ango neteweperest.
Kurdistanî û neteweperestên pereperest,
lewra…
qibleya wan ne Kurdistan e, Bazirganîstan e.
Û di vê bazarê de,
bira bira ye, bazar xuya ye, lê bira kî ye ew ne xuya ye.
Offf û off!
Dîsa serî li min bû tara bêjingê.

Gotina Dawî
Heger Kurdistan ê azad û serbixwe nebe, hêvî û daxwaza min ew e, berî bimirim bi hefteyekê bixwirifim;
erê, bixwirifim ku bi wê êşê nerim!
Axir…