10 Nisan 2024 Çarşamba

îd eyd cejn

Jîyan êdî di telefonan de asê bûye,
loma jî…
beroşên ser agirê tifikan jî ji xwe re dikele;
heger…
bêhemdî ciwanikek an ciwamêrek danegere malê.
Û li nav malan…
zarok jî hew digerin wek berê;
şekirên di tasikan de bi mirûzekî tahl tenê li xwedîyê malê dinerin, mixabin.
Lê…
ez bêrîya îd û eydên berê dikim;
ew îd û eydên ku berî bibin cejn!..
Ji eydîyan heta eydîyan me kincên nuh li xwe dikirin;
şeva berî eydê me ew kinc dipêçan û ew datanîn ber bahlîfa ber serê xwe û em radiketin;
bi serxweşîya bêhna ji wê nuhbûna wan difûrîya serî sibehê em şîyar dibûn.
Û her kesî berî eydê bi çend rojan hevalê xwe yê ku ew ê bi hev re bigerîyana kifş dikirin;
carinan cot bi cot, carinan jî kom bi kom em digerîyan.
Me her şekir nedieciband;
şekirên zarokan, şekirên zilaman…
Me şekirên zarokan dîsa li xwedîyên wan vedigerandin bi haweyekî bêhawe.
Û bi gotina “nahlet li şeytanê we bêbe” me ber bi maleke din ve dilezand.
Tew ku şekirên malê lord û kent bûna, me difîkand û bi mizawirî hevalên xwe jî pê dihisandin.
Piştî me kîsikên xwe tije dikirin, êdî dema vegera malê û jihevveqetandina şekirên xweş û nîvxweş dihat.
Lê…
tahma rojê,
birinca serbigoşt û tirşika fasûlîyan bû, bêguman!..
Axx ax!
Em mezin bûn,
lê tahmên me berevacî me, biçûk bûn û dibin.

Gotina Dawî
Malê, sibeha we bi xêr eyda we bimbarek be!