15 Kasım 2024 Cuma

kurdî dêya kurdan e

Heya dînên amedîyan jî gêj û sersem û tiroviro bûne. 
Min carekê gotibû, dubare bikim; li Kurdistanê, tenê dîn wek xwe dimînin û asîmile nabin, 
lê mixabin…
li Amedê ker dikeve ca dînan, dîn jî pê digirin û “baqil” dibin.
Di kongreya Amedsporê de Sakizcî Memo derket ser dikê û ji amedîyên xîyarxwarî re peyivî.
Erê, belkî qala benîşt menîşt nekir, lê ciwamêr li gorî ruhê eşmeyê tev gerîya û ji amedîyan re qala felsefeya aştî û biratîyê kir. Ji amedîyan re qala felsefeya biratîya gelan kir.
Dema min li Sakizcî Memo guhdarî kir, bi min wer hat Sakizcî Memo nuh ji Îmralîyê vegerîyaye; bêhna apê me Evdela ji şêwaza wî difûrîya.
Axir…
Hew dînên me mabûn, bi saya amedîyên rolêgerîyayî ew jî çem û çem çûn û pê girtin!

Got,
“Devliken, min şanonameyek nivîsandîye, şanogereke jin hewce ye. Gelo heval mevalên nas hene tu pêşnîyar bikî?
Ez fikirîm, fikirîm, dûr û kûr çûm…
Min got,
“Seyda, çendhebek hebûn, lê ew jî, hin ji wan mêr kir, ji hunerê dûr ket, hin ji wan jî li kuçe û sikakên Beyogluyê xwelîyê li serê xwe dikin.”
Devê xwe bir û anî, dikira tiştek bigota, lê min bergîya zimanê wî girt û lê zêde kir,
“Jina ku ji bo kîrekî fermî terka hunerê bike, di avika wî kîrî de bifetise û hew!”
Got,
“Erê weleh Devliken, rewşa hunermendan ne tu rewş e.”
Min got,
Bi qurbana hunerê bin ku huner ji wê hunermendîya xwe ya teres ya bêvîzyon re kirine mertal.”
Axir…

Gotina Dawî
Kurdî dêya kurdan e, lê kurd bavê xwe nas nakin, mixabin!

13 Kasım 2024 Çarşamba

ziman û binhişîya me

Sîmon Silêmanî, hevalekî me ye û em jê hez dikin. Li Ewrûpayê jî, ji bo kurdîtîyê li gorî hêz û qawet û derfeta xwe hewl dide tiştinan bike û dike jî…
Sîmon Silêmanî li ser twîtterê bi tirkî twîtteke weha belav kirîye:
“Îroj, di sazîyeke fermî de ez bûm wergerê/tercûmanê jineke efrînî. Di nava axaftina xwe de got, ‘Tirkan, heya kêçên mirîşkên me jî dizîn’”
Bêguman Sîmon ev hevoka trajîkomîk anku dilêş bi zimanê jina kurd anku bi kurdî nivîsandîye.
Û berdewam dike:
“Qirika min girêk girêkî bû, dilê min êşîya. Min nekarî wergerînim.
Eê…
Tirkan her tiştê me ji me dizî, lê ya herî girîng, tirkan zimanê me jî ji me dizî û zimanê xwe li dewsa zimanê me hişt;
êdî gilî, girî û gazinên me jî bi zimanê wan e.

Gotina Dawî
Mixabin, qirika min jî girêk girêkî dibe dema ez qîrîn û gilî û girî û gazinên me bi zimanê dagirkerên xwe dibihîzim.
Heyf!

12 Kasım 2024 Salı

çarînek

min tu kirî guhar
û bi dilê xwe ve kir
jixwe perîşan e rebenê guh
bi zingînîya te

11 Kasım 2024 Pazartesi

jîndar ax-daxuyanî

Ev ê ku hûn wî “îfşa” anku kifş dikin û hûn gefan lê dixwin, tenê bi zimanê xwe ezîyetê/êşkencê bi we dike, 
lê ew ên li welatê we kevir li ser kevir nehiştine, ew ên li welatê we bi hezaran keç û lawên we kuştine, 
ew ên li welatê we bi hezaran keç û lawên we di êşkencexaneyan de kirine nîv însan û derûnîya wan têk birine, 
ew ên li welatê we bi hezaran gundên we şewitandine û li pêş çavên we dest avêtine keç û jinên we anku tecawizî keç û jinên we kirine, 
ew ên li welatê we zimanê we qedexe kirîye, dest dane ser nirx û hêjayîyên we,
ew ên li welatê we bi xwîna we li ser laşên we dûrişmeyên nijadperestî nivîsandine,
ew ên li welatê we li ser hemû kuçe, sikak, kolan, qad, sazî, dezge, mizgeft û dibistanan navên bav û kalên xwe yên xwînmij kolane…
wek hûn vî kurdî îfşa/kifş dikin û gefan lê dixwin, 
heger we teresî û xwelîserîya xwe îfşa/kifş kiribûya û we enerjî û mêranîya xwe li wan bêbavên hov ên dagirker xerc kiribûya, 
îro li welatê we, li ser kuçe, sikak, kolan, qad, sazî, dezge, mizgeft û dibistanên we, ne bi zimanê wan hovan, ew ê bi zimanê we navên bav û kalên we hatibûya nivîsandin.

Gotina Dawî
Hûn dijminê qewmê xwe ne!

10 Kasım 2024 Pazar

kurdî û xewa mirarokî

Gelek kesên şiva şivantîyê ji serê wan zêde ye, bi qelemê radibin xwe li ser serê vê civaka ketî û belengaz dikin gurxenêq!
Û gurxenêq jî kûçik e, mixabin!
De îja were vî kerî di vî bihurî re derbas bike!
Di hevokekê de bi dehan şaşî dikin, heya rebena wê hevokê pişta xwe rast dike û li ser xwe diedile, panzdeh hevokên din di gazî û hewara wê de tê, bi wê xwebawerî û wêrekîya xwe ya cahilane û teres destê xwe li sînga xwe dixin û gotinên ji xwe mezintir dikin;
edebîyat, xeyal, fantezî, tevnsazî, afirînerî û quzê kerê û nizanim nav nigên kîjan togê!..
Îja ez çi bikim!
Hûn di nav civakekê de ne, ew civak nikare rast û derewan ji hevdu derxe, mixabin.
Û di wê jîyana xwe ya derewîn û xapînok de, ji we qehremantir kes tune ye,
lewra…
hûn bibêjin çi, peyv peyva we ye.
Axir…
De qey kurdî yê kurdan ji wê xewa mirarokî ya bindestî jê difûre, şîyar bike,
rojekê, erê rojekê…

Gotina Dawî
Heger kurdî azad bibe, gelek nivîskar ê bibin hefsî û ew ê fedî bikin derkevin derve.
Heger xîret hebe…

şikestin

Zeman seleha şervanekî jê distîne, lê nekare wî şervanî ji şer sar bike.” gorbihuştê Aristoteles gotîye.
Xebera wî ye.
Li ser meseleyê: Mêrek tu carî ji mêranî nakeve. Erê dibe kîr hew lê rep bibe û rabe, lê ew daxwaz û arezûya nêçîrê tu carî ji dilê wî dernakeve.
Loma jî ez dibêjim,
dil pîr nabe, dil dibetile!..

Ez ê bibêjim mixabin, lê ne ji bo xwe, ji bo we kesên tirkîyeyîparêzan…
Erê, mixabin projeya tirkîyeyîparêzan wek ku bi ser neket;
vê gavê-ne vêga-, werê xuya ye.
Amedspora ku tirkîyeyîparêzan bi dil û can destek û piştgirî didanê, şikestin li ser şikestinê dixwe û her hefte pileyeke din paş ve dihere anku berjêr dadikeve.
Bi hêvîya li ser xwe needile!
Ji qewla pêşîyan,
“jixwe rez ne tu rez bû, terezê jî lê xist!”
Rewşa me bakurîyan jî jixwe ne tu rewş e, di ser halê me re hewl didin bi rêya Amedsporê piçekî din me di nav tirkî û tirkîyetîyê de bimehînin.
Alî Fikrî Işik dibêje, “Tifaqa ku sîyasî û sîyaset nekarîçêkira, Amedspor çêdike.
Tifaqeke çawa, rêzdar anku birêz Alî Fikrî Işik?
Tifaqa ku ew ê bi tirkî çêbibe, ez di wê tifaqê nim!
Ji bo sînorê vegotina min berfirehtir bibe,
ez bikutim wê tifaqê!
Axir…

Gotina Dawî
Zeman Xweda ye!..

6 Kasım 2024 Çarşamba

qolincên azadîyê

Ev rojhilata nêzîk/navîn ku di nav nigên dîndarên psîkopat de lewitîye, bi reng û rêbazên medenî, maqûl û demokrat paqij û çareser nedibû;
loma jî…
ji psîkopatan re psîkopat divê…
Tu bi xêr hatî, rêzdar Trump!
Tu bi xêr hatî, rebê psîkopatan!
Êdî em dikarin pişta xwe bidin bahlîfa xwe, nigên xwe biavêjin ser hev û bi her vexwarina qurta vîskîyê re qedeha xwe ber bi jor ve bilind bikin û bibêjin:
-Bijî hosteyê xerakirinê! 
-Silav ji qolincên azadîyê re! 
-Tu bi xêr bêyî serxwebûna derengmayî!

“hemû sererêk girtî ne
hemû şîpir pawankirî ne
tu şîpek nû nîne; tev çendbara berî xwe ne”
Qîyamet, tenê ji bo însên tune ye, her weha qîyamet li zimanan jî radibe.
Û roja ku ev ziman bibe serdest, êdî ji vî zimanî re qîyamet ne dûr e, mixabin!
Haa!
Ez vê jî bibêjim, berî ku ji mijarekê derbasî mijarekê bibim; jixwe êdî hûn min baş nas dikin, sekin li min tune ye :) 
Erê, ne hîperaktîf im belkî, lê di fikirîn û afirandin û sazkirina fantezî û xeyalan de repoaktîf im :)
Axir…
Nivîskarên ku di nava rojê de herî pir bi kîjan zimanî dipeyivin anku têkilî, eleqe û pêwendîyên wan bi kîjan zimanî ne, ji kerema xwe re bila bi wî zimanî jî nivîs-kar-îyê bikin,
lewra…
ziman dilewite û xwe jî me jî nelewitînin.
Heyf e!

Gotina Dawî
Got,
“Devliken, 4-5 zaravayên me hebûn, 4-5ekî din jî li wan zêde kirin.
-Perwînkî
-Kawakî
-Emerkî
-Dîlawerkî
Min got,
“Ev şoreşek e!”
Kenîya…
Got,
“Ka îja şoreş e, şorbe ye, nizanim.”

fedî

Rojekê ji derhênerê swêdî yê qerase Îngmar Bergman dipirsin, “Rewş ne tu rewş e, her ku diçe xerabtir dibe. Meriv çawa dikare vê rewşê ber bi başîyê ve biguhere, yan jî çi dikare vê rewşê biguhere?”
“Fedî” dibêje, Bergman, “tenê fedî dikare însên ji vê rewşa nahletbûyî rizgar bike.”
Belê…
Berê, fedî hebû. Dema yekî bêhemdê xwe xerabîyek bikira anku yek biêşanda, dilê yekî bihişta, fedî dikir û dû re dema li xwe hayîl dibû, pir li ber xwe diket, ji bo xwe bida efûkirin, diçû lêborîn dixwest.
Lêborîn, ji ferhenga ehlêq derketîye.
Ji qewla ciwamêrekî, fedî panjehra kubrê ye. Li pêşîya derew, guneh, qebhet, bêbextî, bêfesalî, û bêehlaqîyê bend û dîwarek e, ji esaletê.
Belê…
Fedî bikin ku ew fedî bikare ehlaqê we binixwimîne!
Axir…
Hêja Netirk ku “ne”ya li pêşîya paşnavê wê, wê bêtir dike tirk, li ser medyaya sosyal vîdeoyeke kin belav kirîye û di wê vîdeoyê de bang kurdan dike, dibêje, “Kurdino, heger di jîyana we de tirkek hebe, zû rabin ser xwe, telefonî wî bikin û jê re bibêjin, ‘Bijî Kurdistan!’ û berdewam bikin, “Hûn azadî û serxwebûna Kurdistanê dixwazin, an naxwazin?’ Heger ji we re got, ‘Na’ wê gavê wî blok bikin û têkilîya xwe jê qut bikin.”
Ez ê kin lê xim û qut bibirim anku ez ê zêde dirêj nakim, Hêjaya NEtirk.
Ka here ewil serxwebûn û azadîya Kurdistanê bi wê zîhnîyeta ku kalkê te Ahmet Turk di nav de ye, bide qebûlkirin, 
dû re, bi soz em ê jî şîret û pêşnîyara te bikin guhar û têxin guhê xwe û em ê rabin hemû tirkan ji jîyana xwe derxin, teva Hêja Netirk û Ahmet Turk.
Îja heyran…
heger fedî tune be, çi bê hesabê rebenê zimên, rebenê zimên jî wê dike, mixabin; mîna xwedîyê xwe rep û bel dipengize!
Axir, erê weleh axir…

Gotina Dawî
Vî zemanî fedî ji ber populîzmê qul bi qul direve!..

5 Kasım 2024 Salı

govenda peyvê

Yên piştî bîstsalîya xwe hînî kurdî bûne, bila tenê bixwînin û guhdarî bikin; nivîskarî naşibe quretîyên qahweyan, 
loma jî…
heger hurmeta we yê ji me re tune be jî, ne xem e, bila hurmeta we ji vî zimanî û edebîyata vî zimanî re hebe!
Îja heyran…
em ji bêhurmetan re qala hurmetê dikin.
Tew!
Û hin nivîskarên me jî hene, newêrin serê xwe ji bin dawa jinên xwe derxin, radibin qala şoreş û reform û medenîyetê dikin;
jina ku hayê wê ji bin dawa wê tune ye bê çi di bin wê dawê de veşartî ye!
Axir…
“Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan!” digot, digirîya û li xwe dixist, jinebîyekê li bin konê şwînê…
De îja hew Xwedê dizane bê xwedîyê simbêlê dûvberan li kanîya Alîya çi tofanî ji pîrê re çêkirîye ku pîre dike nake nikare ji bîr bike, wê roja xweş û reş.

Gotina Dawî
Roja ku ne kurd bi kurdî, roja ku kurdî bi kurdan xwe qure bike, azadî nêzîk e.
Îja hêvî dikim, ew roj li me nebe roja qîyametê…

Gotina Herî Dawî
Min serma girtîye û kîrê min xwe ji gunê min xeyidandîye; mejî jî newêre here xwe li nav wan biqelibîne û wan li hev bîne;
lê…
ez dizanim çi yê bikare wan li hev bîne, lê xwedîya wî tiştî jî ji êvara Xwedê de ye xwe li ser kêlekê avêtîye, paşîya qûna xwe daye min û pixepixa wê ye raketîye.
Axir…
emrê min ji Xwedê re!

2 Kasım 2024 Cumartesi

alî çeven û çend kulm xwelî

Li ser vê axa ku di navbera misak-i milî û Kurdistanê de mîna dergûşê bi vir de û wê de diheje, şerê tirk û kurdkokenlîyan e, lê jixwe di eslê xwe de tirk bi xwe jî, arnavûtkokenlî, çerkezkokenlî, romkokenlî, ermenîkokenlî, gurcîkokenlî, erebkokenlî, lazkokenlî ne.
De îja…
di vî şerê kaotîk ê her du alî jî tenê ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û konfora xwe şer dikin/serê hev dixwin, heger kurdên hur û resen dûrî wan bisekinin û tenê ji bo kurdî û kurdîbûnê hewl bidin/tê bikoşin/cehd bikin/ber xwe bidin anku xwe kurd bihêlin, xwîna her du alîyan dikare kurdan şîn û şên bike.
Aqil, Xweda ye!
Biden pey aqilê xwe…

Min pasaja jor bi peyva aqil birî, lê ez ê dîsa bi aqil dest bi pasaja jêr bikim.
Belê, ka aqil!
Ev serê du sê rojan e kurdkokenlîyekî bi navê Alî Çeven rojev serobinî hev kirîye!
Sedem çi ye?
Ji ber ku Alî Çeven derketîyê hemberî kamerayan û li çavê raya giştî nerîye, bi tirkî gotîye, “Ez ne tirk im, ez kurd im!”
Yanî çi?
Ma em mecbûr in ji tirkan re bi zimanê tirkî bibêjin, “Ez ne tirk im, ez kurd im?”
Ma hewce ye yan jî ma ew nizanin em kurd in?
Min piçekî li vî xortî guhdarî jî kir, bi zorê zimanê wî bi kurdî digere, dîyar û kifş e xweş asîmle bûye. 
Îja heger ne proje be…
Heyrana çavê te, qurbana serê te!
Ji dêvla tu yê bi haweyekî populîst derkevî hemberî kamerayan û bi tirkî ji me re bibêjî, “Ez ne tirk im, ez kurd im” te hêdî hedî xwe hînî kurdî bikira û ji bo nirx û hêjayîyên kurdî tu bixebitîyayî, ne çêtir bû?
Û hûn kurdên dinyanedîtî!
Ev pesn û halan û lîrelîra we ji bo çi ye?
Ma Alî Çeven romanek nivîsand û ew roman hêjayî xelata nobelê hat dîtin?
Ma Alî Çeven stranek çêkir û strana wî qulipî neh deh zimanan?
Ma Alî Çeven dest bi çalakîyeke civakî kir û bala xelk û alemê kişand ser bêdewletîya kurdan?
Ma Alî Çeven rabû, çû alaya azadî û serxwebûnê li ser dilê Amedê çikand, me nedît?
Ka ji kerema xwe re pêş de werin û bibêjin. Alî Çeven çi xwelî li serê xwe kir, çi xwelî li serê we kir, çi xwelî li serê me kir?
Ji bilî gotina, “Ez ne tirk im, ez kurd im!” a bi tirkî…
Hey bêaqilino!
Me tirkî li xwe qedexe kirîye, lê bi qasî Alî Çeven em bala we nakişînin.
Axir…

Gotina Dawî
Erê erê, “Ben tirk degîlîm, ben kurdum!”

Gotina Herî Dawî
Aqil, Xweda ye, lê em bera pey pexemberên sexte didin, mixabin.