22 Nisan 2024 Pazartesi

rojevê nelewitînin

Mejî di serê her kesî de heye, lê hinek li mejî siwar tên, hinek jî mejî li wan siwar tê…
Mejî bi tena serê xwe bi kêrî tiştekî nayê, heger bêjinga mentiqî tune be.
Û li bakurê welatê min mejî bloke bûye, mixabin. Na na, ne bloke, mejî bi virikê ketîye ango virikî bûye û xwedîyê xwe dilewitîne.
Di nav sîstema Tirkîyeyê de dijîn;
nav û paşnavên wan bi tirkî ne,
nasname û pasaportên tirkî di bêrîka wan de ne,
li ofîs û mekanên wan wêneyên Mistefa Kemal û alaya tirkan hene,
di dibistanên wan de dibin bilbilên tirkî,
rojê 23 seetan bi tirkî dixwînin, dinivîsînin, difikirin, dipeyivin, seeta maye jî radikevin, lê wê seetê jî xewnên xwe bi tirkî dibînin,
di sazîyên dewletê de dibin mamoste, parêzer, doktor, endezyar û gelek tiştên din,
sîyaseta wan bi tirkî ye; ji bo di parlamentoya tirkan de qoltixekê bi dest bixin, çavê hev derdixin, hevdu bi du qurişan difiroşin
û ne eyb û fedî, radibin êrîşî perçeyê azad û serbixwe dikin û rûyê xwe reştir dikin.
Hey netiştekino!
Teva hemû şaşî û kêmasîyên wan, li wir bi navê Kurdistanê herêmek heye;
bi kurdî dijîn,
alaya rengîn li ba dibe,
parlamentoya wê heye,
xelk û alem tên-diherin, di asta dewletî de qedrekî wê heye,
û ji bo xweştir û geştir û xurttir bibe, bi haweyekî dîplomatîk bi Amerîka û dewletên Ewrûpayê re di nava danûstendinan de ne.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Bakurî qala hetiketîya xwe nakin, diherin dibezin başûrîyan!!!
Pêşîyan belasebeb negotîye,, 
“Nikare bi kerê, dibeze kurtên.”
Ka hûn jî wek başûrîyan li ser axa xwe azad bibin, dû re em guh bidin gilî û gazinên we.
Te dî heger ne derew be, haa!..
Ew ê rabin, dev biavêjin barzanîyan, ew ê rûnin, dev biavêjin barzanîyan!..
Heyran!
Yê hûn bi serê wî sûnd dixwin, ji ber tirsa qûnê, hîn gava xwe neavêtibû Tirkîyeyê, ji Atîllayê kurdkuj re got, “Dêya min tirk e, ez xwarzîyê we me! Û ez ê ji xizmetkarekî bêtir xizmetê ji we re bikim.”
Ma we ji bîr kir an hûn me dixin dewsa ehmeqan?
Her hûn bi çi bawerîya xwe tînin, bi wê  bawerîya we îman pê anîye, ez ne alîgirê başûrîyan im, ne jî alîgirê bakurîyan, lê hûn ne durust in.
Bi qasî min kes başûr rexne nake, lê dema mijar dibe dewlet û têkilîyên navdewletî, hewce ye meriv li ser baskên hestên xwe siwar neyê û nefire. 
Dîplomasî, sîyaset, berjewendîyên neteweyî/dewletî carinan dihêle meriv biêşe jî; lê divê meriv bizane bê piştî wê êşê çi hesab heye!
Dewleta Kurdistanê hîn nehatîye wê astê ku bi fantezîyan dilê kurdan şa bike!

Gotina Dawî
Kesên ku ji fantezîyên xwelîseran re dibin fîguran, nikarin bi haweyekî fantestîk me bixapînin, lewra fîguran tenê fîguran in û tenê ji serekan re xizmetê dikin.