8 Haziran 2026 Pazartesi

seadetê û vê sibehê

Doh Seadetê lê xist çû cem mala xweha xwe.
De qey werê ye, meriv çi qasî mezin bibe jî carinan meriv doza malzarokê jî dike; xweh û biratî xweş e.
Erê vî zemanî zehmet e, lê li ser esasê rastî, durustî û paktîyê mimkun e.
Axir…
Vê sibehê ez rabûm ser xwe, ketim serşokê, min destek li serê xwe xist- ya rast min destek li rîha xwe xist ku wek hûn jî dibînin rojekê erê rojekê na ez serê xwe didim ber jilêt û gwîzanê, lê rîha min jî maşale têra du serîyan gur e.
Erê, piştî serî û serşokê ez derketim ku çi bibînim Leylê taştêyek amade kirîye dîtin û gotin nabin yek. Min taştêya xwe xwar, rabûm min xwe da ser hev û derketom devê derî. Ji jor de agir dibare, ne îşê germê ye. Hîn li xwe nezîvirîbûm hew min dît texsî li ber min sekinî û Seadetê jê peya bû. Bi bişirîn zîvirîm alîyê Seadetê û li şûna wê rûniştim.
Seadetê got:
-Tu ne bi Xwedê re yî lê Xwedê bi te re ye. Te dît texsî hat ber nigên te, Xwedê nehişt di kelekela vê germa havînê de tu bimeşî.
Min got:
-Xwedê jî dizane wê bi kê re be û ne bi kê re be, Seadet. Ew baş dizane ez ne durû me û kesekî rast û dilpak im. Her weha ew baş dizane ez wek vî miletî ji ber tirsa qûnê berî nadim qiblê, narim hecê û mehekê mîna pezê bêziman ên devgirêdayî xwe birçî nahêlim ji sibehê heya tarî dikeve erdê.

Gotina Dawî
Seadetê tim dibêje, “Heca meriv li ber derîyê meriv e.”

5 Haziran 2026 Cuma

mele û azana sibehê

Heso qurta dawî li araqa ber xwe xist û rabû ser xwe. 
Şiveq bû. Li hêla mizgeftê nerî, deng û pêjna melê tune ye. Bi xwe re nedît here li tuwaletê bimîze; tuwalet li serê qozîya dîwarê dawî yê hewşê bû. Li ber dika xênî şelwer li xwe sist kir û bi dîwarê ber derî ve mîst. Ji şîdeta mîzê çend niqut pejiqîn nav çavê wî jî, lê ji tesîra serxweşîya araqê li serê kîrê xwe nenerî, serê xwe bilind kir li ezmên nerî. Dinya çikîsayî bû; bi haweyekî şaşmayî lêvên xwe xwaromaro kirin û serê xwe hejand.
Piştî kunê xwe yê mîzê vala kir, li xwe fitilî, çû derbasî hundir bû. Bêyî ku xwe veke li ser dev xwe bi ser doşekê ve avêt û serî avêt xewê.
Berî nîvro bi xwe hisîya. Rabû ser xwe, parîyeke nan avêt devê xwe neavêt devê xwe, rabû berî da hêla mizgeftê. Li devê derîyê mizgeftê li mele rast hat. Piştî dana silavê, got, “Seyda, mala min lê ye, tu di nimêja sibehê de tu hew azan didî. Xêr e?”
Mele dibêje, “Erê, ez rabim nimêj bikim ji bo hûn jî şîyar bibin û rabin herin pez û dewarê xwe êm bikin, ne? Di nimêja sibehê de ez du ciwamêran li pey xwe nabînim ku nimêj dikin. Îja madem ku hûn ê neyên li mizgeftê li pişt min nimêj nekin, ez jî hew azan didim ji bo we şîyar bikim. Hûn ne bes in îja ez rabim ji pez û dewarên we re jî meletîyê bikim.”

Goyina Dawî
Divê meriv bi xwe re ne di nav dudulîyan de be; durûtî ji xwenebawerîyê tê û ji bo meriv bi xwe bawer be jî ewilîn divê meriv xwe re rast û durust be.

4 Haziran 2026 Perşembe

ziman xweda ye

“Ew tahta te pê de rît baranê şuşt.”
Seet li dora yazdehê şevê ye. Li ser qoltixa xwe rûniştime, ji xwe re diponijim bê çi binivîsim, hew min dît Ednan di derî re ket hundir û got, “Berê ji bo ronîya çavê we min ew kursî didan ser hev, lê îro ew hilfire ezmanan jî ez hew wan kursîyan didim hev. Heger bi devê xwe jî bibêje jî ez ê bibêjim ‘Na lo! Ew tahta te bi ser de rît baranê şuşt.’”
Îşev jî bila ji bo xatirê vê gotinê be…

Gotina Dawî
Ku ziman li ser nigan be, hêvî yê her xurt be.

2 Haziran 2026 Salı

ameda bêziman

Ku nigê min digihê axa Amedê, wek ku şeytan min biricimîne, xwe nahletî hîs dikim.
Ruhê Amedê mirîye; di devê amedîyan de kurdî wek karekterekî karîkatur xuya dike; 
jixwe kes li xwe danîne bi kurdî bipeyive, mixabin ên dipeyivin jî bi ser hevîrtirş û genetîka kurdî de dimîzin.
De îja tew ku dema ew pîrên peloxî yên temenê wan bi ser heftê ketîye ku bi wê tirkîya xwe ya entîke ya qirixan dipeyivin, ew cin û pîrebok û hût û dêw û şevreşkên derdora Zerzevanê bi hawîrdor êrişî min dikin;
kazekaza min digihêje ezmanê heftan, lê ji ber ku kazekaza min jî bi kurdîya kurmancîyê ye, Xwedayê her neteweyê lê ne Xwedayê min wek her car ji min fêhm nake bê ka ez çi dixwazim, loma jî ji wê koşka xwe ya bêserî û bêbinî ranabe di gazî û hewara min de nayê.
Na na…
Gundekî omerîyan, gundekî surguçîyan, gundekî erbanîyan, gundekî mahfelîtî an şêbîyan paytextîya Kurdistanê heq dike, lê mixabin Amedê heq nake.

Gotina Dawî
Bila dilê hevalên amedî nemîne lê şewba mirinê li seranserê bajêr belav bûye, hêvî dikim xwe negihîne navçeyan jî.
Axir…